Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine

img

AMED - Dayika girtî Yûsûf Boz ê li Girtîgeha Amedê dimîne, Meymenet Boz diyar kir ku lawê wê nikare ji ber jana çavê xwe yê parçeyê şerapnelê tê de bisekine û xwest ku lawê wê bê tedawîkirin.

 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li gel şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) û çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî ji ber tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bê rakirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin dan destpêkirin, her ku diçe zêde dibin. Yek ji van girtîgehan jî Kampusa Girtîgeha Amedê ye. Yûsûf Boz ê 26 salî ji ber ragihandina qedexeya derketina derve ya di 2'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Sûrê li wir ma û di 2'yê Adara 2016'an de piştî tahliyêkirina sivîlan hat girtin. Boz 5 sal in di girtîgehê de ye. Dadgehê cezayê heta hetayê û 13 sal li Boz birî. Boz, niha li Girtîgeha Amedê Jimara 1'an a Ewlehiya Bilind dimîne. Dayika Boz, Meymenet Boz a 54 salî derbarê rewşa tenduristiyê ya lawê xwe de axivî û ji bo çalakiya greva birçîbûnê banga hestiyariyê kir. 
 
‘DI ÇAVÊ WÎ DE HÊJ PARÇE HEYE’
 
Dayik Boz diyar kir ku lawê wê di dema şerê xwerêveberiya xweser yê navçeya Sûrê de hat binçavkirin û girtin û wiha got: “Sivîl bûn ji Sûrê derketin lê ew girtin. Me got dê dadgeha ewil de bên berdan, lê çend dadgeh derbas bûn, dawiya dawiyê muebbetek û 13 sal cezayê hefsê lê birîn. Neheqiyeke mezin li van zarokan kirin.” Boz da zanîn ku dema lawê wê di Sûrê de bû ji ber bombebarandinê ji çavê xwe birîndar bûbû û wiha axivî: “Dema di Sûrê de parçeyê şerapnelê li çavê wî ket. Ji ber qedexe hebûn nikaribû derkeve. Heta derket çavê wî yê çepê kor bû. Beriya du salan protez xistine çavê wî. Di çavê wî yê din de jî hêj parçe heye. Çiqas bi me re diaxive dibêje ‘dayê çavê min diêşe’. Me jî çend caran jê re got daxwaznameyan bide bila te bibin nexweşxaneyê lê ligel çend caran daxwazname dan jî nebirin nexweşxaneyê. Pişt re em mecbûr man li parêzer geriyan. Piştî ku parêzer li ser sekinî ew birin nexweşxaneyê û gotine ku di çavê wî de parçe heye û heke dikaribin wê derxin." 
 
‘WATEYA ZEXT Û ZORÊ ÇI YE?’
 
Boz anî ziman ku di 5’ê gulanê de bi telefonê bi lawê xwe re axivî û wiha berdewam kir: “Lawê min careke din çûbû nexweşxaneyê. Îro telefon kir min rewşa wî jê pirsî, ku dê emeliyat bibe an nabe. Ji min re got ‘dayê li nexweşxaneyê gotin tiştek di çavê te de nîne’ Min jê pirs kir ku çima cara din gotin perçe têde ye niha dibêjin têde nîne. Ji xwe çavekî wî çûye. Dibêje ji ber jana çavê xwe nikarim bisekinim. Me fêm nekir ji ber çi wisa gotine. Lê ji ber bi çavên dijminatiyê lê dinerin tedawî nakin. Jixwe girtî ye. Wateya vê zext û zorê çi ye?”
 
SILAV DAYÎN JÎ QEDEXE YE
 
Boz bi lêv kir ku lawê wê di 15’ê adarê de ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind hatiye kirin û wiha domand: “Piştî ku çûne girtîgeha nû hemû xebatên wan ên civakî betal kirine. Ji bo hevdîtinan jî tenê du kes dikarin biçin. Ez û hevjînê xwe diçin, xwîşkên wî jî dixwazin werin lê nikarin werin. Ji xwe em bergiriyên xwe digirin û diçin, hevdîtina girtî ye jî, çima tenê du mirovan digirin? Li kongreyan çiqas mirov kom dibin. Çima vê zehmetiyê bi me didin kişandin? Carna em dixwazin di hevdîtina girtî de silavekê bidin girtiyên din nahêlin, ew jî qedexe kirine. Çiqas diçe ber bi xerabûnê ve diçe. Wisa nabe. Em vê zilm û zordariyê qebûl nakin.”
 
Boz diyar kir ku ji binpêkirinên mafan çend caran serî li TÛAY-DER û ÎHD’ê dane û destnîşan kir ku ji bo zarokên xwe çi pêwist bibe wê bikin.
 
‘DIVÊ LI GIRTIYAN XWEDÎ BÊ DERKETIN’
 
Boz bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan ji bo tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan dan destpêkirin û wiha pê de çû: “Ji bo çalakiya grevê ez bang li hemû malbatan dikim. Ji ber zilm û zordariyê zarokên me ketina çalakiya greva birçîbûnê. Hewceye em jî piştevaniya çalakiya zarokên xwe bikin û li pey wan bin. Divê em bibin dengê wan. Em nebin, wê kî bibe dengê wan? Ji bo rêyeke çareseriyê malbat bikaribin çi bikin divê bikin. Divê gelê me li girtiyan xwedî derkeve.”
 

Sernavên din

06/05/2021
10:11 Ji ber qedexeyê şitil riziyan
09:35 Li Sûrê 43 avahiyên vale, bûne cihê tiryakkêşan
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan
09:12 Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:11 Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye
09:10 Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin
09:08 Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor
09:08 Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema
09:08 Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle
09:08 ‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'AN
05/05/2021
21:19 356 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Nûçegîhanê PîRHA’yê hat berdan
15:42 Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
15:41 Biryara rizgarkirina Daristana Bajar
15:16 Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin
15:10 Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir
14:48 Nûçegihanê PÎRHA’yê Ersin Ozgûl hat binçavkirin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:21 Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar
12:30 Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin
12:24 Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin
11:59 DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan
11:53 DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin
11:40 Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin
11:20 Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere
10:20 Xemsariyê Elvîna pitik kuşt
10:16 Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye
10:08 Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin
09:56 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 160'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin'
09:01 Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû
09:01 Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin
09:01 'Çareserî ne operasyon, diyalog e'
09:01 Cîranên wî yên Sûryanî yeko yeko koç kirin
09:01 Rezên wan ji ber ava cihokê hişk dibin
09:00 ‘Em bibin dengê grevên birçîbûnê'
09:00 Prof. Dr. Alaeddinoglu: Hişkesalî ji koronayê talûketir e
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'AN
07:37 Polîsan li Agiriyê 2 zarok binçav kirin
04/05/2021
21:23 Îro 336 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 CÎSST’ê rapora girtîgehê ya meha nîsanê aşkera kir
16:25 Wekîlê HDP'ê li Çemê Ramadanê 53 kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn
16:22 76 kesên ku di serdegirtina mizgeftê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Mirina biguman a leşkerê roman: Rengê întiharê tê dayîn
15:52 Karkerê li Bûrsayê ji qatê 5'an ket mir
15:37 Li Wanê cenazeyekî şewitî hat dîtin
14:48 22 parlamenterên HDP’ê derbarê tundiya çawişê pispor de pêşnûmepirs dan meclisê
14:39 Şandeya HDP’ê seredana ajansa me kir
14:25 3 roj in Alîbogazi tê bombebarankirin
14:08 Li Êlihê doza 24 kesan taloq bû
13:56 Di riya ku qereqolê teng kir de qeza çêbû
13:51 Lêpirsîna serdana HDP’ê li Îmamoglû destpêkirin
13:38 Dema ku xwest mar bikûje 4 zarokên xwe birîndar kirin
13:25 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:21 Di meha nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin
13:07 ‘Ji hişbirê re na! Li taxa xwe xwedî derkeve’
13:02 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re ava bikin
12:50 Li nexweşxaneya dewletê tecawiza sîstematik
12:47 ÎHD: Divê Qirkirina Dersimê bê nasîn
11:51 Eskeran li Sasonê 5 kes binçav kirin
11:36 Servîsa karkeran wergeriya: Karkerek mir, 19 karker jî birîndar bûn
11:35 ŞONIM’ê ji mexdûra tundiyê delîl xwest
11:03 Polîsên Kolombiyayê di çalakiyên li dijî hikumetê de 21 kes kuştin
10:50 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Şahiyên Remezanê’ 500 hezar lîre xerc kir
09:11 Namzeta Taxa Mevlana Halît: Bila vê carê jinek bibe keya
09:00 Bijîşk Yavîç: Şewb bi giştînameyan tê birêvebirin
09:00 Ji ber kûpurên rojnameyê ceza li rojnamevanê girtî birîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 159'emîn de dewam dike
09:00 Berteka welatiyan a li dijî tesîsa bermayiyan
09:00 Penaberekî li GGM'yê dimîne: Li vir dem nediyar e, em xiyalşikestî bûn
09:00 Cengîz Holdîng dixwaze herêma Behra Reş talan bike
09:00 Karkerên ku di dema pandemiyê de dixebitin: Tu qîmeteke canê me tune ye
09:00 Dayîkên Cizîrê bertek nîşanî operasyonê dan: Divê kurd destûrê nedin operasyonê
09:00 Destnivîsên Melayê Bateyî 300 sal e têne parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2021'AN
03/05/2021
20:38 Li hemberî avahiya qeymeqamtiya Çelê êrişeke bombeyî
20:09 Li navçeya Rezanê cenazeyek hat dîtin
20:05 347 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:26 Kesên xwedî maf di ‘merasîma mifte wergirtinê' de bertek nîşan dan
16:50 Ji doza bobelata keştiyê 6 kes hatin berdan
15:53 CFWIJ: Welatê herî zêde tundî li rojnamevanên jin tê kirin Tirkiye ye
15:49 Îdianameya Gergerlîoglû nadin parêzerê wî
15:32 Serokbijîjk ji bo birayê xwe beşa kovîd-19’ê girt
15:01 13 sal berê: Weke ku mû ji nava mast bê kişandin em vekişiyan
13 sal pişt re: Helîkopter nikarin teker deynin erdê
14:55 Ciwanê di serban de ket jiyana xwe ji dest da
14:36 Ji bo bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Dersîmê bang kirin
14:30 Operasyona li Lîcê didome: Herêmê topbaran dikin
14:07 HDP’ê bi boneya 3’ê Gulanê Ajansa Mezopotamyayê ziyaret kir
14:02 Ew û motorsikleta xwe ketin qenala avê û fetisî
13:21 Rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb: Li dijî Tirkiyeyê helwest nîşan bidin
13:06 Polîsan bi ser mizgefta ku kesên lê ‘îtîkaf’ dikirin de girtin: 50 kes binçav kirin
12:51 DFG: Em ê destûr nedin rûmeta rojnamevaniyê bê binpêkirin
12:29 'Tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne’
12:26 Heşdî Şabî li Musilê operasyon da destpêkirin
12:14 Jina êzidî di têkoşîna xwe ya hiqûqî de bi tenê hat hiştin