Başlangiç: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin

img

STENBOL – Rojnamevan Celal Başlangiç diyar kir ku neçareserkirin pirsgirêka kurd û operasyonên dersînorî her ku diçe Tirkiyê ber bi çiravê ve dibe û got: “Hulusî Akar dibêje ‘Helîkopter nikare tekere xwe deyne erdê’. Ev pirsgirêk bi danîna tekere helîkopterê nayê çareserkirin.” 

Rojnamevanê xwedî ezmûn ango xwedî tecrûbe Celal Başlangiç neçareserkirina pirsgirêka kur û operasyonên dersînor ên Tirkiyê ji ajansa me re nirxand. 
 
TUNDÎ ZÊDE BÛ 
 
Başlangiç diyar kir ku ji sala 1980’î vir ve pirsgirêka kurd bûye rastiya Tirkiyê û her ku îqtidaran xwest vê pirsgirêkê bi rêbazên leşkerî û tundiyê çareser bike, lê pirsgirêk kûrtir bû. Başlangiç da zanîn ku piştî têkoşîna gelê kurd a salên 80’î û 90’î pirsgirêk kurd hat wê astê ku kes nikaribû veşÂere, êdî hêdî hêdî gotin “kurd hene” û valakirina gundan, bûyerên faîlê wan meçhul û windakirinên di binçavan jî bîr xist û dewletê tundiya xwe zêde kir lê nikaribû encamê bigire. 
 
TÊKÇÛN 
 
Başlangiç destnîşan kir ku hêj dewlet li pey wê yekê ye ku bi tundiyê çareser bike lê belê bi vê polîtîkayê Tirkiyê ber bi rêyek nikare jê derkeve biriye û got: “Di vê pêvajoyê de tenê aborî têk neçû. Me însanên xwe winda kirin. Gund hatin şewitandin. Bajar guherandin. Zemîna sosyolojîk a bajaran hat guhertin. Hem têkçûne aborî hem jî têkçûnek sosyolojîk qewimî. Di heman demê de rê li ber pêla nijadperestiyê kum ezin bibe vekir.” 
 
‘YÊN ÇARESER NEKE TÊK DIÇE' 
 
Başlangiç anî ziman ku îqtidarên heta niha pirsgirêka kurd çareser nekirin tarûmar bûn û çûn û ev yak nîşanî wan dide êdî kes ango îqtidarên li Tirkiyê vê pirsgirêkê çareser neke têk diçe. Başlangiç destnîşan kir ku pirsgirêka kurd bi geşedanên li Rojavayê Kurdistanê re li qada navnetewî belav bû û got: “Êdî Tirkiye nikare bi tena serê xwe vê pirsgirêkê çareser bike. Pirsgirêk hat wê merheleyê ku divê êdî li qada navnetewî çareser bibe.” 
 
‘EV PIRSGIRÊK BI OPERASYONÊN DERSÎNORÎ NAYÊ ÇARESERKIRIN' 
 
Başlangiç destnîşan kir ku Tirkiyê li şûna aştî û çareseriyê li dersînoran şer gûr kir û hêj ev şer didome û wiha got: “Dewlet li Sûriyê û Iraqê li dijî kurdan û PKK’ê di nava şer de ye. Ji roja ku PKK’ê guleya ewil teqandiye ve, ez wek rojnamevanek vê pêvajoyê dişopînim. Ji wê rojê heta îro operasyonên dersînor qet neqediyan. Dewlet her car bi rêxistinek ku hin bêtir xurt dibû re rûbirû ma. Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînorî nayê çareserkirin. Pirsgirêk bi bombebarankirina gelî û çiyayan û bajaran, bombebarankirina welatên cîran nayê çareserkirin. Tirkiye her ku diçe ber bi çiravê ve diçe. Em vê yekê pir eşkere dibînin. Herî dawî rezalet û fiyaskoya Garê li holê ye. Niha jî îqtidar ango dewlet rabûye li Zapê, Avaşîn û Metînayê operasyonê li dar dixe. Hulusî Akar dibêje ‘Helîkopter nikare tekerên xwe deynin erdê’. Ev pirsgirêk bi danîna tekerê helîkopterê nayê çareserkirin. Ev pirsgirêk dikare bi fikr û ramanê nirxên aştî û demokratîk û welatîbûna wekhev were çareserkirin.” 
 
'ÇARESERÎ BÊ OCALAN NABE' 
 
Başlangiç anî ziman ku navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd û aktorê girîng Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Çareseriyek gengaz bi rûniştin û hevdîtina li gel Ocalan mimkin e. Dewlet pir xwest bêyî Ocalan her tiştî li gorî xwe çareser bike lê ev hewldan bêencam man. Wê ji niha şûn ve jî encamê negire. Heke Tirkiye li aştiyek rasteqîn digere , lazim e hurmetê nîşanî kurdan bide û pêdiviya dewletê pê heye ku aktorên siyaseta kurd guhdar bike. Ji bilî vê çareseriyek din ne pêkan e û rêyek din a çareseriyê jî nîne.” 
 
 MA / Îdrîs Sayilgan 
 

Sernavên din

11/05/2021
17:22 Dayika Aştiyê Kaygûsûz û 4 siyasetmedar hatin berdan
17:13 Tedawiya wî neqediya û ew birin girtîgehê
16:58 Li Girtîgeha Jinan vîrûs heye, bijîşk tune ye!
16:56 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye gardiyanan lê daye
16:51 Li Deşta Mêrdînê dema çinînê ye: Hişkesaliyê li ceh daye
16:35 DAD û DEDEF: Komkujî berdewam dikin
15:47 NY: DAIŞ’ê li hemberî êzidiyan sûcê qirkirinê kiriye
15:40 Jinan bang kir: Em ê teslîm nebin
15:29 Parêzera girtiyê nexweş Tamboga bang li rayedaran kir
15:15 Li Xozatê bi operasyonê re şewat jî derket
15:07 Gelo Yildiz piştî ‘şopandina û gefê’ hatiye kuştin?
15:05 Banga greva birçîbûnê li Wezareta Dadê hat kirin: Dawî li tecrîdê bînin
14:37 ÎHD û TÎHV: Êrîşên li ser Gazzeyê bi dawî bikin
12:49 Herbo: Li Şengalê derd hebûna êzidiyan e
12:48 Jinên HDP’yî derketin ser sûrên Amedê: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:41 Di rojên qedexe de wêneyê xizanî û dewlemendiyê
11:36 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
11:18 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Cerdevanan tev li operasyona Zapê dikin
10:58 Li Sûrên Topkapiyê jinan çalakî li dar xist
10:36 Gelo Gurbet Uren hat kuştin?
09:31 Êdî zebeşan bi zûlan difiroşin
09:31 Koma 34'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Rojnameger Altan: Tirkiye bi pilaneke navneteweyî êrişî Başûr dike
09:08 Temeneke di rêya aştiyê de: Sîmanperî Akyildiz
09:07 Girtiyê bi tenê di odeyekê de dimîne bi Covîd-19'ê ket
09:07 Esnafên halê: Camêro li qesrê kêf kêfa wî ye, lê milet perîşan e
09:06 Jinên wanî: Em xwedî li kurdî derkevin
09:06 Berî ku mal veguherin 'hêlîna tahdeyê' bila tevdîr bên girtin
09:04 Tenê şorbe û nanê tisî dixwin
09:04 Parêzer Çîftçî: Di doza Kobanê de şopa darizandineke adil tune ye
09:04 Bîlançoya êrişên li dijî kurdî: 17 êriş û 5 kuştin
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2021'AN
08:32 Eskerekî TSK'ê li Idlibê jiyana xwe ji dest da
10/05/2021
23:44 Guh li bergiriyên koronayê nekirin, bi konwoyê li nav bajêr geriyan
20:42 282 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:30 ‘Peykerên’ qeyûm bûn mijara pêkenok û bertekan
16:18 Jina berasteng a zîhnî di qefesê de mirî hat dîtin
15:57 ‘Polîtîkayên îqtidarê rewşa astengdaran girantir dike’
13:41 Cenazeyê dayika Arslan hat veşartin
13:40 ÎHD:Şîşman ê bi birîndarî hat binçavkirin 31 rojin li ku derê ye?
13:11 Piştî veqetandina polisan texrîbata li Koşka Mala Ezîzan derket holê
13:02 Malbata Şenyaşar: Wezareta Dadê tu li ku yî?
12:31 HDP’ê bi boneya Roja Dayikan ji girtiyên jin re qert şand
11:52 Hunermenda dengê berxwedanê: Hozan Mizgîn
11:22 Dayika Aştiyê Akyildiz jiyana xwe ji dest da
11:02 Faîl dîsa nas e: Hevjîna xwe kuşt, zarokê xwe giran birîndar kir
09:21 'Dînê Nisêbînê' mamoste Aslan jiyana xwe ji dest da
09:20 Dayika Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 165'emîn de dewam dike
09:03 ‘Divê tevahiya civakê xwedî li greva birçîbûnê derkeve’
09:03 Leşkerê berê Yaylali: Armanca operasyonan tevahiya kurdan e
09:03 Qedexeya giştî barê jinan girantir kir: Sê karan bi hev re dike
09:02 Şertê ‘qawîşa serbixweyan’ danîn pêşiya berdana girtiyan
09:02 Pîroglû: Divê astengdar ji bo têkoşînê bikevin tevgerê
09:02 Serokê Giştî yê PÎA’yê Kamaç: Operasyon ne çareserî ne
09:02 DÎSK: Karker ji ber bêtevdîriyan jiyana xwe ji dest didin
09:01 10 sal di ser Peymana Stenbolê re derbas bûn: Vekişîna ji Peymanê xetere ye
09:01 Şêniyên Xaçortê: Bi avêtina bombeyên gazê me ceza dikin
09:00 Ji ber bihabûna êm û kayê sewalkarî diqede
09:00 Qeyûm deynên bacên xwe bi neguhêzbarên şaredariyê dide
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2021'AN
09/05/2021
21:19 283 kesên din ji koronayê mirin
20:59 Li Mûşê zaroka 16 salî biguman jiyana xwe ji dest da
17:13 Ciwanê winda bû di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da
16:41 Kepçe ketin Newala Qesaba û dest bi kolandinê kirin
16:05 Ji ber kavilên kana kevir newal tije bû
16:04 Karkerek di bendavê de xeniqî
15:19 Eskeran îşkence li penaberan kirin
14:47 Cezayê hucreyê li girtiya ku binpêkirinên mafan vegot birîn
14:05 Li Mêrsînê îdîaya mamosteyekî întîhar kir
13:32 Bûldan, Roja Dayikan li Qada Galatasarayê pîroz kir
13:04 Nameya HDP’ê nedan Gergerlîoglû
12:19 Roja ku edalet pêk bê, dê wê rojê Roja Dayikan pîroz bike
11:29 Rojnameger Elo: DYA, dixwaze paşve vegere cihên ku Suriyeyê berdane
11:25 Sozên xwe negirtin, dosyeya Cemîl Kirbayir bi hinceta demboriyê girtin
10:57 Dayika Ayşe Gokkan: Xelata wê ya herî mezin têkoşîna wê ye
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 164'emîn de dewam dike
09:04 Behsa tora tiryakê ya li Nisêbînê kir: Hedef malbatên welatparêz in
09:04 Gotina 'li taxa me dawet heye' wekî şîfreya rêxistinê hat hesibandin
09:04 'Ne pîrozkirin, bila hesab bê dayîn'
09:03 Di 15 saliya xwe de bi kesekî 45 salî re hat zewicandin: Pir zor bû
09:03 Pîvaz li nav erd riziyan
09:03 Berteka esnafên Wan a ji bo qedexeya dawî
09:02 Girtî bi kirareke îdarî cara dudoyan tên cezakirin
09:02 Meaşê mamosteyê biheq 50 TL ye
09:01 Dayik bi têkoşînê li ser pêyan e
09:01 Bi hinceta 'rojiya mirinê' ceza li girtî birîn
09:01 Hiqûqnasên jin nepêkanîna qanûnê rexne kirin
09:00 Roja bigihên zarokên xwe, dê ew roj Roja Dayikan be!
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2021'Ê
08/05/2021
20:51 281 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:41 Gardiyanan li Girtîgeha Amedê tiliyên girtiyekî şikandin
16:25 Li Girtîgeha Tarsûsê gefa şewbê
16:01 Leyla Guven bi boneya Roja Dayikan ji Emîne Şenyaşar re name şand
15:31 DBP’î û HDP’iyan bi boneya Roja Dayikan serdana malbatên Şenyaşar û Gokkan kirin
15:22 Li Îzmîrê aqûbeta Yaman û Gul hat pirsîn
15:01 Di ‘Rûniştina F’ de xwest girtiyê nexweş Kurt bê berdan
14:41 Xwestin bersûcên Halîl û Kasim Alpsoy bên derizandin
14:36 Îkîzdereyî: Dê êdî ev der tenê kevir bin