Gelo Gurbet Uren hat kuştin?

  • jin
  • 10:36 11 Gulan 2021
  • |
img
ŞIRNEX-  Di mirina Gurbet Uren de, ku bi guman jiyana xwe ji dest da geşedanên nû derketin holê. Xizmeke Gurbet Uren ku ji ber ewlehiyê nexwest ku navê xwe bide diyar kir ku Uren 35 sal bûn bi tundiya hevjînê xwe re rûbirû dima û hevjînê wê bi dehan caran gefa kuştinê lê dixwar. 
 
Di 6'ê gulanê de li taxa Dagkapi ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê dayîka 7 zarokan Gurbet Ûren (40) bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest dabû. Di heman rojê de hevjînê Uren, O. Uren ji hêla polîsan ve weke gumanbar hatibû  binçavkirin û piştî îfade da polîsan serbest hatibû berdan. Hat zanîn ku Uren di temenê xwe yê 13 salî de ji hêla bavê xwe ve bi darê zorê hatiiye zewicandin. Hat zanîn ku Uren bi salan e bi tundiya derûnî û fizîkî ya hevjînê xwe O. Uren re rûbirû maye. Hat îdiakirin ku pirsgirêkên derûnî yên O. Uren hene û 6 sal in li her mezelên malê de kamera bicih kirine da ku Gurbet Uren kontrol bike. Di vê bûyerê de pirsa gelo Gurbetê hatiye kuştin anî bîra mirovan. 
 
'BI CEYRANÊ ÎŞKENCE LÊ KIRIYE' 
 
Xizmeke Gurbet Uren ku ji ber ewlehiyê nexwest ku navê xwe bide qala tiştên ku hatin serê Uren anî ziman û wiha vegotin: "Gurbet di temenê xwe yê 13 salî de ji hêla bavê xwe ve bi darê zorê hat zewicandin. Ji roja zewicandin û heta roja mir rojek xweş nedît. Tenê rojek jî bêlêdan derbas nekir. Hevserê wê her roj tundiya derûnî û fizîkî li wê dikir. Gurbet ji hêla her kesî ve pir dihat hezkirin. Ji ber ku ji hevserê xwe ditirsiya heta ku nedikarî di malê de lingên xwe dirêj bike. Hevserê wê her tim dixwest ku jê re xizmet bike. Gurbet her roj bi tirsa mirinê dijîya. Me her tim ji wê re digot bêdeng nemîne. Lê wê digot, 'Ez şerm dikim bibêjim. Heger ez bêjim wê min bikuje'. Hevjînê wê bi dehan caran bi ceyranê îşkence lê kir. Deriyê mala Gurbetê tu car vekirî nebû û her tim qefilandibû. Nedihişt ku Gurbet gavekî biavêje derve. Ji bo ku Gurbetê kontrol bike ev 6 sal in di malê de kamera hebûn. Lê balkêşe ku kamerayên ev 6 sal in dixebitin roja ku Gurbetê miriye girtî bûne. Her kes rastiyê dizane lê ji ber ku ditirsin xwe bêdeng dikin." 
 
'NE KESEK WISA BÛ KU XWE BIKUJE' 
 
Xizma Gurbetê ku nexwest navê xwe bide anî ziman ku Gurbet nemiriye hatiye kuştin û wiha got: "Balkêş e ku guleya silehê jî neteqiyaye. Ew roja ku Gurbet dimire hevjînê wê diçe ji keça wê re dibêje, 'Rabe diya te xwe kuştiye'. Gurbet miroveke ne wisa bû ku xwe bikuje.  Kesên ku diçin cihê bûyerê dibînin ku li erdê lepikek xwînê tenê heye û ew jî hişk bûye. Ev tişt jî balkêş e. Di demeke ewqas zû de çawa dibe xwîn hişk dibe. Hevjînê Gurbetê dicirifî ji tirsan. Di rûyê wî de xemginî tune bû, tirs hebû. Gurbetê wesiyet kiribû û gotibû, 'Min di vê dinyayê de aramî nedît, dibe ku li dinyaya din bibînim'. Pir dixwest wê li kêleka dayika wê veşêrin. Lê hevjînê wê û kurê wê vê wesiyeta wê bicih neanîn. Her kes divê bibîne, bizanibe û bibihîze."
 
Hat zanîn ku rapora otopsiyê ya Uren hêj nehatiye derxistin. 

Sernavên din

15/05/2021
09:15 Em nebin kujerê zimanê kurdî
09:14 Da dû xeyalên xwe: Bi basketbolê ji heq astengiyan derket
09:14 '30 salan di girtîgehê de mam, cameke berçavkê jî nedan min'
09:10 Rekolteya mişmişan kêm dibe: Tu polîtîkayeke çandiniyê tune
09:06 ‘Rojnamevanên kurd divê ji bo zimanê xwe bibin pêşeng'
09:05 Dede: Polîtikaya tecrîda Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2021
14/05/2021
20:07 Îro 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
15:59 3 kesên êrişî malbata Kurd kiribûn hatin binçavkirin
15:30 PZK: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu
15:19 Ji bo GGM a Îzmîrê banga lezgîn: Îşkenceyê bi penaberan dikin
14:58 Jina hat îdiakirin ku hewl da xwe bikuje jiyana xwe ji dest da
13:39 Peyama 89 zarokan: Em ji zimanê xwe pir hez dikin
13:31 Êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin
13:10 Hevserokê MED-DER’ê yê girtî: Parastina ziman peywîra me hemûyan e
12:35 Bi malbatî amadekariya Cejna Zimanê Kurdî dikin
12:21 'Ewil xwestin çand, ziman û dîroka Kurdan tune bikin'
12:15 Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndar
11:38 Îşkenceya polîs û nobedaran
11:07 Malbata Şenyaşar: Em ê dev doza xwe bernedin
10:43 Cotkarên Rihayê dê îsal 2 mîlyon dolum çandinî neçinin
10:29 Bi gotina ‘em dewlet in’ gefa kuştin û tecawizê xwar
10:22 Testa girtiyên ku nîşaneya koronayê bi wan re heye nayê girtin
10:21 Rêveberên PENa Kurd: Divê 15’ê Gulanê bibe roja vegera li ziman
09:05 Pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ derket
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 169'emîn de berdewam dike
09:05 Li endamên Weqfa Fûrkanê 3 milyon TL ceza birîn
09:04 'Divê hejmara aşiyê û testan bên zêdekirin'
09:04 Welatiyên di ser 65 salan re: Îqtidarê temenê me yê mayî rizand
09:04 Ûgûrlû: Îkîzdere û Zap wek hev in, dixwazin civakê bênefes bihêlin
09:03 Quşxane bi deynan dikele
09:03 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê
09:03 ‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe'
09:02 Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir
09:02 Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in
09:01 Dayik: Kurdî koka me ye
09:01 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana bidîmen dike
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê
13/05/2021
20:07 238 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:13 OHD’ê li goristanê lêkolîn kir: Nêzî sed tûpên xwînê dîtin
17:03 Sedet Peker vê carê behsa Soylû kir
16:48 Komeleya Soma 301 karkerên madenê bi bîr anîn
14:59 Êrişî dêra li gundê Dîrîl ê agahî jê nayê girtin kirin
14:08 ‘Ew cejnên xweş li gundê me man’
14:02 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:18 ÎSÎG: Di Nîsanê de 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Covît-19 li Girtîgehan belav dibe: 18 girtiyên din bi corona ketin
12:25 Dadgehê Taylan Kûlaçoglû girt
12:24 Li goristana bêkesan, tûpên xwînê yên veşartî derketin holê
12:24 Doç. Dr. Ozturkmen: Baran ji 840 mîlîman daket 235 mîlîman
11:58 Polîsan li Farqînê 6 kes binçav kirin
11:58 Ji bo şewata daristanê parastina 'ne rast'
11:04 Cenazeyên li Bagokê di rewşêkê nayên naskirin de ne
11:03 F.B., ewil li Midûriyeta Polîsan a Rihayê îşkence kirin û paşê girtin
11:02 Ji Hawarê heta Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye
10:26 Ji malbata Şenyaşar peyama Cejna Remezanê
10:12 Bûldan û Sancar peyma cejnê dan
09:58 Akar piştî windahiyên eskeran hat Şirnexê
09:57 Zanyarê Siyasî Çelkî: Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê
09:22 Pergala Deriyê Sînor a Xabûrê têk çû
09:09 Neviyên xwe bi çîrok û mamikên Kurdî mezin dike
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 168'emîn de berdewam dike
09:07 Li Tirkiyeyê sala wan a 10'an: Êrîşên nefretê, cihêkarî, taciz, tahde...
09:06 Başarir: Mirov nikare Bahçelî û demokrasiyê deyne cem hev
09:05 Berteka jinan a ji bo operasyonan: Bila şer biqede
09:04 Her ku rêxistinbûyîn kêm dibe jin bêtir bi tenê dimînin
09:03 ‘Berpirsiyarê krîzê rêveberên welêt in'
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Armanca operasyonê statuya Başûrê Kurdistanê ye
09:01 Siwêd: Tirkiye Çemê Firatê wekî amûra şerê taybet bi kar tîne
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2021'Ê
12/05/2021
21:07 232 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li Cizîrê tahdeya polîsan
16:11 Qatilê Pinar Kaynak hat binçavkirin
15:45 Li Kocaeliyê jinek giran birîndar bû
15:44 4 girtî li Girtîgeha Çankiriyê bi vîrûsa coronayê ketin
15:20 Sancar beşdarî civîna Ewropa bû: Pêwîstî bi helwestek hevpar heye
14:56 Ji Bûldan û Sancar daxuyaniya Fîlîstînê: Rêya çareseriyê muzakereye
13:39 Ji 78 baroyan daxuyaniya Peymana Stenbolê: Em dev jê bernadin
13:38 Derbarê Yildiz ê di bombebaranê hat kuştin de kê çi got
12:50 Ji ber tacîzê vegot ji kar hat derxistin
12:49 Malbata Ocalan ji bo cejnê serlêdana hevdîtinê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Her tişt li holê ye lê hiqûq û edalet nîne
12:14 Mehmet Ocalan: Em dixwazin di cejnê de hevdîtina rûbirû bikin
11:57 Kekê Kirbayir: Zîhniyeta 12’ê Îlonê berdewam dike
11:06 Taşçier: Em dikarin operasyonan bi hev re bidin sekinandin
10:27 Berdana girtiyan bi şertê ‘bikevin qawîşa alîgiran’ asteng dikin
10:26 Derûnnas Oztoprak: Tundiya dîjîtal bi polîtîkayên bêcezatiyê re didome
09:50 DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da
09:46 Dr. Koç: Pêşî ne li pandemiyê pêşî li muxalefetê tê girtin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 167'emîn de berdewam dike
09:00 Baroya Wanê Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir
09:00 Dadgehê biryar da, lê hê jî nikare biçe ser karê xwe
09:00 Li Bazara Jiyanê zextên 'mêran zêde' bûn
09:00 Ji bo cejnê kirîn lê nefirotin
09:00 33 roj in agahî ji Şîşman tune: Malbat bi fikar e
09:00 Malbatên Somayê: Em nahêlin hêvîya me bişkînin
09:00 Başaran: Jin bi parastina azadiyê re li dijî tecrîdê têdikoşin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2021'AN
07:54 Destûr nedan cenaze bişon
11/05/2021
20:25 Îro 278 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin