Dede: Polîtikaya tecrîda Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû

  • rojane
  • 09:05 15 Gulan 2021
  • |
img

WAN - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Prz. Umît Dede bal kişand zextên ku li girtîgehan belav dibe û wiha got: "Polîtîkayên ku li Îmraliyê pêş xistin ewil li hemû girtîgehên Tirkiyeyê û niha jî li tevahiya Tirkiyeyê dixin meriyetê. Nêzî 10 hezar HDP'î girtî ne. 

Li Tirkiye her çend Rewşa Awarte (OHAL) bi awayekî fermî rabûbe, jî hêj zext û tundiya li ser partiyên siyasî, girtîgehan, rêxistinên civakî û gel di asta herî jor de ye. Hêj mirov nikarin cenazeyên xwe bi girseyî defin bikin. Nikarin li kolanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Nikarin serbest biçin zozan û gundên xwe. Nikarin azad li ser hesabê medya înternetê daxuyanî bidin. Nikarin bi kurdî nameyan bişînin girtîgehan. Girtiyên nexweş nayên berdan. Her roj polîs û esker bi ser malan de digirin û mirovan binçav dikin. îşkenceyê li mirovan dikin. Rojnameger nikarin azad tev bigerin û binivîsin. Çapemenî nikaren azad weşanê bike. Bi taybetî di sala dawî de vîrûsa coronayê dikin hincet û qedexe li ser qedexeyan îlan dikin. Girtiyên nexweş nikain biçin nexweşxaneyê û nikarin derkevin hevdîtina vekirî. Dîsa nameyên Kurdî ji girtiyan re nayên şandin. Bi taybetî piştî li Îmraliyê li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir, zext û tundî li ser girtîgehên din jî belav bûn. Piştî zext li ser girtiyan belav bûn, hêjî hêdî ev zext li ser hemû beşên civakê jî belav bûn. Girtiyên PKK û PAJK'ê li dijî tecrîd û tundiya li ser girtiyan ji 27'ê Miijdara 2020'an heta niha 170 rojin bi awayekî bêdem û bi dorveger di gireva birçîbûnê de ne. Girtî diyar dikin ku heta daxwazên wan pêk neyê dest ji çalakiya xwe bernadin.
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Prz. Umît Dede bal kişand zextên ku li girtîgehan belav dibe û wiha got: "Wekî Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê yek ji qada herî zêde em li ser dixebitin girtîgeh in. Nêzî 10 hezar HDP’î girtî ne. Em hewl didin rewşa hemûyan bişopînin. Bi taybetî di şertên OHAL û şewba vîrûsa Covît-19 de binpêkirin pir pir zêde bûn. Em hewl didin di rewşa girtîgehan de bi rêxistinên mafên mirovan û xizmên girtiyan re xebatên hevpar pêş bixin. Em ji raporên wan sûdê digirin. Li dijî binpêkirina mafên, em hewl didin ku li meclîsê gavan bavêjin. Dîsa bi rêya Komîsyona diplomasiyê em hewl didin ku welatên Ewropa jî têxin nava tevgerê." 
 
'GREV ENCAMA TECRÎDÊ YE' 
 
Dede, anî ziman ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan belav bûye û didome, encama tecrîda li îmraliyê ye û wiha got: “Divê mirov têkiliya grevê û tecrîdê bibîne. Li Girtîgeha Îmraliyê hiqûqa taybet û tecrîda giran heye. Ku tecrîda li Îmraliyê ranebe û pergal neyê guhertin, tu girtiyên din nikarin xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Divê mirov baş sedema grevê bide famkirin û nasîn. Em dizanin rêveberiya girtîgehê cezayê dîsîplînê li girtiyan dibere. Bi cezayê dîsîplînê bêtir mafên girtiyan bi sînor dike. Hemû mafê wan ji destê wan digire. Mirovan dixin hucreyên yek kesî û wan bi tenê dihêlin. Naxwazin girtî li mafê xwe yê xwezayî û rewa xwedî derkevin. Em mecbûr in rewşa girtiyan bişopînin û li daxwazên wan guhdar bikin. Bê guman emê bişopînin û bikin rojev. 
 
 
'MUXATAB BIRÊZ OCALAN E' 
 
Dede, xwest ji bo daxwazên girtiyan bê qebûlkirin ne tenê girtî, hemû beşên civakê têkevin nava têkoşînê û wiha axivî: “Hikûmet di 5 salên dawî de polîtîkayên ewlehiyê zêde dike. Evê yekê li girtîgehan jî belav dike. 
Ji bo ev polîtîkayên ewlehiyê bi dawî bibin divê tecrîd bi dawî bibe. Divê Tirkiye di nava xwe de pirsgirêkan bi rêya aştiyane û demokratîk çareser bike. Hemû raya giştî û otorîteyên siyasî yên cîhanê tev dizanin ku îro muxatabê meseleyê Birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo heviya demokrasî û aştiyê ji nûve geş bibe, divê teqez tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tu carî şert û mercên mirovahiyê pêk nehatin. Bi taybetî di salên awî de hem şertên şewba vîrûsa Covît-19 hem jî polîtîkayên ewlehiyê yên hikûmetê, girtiyên siyasî ji her demê bêtir bi neheqî û tundiyê re rû bi rû ne. Girtî bi tecrîda giran re rû bi rû ne."
 
BI HINCETA QEDEXEYÊN PANDEMIYÊ HEMÛ MAFÊ GIRTIYAN JI DESTÊ WAN DIGIRIN
 
Dede, bibîr xist ku piştî şewba vîrûsa corona (Covît-19) li girtîgehan belav bû, şewbê hincet nîşan didin û hemû mafê girtiyan ên heyî ji destê wan digirin û wiha berdewam kir: "Mafê wan ê çand û sporê bi temamî ji destê girtiyan girtin. Divê mafê girtiyan ê hewşê bê zêdekirin. Li gelek girtîgehan radyo ji destê girtiyan kom kirine. Tu eleqeya pandemiyê û radyo bi hev tune ye. Mafê girtiyan ê ziyaretên vekirî binpê dikin. Dîsa ziyaretên hevdîtinên girtî pir bi sînor in." 
 
'GIRTIYAN TAZÎ DIKIN' 
 
Dede, bal kişand ser lêgerîna tazî ji û wiha lê zêde kir: "Li girtîgehan girtiyan tazî dikin û lêgerînê dikin. Wekîlê me Omer Faruk Gergerlîoglu bi hewldan û têkoşînek mezin ev yek kir rojeva Tirkiyeyê. Bi qasî me li girtîgehan bi girtiyan re hevdîtin kir, hemû girtî vê yekê tînin ziman. Bê îstîsna ev yek li ser hemû girtiyên siyasî tê ferzkirin û sepandin. Em bûn şahid ku hemû girtiyên siyasî di lêgerînê de tên tazîkirin. Dema kes tên girtin rêveberiya girtîgehê dixwazin bi vê yekê kesan bê vîn bihêlin. Tevî girtî vê yekê qebûl nakin jî lêgerîna tazî li wan ferz dikin û îşkenceyê li girtiyan dikin. Ev ji bo Tirkiyeyê şerm e." 
 
'GIRTIYAN BERNADIN' 
 
Dede, herî dawî bal kişand ser şewitandina cezayê înfazê jî û wiha bi dawî kir: "Bi taybetî di demên dawî de girtiyên înfaza wan tê şewitandin, her çend divê bi şertê kontrol bên berdan jî nayên berdan. Di pêvajoya şewba vîrûsê de li lez û bez krasê hiqûqê jêre çêkirin. Bi rêziknameya înfazê krasek jêre çêkirin. Bêyî hincetê nîşan bidin, bi awayekî keyfî bi gotina "Bi qasî em dixwazin islah nebûne' û cezayê girtiyan dirêj dikin. Girtiyekî ku 30 salin girtî ye, di pêvajoya berdanê de, gotin 'Me înfaza te şewitand. tu dê 6 salên din girtî bimîne.' Ev îşkenceya herî mezin e. Ji ber vê yekê heta pergala tecrîdê bi dawî nebe, dê tu ewlehiya girtiyan tune be. " 
 
 
MA / Cemîl Ugur
 
 
 
 

Sernavên din

19/05/2021
09:01 Nesrîn Nas: Xizaniya jinê xizaniya welêt e
09:00 Kurtanker sinheta xwe bi çêkirina tiştên xeml û xişirî didomînin
09:00 Nivîskarê rûm Çîlîngîr: Ên ji qirkirinê xelas bûn 'tirkîtî' li wan hat ferzkirin
09:00 Cotkar ji bazirgan û komîsyonvanan nerazî ne
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2021'AN
08:56 Polîsan Hevseroka MEBYA-DER a Wanê binçav kirin
01:05 Li Fermandariya Jetê ya 8'an a Amedê teqîneke mezin
18/05/2021
20:13 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin, 11 hezar û 937 kesên din jî pê ketin
19:08 Dadgehê danişîna Doza Kobaniyê taloqî 20'ê Gulanê kir
17:12 Ji Demîrtaş daxwaza reda dadgerî: Şandeya dadgehê bi taybet hatiye wezîfedarkirin
16:52 DÎSK’ê seredana malbata Şenyaşar kir
16:15 Turkdogan: Divê şandeya dadgehê bikeve Pirtûka Rekoran a Guinessê
16:14 Ji HPG’ê daxuyaniya ji bo Nuredîn Sofî
15:41 Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê 10 qat zêde bûne
15:29 Li Rezanê cenazeyê kesekî hat dîtin
14:53 Sancar: Înkarkirina kurdan wê rûxandina wan bîne
14:50 Demîrtaş: Erdogan, Bahçelî û Soylû li ser qoltixê dadger rûniştine
14:28 Jinan careke din banga ‘Gulistan Dokû li ku ye?’ kirin
14:11 ‘Doza Kobanê êrişa li dijî jinan e’
13:52 Li Mereşê jinek hat kuştin
13:48 Ji ÎHD’ê rapora Herêma Egeyê: 5 hezar û 304 binpêkirinên mafan qewimîne
13:39 Ûsta ya AKP’î serkeftin ji dadgerê Doza Kobanê re xwest
13:36 Bersûcê tundî, tecawiz û gefê Oktay G. hat girtin
13:27 Tiryakî yê ku Doza Kobanê dişopîne: Em bi şandeyek taybet re rûbirû ne
13:04 Li Mêrdînê jina 72 salî jî binçav kirine
12:36 Malbata Şenyaşar: Em ê hêviya xwe qût nekin
12:35 Danişîna duyemîn a Doza Kobanê dest pê kir
12:13 HDP’ê şoreşgerên meha gulanê bi bîr anî
12:08 Ebdî: Me bi heyeta Amerîkayê re hevdîtineke çêker kir
12:07 Koklu: Tirkiye bi siyaseta tecrîdê tê birêvebirin
11:34 Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê yê berê hat binçavkirin
11:33 Kujerên şivan li mala serokê MHP’ê hatin binçavkirin
11:17 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
11:17 Li Girtîgeha Silîvriyê 3 girtî bi koronayê ketine
11:04 Polîsan destûr neda ku rojnameger doza Kobanê bişopînin
10:31 Li Mersînê mirina bi guman a jinekê
10:23 Polîsan li Amedê welatiyek binçav kir
10:22 Komeleya Rosa ji bo betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê doz vekir
10:02 Esker û polîsan di 6 salên dawî de li Dersîmê 11 welatî kuştin
09:51 Nivîskar Dengizî û du siyasetmedar hatin binçavkirin
09:50 Rêveberê berê yê MÎT’ê Eymur: Di salên 1990’î de ewqas qeşmertî tunebû
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 173'yemîn de berdewam dike
09:02 Derûnnas Aslan: Piştevaniya civakê dê karibe pêşî li xwekuştinê bigire
09:02 Li Mêrsînê daristan tên talankirin
09:02 Desteyên çavdêriyê wekî dadgeran hereket dikin!
09:02 Abeer Abû Khadîr: Têkoşîna rizgariyê ya filistîniyan ji nû ve zîndewer bû
09:02 Kûrtûlan: Berî ku xeberên bi êş bên divê tecrîd bê rakirin
09:01 Îsal berhemên çandiniyê ji sedî 60-70 ket
09:00 ROJAVA 18'Ê GULANA 2021'AN
08:29 2'emîn danişîna doza Kobanê îro dest pê dike
17/05/2021
21:24 223 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:35 Polîsan di 14 salan de 93 zarok kuştin
16:10 Ji bo Enes Cengîz serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan da
15:45 KNK'ê encamnameya konferansa ‘Helwesta Neteweyî' aşkera kir
15:11 Baroya Amedê: Malbat ji ber kurd bû bi êrişê re rûbirû maye
15:02 Êrişên li dijî Fîlîstînê şermezar kirin
14:48 Li navçeya xwedî 400 hezar gelheyî tenê şaxeke PTT’ê xizmet dide
14:35 ÎHD: Divê dewlet têkildarî windayan arşîvên xwe hemûyan veke
14:31 ESHÎD’ê seredana malbata Şenyaşar kir
13:39 ÎHD’ê bernameya Hefteya Windayan aşkera kir
13:23 Gelek esker sewqî Îkîzdereyê hatin kirin
12:02 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:21 Malbata Şenyaşar carek din hat ber edliyeyê
11:19 'Bi bombeyên tên avêtin zarokekê nexweşê SMA’yê dikare bê xelaskirin’
11:04 AKP’iyên qedexeya derve binpêkirin bi hevre wêneyên bîranînê kişandin
10:47 Rojnameya Îngîlîstanê: TSK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye’
10:19 Li Dersimê jinek bi tundiya sîstematîk re rûbirû ma
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 172'yemîn de berdewam dike
09:06 Tevî ku dîmenê tundiyê heye jî, nexweşxaneyê rapora lêdanê neda
09:05 Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin: Wê dîsa berxwedan û piştevanî bi ser bikeve
09:02 Dersim Dag: Wê feqîrî dawiya îqtidarê bîne
09:01 'Dixwazin bi vê dozê ruhê Kobanê tune bikin'
09:01 Mexdûrê îşkenceyê girtî ne, yên îşkence kirin li derve ne
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2021'AN
16/05/2021
22:10 Hat îdiakirin ku cerdevan 'bêhemdî' xwe kuştiye
21:57 Çalakiya li dijî kana keviran hat qedexekirin
21:00 223 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:30 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Ji gundiyan agahî nayê wergirtin
20:19 Zaroka ku bi êrişa kuçikan re rûbirû ma mir
16:36 Ambargoya avê ya Tirkiyeyê didome
16:26 Pasdarên Îranê kolberekî qetil kirin
15:54 Hejmar kesên li Gazzeyê jiyana xwe ji dest dan derket 174'an
15:00 Li Siwêregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:50 Di qezaya trafîqê de kesek mir û kesek jî birîndar bû
14:44 Li Rihayê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:00 Li Îranê 40 jinan serlêdana namzetiya serokkomariyê kirin
13:38 Yuksekdag: Her ku ji mere bêjin qatîl dê winda bikin
13:16 Walîtiyê îşkenceyê bi ‘mudaxaleya qanûnî’ parast
12:46 Parlamenterên CHP’ê pankarta ‘128 milyar dolar kudere?’ bi Pira Bogazîçî ve kirin
12:38 Li Amedê kesekî kuştî hat dîtin
12:16 Pirsa ‘Roj ji bo we tê çi wateyê?’ kirin nîşaneya “rewşa baş’
11:36 Ji Wezareta Karên Hundir giştînameya ‘Asayîbûna Ast bi Ast’
10:57 Malbata Şenyaşar: Bila kes ji me helalkirinê naxwaze
09:55 Şewata ku li çiyayê Cudî derket hat vemirandin
09:28 Koma 35'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Xelk bi xweşî û ew jî bi êş û kul cejnê pêşwazî dikin
09:04 Karkerên malan ji ber şewbê terkî qedera xwe hatine kirin
09:04 Jin bibiryar in: Em ê îtaet nekin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2021'AN
15/05/2021
21:51 Biden bi Netanyahu û Abbas re hevdîtin pêk anî