Serokê Basin-Îşê Eren: Di têkiliyên dewlet-mafya-medyayê de hedef kurd in

  • rojane
  • 11:19 20 Gulan 2021
  • |
img
STENBOL - Serokê Giştî yê Basin-Îş’ê Farûk Eren diyar kir ku bi vîdeoyên Sedat Peker diweşîne careke din têkiliyên dewlet, mafya û medyayê derxist holê û neçareserkirina pirsgirêka kurd, rêxistinên nepen û komên mafyayê kirin hevkarê desthilatê.
 
Vîdeoyên ku serokê rêxistina sûc a organîzekirî Sedat Peker diweşîne û têkiliya mafya, dewlet û medyayê deşîfre dike her ku diçe zêdetir deng vedidin. Agahiyên ku derbarê hin rojnamevanên di hevdîtinên Soylû û Peker de navbeynkarî kirine derketin holê, peywîra rojnamevanên di bin kontrola desthilatê de careke din raxist ber çavan.  
 
Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK) Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan û Çapxane (Basin-Îş) Farûk Eren têkiliyên mafya-dewlet-medyayê ji ajansa me re nirxandin. Eren anî ziman ku neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên ewlehiyê weke ku Sûsûrlûkê derket holê, rêxistinên nepen û komên mafyayê kirin hevkarê desthilatê.
 
RÊXISTINÊN VEŞARÎ
 
Eren qezaya trafîkê ya ku têkiliyên dewlet-mafya-medyayê derxist holê û di 3’ê Mijdara 1996’an de weke “Qezaya Sûsûrlûkê” derbasî dîrokê bû bi bîr xist û bi lêv kir ku tora têkiliyên qirêj ên wê demê girêdayî geşedanên cîhanê yên wê demê bûn. Eren sedemê tasfiye nekirina rêxistinên veşarî yên li Tirkiyeyê bi van gotinan vegot: “Di erdnîgariya ku kurd li ser dijîn de teroreke mezin dihat wezandin, bi ser van koman dihat kirin. An ku bi ser komên derveyî qanûnan dihat kirin. Gelek têkiliyên qirêj di nav vî karî de bû. Ev hem berpirsyarên bi hezaran kuştinên kiryarên ne diyar ên salên 90’î bûn û hem jî bi rêyên tiryakê û hwd. qezenç bi dest dixistin. Pişt re hin darizandin çêbûn, heta hin kes ketin girtîgehê. Ji ber bi hev ketin têkiliyên wan ên qirêj jî derketin holê. Lê hesabdayîneke rast nehat dayîn.”
 
RÊVEBERIYA KONTRA
 
Eren bi bîr xist ku piştî “Qezaya Sûsûrlûkê” îstîfa pêk hatin, hikumet hat guhertin û destnîşan kir ku piştî AKP bû desthilat serdema ewil operasyonek li ser hin komên mafyayan pêk anî lê bi dirêjbûna desthilatê têkiliyên qirêj careke din hatin avakirin. Eren da zanîn ku bi daxuyaniyên Sedat Peker re derket holê ku tu car rêxistinên nepen nehatine tasfiyekirin û têkiliyên ku li Sûsûrlûkê bi qezayekê derketin holê niha jî bi hev ketina navxweyî derketin holê. Eren bal kişand ser kirinên di salên 1990’î de ji aliyê kontrgerilla ku di rêveberiya dewletê de bi bandor bûn û wiha got: “Ev dibe ku sosreteke ji Sûsûrlûkê mezintir be. Lê wisa xuya dike ku wê desthilat bi awayekî vê jî bipeçîne. Ya rastî nikare bipeçîne jî. Her tim sosretên nû derdikevin holê. Em ê bandora vê bibînin.”
 
HEVKARIYA DESTHILAT Û MAFYAYÊ
 
Eren qala hin rojnamevanên ku navbeykariya Peker û Soylû kir û wiha axivî: “Rojnamevanên li vir li gorî me li gorî rojnamevaniya gerdûnî tevnagerin û ne rojnamevan in. Weke berdevkê hikumetê ne. Me di daxuyaniyên Peker de dît ku hêzên derveyî qanûnê hevkarên koalisyona desthilatê ne. Ji ber vê yekê ev rojnamevanên ku em qala wan dikin di heman demê de berdevkiya hevkariya koalîsyonê jî dikin. Elbet em ji wan kesên ku di navbera komên mafya û desthilatê navbeynkariyê dikin rojnamevan.”
 
BERHEVDANA SÛSÛRLÛK Û PEKER
 
Eren bêdengbûna medyaya di kontrola desthilatê ya li hemberî daxuyaniyên Peker û berteka civak nîşan dide û serdema Sûsûrlûkê dan berhev û wiha berdewam kir: “Dema Sûsûrlûkê de beşeke girîng a medyaya sereke ji wan têkiliyan aciz bû, civak jî aciz bû. Her tim çalakiyên ‘ji bo ronahiyê deqiqeyek tarî’ hatin kirin. Xwepêşandan û meş hatin li dar xistin. Hikumet hat guhertin wê demê. Ji bo Tirkiyeyê firsendek bû lê ew firsend jî ji destê wan derket. Niha jî beşeke medyayê ya mezin di bin kontrola desthilatê de ye û desthilat demekî dirêj bêdeng ma. Fikirîn ku ‘em deng dernexînin wê were û derbas be’ lê her roja ku çû mezintir bû. Ev yek li pêş çavên herkesê dibe. Ne tiştekî wisa ye ku bi hesanî serê wê bê girtin. Wê encamên vê yekê yên siyasî jî hebin. Niha dibin jî. Desthilat aciz bûye. Mînak daxuyaniyên hişk nadin. Tenê Soylû û Agar axivîn. Daxuyaniyeke piştevaniyê ji bo Soylû nehat kirin. Weke Sûsûrlûkê kes dernakeve kolanan, beşeke mezin a medyayê jî nabîne lê gelek bi bandor e. Vîdeo ji niha ve 15 milyon caran zêdetir hatin temaşe kirin. Ev wê bandorê li civakê bike. Dibe ku bibe wesileya bertek dayînekê jî.”
 
LI DIJÎ KURDAN ALÎKARIYA MAFYAYÊ
 
Eren destnîşan kir ku rastiya herî bingehîn ku di bûyera Peker de derketiye holê neçareserkirina pirsgirêka kurd e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Israrkirina neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên ewlehiyê van komên wisa dide avakirin. Bi gotina ‘em ê ji bo welat, milet û alê her tiştî bikin, em netewperestin’ dest pê dikin û dawiyê ticareta tiryakê, kuştinên kiryarên nediyar, gef û karên derveyî hiqûqê dikin. Ev pirsgirêkeke rasterast girêdayî pirsgirêka kurd e. Desthilata ku van polîtîkayên ewlehiyê diparêze piştevaniya van komên mafyatîk dike û teşwîq dike. Ev yek jî rasterast têkildarî pirsgirêka kurd e.”
 
MA / Îdrîs Sayilgan
 

Sernavên din

24/05/2021
09:00 Jin li dijî zilmê, îsyanê mezin dikin
09:00 2 jin 2 mirin û muxlaqiyek: Kaharman û Kadîrova
09:00 Doz li strana ‘Mizgîna leheng’ vekirin: Bêtehemûliya li dijî Kurdiye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2021'AN
23/05/2021
20:47 Li Îdirê îşkenceya polîs û nobedaran
20:11 Di 24 saetan de 197 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:13 Di bin çavan de 13 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin
14:07 Dadgeha Herêmê biryar da ku Agar û bersûcên din ji nûve bên darizandin
12:51 Ekîncî: Eskeran hişyar nekirin û gule reşandin
10:51 Malbata Şenyaşar: Werin em li dijî zilmê bibin yek
10:13 ‘Kîngê bûm a din wê demê terorîst hatim îlankirin’
10:12 Rojnameger Snell: Tirkiye aşkere li dijî Kurdan şer dike
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 178'emîn de berdewam dike
09:04 Li Elkê sûlav û çem ziwa bûn
09:04 25 sal in ji bo aştiyê têdikoşe: Divê têkoşîn tim bidome
09:03 Dayika zaroka hat îstismarkirin: Ku hûn nebin alîkar ez ê welat terk bikim
09:02 Nifûsa bajêr 608 hezar e, heya niha tenê 70 hezar kes hatine aşîkirin
09:02 Dersimiyan bertek nîşanî tahdeya eskeran dan: Dixwazin gel çavtirsandî bikin
09:02 EGE TUHAY-DER: Tecrîd, israra ji bo şer e
09:01 ‘Ne tekparêz, em dixwazin bibin baroyeke piralî û demokratîk'
09:01 Serî li weqfa alîkariyê da, lîreyek xistin hesabê wî
09:00 Hevserokê Desteya Çandiniyê: Ji ber zilma Tirkiyê 300 hezar zevî nehat çandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2021'Ê
22/05/2021
21:47 Li Robarokê eskeran welatiyek birîndar kir
20:59 Li quntarên Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
20:56 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:12 Li Kercewsê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:58 Hejmara pêketiyan zêde bûn: 2 girtî rakirin nexweşxanê
15:27 ÎHD’ê li aqûbeta Halîl û Kasim Alpsoy ên pismamên hev pirsî
15:27 ÎHD: Xwîn daweriviye mîda nexweş
15:16 Şewata li Cûdî vemirî
14:53 Mazlûm Abdî bi fermandarên koalisyon û CENTCOM re hevdîtin kir
14:52 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûsûfoglû were berdan
14:29 Balafirgeha Leşkerî ya Amedê li firînê tê girtin
14:29 Polîsan bi ser malên Hadî û Suleyman Ozişik de girtin
14:28 Dayikên Şemiyê: Em ê xwedî li mîrasa têkoşîna Dayika Berfo derkevin
14:28 Gunay rewşa girtiyên bi şewbê ketin ji Wezîr Gul pirsî
13:33 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de xeniqî
12:49 Li Siwêregê şerê biçek: 3 mirî, 5 birîndar
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Zubeyîr Kurt pirsîn
11:15 Malbata Şenyaşar: Di şer de jî êrişî ambûlansan nayê kirin
10:56 Zilamê tecawîzî zarokekî 8 salî kir, hat girtin
10:56 Lêpirsina eskeran a li Dersîmê bi sînor kirin
10:42 Parêzera Doza Kobanê: Pêvajo ji parêzeran veşartî tê birêvebirin
10:29 Hejmara 35’emîn a Moderniteya Demokratîk derket
10:20 Jina ku hat îdîakirin ji serban ket, jiyana xwe ji dest da
09:46 Dadgehê malpera JINNEWS’ê asteng kir
09:39 Eskeran 10 kes li Mêrsînê binçav kirin
09:30 Sewalkaran: Em herî zêde dikarin salekê li ber xwe dibin
09:14 Siyasetmedar Mehmûd Osman bang li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir
09:13 Qada Galatasarayê 3 sal in di dorpêça polîsan de ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 177'emîn de berdewam dike
09:00 Li zozanên Serhedê rengên biharê
09:00 Ajovanên TIR'an: Bila bac bên kêmkirin, hejmara seferan bên zêdekirin
09:00 Xeraca navçeyê 2 sal berê temam bû, lê hê jî nehatiye şixulandin
09:00 Girtiya ku ji Covîd-19'ê xelas bû: Ez nebirim nexweşxaneyê
09:00 Tesîsên seridandina komirê derdorê jehrî dikin
09:00 Li ber destê dêya xwe hîn bû, niha hînî yên derdora xwe dike
09:00 Warê qulingan bi texrîbata mirovan û ziwabûnê re rû bi rû maye
09:00 Ragip Dûran: Îfşayên Peker sinyalên îflaskirina rejîma yekzilamî ne
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2021'AN
21/05/2021
20:18 214 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:51 Li Semsûrê bertek nîşanî tecrît û operasyonên leşkerî dan
16:41 Li Farqînê agir bi zeviyê ket: 30 donim genim û 20 ton ka şewitî
16:37 Doza Kobanê: Wê rastiya Doza Kobanê derkeve holê
16:36 Şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bi bîr anîn
16:26 Doza Tuncel û Kişanak cara 11’an hat taloqkirin
16:18 Kavala nehat berdan: Serokê dadgehê şerh danî ser biryarê
16:03 HPG’ê êrişên li Şirnex û Êlihê girt ser xwe
15:53 Li Balikesîrê jinek hat kuştin
15:44 Li Bazara Jinan 400 zilam bi cîh kirin
15:18 Di lêpirsîna MEBYA-DER'ê de kesek hat berdan
15:16 Rêxistinên Ciwanan: Bîranîna şehîdên şoreşê ne sûc e
14:39 Kilîmayên nexweşxaneya dewletê naxebitin
14:35 Danişîna Kobanê: Em di bin çekan de parastina xwe dikin
14:24 Li Wan û Colemêrgê 3 binçav kirin
14:13 Ji ber qûtkirina avê rê girtin
14:02 Kavala: Hewl didin ku senaryoya têkçûyî zindî bikin
13:42 Gunay: Li Sîncanê dadgeha engîzîsyonê hatiye avakirin
13:32 Karsazê ji Cizîrê dawî li jiyana xwe anî
13:30 Girtiyê nexweş Ozkan di nava 4 rojan de 4 caran rakirin nexweşxanê
13:25 Di Doza Kobanê de bêyî parêzer amade bin îfadeyên şahidan hatiye wergirtin
12:33 Sara Kaya di girtîgehê de bi vîrûsa koronayê ket
12:18 500 rojin ji Hurmuz Dîrîl agahî nayê girtin
12:15 ‘Doza Kobanê û Doza Geziyê dozên fen û fûtê ne’
12:00 Hevserokê SES'ê yê berê hat binçavkirin
11:56 Doza Kobanê berdewam dike: Bila şandeya dadgehê ji dozê vekişe
11:39 Parêzera Nevîn Yildirim: Me nediyariya hiqûqî bir AYM’ê
11:27 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
11:15 Polîsan li Stenbolê 2 kes kirin binçavan
10:52 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nebin û li ber xwe bidin
10:52 Polîsan bi ser malên kesên di bin çavan de girtin
10:45 Mor Çatiyê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
10:39 Dede: Kurd li ku derê dibin bila bibin tên lêxistin
09:45 Li Nisêbînê kundê şaxdar ku baskê wî şikestîbû hat dîtin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 36'emîn dewr girt
09:00 Malbatên girtiyan: Heger deriyê Îmraliyê bê vekirin, dê zarokên vî gelî nemirin
09:00 Pîlotê şer Altan: Ên dîlan înfaz dikin, qey nikarin çekên kîmyewî bi kar bînin?
09:00 Li Amedê simbil hişk bûn, cotkar deyndar in
09:00 Ahmet Tîrgîl: Muzîk xwedî hêzeke pêkhêner e, bi muzîkê mirov hev du fêm dikin