ÊLIH - Di qezaya trafîkê ku li navçeya Hezoyê pêk hat de kesekê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî giran birîndar bûn.
Li gundê Pisiyar ê di navbera navçeya Hezoyê û Êlihê de qezayeke trafîkê pêk hat. Di qezaya ku wesayîtekê li qamyona barkirî qelibî dekesekê jiyana xwe ji dest da û 2 kes giran birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê. Hat diyarkirin ku rewşa xetereya jiyanî ya birîndaran heye.