Turkdogan: Herî kêm 500 hezar mirov li Sûriyeyê hatin kuştin

  • rojane
  • 09:00 1 Hezîran 2021
  • |
img

ENQERE -  Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, têkildarî îdeayên Rêveberê Mafya Sedat Peker ên ku AKP'ê  piştgiriya çekan dane Rêxistina El Nusrayê anî ziman ku eger Tirkiye vê yekê lêkolîn neke, rêxistinên navneteweyî dikarin têkevin nava lêkolînê. Turkdogan, anî ziman ku di raporên NY'ê de hatiye diyarkirin ku Rûsya û Tirkiye li Sûriye sûcê mirovahiyê kirine û herî kêm 500 hezar mirov li Sûriyeyê hatine kuştin. 

Rêveberên çeteyên mafyayê yê girêdayî dewletê Sedat Peker, li ser hev bi vîdeoyan li ser rêxistinên çete û mafyayan daxuyaniyan dide. Sedat Peker,  herî dawî bal kişand ser têkiliyên Tirkiye yên bi çeteyên nava Sûriyeyê El Nusra re. Peker, anî ziman ku îktîdara AKP'ê çek şandine rêxistina El Nusra re û li dijî zagonan bazirganiya çekan bi Sûriyeyê re kiriye. Peker, anî ziman ku Tirkiye bi rêya rêxistina SADAT'ê çek ji El Nusra re şandine. Peker, da zanîn ku SADAT girêdayi Serokê Karê Îdarî yê Serokomariyê Metin Kıratli ye. Tirkiye jî di navde 10 welatan El Nusra xistibû nava rêxistina terorê. Beriya ku Peker vê yekê bîne rojevê berê jî gelek caran partiyên muxalif ev rastî anibûn ziman. Di şerê 10 salan ên dawî de gelek caran sûcên şer ên li dijî mirovahiyê di raporan de hatibûn parvekirin. Yek ji van raporan Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bû. 
 
Komisyona NY di rapora Tîrmeha 2019 û 10'ê Çileya 2020'an de diyar kir ku Tirkiye li Sûriye sûcê şer kir. Komîsyona NY'ê di raporê de anî ziman ku Hêzên Rûsya, yekîneyên girêdayî rejîma Sûriye, komên girêdayî El Kaîde û komên Sûriye ku Tirkiye piştgiriyê dide wan sûcên şer kirine. Komîsyonê da zanîn ku Artêşa Millî ya Sûriye (MSO) di "Bariş Pinari" de li dijî Kurdan mafên mirovan binpê kiriye û Tirkiye ji van sucan berpirsiyar e. 
 
'BI MILYONAN MIROV LI BENDA HEQÎQETÊ NE'
 
Têkildarî daxuyaniyên Peker, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, anî ziman ku di vîdeoyên Peker de xuya dibe ku li Tirkiyeyê bi milyonan li bendaheqîqetê ne û wiha got: "Bi milyonan kes vîdeoyên Peker temaşe dikin. Xuya ye ku bi milyonan li benda heqîqetê ne. Tîyê heqîqetê ne. Gelek welatiyên Tirkiye bawer dikin ku rastî ji wan re hayê vegotin û van vîdeoyan temaşe dikin. Li vir pirsgirêka heqîqetê heye. 
 
'SÛRIYE MIJAREK KU BI TAYBET LÊ LÊKOLÎNKIRIN E' 
 
Ozturk, bal kişand ser îtîrafên Peker ên der barê têkiliyên Tirkiye û çeteyên El Nusra û wiha axivî: "Piştî li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir gelek raporê binpêkirinên mafan ên neteweyî û navneteweyî hatin amadekirin. Ez di sala 2013'an de ji Nisêbînê heta Hatayê ji bo çavdêriyê çûm ser sînor. Der barê rewşa sinor de raporên taybet hene. Me têkildarî rewşa sînor rapor amade kir. Di raporê de tişta derket pêş, mirovên bi navê cîhatkar çawa bi hêsanî di sînor re derbas dibûn. Çawa ev mirov bi hêsanî ji Tirkiye derbasî Sûriyeyê dibûn. Li deriyê sînor van mirovan tenê qertek nîşan didan û bi hêsanî derbas dibûn. Piştre em çûn me got çima em nikarin biçin. Gotin qarta wan heye. Me got vê qertê ji ku digirin. Lê bersiv nedan pirsa me. Ne tenê ji bo Tirkiye, divê ji bo mutefîkên Tirkiye jî rewşa Sûriye bi taybet bê lêkolînkirin." 
 
RÊXISTINÊN NAVDEWLETÎ DIKARIN TÊKEVIN NAVA TEVGERÊ
 
Ozturk, da zanîn ku têkildarî polîtîkayên Tirkiye yên li dijî Sûriyeyê hêz û rêxistinên navdewletî dikarin têkevin nava tevgerê û wiha berdewam kir: "Di bin vê rewşê de neçareseriya Pirsgirêka Kurd heye. Divê Tirkiye der barê îtîrafên Peker de zagon û qanunê xwe pêk bîne. Eger hûn li welatekî din bê navber operasyonan çêkin, hûn li welatê xwe destûr bidin komên paramîlîter û hûn destûr bidin ku çek biçin ji van komên şerrût re û hûn erka xwe ya zagonî pêk neînîn, wê demê dê rêxistinên din têkevin nava tevgerê û hesab bipirsin.  Eger hûn di nava xwe de hal nekin, wê demê rêxistinê navdewletî dê dest lê werdin. Li gelek welatan agahî û belgeyê vê yekê heye. Ji bo rewşa Sûriye êdî Tirkiye bi tena serê xwe nikare ji nava wê derkeve. Eger îtîrafên Peker rast bin, dê gelek kes li gorî zagona Qanûna Cezayên Tirk bêne darizandin. Li aliyeki Konseya Ewlehiye ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriye biryar girtine. 
 
‘DARIZANDINEK LI GORÎ XWESERİYA SÛRIYE DÊ BÊ KIRIN' 
 
Ozturk, herî dawî destnîşan kir ku li Sûriyeyê zêdeyî 500 hezar mirov di şer de hatin kuştin û wiha got: "Sûcên herî giran ên mirovahiyê li vir hatin kirin. Divê teqez darizandinek xweser a li gorî rewşa Sûriyeyê bê kirin. Divê êdî her kes vê meseleyê cîddî bigirin. Divê îdeayên ku alîkarî dane hêzên paramiliter bi awayekî cîddî bên lêkolînkirin û darizandin. 
 
DIVÊ SADAT BÊ LÊKOLÎNKIRIN
 
Divê Tirkiye rewşa SADAT’ê lêkolîn bike. Em bi salan e li dijî rêxistinên kontrgerilla têkoşîna heq û hiqûqê didin. Niha versiyonek din a kontgerîla di bin navê şîrketê e heman xebatan dike. Divê dozger vê mijarê lêkolîn bikin. Qada xebatê ewlehiyê yên vê şîrketê çine. Sînorê wê çiye, Kes dikare venertina wê bike. Şîrketên di qada navdewletî de xebatê dike kî venêrtina wan dike. Çawa venertina wan tên kirin. Divê teqez lêkolîn û lêpirsîna vana bên kirin. 
 
TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ 
 
Heman sûc di salê 90’an e jî hatin kirin. Di salê 2013-2015'an ên çareseriyê de  Tirkiye firsendên pir mezin ji dest revandin. Tişta bê kirin divê têkoşîna heqîqet û edalete bê kirin. Dadgeha îstînafê biryara doza JÎTEM'a Enqere xera kir. Niha wekî van doz û darizandinan doza Musa Anter ê rahmeti û Doza JÎTEM'ê ya Qoser Enqereye heye. Divê mirov bêtir eleqe û balê bikişîne ser van dozan. Divê berpirsiyar li hemberî darazê hesab bidin." 
 
MA / Dîren Yurtsever
 

Sernavên din

01/06/2021
12:51 Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê
12:09 Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî
12:03 Polîsan daxuyaniya SES’ê ya li ber edliyeyê asteng kirin
11:53 Hejmara Newaya Jin a meha Hezîranê derket
11:47 Malbata Şenyaşar: Dinyayê bihîst lê dozger ker û kor e
11:43 DBP’ê bertek nîşanî ‘lîsteya sor’ da
11:36 Li Hesekê teqîn pêk hat
11:29 Hewlêr û Bexdayê bertek nîşanî birîna daran dan
11:25 Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da
11:10 Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
10:59 Danişîna Mûsa Orhan ê tecawîzkar dest pê kir
10:42 Xizaniya Jinê: Li welatê nan jinan hewceyî nan kirine
10:07 Melîk ê berî 27 salan hat qetilkirin: Kesên gule berdanê polîs bûn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 187'an de berdewam dike
09:00 Turkdogan: Herî kêm 500 hezar mirov li Sûriyeyê hatin kuştin
09:00 Bi sedan karker tuwaletekê û serşokekê bikar tînin
09:00 Nelirêtiya şaredariyên AKP'ê ketin raporan
09:00 Ertan: Rêya çareseriyê Ocalan e
09:00 Ronî: Divê gelê Botanê ji bo ziman dakevin qada mitîngê
09:00 Dadgehê nûçeya der heqê kartolan de li dijî parastina cemaweriyê dît
09:00 Dayika Aştiyê 20 sal in têkoşîna aştiyê dide
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2021'AN
01:22 Karkerê li Muglayê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
01:15 Eskeran li Semsûrê 5 welatî binçav kirin
31/05/2021
22:25 Buldan: Eger li vî welatî dozgerên bi wîcdan hebin divê cînayetan ronî bikin
22:04 Polîsan 13 kes binçav kirin
21:27 Li Tirkiyeyê 47 hezar û 527 însan bi Covît-19 mirin
21:19 Hêzên paramîliter ên girêdayî Tirkiyeyê li Girtîgeha Efrînê 2 kes kuştin
17:01 Li Silopiyayê 110 donim zevî şewitî
16:10 Mirinên biguman: 2 jin jiyana xwe ji dest dan
15:57 Ekîn Ceren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:39 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxaneyê
15:24 Li Mêrsînê di salekê de 50 jin ji ber binpêkirina mafan serî li ÎHD'ê dane
14:51 Bertek nîşanî binçavkirina endamên SES'ê dan
14:15 Girtiyê nexweş Ozkan: Destên min tim kelemçekirî ne, qet nayên derxistin
13:41 Li Wanê dema qedexekirina çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
12:45 Qeyûm di 2 salan de 3 caran heqê avê biha kir
11:32 Li Mêrsînê erdhej çêbû
11:21 Malbata Şenyaşar: Ê ku 3 kes ji me kuştin kî ne?
11:05 Antrenorê karateyê dest dirêjî xwendekara xwe kir
10:36 Ciwanê winda hat dîtin
09:35 Karkerê înşeatê Ertem xwe kuşt
09:07 Koma 38'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Ozturk: Di Pirsgirêka Kurd de tecrîd wergeriyaye qodên şer
09:07 Piştî 11 salan bi guhertina îfadeya ‘şahid’ hat girtin
09:07 Ozguneş: Ji bilî azadiya Ocalan çareseriyeke din tune ye
09:07 Gundiyên ku axurên wan hatin hilweşandin pirsa ‘Em biçin kur’ kirin
09:07 Cezayê 'qebehetê' li afîşa 1’ê Gulanê birîn
09:07 Bazara Îranê li ber girtinê ye
09:07 Rêveberiya Aboriya Jinan: Şoreşa aboriya jinan ji cîhanê re bûye mînak
09:07 Ji bo kirîna ceh û kayê sewalên xwe difiroşin
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2021'AN
30/05/2021
22:01 Zarokê ku bi ava Çemê Dîcle re çû jiyana xwe ji dest da
21:51 Ji ber Kovîd-19’ê 134 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
19:41 Li Edenê faîlê êrişa zayendî hat girtin
19:18 ‘Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a 2021’an’ dan Gultan Kişanak
15:43 PDK'ê meşa 'mertalên zindî' asteng kir
15:34 Li Enqerê, kuştina jinekê ya biguman
15:10 Di qonaxa şer de rola hunerê: şer birîn dike, huner derman dike
14:28 Welatiyên taxê li dijî girtina rê bi bertek in
14:17 Gardiyanê zarokê lîstik dilîst birîndar kiribû serbest berdan
13:22 Parêzerê girtiyê 83 salî Ozkan: Girtîgeh bûye îşkencexane
12:46 Zarokê winda bibû cenazeyê wî hat dîtin
11:41 Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan dest bi meşa ‘Mertalên Zindî’ kirin
11:37 Edhem Barzanî: Dem hatiye ku em helwest nîşan bidin
11:19 Eskerê di şer de birîndar bibû mir
10:53 Gardiyanekî bi çekê zarokê 16 salî yê lîstik dilîst birîndar kir
10:32 Malbata Şenyaşar: Em ê her roj hesab bipirsin
10:15 Di kuştina Ayşe Tûba Arslan de bêhiqûqiya 24’emîn
09:23 RJAK’ê 5’emîn Kongreya xwe li dar xist
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 185'emîn de dewam dike
09:03 Şener: Di dewleta mafyayî ya nû de hesabdayîn tune ye
09:02 Kerestecîoglû: Heya xizaniya jinê neqede wê têkoşîn jî neqede
09:02 Hejmara windayan derûniya esker û cerdevanan xera kiriye
09:02 Ciwanekî li dû şopa Egîdê Cimo
09:01 Got, 'tu çawa yî, baş î?' 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê lê birîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2021'Ê
08:07 Di gulebarana eskeran de agir bi daristanê ket
29/05/2021
21:37 Îro 7 hezar û 656 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:41 47 gund ji ber operasyona TSK'ê hatin valakirin
Komên OSO û cerdevan darên welatiyan dibirin
17:14 Bi daxwaza walitiyê biryara beraeta hevşaredar hat xerakirin
16:03 ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Gunden were berdan
14:44 'Ji bo mafê jiyanê Mehmet Emîn Ozkan berdin'
14:44 Nişeya nexweşiyên Ozkan pê re şandin nexweşxaneyê
14:28 Dayikên Şemiyê li ser daxuyaniyên Peker bang li dozgeran kirin
14:02 Kelemçekirî kemoterapiya girtiyê nexweş hatiye kirin
13:52 Rapora kana mermeran: Ji bo mirov û sewalan xetere
13:44 Xizmên windayan aqûbeta Zubeyir, Kemal, Abdulbakî û Zekî pirsîn
13:38 Dozger xwest cezayê kujerê Tuba Arslan bê daxistin
11:30 Jinek hat kuştin, du jin jî birîndar bûn
11:27 Malbata Şenyaşar: Rojên ku hesabê bidin nêzîk in
11:15 Baroya Amedê giliyê stasyona bazê kir
10:37 Gefa kuştinê li gundiyên li dijî kana mermer derketin xwarin
10:36 Li Cûdî dar tên talankirin
10:23 Ji bo cezayê girtiyê nexweş Ozkan bê taloqkirin serî li dozgeriyê dan
10:09 Bakirhan: Ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe mafya pêş dikeve
09:52 Aykol: Ozgur Gundem bû ronesansa kurdan
09:11 10 sal in kurê xwe nedîtiye: Ji hesreta azadiya wî xwîn çû ser mêjiyê min
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 184'emîn de dewam dike
09:10 Ocalan: Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe, hiqûq veguhere metayê