Ûysal: Bêhiqûqiya li Îmraliyê 22 sal in didome

  • rojane
  • 17:11 5 Hezîran 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan Newroz Ûysal a di panela têkildarî tecrîdê hat li darxistin de axivî, diyar kir ku li Îmraliyê 22 sal in bêhiqûqî didome. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê bi armanca ji bo balê bikişîne ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan li navçeya Nisêbînê bi mijara “Tecrîd Sûcê Mirovahiyê Ye, Bila Tecrîd Bi Dawî Bibe” panel li dar xist. Panela ku Moderatoriya wê Hevserokê HDP’ê yê Nisêbînê Şiyar Koç kir, yek ji parêzerên Ocalan Newroz Ûysal û Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû weke axaftvan beşdarî panelê bûn. 
 
‘BÊHIQÛQÎ DIDOME’
 
Ûysal, a piştî pêşkeşiya Koç axivî, anî ziman ku bi awayê qanûnî parêzer dikarin li hemû girtîgehan hevdîtinan bi muwekîlên xwe re bikin, lê li Îmraliyê ev qanûn ne derbas dar e. Ûysal, da zanîn ku piştî deh salan 5 kes sewqî Îmraliyê hatin kirin û 5 kesên hatin sewqkirin li odeyên cuda dimînin. Ûysal, anî ziman ku tiştên tên jiyîn ne hiqûqî ne û ev rewş tenê ne bi destê Tirkiyeyê di bin kontrola dewletên navnetewî û rêxistinên îstîxbaratê tê meşandin. Ûysal, qala komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an jî kir û bi lêv kir ku ji roja ewil heta niha bêhiqûqiya li ser Ocalan berdewam dike. Ûysal, da zanîn ku beriya niha hefteyê rojekê ji bo hevdîtina bi Ocalan re destûr dihat dayîn lê niha bi awayekî bê qanûnî destûr nayê dayîn û anî ziman ku 22 sal in bêhiqûqî berdewam dike.
 
‘TESLÎMIYET QEBÛL NEKIR’
 
Ûysal, diyar kir ku destûr nedidan ku Ocalan tena serê xwe derkeve baxçeyê odeya xwe, nameyên wî teslîm nedikirin û bi pêkanînên Îmraliyê yên 22 salan mafên Ocalan hêdî hêdî hatin astengkirin. Ûysal, da zanîn ku pêkanînên li Îmraliyê bi kêfî ne û wiha got: “Îmrali girtîgeheke cuda ye. Qanûnên li Îmraliyê tên pêkanîn ji qanûnên Tirkiyeyê cudatir in. Bi destê dewletê hatine çêkirin. Armanca vê cudabûnê teslîm girtina vîna Birêz Ocalan û li gor daxwaza wan tevgerîne.” Ûysal, diyar kir ku li dijî van hemû nêzîkatiyan Ocalan di çareserkirina pirsgirêka kurd de helwest girt û anî ziman ku ji ber Ocalan ferzkirina teslîmiyetê qebûl nekir, îro dibin tecrîdê de tê girtin.
 
‘LI ÎMRALIYÊ HIQÛQ NÎNE’
 
Ûysal, destnîşan kir ku hêzên navnetewî di Rojhilata Navîn de Ocalan weke gefekê dibînin û wiha axivî: “Dibêjin ‘me darve nekir ceza da wî lê em bi tecrîdê wî bikujin’ Ocalan jî wiha got ‘bi tecrîdê dixwazin hêdî hêdî min bikujin. Lê min soz daye, ez namirim. Ez ê li ber xwe bidim. Ez destûr nadim ku min bi vî şiklî bikujin.’ Em çi dikin. Em weke parêzer nikarin hevdîtinekê bikin. Malbat nikare bibîne. Em sedemên wê dipirsin lê bersivê nagirin. Bi tecrîdkirina Ocalan hemû civak û siyaset di bin êrîşan de ye. Dixwazin deng û sekna Ocalan ji gel dûr bixin û baweriyê ji holê rakin.”
 
‘DIVÊ HERKES LI DIJÎ TECRÎDÊ DERKEVE’
 
Ûysal, bi lêv kir ku heke polîtîkayên şer ên dewletê berdewam bikin wê tecrîd girangir bibe û anî ziman ku qasî ku tecrîd hebe wê zêxtên dewletê jî berdewam bikin. Ûysal, xwest ku hemû saziyên demokratîk li dijî tecrîdê derkevin.
 
Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû jî, diyar kir tecrîd belavî hemû beşên civakê bûye û xwest ku li dijî tecrîdê têkoşîn bê dayîn. Agaoglû, da zanîn ku navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd birêz Ocalan e.
 
Piştî panele li pêş avahiya Rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê ji bo balê bikişînin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê ku li girtîgehan berdewam dike daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku tecrîd bi dawî bibe.
 

Sernavên din

18/06/2021
13:45 HDP’ê girêdana kujerê Poyraz a bi SADAT’ê re pirsî
13:44 Ahmet Turk: Wê ev îqtidar Tirkiyê ber bi şerê navxweyî ve bibe
13:00 Sebahat Tûncel: Kesên Denîz qetil kirin û kesên banga girtina HDP’ê kirin heman kes in
12:39 Sancar û Bûldan hatin avahiya HDP’a Îzmîrê
12:36 Demîrtaş ji bo Poyraz daxuyanî da: Em kiryaran nas dikin
12:33 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:24 Kujerê Denîz Poyraz hat girtin
12:23 Dîmenek nû yê kujer Gencer derket holê: Bi lepik e û serê xwe xwar kiriye
12:12 Siyasetmedarên jin ên girtî qetilkirina Poyraz nalet kirin
11:58 Malbata Şenyaşar nobeta xwe ya ‘edaletê’ veguhest Dîlokê
11:45 Raportorê AYM’ê xwest îdianameya girtina HDP’ê were qebûlkirin
11:41 Diyaloga di navbera polîs û kujer Gencer de: Navê te çiye kekê min
11:39 Polîsan qeydên kamereyan jê birin
11:24 ‘Tarîtiya ku Berkîn qetil kir, pêşeroja Denîz Poyraz dizî’
11:12 Hat îdiakirin ku jinek li Rêzanê bi guleya polîsan birîndar bûye
10:51 Kenanoglû: Bi xwedî derketina HDP’ê êriş dikarin bên astengkirin
10:42 Polîsan zavayê ku cilên netewî li xwe kiribû binçav kirin
10:35 Kujerê Denîz Poyraz sewqî edliyê kirin
10:27 Ji 12 rêxistinên hiqûqê daxuyanî: Em qatilên Denîz nas dikin!
10:02 Nûnerên rêxistinên sivîl û siyasî: Berpirsyarê êrişa li Îzmîrê îqtidar e
09:51 Denîz Poyraz wê li Buca were definkirin
09:50 Dayik û bavê Deniz Poyraz: Ew Deniza me hemûyan e
09:04 Dayikên Aştiyê bang li PDK’ê kirin: Li şûna Erdogan bi Kurdan re hereket bikin
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 204'emîn de berdewam dike
09:04 Ji ber fiyetê êm û kaya heywanên xwe difiroşin
09:04 Guven: Ger em li hundir û hûn jî li derve, em dengê xwe bilind bikin em ê tecrîdê bişikînin
09:04 Li Amedê mêşvanan jî nesîb ji hişkesaliyê girt
09:04 Dayikan bang li Barzanî kir: Ên dimirin kurd in
09:04 Cihoka 3 hezar salî bûye sergo!
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2021'AN
17/06/2021
23:11 Karkerê ket ber makîneya xercê jiyana xwe ji dest da
22:51 Cenazeyê Poyrazê ji ATK'ê wergirtin
22:06 Rapora vekolanê ya cihê bûyerê: Denîz Poyraz bi 6 gulleyan hatiye kuştin
21:12 Dê cenazeyê Poyrazê sibê li Kadîfekaleyê bisipêrin axê
21:03 62 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:38 Midûriyeta polîsan mehek berê ruxseta çekê daye kujer
19:21 Bûldan li Îzmîrê pirsî: Qesda we ya ji 'ev rojên we yên baş in' ev bû?
18:22 Qatil piştî Denîz Poyraz kuşt wêneyê wê parve kir
18:00 Wêneyên avahiya HDP'ê yên piştî êrîşê
18:00 Ji bo piştevaniyê herikên ber HDP’ê
17:43 Sancar: Civîna me hebû komkujî hatibû plankirin
17:07 TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin
16:59 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
16:53 Li Amedê li dijî tecrîdê çalakî: Heya Ocalan azad nebe em ê bitêkoşin
16:49 ÎHD û TÎHV: Êrîş di avahiyên ku ‘tên parastin’ de pêk tên
16:23 Bersûcên gule berdan Denîz, kesên gotin ‘400 wekîlan bidin in’
16:22 Piştî daxuyaniyên Erdogan û Bahçelî êriş pêk hat
16:14 Bertek nîşanî êrişa li Îzmîrê dan: HDP gel e, wê bêdeng nebe
16:06 BMG’ê banga parastina HDP’ê kir
16:04 Ji ber êrişa li Îzmîrê Doza Kobanê taloqî sibê bû
15:39 Berê jî nijadperestan bi ser mala Poyraz ve girtiye û xwestine wê bikujin!
15:15 Di Doza Kobanê de parêzer û beşdarvan hatin astengkirin
15:01 Kiliçdaroglû û Babacan êriş şermezar kirin
14:51 Cenazeyê Poyraz rakirin ATK’ê
14:38 Bertekên li dijî êrişa li ser HDP’ê: Êriş li dijî hemû siyasetê ye
14:33 Endamê MYK’a HDP’ê: Provaya cînayetên siyasî hat kirin
14:20 Çepnî: Wezîrê Karên Navxweyî êrîş organize kir
14:06 Navê êrişkarê ku Denîz Poyraz qetil kir eşkere bû
13:58 Dayika Denîz Poyraz: Denîzek çû wê hezar Denîz werin
13:31 Li Amedê kesek hat girtin
13:27 Emîne Şenyaşar Gok’ê AKP’î ku çû serdana dozger şermzar kir
13:05 HDP: Ê ku partiya me hedef nîşan dide desthilatdarî ye
12:13 Dayikekê keça xwe ya 2 salî kuşt
12:12 Kûbîlay: Heke heqîqet tê xwestin divê Davûtogl û Ala bên guhdarkirin
12:11 Êrişkarê ku ket avahiya HDP’a Îzmîrê, xebatkara partiyê qetil kir
12:00 Rojnameger Oktay Candemîr derket pêşberî dadgehê
12:00 Dayikên Aştiyê serdana Malbata Şenyaşar kirin
11:48 Agir bi avahiya HDP’ê ya Îzmîrê xistin
11:42 Li Çiyayê Gorseyê şewatê 13 rojan dewam kir: Dilê me şewitî
11:35 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî biwijdan ku dengê me bibihîse nîne?
11:30 Sekreterê Yekgirtû: Dibe ku di rêveberiya Kurdistanê de ji nişka ve guhertin pêk werin
11:29 Guzel: Yên şêwirmendiya şer dikin, nikarin tundiyê çareser bikin
10:31 Bi guhertina qanûnê re li girtîgehan hevdîtin û name dê werin qeydkirin
10:20 Şewata ku bi operasyonê re dest pê kir 5 roj in didome
09:50 Parêzerê Doza Kobanê: Pergala yek zilamî li eywanên dadgehê ye
09:08 Aydenîz: Peywira cerdevantiyê dane PDK'ê
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 203'yemîn de berdewam dike
09:06 Tiştên hatine serê penaberan xêz dike
09:05 Dayika Sema Yuce: Xwezî wekî wê 3 zarokên min ên din jî hebûna
09:05 Polîsan avêt ser mala penaberan, tecawiz kirin û paşê beraet kirin
09:05 Sibê li Îranê hilbijartina serokkomariyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:42 180 pêşmergeyan çekên xwe danîn
08:34 6 kesên di êrişa polîsan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16/06/2021
21:45 6 hezar û 221 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:19 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya jinan kir: Gelek kes hatin binçavkirin
18:58 Rojnamevan Gezgîn hat girtin
17:12 Ji dayika ku zarokek wê HPG'î ye û yek jî pêşmerge ye bang
16:44 KESK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:22 Bûldan: Çarenûsa elewî, ermen û kurdan wek hev e
16:03 Ferman a YNK’î: Em li dijin ku li ser navê hikûmetê banga şer bê kirin
15:40 Xelkê Qamişloyê êrişên Tirkiyê şermezar kir
15:07 Hevdîtina Putin û Biden dest pê kir
15:04 ‘Em li ser axa xwe bûn dagirker!’
14:44 Ji ber hevdîtina Putin û Biden çavê herkesî li Cenevreyê ye
14:43 Hevşaredara Çinarê Tamrîş hat tehliyekirin
14:42 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê sewqî Xarpêtê kirin
14:32 Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê: Li dijî dagirkeriyê bibin yek
14:22 Beştaş: Li şûna îtirafên Peker, ji bo girtina HDP’ê ketine tevgerê
14:05 Berdevkê Hikumeta Başûr Adil: Êriş statuya Kurdistanê qels dike