ÎZMÎR - Dadgehê danişîna doza rojnamevan Rûken Demîr a ji ber nûçeyên çêkiribûn û hevdîtinên bi çavkaniyan re bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, taloq kir.
Danişîna doza rojnamevan Rûken Demîr li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmirê hat dîtin. Dozger bi hinceta bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re hevdîtin kiriye û nûçeyên çêkiribûn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê" doz li Demîr vekiribû. Di danişînê de parêzerê Demîr Zafer Încîn û Demîr amade bûn.
Ji ber şandeya dadgehê ya li danişînê dinêre bi destûr bû, şandeya nobedar biryara lêkolînkirina rapora sîber a derbarê materyalên dîjîtal û harddîskên ku dest danîne ser de hatiye amadekirin da.
Şandeya dadgehê danişîn talokî 5’ê Cotmehê kir.