Deynên qeyûm astengiyek mezin e li ber xizmeta gel

  • rojane
  • 10:04 19 Hezîran 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Şaredariya HDP'î ya Silopiyayê, ji ber ku her meh piraniya budçeya wê ji ber deynên qeyûmê yê berê tê birîn, di warê kar û bar de zehmetiyan dikişîne. Hevşaredaran destnîşan kir ku çendî zor û zehmetî hebin jî, lê heya ji destê wan tê xizmeta gel dikin û dê xizmetê tu carî îhmal nekin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adara 2019'an de, 3 şaredariyên bajarên mezin, 5 bajêr, 45 navçe û 12 bajarok bi giştî 65 şaredarî qezenc kir. Ji van 65 şaredariyan mazbatayên 6 hevşaredaran nehatin dayîn û qeyûm tayînî 48 şaredaran hatin kirin. Ji 65 şaredariyên HDP'ê qezenc kirin, tenê 4 navçe û 2 bajarok bi giştî 6 şaredar mane. Yek ji van  jî şaredariya navçeya Sîlopî ya Şirnexê ye.
 
Di 11'ê Îlona 2016'an de, Qeymeqamê Navçeyê Savaş Konak weke qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin. Piştî Konak Qeymeqam Sezen Işiktaş ê şûna wî hatibû bi cih kirin, di 8'ê Adara 2018'an de, weke qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin. Her du qeyûm jî li dû xwe bi milyonan deyn hiştin. Bankeya îllerê, ji ber 123 milyonan deynê qeyûm ê berê, her tim ji budçeya şaredariyê pere dibire. Lê ligel van hemûyan jî, şaredariya HDP'ê di nava şert û mercên herî zor û zehmet, gelek xebatên û xizmetên cur bi cur ji bo gel kirin. Bankeya Îllerê di pêvajoya pandemiyê de jî, ji sedî 50'î budçeya şaredariyê birî.
 
Me derbarê xebat û xizmên şaredariyê de bi Hevşaredarên Sîlopiyê Suleyman Şavluk û Adalet Fîdan re axivîn.  
 
DEYNÊN QEYÛM
 
Hevşaredar Suleyman Şavluk, anî ziman ku ji ber deynê qeyûm heta niha bi mîlyonan pere ji fonê şaredariyê hatiye birîn û wiha axivî: "Gava me şaredarî ji dest qeyûm derxist, 133 milyon û nîv deynê qeyûm hebû. Lê me tu carî ev deyn ji xwe re nekir hincet û me xizmeta gel îhmal nekir. Berî ku em dest bi kar bikin, me biryar dabû ku em û gel em ê bi hev re şaredariyê bi rê ve bibin. Me got, em ê bi gelê xwe vê xebatê bidin meşandin. Ji sedî 90'ê gel ji şaredariyê razî ye. 5-6 meh berê DSÎ ji şaredariyê re 123 milyon deyn derxist. Ew bendavên ewlehiyê yên ku hatin çêkirin jî, li şaredariyê bar kirine. Gelo em ê çawa vî deynî bidin? Em nizanin em ê bi texsîtan bidin an jî bi salan. Lê hevdîtinên me yên ji bo vê didomin. Deynê DEDAŞ'ê jî 15 milyone. Dema ku em van hemûyan tînin ba hev, em dibînin ku dixwazin şaredariyê pasîfîze bikin. Lê ligel van hemû zehmetiyan jî, em xizmeta ji bo gel îhmal nakin. Em û gel tev de li hember van zehmetiyan têdikoşin. Em di warê xizmetê de li hincetan nagerin. Ji bo ku em xizmeta gel bikin, pêwîst e em şeva xwe bikin roj, roja xwe bikin şev. Em ê bi hev re ji heq van rojan derkevin. Em li ser daxwazên gelê xwe projeyan çêdikin. Em bi xebatên xwe, şaredariya bi hişmendiya gel mayinde dikin." 
 
CARNA BI KEYFÎ DIBIRIN
 
Şavluk, destnîşan kir ku ji bo xebatên şaredariyê bên astengkirin, bi awayekî zêde perê şaredariyê tê birîn û wiha got "Ji ber deynê qeyûm, her mehê ji hêla Bankaya Îller ve pere tê birîn. Dema ku pere tê birîn, ev yek bandorê li xebatên me jî dike. Carna bi keyfî jî dibin. Di meha borî de, 2 mîlyon pere birîn. Berê jî bi reqamên cuda pereyê şaredariyê birîn. Di pêvajoya pandemiyê de jî Bankaya Îllerê ji sedî 50'î pere birî. Di asta herî bilind de pere dibirin. Lê belê dê ev astengî xebatên me nede sekinandin. Projeyên me yên mezin hene. Ji bo şaredariya Sîlopyayê nexebite serî li her tiştî didin, lê li tevî van êrişan hemûyan jî nikarin xebatên me bidin sekinandin. Heta ku em di şaredariyê de bin, em ê tim ximzeta gelê xwe bikin." 
 
'ME ŞAREDARÎ BI 133 TRÎLYON DEYN DEWR GIRT'
 
Hevşaredar Adalet Fîdan jî, diyar kir ku tevî hemû astengiyan ew bi gelê navçeyê re xebatên xwe bi awayekî hevpar didin meşandin û wiha axivî: "Piştî hilbijartinê dema ku me dest bi kar kir, em bi navçeyek hilweşiyayî re rû bi rû bûn. Me şaredariyeke ku di bin deynan de ma bû dewr girt. Bi vî awayî me dest bi karê xwe kir. Dema ku me dest bi kar û xebatan kir, me di serî de li taxan civînên gel pêk anîn. Di van civînan de me deynê şaredariyê yê ku heyî bi gel re parve kir û guh li daxwazên wan kir. Li gorî daxwazên gel, me proje çêkirin. Di çarçoveya van projeyên de em ketin nav hewldanan. Lê mixabin 133 milyon deynê şaredariyê hebû.  Dema ku qeyûm hat, 13 mîlyon pere di qaseya şaredariya de hebû. Ji ber ku li pêş me deyneke pir zêde û bajareke xirabe hebû, di pêkanîna proje û daxwazên gel de me zehmetî kişandin. Projeyên ku me pêk anîn jî bi derfetên herî kêm, me pêk anîn." 
 
'2 SALIN DAXWAZA ME YA JI BO HEVDÎTINÊ TÊ RED KIRIN' 
 
Fîdan, da zanîn ku daxwaza wan a ji bo hevdîtin bi Amîrê Mîlkiyeyê re her tim bi sedeminen cuda tê redkirin û wiha bi dawî kir: "Projeyên me yên pirrengîn hebûn û hene. Lê mixabin ji ber deynê heyî û nêzikatiya Mulkiye Amirî projeyên me tên astengkirin. Ev 2 sal û nîvin em li ser kar in, lê heta niha em nikarin hevdîtinê bi Amîrê Milkiyê çêbikin. Hemû sazî bi hev re bajaran bi rê ve dibin. Lê li Sîlopiyê li dijî me ev nêzikatî heye. Di aliyê budçeyê de em zehmetiyê dikêşin. Ji şaredariyên HDP'ê 6 şaredarî tenê mane. Ev şaredariyên heyî jî di fîîliyatê de wekî ku qeyûm tayinî wan hatibin kirin, wisa nêzîkatiyê nîşan didin. Ev nêzikatî di warê xebatan de dibe asteng ji me re. Dixwazin bi vî awayî me û gel ji hev qut bikin. Dibe ku zehmetiyên wê bêtir bin, lê dîsa jî em ê xebatên xwe bi her awayî berdewam bikin."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

21/06/2021
11:35 Rûniştina 6’emîn a Doza Kobanê dest pê kir
11:33 Malbata Şenyaşar banga piştevaniya hiqûqî li 81 baroyan kir
10:32 Polîs ji xizmên Poyraz re got: Em vê li cem wî nahêlin
10:32 Ji ber dişibiya kesek din bi êrişê re rûbirû ma
10:12 Hişyar Ozsoy: Çeteyên ku dewlet wan xwedî dike kujeran hildiberînin
10:05 PDK li Zagrosê amedekariya operasyonê dike
09:55 Di hilbijartina Ermenistanê de dîsa Paşinyan bi ser ket
09:55 Li 19 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 207'emîn de didome
09:00 Ji bo Poyraz 5 roj in di nobetê de ne
09:00 Girtiyen di greva birçîbûnê de ji civakê çareseriyê dixwazin
09:00 Qaymeqam gef li gundiyên ku li dijî kana mermer derketin xwar
09:00 Jin di xwedîderketina peymanê de bi israr in
09:00 ‘Koçberî girêdayî çareserkirina Pirsgirêka Kurd e’
09:00 Ligel Ekînciyê girtî nexweş e jî nabin nexweşxaneyê
09:00 Kana mermer heye lê rê, av û şebeke tune ye!
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2021'AN
20/06/2021
21:50 Li Cûdî şewata daristanê
19:23 Înisiyatîfa Parastina Kurdistanê li dijî êrişan banga yekitiyê kir
17:10 Motîfa kûlîlkê nedan Gergerlîoglû
17:01 Bi roketan êrişî baregeha Emerîkayê kirin
16:33 Li deşta Nasirxanê 200 donim erd şewitî
16:14 Hejmara kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5’an
15:55 Rojnameger Akinan: Darên Zeytûnan dibirin û teytê talan dikin
15:55 Di çarçoveya dosyaya Hurmuz Dîrîl de 3 kes hatin binçavkirin
15:43 ÎHD: Sedema binpêkirinên mafên penaberan polîtîkayên cihêkariyê ne
15:27 Hevserokê YNK’ê Cengî: Divê pêşmerge neçe şerê birakujiyê
15:17 Pêşmergeyên Dêrîn bertek nîşanî operasyona artêşa tirk da
14:42 Ji 324 rojnamegerên kurd banga yekitiyê
14:19 Li Pirsûsê şer: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
14:05 Parlementerê Iraqî: Sedema êrîşên Tirkiyeyê bêdengiya raya giştî ye
13:48 Şandeya hevpar: Tirkiye dixwaze tişta li Sûriyeyê kir li Îraqê jî bike
13:12 Demîr: Kesên hedef nîşandan û tetikkêş di heman hişmendiyê de ne
12:49 Em tundiyê frên dikin: 150 ajokarên texsiyan hatin perwerdekirin
12:33 Axaftina di navbera Ateş û Korkmaz de hat weşandin
12:05 ‘Divê em li dijî kedxwarina penaberan bi hev re têbikoşin’
11:47 Nûnerên Darazê: Hempîşeyên me biryarên şaş didin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hêviya me bi piştgiriyan mezin dibe
11:06 Di şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz de tundiya polisan
10:50 Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî hat qetilkirin
10:48 Li Panosê 5 kes hatin binçavkirin
10:43 Kujer Gencer li xwe mikur hat ku li Minbicê perwerde dîtiye
09:57 Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze: Li dijî êrîşan bêdeng nemînin
09:46 Karsaz Sezgîn Baran Korkmaz li Avûstûryayê hat binçavkirin
09:46 Dayikên Aştiyê: 40 sal in em li ber xwe didin
09:04 Koma 42'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:03 Dê jin dev ji Peymana Stenbolê bernedin
09:02 Dê ji bo teşxîskirina nexweşînê wî bişînin ATK'ya Stenbolê
09:00 Serevan deyn dikin, şîrket qezenç dikin
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
19/06/2021
23:52 Ozturk: A ku me li ser pêyan dihêle mîrateya Seyîd Riza ye
23:38 Li Dara Hênê zilamekî dest dirêjî zarokekê kiriye
23:20 Li Efrînê di 12 rojan de 8 sivîl hatin kuştin
22:54 Li Stenbolê 6 û li Enqereyê jî 4 kes hatin berdan
22:01 Li Silêmaniyeyê êrîşa SÎHA'yan
21:37 Li Êlihê 16 kes hatin berdan
21:32 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:59 Kiliçdaroglû hevdîtin bi malbata Şenyaşar re kir: Ev edalet û hiqûqeke çawa ye?
18:42 'Peyman a me ye, em dev jê bernadin'
18:35 Piştî mîtîngê polîsan mudaxileyî jinan kir: 6 jin hatin binçavkirin
18:23 Îfadeya kesên ku Gencer piştî êrîşê pêwendî bi wan re daniye nehat girtin
17:09 Dayika Rahşan Demîrel: Sekna dayikên Kurd wê kela zilmê hilweşîne
17:08 Rogers Waters ji bo hunermend Nûdem bang kir
16:47 Jinên tevlî mîtîngê bûn: Em rêxistina xweparastinê ava bikin
16:32 Protestokirina qetilkirina Poyraz didome: Berpirsiyar îqtidar e
15:52 Li Stenbolê erdhej çêbû
15:48 Rahşan Anter a çû şîna Poyroz: Ev têkoşîn naqede
15:33 Şaxa ÎHD’ê ya Amedê kongreya xwe pêk anî
14:48 Ji bo girtiyên nexweş Guler û Erbag banga berdanê kirin
14:47 Denîz Poyraz li gundê ku lê hatibû dinê hat bibîranîn
14:20 Li Êlihê polîsan mudaxileyî daxuyanî kir: Hevşaredar Mehmet Demîr hat îşkencekirin
14:13 Wêneyê Denîz Poyraz bi sûrên Amedê ve kirin
13:48 Mitînga jinan a li Stenbolê dest pê kir: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
13:41 ’27 sal derbas bû, ez hestiyên kurê xwe dixwazim’
13:31 ÎHD û Xizmên Windayan: Faîlan bibînin û bidarizînin
12:31 Şîna Denîz Poyraz danîn
12:03 Tifaqa Kurdistanî: Em ê li hemberî êrişan navber nedin meşa xwe ya azadiyê
11:56 Serokkomarê nû yê Îranê diyar bû
11:22 Komîsyona li dijî tundiya ser jinê ligel kuştina Poyraz jî, civîna xwe dewam kir
10:59 Êrişkarê AKP’a Hênê biraziyê rêveberê AKP’ê ye
10:37 Jin: Em kujerê Denîz nas dikin
10:35 Şêniyên Amedê: Faîlê êrişa li Îzmîrê Erdogan, Soylû û Bahçelî ne
10:11 Li gundê Denîz Poyraz jî wext bihûrî lê zext qet neqediyan
10:04 Deynên qeyûm astengiyek mezin e li ber xizmeta gel
09:41 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 205'emîn de berdewam dike
09:01 Dadgeha Bilind cezayê li Demîrel hatibû birîn xera kir
09:01 Bavê jina ku gotin biqeza miriye: Keça min hat kuştin
09:00 Endamê Heyeta Aştiyê ya li Hewlêrê hat astengkirin: PDK îxanetê dike
09:00 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş ê 81 salî hat redkirin
09:00 Fiyet pir biha bûn, her kes diqilqile
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2021'AN
18/06/2021
21:10 Îro 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:03 Denîz Poyraz bi qurnefîlan hat definkirin
17:14 Malbatên Girtiyan: Dest ji zilma li zarokên me berdin
16:50 Di ser êrişê re 30 saet derbas bûn: Erdogan û Soylû hêj daxuyanî nedane
16:47 Bi hezaran kes Denîz Poyrazê bi rê dikin
16:27 Baroya Dîlokê: Em ê piştevaniya Malbata Şenyaşar bikin
16:22 Kujer ji bo destê xwe bişo qat bi qat geriyaye
16:20 Li gelek navendan êriş hat şermezarkirin: Denîzek çû wê bi hezaran Denîz rabin
15:54 Gefa 'birîna mûçeyê' li pêşmergeyên çek danîbûn xwarin