Salvegera 14'emîn a koça Orhan Dogan: Ji bo aştiyê windahiyek mezin e

  • rojane
  • 09:10 29 Hezîran 2021
  • |
img

STENBOL - Di ser mirina Orhan Dogan re 14 sal derbas bûn. Hevalên wî ji bo wî gotin, windahiyeke mezin e ji bo aştîya Tirkîyeyê. 

Di ser mirina sîyasetmedar Orhan Dogan re 14 sal derbas bûn. Dogan ku heya kêlîya dawî jî ji bo aştîyê têkoşîya û ji bo vê bi salan di girtîgehê de ma, di 27'ê Hezîrana 2007'an de li Bazîda Agiriyê di dema Mîhrîcana Çand, Huner û Turîzmê ya Ehmedê Xanî de qeyrana dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Hevalên Dogan, di salvegera koça wî de behsa wî û têkoşîna wî ya ji bo aştiyê kirin. 
 
WINDAHIYEK MEZIN JI BO AŞTIYÊ 
 
Gulten Kaya, anî ziman ku di dîroka kurdî de gelek kesayetên dilmezin hene ku temenê xwe di rêya aştiyê de derbas kirine. Kaya got: "Û hn kesayet hene, gava tu wan bi peyvên herî xweşik jî bînî bizman, dîsa qîm nake. Yek ji van kesan jî dostê min Orhan Dogan e. Gava mirov navê wî bilêv dike, tiştên herî xweşik tên bîra mirov. Ez wî tim bi aştî, edalet, heqniyek, bawerî, biryardarî û gelek têgihên bi vî rengî bibîr tînim. Orhan Dogan, windahiyek mezin e ji bo aştiya Tirkiyeyê. Navê xwe bi têkoşîna ji bo aştiyê li dilê me nivîsî. Gava ew çû, hesta êşbariyê û neheqiyê tevde li min peyda bûn. Ew, yek ji parêzvanên herî mezin ê aştiyê bû. Kulîlka wî tim li ber saqoyê wî bû. Kesên ew kulîlk hilgirtin, dê tu carî nehêlin biçilmise. Em di sala 2021ê de ne li ber serê wî bûn, lê ew dê her tim li ber dilê me be! Bi hisret wî bibîr tînim..." 
 
ÇAV LÊ DIGERIN 
 
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî destnîşan kir ku Orhan Dogan ji bo aştî çêbibe, heya sax bû têkoşiya. Tahmaz, anî ziman ku di hemû kêliyên ku tahde û berberîbûn zêde dibe de, hemû çav li Orhan Dogan digerin. Tahmaz got: "Orhan Dogan, kesekî dilnizm, xwedî biryar û israrker bû. Gava tiştek têketa serê wî, wisa zûzû dev jê bernedida. Bi her kesî re diaxivî. Bi qasî tê bîra min, cara ewil wî di televîzyonê de bi Alparslan Turkeş re nîqaş kir, ne bi sifetê rojnamevaniyê, bi sifetê muxatabiyê. Ev, ne meseleyeke rihet e. Li ber çapemeniyê drbarê pirsgirêka kurdî de axaftina bi Turkeş re ne tiştekî hêsan e. Hêja Orhan Dogan, li her derî, di her şert û mercê de bi her kesî re diaxivî, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî hewil dida û empatî dikir." 
 
Tahmaz, diyar kir ku Orhan Dogan bi israr pê re axiviye ku daxilî nav Meclîsa Aştiyê bibe û got: "Gelek bîranînên min û hêja Orhan Dogan hene. Mesela me yên li Enqereyê konferanseke bi navê 'Tirkiye li aştiya xwe digere' li dar bixistana. Nêzî 50 kes dê di wê konferansê de biaxiviyana. Lê Walîtiya Enqereyê û Midûriyeta Polîsan a Enqereyê ji wna kesan tenê nexwestin kesek biaxive. Ew jî Orhan Dogan bû. Gava heyetê israr kir, biryar aht girtin ku axaftina wî bê tomarkirin. Wê çaxê min jê re got vê yekê qebûl neke. Lê wî got, 'Na, ez ê biaxivim. Wekî her carê, ez ê fikirên xwe bînim ziman.' Axirê axivî û li kursiyê tiştên diparast, li ser hemûyan axivî. Ev ji bo min bûbû helwesteke pir perwerdekar û baş." 
 
PERSPEKTÎF Û HEWILDANA DOGAN 
 
Tahmaz, axaftina Dogan a dawî ku li Bazîda Agiriyê axivîbû û gotibû "Biborin, me aştî neanî" bibîr xist û got: "Me di sala 2017'an de li ser gora wî, ew bibîr anî. Di vê bîranînê de, min jî dawa lêborînê lê kir. Ji ber ku me soza xwe bi cih neanî, me aştî enanî vî welatî... Xeyala me ya ji bo aştiyê ku me di Meclîsa Aştiyê de û beriya wê di sala 2005'an de dest pê kiribû, piştî bidawîlêanîna pêvajoya çareseriyê nîvco ma. Ji bo vê dawa lêborînê dikim. Niha, qîmeta pêvajoya çareseriyê hîn bêtir tê fêmkirin. Aştî, tiştekî wisa ye ku li navenda demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Her kes wekî pirsgirêka kurd û bêdengkirina çekan lanse dike. Lê ev dîtineke ne rast e. Kesên doza wekhevî, edalet, azadî û di pirsgirêka kurdî de aştiyê dixwazin, divê xwedî helwest û pespektîfa Orhan Dogan bin." 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

29/06/2021
12:11 Cendermeyan bi ser gund de girt û ava gundiyan qut kirin
11:56 Li Bestayê şewat belav dibe
11:48 Navnîşana nû ya tunekirina daran Besta
11:20 Kurê Metîn Lokûmcû: Bi tena serê xwe bimînim jî ez ê edaletê bînim
10:44 Waliyên Şirnex û Duhokê di du mehan de 4 civîn li dar xistin: 38 gund hatin valakirin
10:08 Jin wê di 1’ê Tîrmehê de dakevin qadan
09:59 Li Medenê bi pîleya 4.3 erdhej pêk hat
09:23 Bi serpêhatiya xwe dixwaze jinan ji tundiyê biparêze
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 215'emîn de didome
09:22 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Plana ku kurdan bera kurdan bidin xistine dewrê
09:22 Girtîgeha Kepsûtê ji ber 'cezayên berê' wî bernade
09:21 Parêzer Beşdar Hessen: Tirkiyeyê xwest PDK'ê jî 30 sal ceza li rojnamevanan birî
09:11 Lêkolîna hestiyên di şikeftê de hatin dîtin 13 meh in temam nebûye
09:11 Dozger derbarê bûyera îşkenceyê de biryara 'neşopandinê' da
09:10 Kedkarên HDP'ê: Em ê hîn bêtir xurt bibin
09:10 Salvegera 14'emîn a koça Orhan Dogan: Ji bo aştiyê windahiyek mezin e
09:09 Weşanxaneya Na ‘Karmamiz’ a 57 salî weşand
09:07 Zibare û stran palehiyê xweş dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2021'AN
28/06/2021
19:57 Piştî 5 salan cenazeyê Oner dan malbatê
16:40 TJA’yê serdana HDP’ê û malbata Poyraz kir
15:51 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em têkoşîna hiqûqê qeydî dîrokê bikin
15:13 Doza xwendekarên Bogazîçiyê hat taloqkirin
14:15 Şandeya dadgehê ya Doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat guhertin
14:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Dev jê berdana peymanê, pejirandina dijminantiya jinê ye
13:26 Qaymeqamê Pişderê Rûdawê derewand
13:04 Komxebata ‘Dem Dema Parastina Ziman e’ dest pê kir: Roj roja xwedî derketina ziman e
12:57 Komkujiya Roboskiyê di meha 114’emîn de ye
12:52 Parêzeran cardin ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr hat berdan
12:09 Di şerê navbera du malbatan de kesek mir
11:40 Nobeta ‘edaletê’ ya Malbata Şenyaşar di roja 112’emîn de ye
11:40 Li Bestayê şewat derket
11:25 Mazlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir
11:00 Danişîna rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
10:25 Endamên AKP'î jî erê kirin lê tenê doz li HDP'iyan hat vekirin
10:21 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 214'emîn de didome
09:01 Ji Şanoya Bajêr a Amedê lîstikek nû: Don Kîşot
09:01 Kartvîzîtên komeleyan wek delîliya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye nîşandan
09:01 Duzkan: Jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2021'AN
27/06/2021
21:10 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo rapora ATK’ê sewqî Stenbolê kirin
20:57 Li Gola Wanê tav bi zeraqên xweşik xatir dixwaze
20:40 Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê cezayê 5 rojnamevanan erê kir
20:33 Li Hîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
20:29 Ji ber koronayê 52 kesên din jî mirin
19:16 Di şewata li Marmarîsê de kesekî jiyana xwe ji dest da
18:13 Ji bo bîranîna 61 penaberan qerenfîl avêtin Gola Wanê
17:06 Polîsên Elman tundiyê li endamên Defend Kurdistanê kirin û binçav kirin
16:33 Şewata li Çewligê di roja sêyemîn de ye: Qadek mezin talan bû
16:28 Li Brukselê komxebata yekîtiya neteweyî
16:05 Xwebûn bi manşeta ‘Em ê tune nebin’ derket
14:33 Ciwanên wanî, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin
13:53 Di serdegirtina malê de gefa destavêtinê lê xwarin
12:56 Hunermendê kurd Axîn Biro 15 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:45 Tîmên dij-terorê yên PDK'ê Hevalê 15 salî qetil kirin
11:29 Eskeran penaber remî kirin: 2 mirî, 12 birîndar
11:09 Tirkiyê Deşta Nînowayê bombebaran kir
10:58 Li Serdeştê kolberek hat qetilkirin
10:35 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê dixwazin bi tenê nehêlin
09:56 Girtîgeh bi hinceta 'em tên rexnekirin' nameyan desteser dike
09:16 Zarokên Kurd dê bi zimanê xwe li tama klasîkên zarokan yên cîhanê binihêrin
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 213'yemîn de didome
09:14 Dê Demîr giliyê polîsan bike
09:13 Dayika Medenî Yildirim: Kujerê Medenî kujerê Denîzê ye
09:11 Wesayît ajotin ser, bi mirin gef lê xwarin
09:10 Dê li Rihayê deng ji fîqê neyê!
09:08 Aycan a bi salan tahde lê hat kirin: Di 1'ê Tîrmehê de dakevin kuçeyan
09:06 Akademîsyenên Aştiyê: Daxwaza me ya ji bo aştiyê didome
09:04 Li Wanê kêlî bi kêlî dîmenên trajediya penaberan
09:01 Li Mamakê roj li nîvro tiryakê difiroşin!
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:30 Baroya Çewlîgê: Bi şewatan, herêmê tînin asta ku jiyan lê nebe
26/06/2021
20:57 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Tecrîdê şermezar kirin
17:02 Li Dara Hênî şewat: Gund dibin xeteriyê de ne
16:32 Komeleya Jinan a Rosa rêveberiya xwe ya nû hilbijart: Em di parastinê de ne
16:03 ÎHD’ê bang kir ku girtiyê nexweş Çalişkan were berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku nexweşê bîpolar û şîzofreniyê Aydemîr were berdan
15:10 Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Em ê têkoşîna li dijî bêcezatiyê bidomînin
14:33 Di dema emeliyatê de girtiyê nexweşê penceşêrê kelemçe kirin
14:24 Dema bavê wî winda kirin 4 salî bû: Dixwazim gorek wî hebe
13:56 TGC'ê Veyîs Ateş ji endamtiya xwe derxist
13:47 Îşkence bi 'polîtîkayên bêcezahiştinê' derket astên cuda
13:40 Li dadgerê ku ji kurtbûna etek re girtek girt ceza hat birîn
13:39 Parêzerên Doza Xelfetî: Berî ku lêpirsîna îşkenceyê bidawî bibe, biryar dan
12:51 ‘Reva ji zilmê bû sedema mirina wî’
12:28 Baroya Stenbolê wê ji bo piştgiriya Malbata Şenyaşar bê Rihayê
12:01 Xizmên Windayan li aqûbeta Guler pirsîn
10:42 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
10:38 Ocalan: Sûcê min vexwendina jiyana azad e
09:14 Di erdhejê de xaniyên gundên Depê xesar dîtin
09:00 Dêra hezar û 400 salî kirine axur!
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 212'emîn de didome
09:00 ‘Civaka ku jinê bi tenê bihêle, dê têk biçe'
09:00 Pakêta Darazê ya 4'an: Dê ne bi kêrî mexdûr, bi kêrî kiryar bê
09:00 Ozturk: Dê mohra li deriyê KCD'ê nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire
09:00 Li Hewengê 6 sal in ceryana ava 15 hezar dekar erdî hatiye qutkirin
09:00 Serokê Baroya Şirnexê: Em ê hewl bidin pêşî li binpêkirinên mafan bigirin