Îzol: Karê me yê ewil dê çalakiyên greva birçîbûnê bin

  • rojane
  • 09:10 9 Tîrmeh 2021
  • |
img

RIHA - Mehmet Welat Îzol ku bû Serokê Baroya Rihayê, piştî 35 salan peywira bavê xwe hilgirt. Îzol, bibîr xist ku çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan hatine asteke xetere û got: "Em ê tavilê mudaxileyî vê pirsgirêkê bikin. Wext hindik maye."

Desteya Giştî ya 35'an a Baroya Rihayê di 3-4'ê Hezîranê de hat lidarxistin. Mehmet Welat Îzol (44) 362 ray girtin û bû Serokê Baroya Rihayê. Îzol, bi vî awayî piştî 35 salan peywira bavê xwe Parêzer Mûstafa Kemal Îzol hilgirtin. Bavê wî di navbera 1984-86'an de Serokê Baroya Rohayê bû. 
 
Serokê Baroya Rihayê Mehmet Welat Îzol, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Îzol, anî ziman ku di dîroka baroyê de cara ewil e ku bav û kur hatine heman meqamê û got: "Ev ji bo min cihê şanaziyê ye. Bavê min jî ev peywir hilgirtibû ser xwe. Helbet Baroya Rihayê pir guherî. Gava bavê min serokê baroyê bû, baro biçûk bû. Baro, wê çaxê li Edliyeya Rihayê ya berê li odeyeke biçûk hatibû avakirin. Hejmara parêzeran kêm bû. Lê niha pir guherî ye, hema bibêje bûye baroyeke qerase. Di ser hezar û 600'î re parêzerên wê û 200 stajyerên wê hene. Berê li baroyê kesek dixebitî, lê niha nêzî 25 xebatkarên me hene. Wê çaxê odeyek bû, lê niha avahiyeke me ya 4 qatî heye. Haya me ji zor û zehmetiyan heye, lewma em bûn namzet û wisa difikirim ku em ê ji heq wê derkevin." 
 
TÊKOŞÎN LI DIJÎ BINPÊKIRINÊN MAFAN 
 
Îzol, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li herêmê û got: "Dil dixwaze binpêkirinek mafan jî tune be. Hêviya me ya ewil ev e. Her kes dipirse, çima Baroya Rihayê ev qasî berçav bûye. Em di heyameke awarte re derbas bûn. Pandemî, pêşniara pirbaroyî, guherandina delegeyên ji bo hilbijartina baroyan hwd. nîqaşên bi vî rengî berçav kir. Baroya me jî di têkoşîna di vî warî de rol û risteke çalak hilgirt. Têkoşîna wê ya li hemberî binpêkirinên mafan ên li herêmê jî, ew berçav kir. Hêvîdar im dê tu carî binpêkirinên mafan, sûcên li hemberî zarok û jinan çênebin da ku em jî li ser meseleên pîşeya xwe hûr bibin. Em ê li dijî hemû binpêkirinên mafan bi awayekî çalak bitêkoşin." 
 
Îzol, dirûşmeya "heye em îşkenceyê ji vê axê biqewirînin em ê bitêkoşin" a baroyê bibîr xist û got: "Heya binpêkirinên mafan hebin em baroyên herêmê em ê li dijî vê bi awayekî çalak bitêkoşin." 
 
WEKHEVÎ
 
Îzol, destnîşan kir kir ku di baroyê de doza temsîliyeta wekhev kirine ûg ot: "Ji bo me gotina jinê pir girîng e. 3 hevalên me yên jin ji bo desteya rêvebir hatin bijartin. Ev ji bo me tiştekî hêja ye. Divê jin bi awayekî çalak tevkariya rêvebiriya baroyê bikin. Me jî di dema hilbijartinê de hewil da hevalên me yên jin daxilî nav vê pêvajoyê bibin. Ji ber ku di baroyê de hejmara hevpîşeyên me yên jin hindik bû, ancax me karibû ev qas hevpîşeyên xwe daxilî nav bike. Temsîliyeta jinê girîng e. Jin di karê xwe de serkeftîtir in. Em qîmetê didin temsîliyeta wekhev." 
 
ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Îzol, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan jî ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 225 roj in çalakiyên greva birçîbûnê li dar dixin. Îzol, destnîşan kir ku çalakiyên greva birçîbûnê di asteke xetere de ne û dê di warê şopandina grevên birçîbûnê de xebatine çalak bikin. Îzol got: "Ji bo çareseriyê em ê raporan amade bikin. Me nû dest bi peywirê kiriye, lê em ê tavilê mudaxileyî vê pirsgirêkê bikin. Heya ji destê me bê em ê ji bo vê pirsgirêka mezin bixetin. Wexê me hindik maye, em ê di cî de komîyonên xwe ava bikin û dest bi xebatan bikin." 
 
MA / Emrûllah Acar 

Sernavên din

10/07/2021
10:47 Polîsan êrişî Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê kir: 13 kes binçav kirin
10:21 Hevdîtina bi îstîxbaratê re li girtiyan ferz dikin
09:07 Koma 46'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Berdevka Komîsyona Jinan a KNK'ê Bîrlîk: Li dijî şerê mêrê serdest, çareserî Kongreya Jinan a Neteweyî ye
09:05 Karkerên jin doza heqdesteke wekhev û sîgorteyê dikin
09:05 Gardiyanan êrîş bir ser wê, ji dêvla bibin nexweşxaneyê, wê xistin hucreyê
09:04 Bijîşk Yavîç: Divê xebatên ji bo aşiyê bi kurdî bên kirin
09:04 Zarokê 12 salî ji ber zilmê daye ser rêyan
09:04 Esnafên amedî: Em kartên krediyê qilopanî dikin û bi vî hawî debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
00:22 Ji ber 'xutbeya bi kurdî' 9 endamên DÎK û DÎAY-DER'ê hatin girtin
09/07/2021
21:30 Di 2015'an de Erdogan: Pêvajoya çareseriyê di sarincê de ye
Di 2021'ê de Erdogan: Ê ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kir ne em bûn
21:11 11 endamên DÎK û DÎAY-DER'ê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
21:03 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:50 Li Antalyayê 20 girtiyên bi darê zorê hatin sewqkirin hatin îşkencekirin
16:47 Zarokê 8 salî ku otobusa şaredariyê lê qelibî jiyana xwe ji dest da
16:43 Wê li Êlihê têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî bê dayîn
16:43 Wê li Êlihê têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî bê dayîn
16:08 Amed wê piştevaniya meşa ji bo Pirsûsê edalet bike
16:04 Hatina Erdogan trafîka Amedê serûbin kir
15:41 Li Girtîgeha Tarsûsê binpêkirinên mafan zêde bûn
15:33 Tirkiye qebûl kir ku di doza Erdem de lêpirsînek bibandor nekiriye
14:47 Polisan mudaxaleyî malbatên Pirsûsê ku xwestin bimeşin Enqerê kirin
14:34 Dermankirina zarokê ku eskeran ew birîndar kiribû didome
14:18 Di binçavan de lêgerîna tazî li karkerên Sînboyê kirin
14:02 EMEP: Kesên biguman ketin partiya me
13:39 HDP’ê serdana esnafên titûnê kir
13:38 Hatina Erdogan Amedê dorpêç kir
12:55 ÎHD'a Amedê bi rojnamevanan re civiya
12:44 Li Semsûrê gelek titûnfiroş hatin binçavkirin
12:42 Rêveberiya nû ya Baroya Rihayê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:37 Doza rojnamevanan hat taloqkirin
12:36 Îfadeyên endamên DÎK û DÎAY-DER’ê hat girtin
12:24 Li Efrînê di sal û nîvan de 83 jin hatin qetilkirin
12:09 Her roj kurd tiştan jê dikirin lê kurdî nîne!
11:33 Qutkirina avê ya li 8 gundên Hezoyê di roja 17’emîn de didome
10:34 Serokê Maden-Îşê Çetîn û endamê sendîkayê jiyana xwe ji dest dan
10:29 Welatiyên Amedê: Em naxwazin Erdogan were vî welatî
10:01 Bi hezaran polîs anîn Amedê
09:54 Cotkarên titûnê: Kêr gihîştiye hestî
09:38 Serokê Baroya Mêrdînê Elîk: Pergaleke bêhiqûqî heye
09:14 Girtiyê nexweş bi mama dijî û her roj zeîf dibe
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 225'emîn de berdewam dike
09:13 Fermandarê qereqolê û cîgirê wî ji ber 'defînegeriyê' ji peywirê hatin girtin
09:12 Kesê girtî ji ber binpêkirinên mafan serî li ÎHD'ê da
09:10 Îzol: Karê me yê ewil dê çalakiyên greva birçîbûnê bin
09:09 Qeyûm rêyan xera dike û çêdike: Esnafên Wanê bêzar bûne
09:08 ‘Tecrîda li ser Ocalan pêk tê li tu devera cîhanê tune ye'
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08/07/2021
21:04 Îro 5 hezar û 171 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:57 Şaredarê Pîranê Aygoren tevli AKP'ê bû
20:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Dê Denîz bi ser bikevin, faşîzm têk biçe
16:54 Li Dêrîkê gengeşeya DEDAŞ’ê
16:45 Beriya hatina Erdogan a Amedê li mal û kargehan lêgerîn hat kirin
16:06 Ji bo 33 qurbaniyan dê bimeşin Enqereyê
15:42 Posterê Denîz Poyraz li sûrên Kadîfekaleyê ye
15:34 Derbarê Hevserokê HDP’ê yê pirsgirêka avê anî ziman lêpirsîn hat destpêkirin
15:28 Di doza destdirêjiyê ya GGM'ê de 15 sal ceza li bersûcan hat birîn
15:05 Cezayê hefsê li rojnamevan Şîmşek hat birîn
14:46 Li Qamişloyê komxebata yekitiyê
14:34 Danişîna cînayeta Kok hat taloqkirin
14:34 Dadgehê îtîraza ji bo berdanên Doza Kobanê hatibû kirin red kir
14:16 Di doza Medenî Yildirim de careke din leşker beraet kir
14:14 Varyanta Delta Plusê gelo li Amedê ye?
13:05 Hewldana 78'an serdana Malbata Şenyaşar kir
12:24 Binasiya biryara Gergerlioglû hat aşkerakirin
12:17 ‘Qutkirina avê zirarê dide tenduristiya xelkê’
12:16 Ji ber topbarana Tirkiyê welatiyek birîndar bû
12:02 Elîtaş ê AKP’î ji karker re got: Bila te deng nedabûya
12:01 Karkerên madenê ku meşa wan tê astengkirin baretên xwe şikandin
11:17 Ceylan: Li şûna Amedê divê Erdogan serdana Malbata Şenyaşar bike
11:06 Cotkarê ku birûskê lê da jiyana xwe ji dest da
10:46 Li Qereyaziyê 7 kes hatin binçavkirin
10:46 Li Pîşesaziya Hesinkaran teqînek pêk hat
10:11 Bi roketan êrişî Seferatxaneya Amerîka ya Bexdayê kirin
09:15 Heger xaniyek wê çênebe dê negihê zarokên xwe
09:06 Tom Sawyer hêmaya 'zarokên mînak û bi terbiye' hildewişîne!
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 224'emîn de berdewam dike
09:06 Aydenîz: Gel ji bo çareseriyê dibêje 'Ocalan'
09:06 Beser Şahîn: Me gotinên Barzanî bi bîra wî xistin
09:06 Li Sûrê avahiyên dîrokî tên xerakirin
09:06 ‘Ên zemê dikin bila dema hilbijartinê neyê doza rayan nekin'
09:06 16 roj in 8 gund bêav mane: Av li ber çavê me ye lê em ji bêaviyê qeliyan
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2021'AN
07/07/2021
21:32 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:34 Piştî bûyerê bi 20 rojan îfadeya şahidan hat girtin
17:10 Keç û neviyên xwe kuşt û întihar kir
16:56 Li Artûklûyê welatiyan faîlê îstîsmarê girt
16:52 Eskerên derketin operasyonê zarokek birîndar kirin
16:51 Ji ber gotina 'faşîzmê' Turk Telekomê peyama HDP'ê asteng kir
16:38 Li Çewlikê hevdîtina jinan: Bi perspektîfa Ocalan pêşiya jinan vebû
16:26 Li Amedê 10 bijîjkan îstifa kir
15:36 Li Mêrdînê eskerekî jiyana xwe ji dest da
15:08 Rêxistinên sivîl piştgiriya ajokaran kir
14:44 Hatîmogûllari: Bila alimên olî demildest bên berdin
14:39 HDP’ê serdana esnafê titûnfiroş kir
14:22 Serokkomarê Haîtiyê hat kuştin
14:19 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
13:36 HDP’iyan serdana karkerên medenê kir
13:35 Gergerlîoglû: Ez ê li cihê ku mabûm berdewam bikim