Dayikên Şemiyê bal kişandin ser doza ku jê tên darizandin

  • rojane
  • 15:42 10 Tîrmeh 2021
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişandin ser doza ku jê tên darizandin û wiha gotin: “Ev doz, dozeke ku ‘kes xwe di nav ewlehiyê de hîs neke’ hatiye vekirin.”
 
Dayikên Şemiyê ji bo ku li aqûbeta xizmên xwe winda bipirsin û kujerên wan bên cezakirin di hefteya 850’emîn de bi rêya onlinê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de, bal kişandin ser doza ku piştî astengkirina çalakiya rûniştînê ya hefteya 700’emîn a derbarê wan de hatibû vekirin. 
 
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, bi bîr xist ku wê 2’yemîn danişîna dozê di 12’ê tîrmehê de li Edliyeya Stenbolê were dîtin. 
 
‘LI DERVEYÎ HIQÛQÊ TEVDIGERE’
 
Turkdogan, bi bîr xist ku Suleyman Soylû çalakiya rûniştinê ya wê rojê qedexe kir, polîsan mudaxaleyî dayika kir û wiha got: “Ev yek têre nekir, doz jî hat vekirin. Em 699 rojan li wir rûniştin, ewlehiya cemaweriyê xerab nebû çi bû ku di hefteya 700’emîn de ewlehiya cemaweriyê xerab bû. Ji ber ku siyaseta Wezîrê Karên Hûndir bû sedemê vê. Êdî herkes dizane ku ev kes derveyî hiqûqê tevdigere. Di salên 90’î de Agar jî wisa bû. Ji ber vê yekê em bang dikin ku dest ji qedexeyan berdin. Ji ber ku wê têkoşîna edalet û azadiyê qezenç bike. Wê berxwedan û baweriya dayikên me van qedexeyan biçirîne û biavêje. Ez bawer dikim ku wê 12’ê tîrmehê biryara beraetê were dayîn û wê ev bê hiqûqî bi dawî bibe.”
 
Dûre Dayika Şemiyê Emîne Ocak axivî û wiha got: “Ez ji bo zarokên xwe û neviyên xwe edaletê dixwazim.”
 
 ‘ME NE, FAÎLAN DARIZÎNIN’
 
Keça Fehmî Tosûn ê di bin çavan de hat qetilkirin, Jiyan Tosûn jî li ser navê Zarokên Şemiyê mafê axaftinê girt. Tosûn xwest ku aqûbeta bavê wî were aşkerakirin û berpirsyar werin darizandin. Tosûn, da zanîn ku dayika wê bi salan li Qada Galatasarayê di çalakiya rûniştinê de cih girtiye, bi erdê re hatiye kaşkirin û wiha got: “Wê rojê cih nedan ku em li qadê rûnin. Bi kaşkirina bi erdê re em hatin binçavkirin. Daraza ku ji daxwazên me re guhên xwe digire, têkiliyên qirêj paşguh dike, dosyayên kiryarên ne diyar û windayan di rafan de dirizîne, bê dudilî me didarizîne. Me ne, faîlên bavên me bibînin û darizînin.”
 
Xwarziya Hasan Ocak ê di bin çavan de hatibû windakirin û pişt re cenazeyê wî hatibû dîtin Dîlcan Acer jî li ser navê Nêviyên Cumartesiyê mafê axaftinê girt. Acer, diyar kir ku li Qada Galatasarayê mezin bûye û wiha got: “Îro ji ber xalê min û xaltiya min li edaletê digerin û li aqûbeta xalê min yê hat windakirin digerin tên darizandin. Em tu car dest ji xwestina edaletê û heqîqetê bernadin.”
 
PEYAMA ‘XWE DI EWLEHIYÊ DE HÎS NEKIN’
 
Daxuyaniya vê hefteyê yek ji Mirova Şemiyê Îkbal Eren xwend. Eren, bi bîr xist ku di hevdîtina hefteya 700’emîn a Dayikên Şemiyê ya di 25’ê tebaxa 2018’an de bi tundiyeke giran a polîsan hatibûn astengkirin û wiha got: “47 kes hatin binçavkirin. Ji wê rojê ve Qada Galatasarayê ya polîsên bi çekên giran hatiye dorpêçkirin vegerandin qereqolê û ji civakê re girtin. Ev hemû bi binpêkirina peymanên navneteweyî û makeqanûnê hatin kirin. Wê duyemîn danişîna doza derbarê van kesan de hatiye vekirin di 12’ê tîrmeha 2021’an li 21’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê were dîtin. Em dixwazin bi bîr bixin ku “Ev doz, dozeke ku ‘kes xwe di nav ewlehiyê de hîs neke’ hatiye vekirin. Ev peyama ‘Makeqanûn, hiqûq nikare we bi parêze ye’ didin welatiyan.”
 
‘EM DEST JI GALATASARAYÊ BERNADIN’
 
Eren, destnîşan kir ku daraz bûye amûra desthilatê ku kesên mafên xwe dixwazin bên cezakirinê û wiha axivî: “Divê em ji vê yekê re bêjin bes e. Çend sal derbas bibin jî em ê ji bo windayên xwe xwestina edaletê bi bîr bixin. Em ê dest ji cihê xwe yê hevdîtina bi windayên me re Qada Galatasarayê ku 151 hefteye ji me re hatiye qedexekirin bernedin.”
 

Sernavên din

13/07/2021
10:32 Dr. Yerlîkaya: Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê were destpêkirin
10:21 Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
09:53 Li Çinarê taxekê kirin qarantînayê
09:50 Li Alîagayê cînayeta kar
09:35 Ji bo demkî ava gundê Zîlan hat berdan lê li 7 gundan bêavî didome
09:06 Îdianameya cinayeta Hantaş: Dozger xwest 25 sal ceza li polîs bê birîn
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 229'an de berdewam dike
09:06 'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'
09:06 Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir
11:59 Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê
11:33 Yekitiya Platformên KHK’iyan: Meleyan berdin
11:33 Wê di doza Pinar Gultekîn de malbata Avci jî were darizandin
11:32 Malbata Şenyaşar çalakiya xwe di roja 125’emîn de domand
10:26 Cotkarên li Dêrikê: DEDAŞ hem ceza dike hem desteka me desteser dike
09:20 TTB'ê hişyar kir: Dibe ku di payizê de pîkek nû rû bide
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 227'an de berdewam dike
09:01 Malbatên girtiyan: Kê ev heq daye wan ku zarokên me îşkence dikin?
09:01 Agirê li Marmarîsê di 4 saetan de, yê li Dara Hênê di 5 rojan de hat tefandin
09:00 Ava paqij bi dest wan nakeve
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:06 Dolmîşa penaberan qeza kir: 12 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
10/07/2021
23:34 Vekirina Zarok MA'yê bi konserekê hat pîrozkirin
23:20 Daxuyaniya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya derbarê alîkariyên NY'yê de
22:44 5 hezar û 530 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:02 Alî Îsmaîl Korkmaz hat bibîranîn
20:24 Ji Lozanê ber bi Cenevreyê ve dimeşin
19:55 Têkildarî tahdeya li Girtîgeha Antalyayê serî li ÎHD'ê dan
18:49 Dayikên Aştiyê: Bila tecrîd bê rakirin
17:11 ‘Li hemberî polîtîkayên li dijî xweza û civakê bisekinin’
17:01 Kongreya OHD'ê: Bila tecrîd bi dawî bibe û Ocalan muxatab bê girtin
16:50 Endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê hatin berdan
16:30 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat binçavkirin
16:26 Banga berdana girtiyê nexweş Çakal kirin
16:11 Zarokê ku ji bo hênîkbûnê ket qenala avê rakirin nexweşxaneyê
16:04 Decathlona ku cih neda kurdî şermezar kirin
15:57 Malbatên Pirsûsê: Em ê bibin yek deng û serbikevin
15:42 Dayikên Şemiyê bal kişandin ser doza ku jê tên darizandin
15:42 Banga berdana girtiyê nexweş Tamboga
15:16 Ji Girtîgeha Ceyhanê 4 girtî sewq kirin
14:59 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş kirin
14:38 Doznameya doza girtinê ji HDP’ê re hat ragihandin
14:22 Rêyên ku nehatibûn temamkirin li Îdirê jiyanê tevizandin
14:17 Ji bo Çetîn û Înter merasîma oxirkirinê hat lidarxistin
13:31 Mudaxaleyî kesên ku xwestin ji bo Pirsûsê bimeşin kirin: 6 binçavkirin
12:56 Biryara girtina meleyan beriya îfade girtinê hat dayîn
12:43 Xizmên windayan aqûbeta rêveberê DEP'ê Yildirim pirsîn
12:37 'Em HDP ne, li her derê ne'
11:56 Li Konyayê êrişî malbata kurd kirin: Em we li vir nadin jiyîn
11:35 Vedat Aydin hat bibîranîn: Em ê xeyalên wî pêk bînin
11:16 Ji Malbata Şenyaşar parvekirina Erdogan: Wê rastî zû dereng derkevin holê