Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a 2'yemîn li Beyrûdê dest pê kir

  • jin
  • 14:09 30 Tîrmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a 2'yemîn bi dirûşma "Bi yekîtiya jinan em ê şoreşa demokratîk pêk bînin" li paytext Beyrûdê dest pê kir.

 
Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a 2'yemîn bi beşdariya zêdeyî 100 delegeyên ji bajarên cuda yên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, li paytexta Lubnan Beyrûdê dest pê kir. Konferans wê 2 rojan dewam bike û rewşa heyî ya Rojhilata Navîn bê nirxandin û danheviya têkoşîna jinan a li herêmê bê parvekirin.
 
Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ku cara ewilî sala 2013'an li Amedê pêk hat, îro li Beyrûdê serê sibehê bi peyaman dest pê kir. Bi navê Komîteya Amadekar Hanan Osman axivî û Koordînasyona KJK'ê, Yekîtiya Jinanî Kurdistan ku rêxistina jinan a YNK'ê ye, ji Şengalê Tevgera Azadiya Jinê ya Êzidxanê (TAJÊ) û bi navê girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyê jî Leyla Guven peyam şandin.
 
ŞER-NAKOKÎ Û ROLA JINAN
 
Di rûniştina destpêkê ya konferansê de krîzên heyî yên li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê û rola jinan hatin nîqaşkirin. Ji Yemenê Anjela Al Mumary rûniştina destpêkê bi rê ve bir û ji Lubnanê ji Saziya Jinê ya Jîn Buşra Alî, ji Îranê Meryem Zolfagharîanalîabad, ji Fasê Hatîce Riyadî û ji Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Lîna Bereket axivîn.
 
Buşra Alî bi sernavê "Şer-nakokiyên 10 salên dawî û rola me" axivî û bal kişand ser Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku di navbera hêzên kapîtalîst ê global û dewletên herêmê yên statukoparêz de diqewime. Alî diyar kir ku aloziya salên dawî parçeyek ji vê rewşa 10 salên dawî ye û destnîşan kir ku li gel van aktoran weke dînamîka sêyemîn jî bi pêşengiya jinan têkoşîna civakî tê meşandin. Buşra Alî destnîşan kir ku têkoşîna azadiya jinan a li herêmê bi qasî ku pêşengî ji têkoşîna azadiya civakî re kir wê bi ser bikeve.
 
'HEWLDANÊN RÊXISTINBÛNÊ YÊN LI ÎRANÊ ZÊDE NE'
 
Parêzvana Mafên Mirovan a li Îranê Meryem Zolfagharia jî bi mijara "Li herêmê netewe-dewlet û rastiya desthilatdariyê" axivî û bi taybetî bal kişand ser bandora zayendîperestî, olperestî û neteweperestiyê. Zolfagharia di vê çarçoveyê de rewşa li Îranê nirxand û anî ziman ku li Îranê temenê zewacê weke 13 hatiye diyarkirin, lewma zewicandina di temenê zarokatiyê de zêde bûye. Meryem Zolfagharia anî ziman ku zextên giran li aktîvîstên jin tê kirin û rewşa girtiya siyasî Zeynep Celaliyan bi bîr xist. Zolfagharia her wiha destnîşan kir ku niha li Îranê hewldanên jinan ên ji bo rêxistinbûnê zêde ye.
 
'DESTAVÊTIN WEKE AMÛREKE ÊŞKENCEYÊ TÊ BIKARANÎN'
 
Ji Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Lîna Bereket jî bal kişand ser bandora şer ku li jinan dibe. Bereket diyar kir ku bi taybetî tundiya li dijî jinan zêde bûye û destavêtin jî weke amûreke zext û êşkenceyê tê bikaranîn. Bereket diyar kir ku ji bo fihûşê jî argumanên olî tên bikaranîn. Bereket her wiha têkildarî bûyerên tundiya li jinên li Sûriyeyê hin dane parve kir. Li gorî vê yekê ji sedî 40 ê penaberên Sûriyeyî jin in. Yek ji çar parên jin ên penaber jî bi tena serê xwe zarokên xwe xwedî dikin. Di encama vê yekê de jî zewicandina di temenê zarokatiyê de zêde bûye.
 
Konferansê bi rûniştina bi sernavê "Li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê danheviyên têkoşînê yên jinan" dewam dike. Rûniştin ji aliyê rojnamevana Misrî Noûr El Hoda Zakî ve tê birêvebirin û ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Koçyîgît, Parlamentera HDP'ê ya Hatayê Tulay Hatimogûllari, ji Lubnanê Heyat Mîrşad, ji Urdunê Îman el Huseyîn û ji Iraqê jî Şamîran Odesho tevlî bûne.
 
Ji Lubnan, çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye, Misir, Yemen, Tûnis, Sûdan, Efganistan, Urdun, Lîbya, Fas û Fîlîstînê jinên rêxistinbûyî tevlî konferansê bûne.

Sernavên din

31/07/2021
09:47 Malbata kurd a hat qetilkirin wê li Goristana Saraçoglû bê definkirin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 247'emîn de dewam dike
09:00 30 sal in girtî ye, ji ber hevdîtin bi malbatê re nekiriye, nayê berdan!
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:51 Cenazeyê Taş û Ûlûgana piştî 93 rojan radestî malbatên wan kirin
30/07/2021
23:59 Cizîrê êrîşa nîjadperest a li Konyayê şermezar kir
23:29 Sancar: Berpirsiyarê sereke yê vê komkujiya hov îqtidar e
21:38 Parêzerê malbata hat kuştin: Êrîşkaran cesaret ji bêcezatiyê girt
21:08 HDP têkildarî êrîşa nîjadperest a li Konyayê bi awayekî 'lezgîn' li hev civiya
21:03 Li Cizîrê panela 'Celadet Alî Bedirxan'
20:29 Li Konyayê cara dudoyan êrîş birin ser heman malbata kurd: 7 kes hatin qetilkirin
19:21 Ji HDP'ê kampanyaya aşiyê
16:38 Temellî: Muxatabê çareseriyê Birêz Ocalan e
14:55 Gunay: Îqtidara ku bi jetên taybet diçe her deverê nikare şewatê vemirîne
14:20 Agir bi daristanê qişleya leşkerî ket
14:13 Hikûmetê di şewatê de jî çav berdaye berîka gel
14:09 Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a 2'yemîn li Beyrûdê dest pê kir
13:54 DEDAŞ’ê panoyên ceryanê di nîveka peyarêyan de çêkir
13:53 Ji ber şewatan li 4 bajaran bi dehan gund hatin valakirin
13:32 Li Geverê 2 ciwan bi zorê birin herêma operasyonê
13:26 Li Marmarîsê di mehekê de 2 caran êrişî HDP’ê kirin
13:24 Jina karker ji nexweşîna Kirim Kongo jiyana xwe ji dest da
12:33 Ferît Şenyaşar: Bila dozger beriya betlanê edaletê bicih bînin
12:18 Kesên li Geliyê Sefo hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
12:10 Mexdûrên lehiya Elbakê: Çima vê cihêkariyê dikin?
11:43 Li Baglûmê malên Kurdan tên hilweşandin
11:16 Têkildarî şewata li Marmarîsê zanyariyek nû
10:43 Wezîr Çavûşoglû hat şermezarkirin
10:02 Rektorê Zanîngeha Marmarayê Ozvar tayînî Serokatiya YOK’ê hat kirin
09:22 Binarê Qendîlê û Zînî Wertê hatin bombebarankirin
09:21 Nûnerên PYD'ê hatin berdan, lê nûnerê Rêveberiya Xweser nehat berdan
09:06 Greva birçîbûnê di roja 246'emîn de dewam dike
09:06 Îmîr: Em pêşî li ber qirkirina xwezayê bigirin
09:06 'Berî ku cenazeyê wî derkeve bila hin gav bên avêtin'
09:06 Penaberên efxan ên dane ser rêya koçberiyê: Birçîbûn, tîbûn, sefalet
09:06 Geliyê Mûnzûrê bi talûkeyekê re rû bi rû ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2021'A
29/07/2021
23:46 Olûç: HDP berxwedan e, hûn nikarin bigirin
22:13 Li Erzînê mîtîng: Tecrîdê rakin
20:48 Di 24 saetên dawî de 60 kesên din jî mirin
17:02 7 roj in Herêma Şênê dişewite
16:45 Aydenîz: Navnîşana çareserkirina pisgirêka kurd Girava Îmraliyê ye
15:32 Gerînendeyê Giştî yê Cûmhûriyetê îstifa kir
14:32 Sancar û Aydeniz li Norşîn û Bedlîsê serdana esnafan kirin
14:26 Boztaş ê rastî êrişê hat ji nexweşxaneyê derket
14:12 Di lehiya Wanê de sewal mirin û erdan xesar dît
13:27 HDP li Samandagê ye: Em ji vê desthilatê bi gazind in
13:07 Parêzerê Malbata Şenyaşar: Daraz di nava tirsê de ye
13:07 Sancar: Hêza me ya ku hevsengiyên siyasî diyar bike heye
11:06 Malbata kurd êrişa ku li wan hat kirin vegot: Polis ne aliyê me li aliyê êrişkaran bû
11:01 Êrişî balyozxaneya Amerîkayê hat kirin
10:12 Li DYA’yê bi pileya 7.2 erd hejiya
09:07 Greva birçîbûnê di roja 245'emîn de dewam dike
09:07 Çemê Reş ziwa dibe
09:07 Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Ji bo cenazeyan demildest divê heyetek biçe Efrînê
09:07 Siyasetmedar Mahmûd: Dê yekîtiya neteweyî pêşî li ber dagirkeriyê bigire
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan ji sedî bû hezar
09:07 Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê ji bo derzîbûnê bang kir
09:07 Birayê karkerê çandiniyê yê jiyana xwe ji dest da: Mirina me, polîtîkayeke dewletê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:57 Ji bo Ocalan serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan
28/07/2021
23:24 Li Wanê lehî rabû: 2 şivan winda ne
21:22 76 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:18 Li Enqereyê li hemberî malbateke kurd êrîşeke nîjadperest
21:05 Bakırhan: HDP gel e, serî natewîne
17:13 Şewata li Zozanên Şênê bi rojane dewam dike
16:46 Dibin çavan de perdeya guhê wî teqandin, di girtîgehê de îşkencê lê kirin
16:42 Li Çewlikê bi pîleya 4,3 erdhej çêbû
16:41 Li Manavgatê şewat gihîşt navenda navçeyê
16:17 Sancar û Aydeniz li Agiriyê bi coş hatin pêşwazîkirin
15:57 HDP'ê Yenî Şafakê derewand
15:57 Rapora girtîgehên Herêma Marmarayê: Tecrîd û îzolasyon kûrtir bûye
15:00 Li Amedê seferberiya 'Em derzî bibin û şewbê derbas bikin'
14:33 Di civîna DÎTAM’ê de banga ‘pêvajoyek nû’ hat kirin
14:22 'Roboskî şerm û birîna bixwîn a vê xakê ye'
14:14 Rapora girtîgehên Anatoliya Navîn: Lêdan, zext û qedexe zêde bûne
14:03 Serap Avci ya îşkence lê hat kirin: Dengê min bibihîzin
13:23 Piştî teqîna li Geverê gelek kes hatin binçavkirin
13:09 Egîtîm Senê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:35 Meclisa Malbatên Şehîdên Efrînê: Divê cihê cenazeyan bê tespîtkirin
11:58 CFWIJ’ê li dijî tundiya polisan kampanya îmzeyan da destpêkirin
11:31 Îttîraza Tirkiyeyê ya doza êrişa parastvanên Erdogan hat redkirin
10:49 Pirsa kembûna derziyê ya li bajarên kurdan "Qebe û bi êş" hat hesibandin
10:39 Derbarê Şaredarê Bolûyê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:04 Nahît Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêdivî bi pêvajoyek nû heye
09:54 Hewraman di lîsteya UNESCO'yê de ye
09:39 Talîbanê komedyen afgan Khasha Zwan kuşt
09:02 Jin tevna rêxistinbûyînê berfireh dikin
09:02 Polîsan gef li belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê xwar
09:02 Dê mexdûrên erdheja Îzmîrê çalakiyeke girseyî li dar bixin
09:02 Greva birçîbûnê di roja 244'emîn de dewam dike
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2021'AN
27/07/2021
22:36 Olûç: HDP gotina berxwedana birûmet e, nayê girtin
21:52 Bakirhan: Meseleya kurdî heger çareser bibe dê bi piştevaniyê çareser bibe
20:18 19 hezar û 761 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 HDP'î çûn gundên Bêşebabê
19:05 Projeya wêjeyê Belongings li benda beşdarên xwe ye
18:24 Beştaş: Em ê tecrîdê jî bişikînin û aştiyê jî bînin
16:45 Kûrtûlan Gefên li girtiyan tên xwarin ji Wezîr Gul pirsî
16:42 Li Geverê li dijî dolmîşa leşkerî teqîn pêk hat