Banga ji bo Mîtînga zadiyê: Divê Amed ji bo aştiyê misyona xwe bilîze

  • rojane
  • 19:00 7 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - Endamên partiyê ji hemû aliyan ve banga Mîtînga Azadiyê ya ku wê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin kirin ku Amed ji bo aştiyê rol û misyona xwe bilîze. 
 
Xebatên mîtînga ku bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk wê di 13’ê Cotmehê de li Amedê bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin, em li Amedê ji bo azadiyê li hev dicivin” bê lidarxistin, bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de îro li hemû navçeyên Amedê xebat bênavber berdewam kirin. Di serdanan de belavok hatin belavkirin û gel ji bo mîtîngê hat vexwandin. 
 
BİSMİL
 
Li Navçeya Bismilê ya Amedê Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Zeynep Oduncu, hevşaredarên navçeyê û endamên partiyê esnafan ziyaret kir. Di ziyaretê de ku li kolana Îstasyonê û taxa Tepeyê pêk hat de, ji her kesî hat xwestin ku tev li mîtînga ku wê li Amedê li dijî bêhiqûqiyê bê lidarxistin bibin. Oduncu, bal kişand ser wate û girîngiya mîtîngê û diyar kir ku bêyî şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, mirov nikare li welat behsa demokrasî û edaletê bike. Oduncu got: “Di mîtîngê de ku em ê li Amedê li dar bixin, ji bo li welatê me edalet û aştî pêk were, divê em tevlîbûneke xurt bikin. Heya ku li welatê me demokrasî û edalet pêk neym, başkirina rewşa aborî ne pêkan e. Di vî warî de divê em bi îradeyeke xurt beşdarî mîtînga Amedê bibin."
 
KARAZ
 
Li navçeya Amed Karazê gel û esnaf hatin ziyaretkirin û banga mîtîngê hat kirin. Parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez, hevserokên bajêr  navçeyê belavok belav kirin. Parlamenter Îrmez di belavkirina belavokan û serdana esnafan a li navenda navçeyê de axivî û got: “Divê gelê Amedê di 13’ê Cotmehê de ji bo aştiyê rol û mîsyona xwe bilîze. Divê biherike Qada Îstasyonê." 
 
HÊNÊ
 
Li navçeya Hênê ya Amedê Parlamentera bajêr Adalet Kaya û kesên pê re esnafan ziyaret kirin. Kayayê li vir axivî û got: “Aştî bi azadiya birêz Ocalan pêkan e. Ji ber vê yekê pêwîst e em hemû li qada mîtîngê vê peyamê bidin hemû cîhanê." 
 
YENÎŞEHÎR
 
Heyeta ku ji Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş, Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray û endamên Meclisa DEM Partî û DBP'ê pêk dihat, çûn serdana saziyên sivîl ên bajêr. Heyet ewil çû serdana Baroya Amedê. Heyet bi Serokê Baroya Amedê û parêzerên wê re hevdîtin pêk anî. Beştaş li vir axivî û bang li parêzeran kir. Beştaş tecrîdê wekî qedandina hiqûqê bi nav kir û bi bîr xist ku 44 meh in destûr nayê dayîn ku hevdîtin bên kirin. Beştaş asta ku tecrîd gihaştiyê wekî asta dawî bi nav kir û pîvana wê ya hiqûqî nirxand. Beştaş bal kişand ser bêhiqûqiyên li girtîgehan pêk tên û girîngiya mîtîngê.
 
Heyet piştî axaftinan Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinhetkaran a Amedê (DESOB), Şaxên Sendîkaya Genel ya DÎSK'iyê ya Hejmar 1 û 2, Koordînasyona TMMOB'ê ya Amedê û herî dawî Platforma Şaxên KESK'ê ya Şaxên Amedê ziyaret kir.
 
SÛR
 
Rêxistina Navçeya Sûrê ya DEM Partiyê, Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol, Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Rêxistina DBP'ê ya Navçeya Sûrê û endamên MYK'ê ji bo mîtînga Sûrê bang kirin û belavok belav kirin. Heyet li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Sûrê li hev civiya û li Çarşiya Şewitî, Bazara Penîrfiroşan, Xana Hesen Paşa, Bazara Zêrîndaran û Kolana Gaziyê esnaf û gel ziyaret kir û ew vexwendin mîtîngê.
 
FARQÎN
 
Rêxistina Navçeya Farqînê ya DEM Partiyê, Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren, Hevşaredarê Farqînê Kadrî Esen û endamên meclisê esnafên Farqînê ziyaret kirin û banga tevlîbûna mîtînga 13'ê Cotmehê kirin. Eren di serdanan de bal kişand ser girîngiya mîtîngê û ser polîtîkayên şer û tecrîdê yên desthilatê û destnîşan kir ku divê mîtîng xurt bibe.

Sernavên din

20:17 Jin di têkoşînê de bi israr in: Em ji bo edalet û azadiyê li her derî ne
19:16 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran hatin binçavkirin
19:00 Banga ji bo Mîtînga zadiyê: Divê Amed ji bo aştiyê misyona xwe bilîze
18:41 11 roj in tu agahî ji Kabaîşê nayê girtin
15:39 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê de’ ji bo girtiyên nexweş bang
15:22 Komxebeta Tenduristiyê ya Girtîgehan: Girtiyên hatin berdan serpêhatiyên xwe vegotin
14:48 DFG’ê bang kir ku ‘Pêşî li qetilkirina rojnamevanan bê girtin’
14:26 Xwendekaran qetilkirina jinan protesto kirin
14:25 Rêveberên DEM Partiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:04 Pitika bi navê Sila ku êrişa zayendî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
13:55 KESK dê li dijî polîtîkayên aboriyê yên hikumetê dakeve qadan
13:02 Massimo D’Alema: Clînton li min geriya, got ‘Ocalan bidin Tirkiyeyê’
12:34 Bernameya ‘mitînga azadiyê’ diyar bû
12:29 Li Îzmîrê êrişî jinekê hate kirin: Bi giranî birîndar bû
11:42 Temellî: Li Tirkiyeyê şer tê gurkirin
10:56 Xebata madenê ya li Pîrejmanê zirarê dide xwezayê
10:38 MKG: Em ê xwedî li rojnamevaniya kurdî derkevin
10:30 Li Korta Kasorê nerazîbûna li dijî madenê: Em axa xwe nadin we
09:01 Sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê: 32 sal in bêhiqûqiya li ser bavê min didome
09:01 Li Wanê dema firotina guhîjan e
09:01 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê bi sedhezaran kes ji bo çareseriyê li Amedê bin
09:00 Emekçî: Rehenda hiqûqî ya komployê ji demboriyê re dihêlin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2024'AN
08:39 Xwebûn bi manşeta 'Komplo ne rojek e, pêvajoyek e' derket
06/10/2024
21:44 Hunermendan qetilkirina jinan şermezar kir
21:23 Can: 26 sal in li Îmraliyê sansûrek bêmînak heye
21:00 Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir
20:52 Li Îranî seferên balafiran hatin betalkirin
18:39 TJA: Divê em ji bo ewlehiya xwe werin cem hev
17:33 ‘DAIŞ ket yên xwedî lê derketin jî wê bikevin'
17:10 Li Korta Kasorê nerazîbûna dijî madenê: 60 gund bi tinekirina avê re rû bi rû mane
16:16 Li navçeyên Amedê seferberiya ji bo 'Mitînga Azadiyê'
15:26 Li Amedê bertek nîşanî kuştina jinan dan
15:07 Ji Bakirhan daxuyaniya Destûra Bingehîn: Em ji muzakereyê re jî ji têkoşînê re jî hene
13:45 Çîçek: Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gefê li tenduristiya civakê dixwe
13:15 'Kobanê rûmeta me ye'
13:04 Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e
11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye
09:12 Di şerekî herêmî yê gengaz de çi li benda kurdan û Kurdistanê ye?
09:01 Siyasetmedarên jin: Em di 13'ê Cotmehê de li dijî komployê biherikin Amedê
09:01 Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e
09:01 Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe
09:00 Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
14:56 Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
14:54 Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê
14:51 Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
14:44 Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
14:35 Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir
14:35 MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
14:11 Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
14:00 Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:50 Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
13:45 Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
13:26 DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
13:08 Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
13:05 Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
12:44 Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir