Ferdê malbata Dedeogûllari yê sax ma: Bûyer piştî heqaret li kurdan hat kirin dest pê kir

img
KONYA - Çetîn Dedeogûllari ku ji malbata xwe bi tenê sax maye, anî ziman ku bûyera di sala 2010'an de ji ber heqareta li kurdan rû daye û xwest kesên rê li ber vê vekirine û fînansorên bûyerê bên dîtin. 
 
Li navçeya Meram a Konyayê di êrîşa nîjadperest a li hemberî malbata Dedeogûllari ya ji Qersê de, 7 kes hatin qetilkirin. Kujer Mehmet Altûn 5 roj in nehatiye dîtin. 
 
Ferdê malbatê Çetîn Dedeogûllari û parêzerê malbatê Abdûrrahman Karabûlût, di çarçoveya lêpirsaîna Serdozgeriya Komarê ya Konyayê de îfade dan. 
 
Çetîn Dedeogûllari ku ji malbatê tenê ew sax maye di îfadeya xwe de aniye ziman ku rageşiyya di sala 2010'an de di navbera wan û malbata Keleş û Çalikê de rû daye, ji ber heqareta li kurdan bûye û ji ber êrîşên li ser malbata wan kamera li mala xwe bi cih kirine. 
 
Çetîn Dedeogûllari di îfadeya xwe de ev tişt gotin: "Ez, ji sala 2004'an ve li Îngîltereyê dijîm. Li wir kar û barên înşeatê dikim. Havînan ji bo betlaneyê têm Tirkiyeyê. Yaşar û Îpek Dedeogûllari dê û bavên min in. Serap, Metîn, Bariş, Serpîl û Sîbel Dedeogûllari jî xwişk û biraên min in. Bi qasî tê bîra min ez îsal di 14 an jî 15'ê Gulanê de hatim Tirkiyeyê û heya 26'ê Tîrmehê li cem malbata xwe mam. Di 12'ê Gulana 2021'ê de di navbera malbata min û malbata Keleş û xizmên wan malbata Çalik de bûyerek çêbûye. Min bi xwe ev bûyer nedîtiye. Wê çaxê ez li derveyî welêt bûm. Paşê bi qasî hûn bûm ku kesên din êrîş birine ser malbata min û di vê êrîşê de birayê min Metîn bi giranî û xwişk û birayên min ên din jî birîndar bûne. Ji bo vê êrîşa di 12'ê Gulana 2021'ê de rû da, tu sedem nehatiye diyarkirin. 
 
Hisûmeta ewil a di navbera malbata min û malbat din de, di sala 2010'an de dest pê kiriye. Malbata min 20-25 sal berê hatiye vî xaniyî. Gava malbata min hat vira, malbata din hê ne li van deran bû. Li gor texmîna min ev malbata, piştî malbata min bi çend salan hatiye vira. Gava ez bi bûyera 12'ê Gulanê hesiyam, çend roj şûn de hatim Tirkiyeyê û min kamera bi xaniyê malbata xwe ve vekirin. Gava min ev kamera bi cih kiri, ji bo jiyana taybet a malbata Keleş binpê nekim, min berê kamerayê da baxçeyê me. Di dema bûyera 22'yê Gulana 2021'ê de ez li cem malbata xwe bûm. Jixwe bûyer danê sibehê çêbûbû. Hêla din beleheq belesebeb heqaret li malbata min kir û gef lê xwarin. Wê çaxê min tu îfade nedan. Lê niha gava ez bi berfirehî lê difikirim, çendî min got me kamera di 15-16'ê Gulanê de bi cih kirine jî, lê niha hat bîra min me kamera di 24'ê Gulanêd e bi cih kirine. 
 
Di bûyera 22'yê Gulana 2021'ê de kamera tune bûn. Jixwe min ji ber êrîşên vê malbatê kamera bi cih kirin. Mexsed gava êrîş çêbibin, delîl hebin. Bi qasî tê bîra min ji xeynî bûyera 12'ê Gulana 2021'ê û bûyera 22'yê Gulana 2021'ê tu bûyer di navebar her du malbatan de çênebûye. Beriya êrîşa çekdarî ya 30'yê Tîrmeha 2021'ê de li Taxa Saraçoglû li cem kalê xwe Rifat Rifatoglû bûm. 
 
Yanî roja bûyera 30'yê Tîrmeha 2021'ê ez ne li mal bûm. Ez ê wê çaxê biçûma derveyî welat. Bilêta min a balafirê di saet 24.00'an de bû. Ez ê biçûma Ûkrayna. Lewma ez ê nîvro bi trênê biçûma Enqereyê. Gava li balafirgehê bûm, biraziyên telefonî min kirin û ev bûyer ragihandin. Ez cardin vegeriyam Konyayê. Ez Mehmet Altûn nas nakim ku dibêjin kiryarê sereke yê êrîşa çekdarî ye. Nizanim bê ka hisûmeta vî kesî bi malbata min re heye yyan na. Derbarê vê de kesî tiştek ji min re negotiye. Bes gava birayê min Bariş çûye çarşiyê hin kesan ji jê re gotiye 'Ayşe Keleş girtiye, lê tu li derve digerî.' Ayşe Keleş ji ber bûyera 12'ê Gulanê hatiye girtin. Bazara sêşemê ya Bariş çûyê, piranî cihê bazarvanên Bozkirlî ye. Van bazarvanan ev tişt jê re gotine. Lê ne bihîstiye ku beriya bûyerê Mehmet Altûn tiştekî wisa ji malbata minr e gotiye. Dixwazim kesên rê li ber vê bûyerê vekirine û tiliya wan di kuştina malbata min de hene û kesên bên dîtin. 
 
Dixwazim di warê hisûmeta sala 2010'an de jî çend tiştan bibêjim. Tu eleqeya wê bûyerê bi pisîk û nizam çi re tune ye. Bavê min rehmetî Yaşar wê çaxê erdekî îcare dike. Ev erd, nêzî yê Lutfî Keleş e. Lutfî Keleş wê çaxê ji bo kar û barê erd doza alîkariyê li bacê min dike. Gava kar diqediya, bi hev re rûdiniştin, çay vedixwarin û guh li radyo dikirin. Gava di radyoyê de nûçeyek derbarê bûyerên li herêmê de tê raghandin, Lutfî Keleş çêr li kurdan kiriye. Gava çend caran li se rhev dubare dike, bavê min Yaşar jî hew îdare dike û dibêje 'Tu çawa radibî çêrî kurdan dikî, ez ê te sinkaf bikim.' Ji Lutfî Keleş re gotiye hemû kurd ne PKK'yî ne. Bûyer heya qereqolê çûye. Li wir ser wê hatiye girtin. Bavê min Yaşar bi xwe ev bûyer ji min re gotibû. 
 
Her wiha dixwazim vî tiştî jî bibêjim. Piştî Ayşe Keleş tê berdan, gef û heqaretên vê malbatê zêde bûne. Xwişkên min ev yek ji min re gotin. Bavê min tim digot, gava Ayşe Keleş hatiye berdan, tim hewl daye rageşiyê zêde bike. Biraziyekî Lutfî, kurê Harûnê zêrker jî heye. Derbarê vê mijarê de pir ne serwext im. Lê em wisa difikirin ku dibe ku ev fînansorê vê bûyerê be." 
 
Dê parêzerê me têkildarî lêkolînkirina vê mijarê û hin xusûsên din de daxwaznameyekê bide. Dixwazim xusûsên di daxwaznameyê de ku dê parêzerê me binivîse, bên lêkolînkirin." 
 
MA / Berîvan Altan

Sernavên din

05/08/2021
15:27 Meclisa Jinan a HDP'ê: Desthilat agirê civakî geş dike
15:09 10 kesên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:03 Li Çûkûrovayê bertek nîşanî êrişên nijadperest dan
15:02 Platforma Li Dijî Dagîrkeriyê banga seferberiyê li gelê kurd kir
13:38 Li Berwarî û Tilo agir bi daristanan ket
13:18 Şewata li Çiyayê Cûdî derket bixwe vemirî
13:14 Li dijî Şeladiz û Behdînanê êrişên hewayî Pêk hatin
13:08 Li Wanê penaberekî mirî hat dîtin
13:04 Umîtcan Ûygûn ji mirina biguman a jinekê hat binçavkirin
12:14 Parêzerê Malbata Şenyaşar: Dosyayê vekin, faîlan bigirin
11:59 Girtî li dijî lêgerîna nava dev di çalakiyê de ne
11:54 Li herêma operasyonê teqîn
11:40 Li Aydinê koma nîjadperest ku rê girt 3 kesan lînç kir
11:22 Li Cizîrê 2 bijîjk rojê li 250 nexweşî dinêrin!
11:16 Mexdûrên lehiyê bertek nîşanî hikumetê dan: Konek tenê jî nedan
10:30 Koçyîgît: Me bi tifaqê gava ewil a şoreşa jinê avêt
10:23 Daneyên meha tîrmeya yên Jinnewsê: 27 jin hatin qetilkirin
09:31 Li Omeriya qedexeya derketina kolan hat îlankirin
09:04 Greva birçîbûnê di roja 252'yemîn de dewam dike
09:04 Qeyûm ji bo Fermandariya Hidûdê avahiyê çêdike
09:04 Li Elkê amûra kişandina giya: Parxel
09:04 Mûsa Çîtîl gilî kir, derbarê rojnamevan Kanbal de îdianame hat amadekirin
09:04 Li Antalyayê komên biçek rê dibirin
09:03 Hevserokê ÎHD'ê: Di hemû krîzan de kurd dibin hedef
09:03 150 roj in li edaletê digerin!
09:02 ‘Niyeteke dewletê ku pêşî li ber şewatan û êrîşên nîjadperest bigire tune ye'
09:02 Çoçellî bi xetereyeke ekolojîk re rû bi rû ye
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2021'Ê
04/08/2021
23:55 Li Çorûmê bi kêran êrîş birin ser karkerên demsalî yên ji Rihayê
21:02 Kujerê komkujiyê piştî 6 rojan hat zevtkirin
18:38 Li Bazîdê meş: Muxatab Ocalan, navnîşa Îmralî ye
17:10 Ji KCK'ê daxuyaniya şewata daristanan
16:56 Êrîşên ser rojnamevanan hatin şermezarkirin
16:56 Serdanên şîna malbata Dedeogûllari didomin
16:49 Li Dortyolê jÎ şewata daristanê derket
16:19 HDK bi pêkhateyên kongreyê yên nûnerên jin re hat gelhev
16:17 Parêzerê malbata Dedeogûllari: Komkujî li ser koma WhatsAppê hatiye plankirin
16:03 Temellî: Bi diwarên sînor tê xwestin ku herêm ji mirovan bên xalîkirin
16:03 OHD’ê rapora girtîgehên Marmarayê parve kir: Bila tecrîd bê rakirin, bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:10 Li Amedê 3 gundan kirin qarantînayê
14:49 Haytaoglû ya hatibû qetilkirin hat definkirin
14:41 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
14:34 Li çiyayê Cudî şewat derket
14:29 Xizmên girtiyan: Tecrîdê demildest rakin
13:22 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
13:20 Emîne Şenyaşar tevlî nobetê nebû: Dayika min êdî vê zilmê ranake
12:25 Rapora meha tîrmehê: Tundî li 15 rojnamegeran hat kirin
12:11 300 penaberên di TIR’ê de hatin girtin dê werin dersînorkirin
12:10 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:28 Li Eyn Îsayê 3 jê zarok 4 kes hatin qetilkirin
11:24 Di otobusê de êrişa zayendî: Mewin hat girtin
11:17 Şewatên li Xozat û Pîranê vemirîn
10:39 Malbata êrişkar hat girtin lê ew bi xwe nayê dîtin
10:38 Li Amedê di 24 saetan de 14 kes mirin û 2 hezar kes jî bi nexweşiyê ketin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 251'emîn de dewam dike
09:01 Şahidê teqîna li Geverê: Em çûn em eskeran xelas bikin, em gulebaran kirin
09:01 ‘Di warê aşiyê de baweriya bajarên herêmê bi dewletê tune ye'
09:01 'Li deverên tên şewitandin otêl û qereqol bilind dibin'
09:01 Ozûgûrlû: Navnîşana nû ya DYA'yê Asya Pasifîk e
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2021'Ê
03/08/2021
23:43 Li Yewnanîstanê bi meşekê komkujiyên nîjadperest şermezar kirin
20:42 Ji bo kesên li Şengalê hatin qetilkirin bîranîn û meş
18:54 Bernameya meha Tebaxê ya KCD û DBP'ê diyar bû
18:37 Ferdê malbata Dedeogûllari yê sax ma: Bûyer piştî heqaret li kurdan hat kirin dest pê kir
16:30 Ferît Şenyaşar: Wê yan mirin an edalet me ji vir veqetîne
16:24 ‘Em jinên ku destên xwe dirêjî rojê kirin silav dikin’
16:20 Bang kirin ku 3'yê Tebaxê bibe Roja Tekoşîna Dijî Qirkirina Jinê
16:00 Li Cizirê mirina zarokekî ya bi guman
15:06 Li Egeyê şewatên daristanan belav dibin: Hejmara miriyan derket 9’an
15:05 Platforma Elewiyan a Edenê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
14:48 Rêxistinên Hiqûqê: Li dijî êrîşên nijadperest em li cem kurdan in
14:46 Îşkenceya li Iraq û Herêma Kurdistanê ket raporên NY'yê
14:15 Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê banga îstîfayê li desthilatê kir
13:54 Li Erdîşê hevdîtina gel: Rêya çareseriyê Îmralî ye
13:09 Walîtiya Dersimê ku nikare agir vemirîne daristanan qedexe kir
12:59 Endamê Meclîsa HDP’ê Dûrdû giliyê Yenî Şafakê kir
12:55 Çetîn Dedeogûllari ku ji komkujiyê sax filitî wê îfade bide
12:33 Ji bo Şengalê 5 deqe jiyan rawestiya
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:22 Fîlmê ku berxwedana jinên êzidî vedibêje sûc hat hesibandin
12:21 TJA: Bila 3'ê Tebaxê weke "Roja Çalakiya Dijî Qirkirinê" bê îlankirin
11:56 HDP: Divê Qirkirina Êzidiyan bê naskirin
11:48 Hevserokê HDP'a Konyayê: Zimanê siyasetê êrişên nîjadperest pêk tîne
11:34 Li Geverê berîvanan bi zorê canê xwe ji lehiyê xelas kirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Li çar aliyên welat qêrînên edaletê bilind dibe
10:56 Nûçeya ‘Li Buyukadayê binçavkirina sabotajê’ derew derket
10:55 Di meha tîrmehê de 20 jin hatine qetilkirin
10:38 Li Dersimê leşker zarokekê tacîz kir
10:36 Parlamenterê AKP'ê yê çû herêma lehiyê: Çima HDP alîkarî nake?
09:44 Akdenîz: Nîjadperestiya ku bi ser penaberan de tê kirin li kurdan dide
09:26 Rojnamevan Sezgîn ê hat îşkencekirin: Ev polîtîkayeke dewletê ye
09:17 Greva birçîbûnê di roja 250'yemîn de dewam dike
09:07 Amerîka wê 24 dîplomatên rûs der sînor bike
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2021'AN
02/08/2021
21:28 Bi çalakiya rûniştinê êrîşên nîjadperest şermezar kirin
21:21 Kesê ku Haytaoglûyê qetil kir hat girtin
21:17 22 hezar û 898 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:14 15 HDP'iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:43 Li Geverê jî lehî rabû
19:30 Heyeta HDP'ê li Çardêranê welatiyên ji ber lehiyê mexdûr bûn ziyaret kir