Katircioglû: Ocalan ji ber ku got 'Ez ê pirsgirêka kurd çareser bikim' tê tecrîdkirin

  • rojane
  • 09:03 17 Tebax 2021
  • |
img

STENBOL - Parlementerê HDP'ê Erol Katircioglû, anî ziman ku piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gotiye "Ez ê pirsgirêka kurd di nav hefteyekê de çareser bikim" polîtîkaya tecrîda giran ketiye dewrê. Katircioglû, destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê li ser neçareserkirinê hatiye avakirin. 

 
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Erol Katircioglû, polîtîkayên tecrîdê nirxandin. Katircioglû, anî ziman ku pirsgirêka herî sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka kurdî ye û heya ev pirsgirêk çareser nebe, ne pêkan e ku mirov behsa pêşektina demokrasî û aboriyê bike. Katircioglû, destnîşan kir ku polîtîkaya dewletê ya derbarê kurdan de, hem kurdan hem jî gelên din ê Tirkiyeyê pir mexdûr kiriye. 
 
REWAKIRINA BÊHIHÛQÎTIYAN 
 
Katircioglû, destnîşan kir ku pirsgirêka kurdî di rewakirina bêhiqûqîtiyan de faktoreke girîng e û pergala qeyûm a bi rêya şaredariyên HDP'î hat 'rewakirin', li ŞAredariya Yalova û Zanîngeha Bogazîçiyê jî xwe da der û ev pergal êdî li rojavayê Tirkiyeyê jî tê pêkanîn. Katircioglû, bilêv kir ku pirsgirêka kurdî, pirsgirêka hevpar a tevahiya civakê ye û got: "Heya ev pirsgirêk çareser nebe, ne pêkan e ku Tirkiye pêş bikeve. Dibêjin, 'mesafeyê deynin navbera xwe û PKK'ê.' Ev tiştekî derî rastiyê ye. Em ê çawa mesafeyê deynin navbera dê û alwekî, bav û keçekê. PKK'yî, zarokên vê civakê ne. Di destên hemûyan de nasname hene. Lewma tişta divê bê pirsîn, ew pirs e ku ji bo çi PKK heye. Çima ev serîhldan pêk tê? Tirkiye divê vê ekê nîqaş bike. Tirkiye heya ku vê pirsgirêkê çareser neke, dê nikaribe pirsgirêka demokrasiyê jî çareser bike." 
 
OCALAN Û WELATÊ HEVPAR 
 
Katircioglû, diyar kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurdî bandoreke pir neyînî li aborî, siyaset, çand û hunerê dike û ji bo çareseriyyê divê pergalek bê avakirin ku hemû derdorên cuda bi hev re bijîn. Katircioglû, anî ziman ku heya çareserî pêk neyê dê cihêkarî û pirgsirêk kûrtir bibin, lewma pêdivî bi hevrûbûyînekê heye. Katircioglû, destnîşan kir ku ev ax ne ya derdorekê ya her kesî ye û got: "Birêz Ocalan, ev tişt gotin. Li welatê hevpar, siaseteke li ser asasên wekheviyê divê." 
 
TECRÎD Û ROLA OCALAN 
 
Katircioglû, diyar kir ku Ocalan ji ber ku got "Ez ê pirsgirêka kurdî di nav hefteyekê de çareser bikim" hatiye tecrîdkirin û got: "Lê ev çareseriyê naxwazin. Lewma bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re, nahêlin em sûdê ji fikirên wî bigirin. Heger pêwendî bi Ocalan re bê danîn, dê sûd ji xwedinên wî yên 20 salên di girtîgehê de û ji ceribandinên wî bê girtin. HDP'ê ev tişt anîn rojevê. Divê pêşî li ber vê bê vekirin. Divê mirov bibîhîse bê ka Birêz Ocalan dibêje çi. Lê tecrîd pêşî li ber vê girtiye. Ev tişt jî pêşî li ber pêkanîna vîzyona Birêz Ocalan digire." 
 
POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ 
 
Katircioglû, destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê li ser asasê neçareserkirina pirgsirêka kurdî hatiye avakirin û got: "Em gotinên Ocalan bibihîsin ê çi bibe? Jixwe di 2013'an de pozîsyona xwe aşkere kiribû. Ocalan, vîzyonek wisa çêkir ku mirovên cuda dikarin bi hev re bijîn. Demokrasiyeke xwecihî dixwaze. Kîjan ji vana xeternak e? Dibêjin 'Ew terorîst in, bi wan re rûnenên.' Çima çûn serê çiyê? Ma kî dixwaze biçe çiyê? Nexwe hin tiştên ne li rê hene ku ev mirov berê xwe dan çiyê. Hem ji kurdan hem ji tirkan gelek mirov mirin. Ev hê jî didme û tiştekî êşbar e." 
 
KURD DOZA ÇI DIKIN? 
 
Katircioglû, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li gelek deverên cîhanê pirsgirêkên bi vî rengî bi rêbaza diyalogê hatine çareserkirin û siyaseta berberîbûn û tahdeyê bi kêrî tiştekî nayeê. Katircioglû, bilêv kir ku kurd dilşikestî ne, lewma divê ev yek bê sehîkirin û got: "Kurd, doza mafên wekhev dikin, doza zimanê xwe dikin, li herêmên xwe dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ev tiştine pir rewa ne û li her derê cîhanê hene. Derdekî me yê ku em netewperestiyan bidin ber hev tune ye. Gava tu bi zextan bi ser nasnameya kurdî de biçî, karkerên kurd jî û kardêr jî dibin yek. Em civakeke ku hemû cudahî bi nasnameyên xwe bi hev re bijîn, dixwazin." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

19/08/2021
09:27 Komîsyona OHAL'ê endamtiya ÎHD'ê û KURDÎ-DER'ê wek sûc nîşan da
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 266'emîn de dewam dike
09:13 Berteka jinan a ji bo krîza aborî: Em êdî nikarin biçin market û bazaran
09:12 Gelo hedefa DYA'yê Îran e?
09:11 Navenda Bedlîsê veguherandina qada şer
09:10 Amedî: Li cîhanê çi biqewime dixin stuyê kurdan
09:07 Avci: Dê AKP û qeyûm biçin, hesabê diziyan bê pirsîn
09:06 ‘Bi çêkirina dîwar dixwazin kurdan bi temamî ji hev qut bikin'
09:06 Meclîsa Dayikên Aştiyê: Mifteya aşitiyê di destê Ocalan de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2021'AN
18/08/2021
20:35 Li Hezexê serdaneke girseyî: Em ê tecrîdê bişikînin
16:09 Polîs, lingê ciwanê ku bi xeletî pêl li zingila derê wî kir şikand
15:50 Şewata li Şemzînanê hatibû kontrolkirin dîsa dest pê kir
15:32 Polîsan li Farqînê serdana esnafan asteng kir
14:41 Li Sêrtê amadekariyên hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê ye' didomin
14:32 11 cotkarên ku DEDAŞ’ê protesto kiribûn hatin binçavkirin
14:15 Meşa kedkaran a baskê Êlihê ya ber bi Enqereyê ve dest pê kir
13:58 Ferît Şenyaşar: Mirovahî tenê temaşeyî zilmê dike
13:21 KCD, DBP, TJA û HDP: Êrişên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ’ê necudatir e
13:01 Du kesên ku Aysel K. revandibûn hatin berdan
13:00 Li Botanê ‘Dem dema azadiyê’ ye: Hûn nikarin koka gelê kurd ziwa bikin
12:23 Li Şengalê armanc bêstatû hiştin e
12:07 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:54 MXDŞ: Li Nexweşxaneya Sikêniyê 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şervan şehîd bûn
11:17 Malperên JinNewsê û Rojnameya Welat hatin astengkirin
10:54 Li Amedê 56 kes serbest hatin berdan
10:50 Li Enqereyê du kes hatin binçavkirin
10:50 Şewata li Çiyayê Cudî vemirî
10:49 Hejmara 21’emîn a Kovara Dilopê derket
10:10 Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê ya rojane derket ser 2 hezaran
10:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Divê hikumeta Tirkiyê rêzê ji Şengalê re bigire
09:49 Aktivîsta afxan Mahmoûda A.: Li devere neazad jiyan nepêkan e
09:44 'Em ê yekîtiya neteweyî ne di navbera partiyan de di nava civakê de ava bikin’
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 265'emîn de dewam dike
09:03 Tumuklu: Di şexsê Ocalan de demokrasiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin
09:03 'Şoreşa Rojava nîşan dide ku dê şoreşa demokratîk çawa bê avakirin'
09:02 Bangawazî ji bo hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê' ya li Sêrtê
09:01 Endamê HDP'ê kirin endamê AKP'ê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2021'AN
08:50 Li Şemzînanê şewata daristanê derket
17/08/2021
21:15 Heso Îbrahîm: Êrîşa li ser Şengalê şermezarî ye ji dewleta Iraqê re
16:52 Kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:38 BMG’ê banga têkoşîna hevpar kir
16:37 Zarokên ketin qenala avê jiyana xwe ji dest dan
16:08 Jinên Kurd piştevaniya xwe ya bi jinên Afgan re diyar kirin
15:08 Balafirên TSK'ê li nexweşxaneyeke Şengalê xistin
14:40 Rêveberên DEVA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin
14:08 Li Cudî şewat derket
13:41 HDP: Daxwazên gelên li Afganîstanê kirin qurbana berjewendiyên reel ên polîtîk
13:23 Jina ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
13:22 Ji bo 3 endamên RJAK'ê kampanya îmzeyê hat destpêkirin
13:10 15 mêr û jinek beşdarî civîna 'jinan' a qeymeqamtiya navçeyê bûn
13:10 Jinên Afganî yên dibin gefa Talîbanê de ne: Em hene
12:35 Ji bo ‘hilweşandinê’ bi ser avahiya HDP’ê ya Bedlîsê de girtin
12:33 Koma netewperest a kontrola rê kirin li kesekê dan
12:21 Ji bo tamîrkirina avahiyeke li bajarê Babê yê Sûriyeyê li Dîlokê îhale hat vekirin
11:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:46 Hat îdiakirina ku keça ciwan ji qata 3’yemîn hat avêtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ji berpirsyartiyê birevin
11:02 Bi hinceta ‘betlaneya cejnê’ piştî 6 rojan serlêdana dayika keça wê hat revandin girtin
10:45 Lawê Vedat Aydin ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:16 Fatma Unsal: Divê jin li dijî polîtîkayên ku ol ji bo amûrên xwe bi kar tîne, derkevin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 264'emîn de dewam dike
09:05 Li dijî krîza avhewayê banga ji bo têkoşînê: Talûke ketiye nav malê
09:04 Eleqeyeke mezin ji bo bacanên reş û îsotên hişkkirî heye
09:03 Katircioglû: Ocalan ji ber ku got 'Ez ê pirsgirêka kurd çareser bikim' tê tecrîdkirin
09:02 Qeyûm karê 150 kesî bi 23 karkeran dide kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2021'Ê
16/08/2021
20:10 Nûçegihana Jinnewsê Canozer hat berdan
18:26 Li Silopiyayê 5 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:52 PÎA û Înîsiyatîfa Heq serdana malbata Şenyaşar kir
17:14 Jinên êzîdî bertek nîşanî eskerên Iraqê dan
16:54 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 71’ê
16:49 Rêvebera ÎHD’ê hat berdan
16:35 'Li Girtîgeha Gîresûnê 100 girtî bi koronayê ketin'
16:27 Di binçavan de pirsên dubare ji rojnamevan Canozer kirin
16:04 Ciwanên ku sîxurtî lê ferz kirin: Em ê paş ve gavê neavêjin
15:21 HDP'ê ji bo doza girtinê dema zêde xwest
15:03 Çîftyurek: Astengkirina li pêş navê Kurdistanê rakin
14:45 Li Edeneyê 28 kesên binçavkirî hatin berdan
14:05 Li Amedê tê payîn 58 kesên binçavkirî sewqî edliyeyê bên kirin
13:55 Li Wanê çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
13:40 Malbata Şenyaşar: Heta kujer neyên dirazandin em ê li mala xwe rûnenin
13:37 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ ya li Qoserê hat taloqkirin
13:03 Li Agiriyê malbatan şer kir: 3 mirî, 6 birîndar
13:02 Li Hezexê mirina bi guman a zarokekî
12:50 Balafirên Tirkiyê êrişî navenda Şengalê kirin
12:45 Şewata li Midyadê hat vemirandin
12:44 Li Balafirgeha Kabîlê îzdîham: Herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:43 Midurê Polîsan ê Meramê ji wezîfeyê hat girtin
12:09 Li derveyî sînor 3 eskeran jiyana xwe ji dest da
11:59 Çakmak ê ku pasdarên Îranê wî qetil kirin, hat veşartin
11:52 Karkerên demsalî heqê keda xwe nastînin
11:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 70’yî
09:18 Şoreşa Jinê ya Rojava mohra xwe li konferansê da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 263'emîn de dewam dike
09:03 Rojnamevan Guleş: Cihê ku ez lê mabûm ez ê ji wir berdewam bikim
09:02 'Bi destserkrina endamên RJAK’ê têkoşîna jina kurd hat hedef girtin'
09:01 Li Mîdyadê agir bi daristanê ket