Başaran: Ne rejîma qeyûman wê pergala me ya azadîxwaziya jinan ser bikeve

  • jin
  • 13:29 19 Tebax 2021
  • |
img

ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku di 19 salên îqtidara AKP’ê de bi polîtîkayên dijminantiya jinan re feqîriya jinan aniye. Başaran got ê destûrê nedin pergala qeyûman bi ser bikeve û dê pergala xwe ya azadîxwaziya jinan ser bixînin. 

 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran têkildarî encamên hevdîtinên kampanya “Ji xizaniya jinan re na” yên li herêmên Marmarayê, Çûkûrovayê, Meletiyê û Mêrdînê pêk anîne li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Başaran bi bîr xist ku du sal di ser tayînkirina qeyûmên şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Amedê de derbas bûne û got: “Tifaqa AKP-MHP’ê ya zilaman ku şaredariyên me desteser kirin, dîsa wek her tim sepana wan ewil destkeftiyên jinan kir hedef. Vê tifaqê êrişî her cûre saziyên me jinan kirin û êrişên wan didomin.” 
 
Başaran anî ziman ku li her qadên jiyanê tehamula îqtidarê ji jinan re nemaye û got: “Ev îqtidar pergala me ya hevserokatiyê wek sûc dide nîşandan û hevşaredarên me avêtiye zindanan. Qeyûmên vê îqtidarê her cûre rant, dizî û gendeliyê dikin. Ev belgeyan jî derketin holê. Em carek din ji vê îqtidarê re dibêjin, wê ne rejîma we ya qeyûman dê pergala me ya rêveberiyên xwecihî ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan bi ser bikeve. Hûn çi dikin bikin, em ê dest ji pergala hevserokatiyê û rêgeza temsîliyeta wekhev bernedin.” 
 
Başaran bal kişand ser sekna jinên Efxan a li dijî Talîban û got ew ê li cem têkoşîna jinên Efxan a li dijî talîban dide bisekinin. 
 
LI GELEK BAJARAN LI PIRSGIRÊKÊN JINAN GUHDAR KIRIN 
 
Başaran da zanîn ku ew baş dizanin ku herî zêde jin dibin mexdûrê şer û tundiyê û di roja îro de li dijî jinên kurd bi polîtîkaya şer û tundiyê dijminatî li hember jinên kurd tê kirin. Başaran got di her warî de jin ji ber polîtîkayên îqtidarê tên xizankirin. Başaran destnîşan kir ku di van 19 salên îqtîdara AKP’ê de bi polîtîkayên dijminantiya jinan re jin hatine xizankirin û got: “Îqtidar xizaniyê li ser jinan ferz dike. Ji ber vê yekê me kampanya “Ji Xizaniya Jinan Re Na, Ji Bo Jinan Edalet’ da destpêkirin. Me di çarçoveya kampanyayê de li bajarên Adene û Antakyayê yên herêma Çûkûrovayê, li bajarên Bûrsa û Kocaeliyê yên herêma Marmarayê, li Meletiyê û li Mêrdînê bi jinan re hevdîtin pêk anî û em carek din bûn şahidê xizankirina jinan. Me jinên li nav zeviyan karkeriya demsalî dikin û jinên li malan kar dikin û li kargehan dixebitin ziyaret kir. Me bi platformên jinan re hevdîtin kir. Me li pirsgirêkên jinên sûryan guhdar kir. Di hevdîtin û serdanan de jinan behsa xizaniya xwe û kedxwariya xwe ji me re kirin. Ew bi neheqiyan re rûbirû dimînin. Me jî soz da wan ku em ê nehêlin bi polîtîkayên cihêkarî û mexdûriyetê re rûbirû bimînin.” 
 
DIBIN RAPERÎNA JINAN 
 
Başaran diyar kir ku wan li ser zeviyan li pirsgirêk û tadeya jinên karker yên ji bakurê Kurdistanê çûne herêma Çûkûrovayê û jinên ji Kobanê û Sûriyê koçî Çûkûrovayê kirine guhdar kirine û carek din dîtine ku nêzîkatiya li hember jinan çawa ye û polîtîkaya îqtidarê ya li hember jinên penaber dîtine. Başaran got jin li kargeh û zeviyan bi heqê erzan tên xebitandin û tevî ku ji serê sibehê heta derengiya êvarê dixebitin jî heqê keda xwe nastînin û keda jinan tê xwarin. Başaran got jinên karker ku li konan dijîn ji wan re gotine ew bi nîv ruhî dixebitin û ji bo debara xwe bikin neçarin bixebitin. 
 
JINÊN SÛRYANÎ BI POLÎTÎKAYÊN CIHÊKAR RE RÛBIRÛ NE 
 
Başaran anî ziman ku ew ê her tim û li her deverê bibin raperîna jinan û dê her tim piştevaniya jinên karker û kedkar bikin. Başaran da zanîn ku wan li Stenbolê jî bi jinên hunermend re civînek li dar xistine û li pirsgirêkên jinên hunermend guhdar kirine û dê ew wek Meclîsa Jinan a HDP’ê her tim piştevaniya jinên hunermend bikin. Başaran diyar kir ku wan li pirsgirêkên jinên ciwan ên diçin zanîngehan guhdar kirine û dê destûrê nedin ku jinên ciwan bêkar bimînin. Başaran destnîşan kir ku li Midyada Mêrdînê bûne mêvanên jinên sûryanî û li pirsgirêkên wan guhdar kirine û jinên suryan gotine ew hem wek gel û hem jî wek jinên sûryan bi gelek probleman re rûbirû ne û di warê aborî de jî bi gelek zoriyan re rûbirû dimînin. Başaran got ew ê destûrê nedin polîtîkayên cihêkariya jinan û dê bi hev re li dijî vê têbikoşin. 
 
‘EM Ê DESTÛR NEDIN’ 
 
Başaran destnîşan kir ku bêyî ew navberê bidin xebat, piştevaniya jinan dê xebatên xwe bidomînin û wiha got: “Em di çarçoveya kampanya xwe de carek din bûn deng û raperîna jinan. Em ê qet dest ji maf û destkeftiyên xwe bernedin. Wek her demê îro carek din em li vir bang dikin; Em ê qet û qet destûr nedin xizankirina jinan.” 
 

Sernavên din

23/08/2021
13:57 Akademîsyenên Bogazîçiyê li dijî 'rektorê qeyûm’ meşiyan
13:38 Bi boneya ku ji ber qeyûm ve ranebû pêya sirgûnî Yozgatê hat kirin
13:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:23 Piştevaniya Bogazîçiyê, bang li pêkhateyên zanîngehê kir
12:07 Malbata Şenyaşar: Her rojek li vir ji bo edaleta Tirkiyê deqek reş e
11:05 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn xetereyek mezin e
10:46 Dayika berxweder a Şengalê Şemê Remo: Em ê axa xwe nefiroşin dagirkeran
10:09 Hunermend Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 270'yemîn de dewam dike
09:04 Jinên kedkarên nava malê ewlehiya xwe dixwazin
09:04 Yildirim a mala wê li Sûrê hilweşiya: Dewletê em xistin nava vê xizantiyê
09:02 Ger neyê dermankirin wê ker û kor bibe
09:02 Qezenca wan têra debara wan nake
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2021'AN
22/08/2021
18:35 Bavê Yuksekdag hat definkirin
16:12 Jinan li ber Sefaretxaneya Afxanistanê Talîbanê protesto kir
15:24 Festîvala Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê di roja 2’yemîn de didome
14:32 Derbarê Guven û 8 girtiyan de ji ber stranên kurdî lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Li Geverê 8 kes serbest hatin berdan
14:02 Yuksekdag beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bû
13:47 Balafirên Tirkiyê Batîfa bombebaran kir: 2 turîstên ji Iraqê hatin kuştin
11:01 Malbata Şenyaşar: Helbet wê rojekê daraz ji bin kontrola we derkeve
10:29 Dûymaz ê bi gotina ‘Hard kapîtalîzm’ tê nasin: Em natirsin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 269'emîn de dewam dike
09:07 Jinên afxan: Em Talîbanê qebûl nakin, bila tu welat jî wê qebûl neke
09:06 Xizmên girtiyan: Ji destê me çi bê divê em bikin
09:05 Şûraya Dewletê betal kir, lê AKP'iyan plana îmarê guherand ji bo projeya HES'ê
09:04 7 meh in cîranên wan aliyê wan dikin
09:03 'Tiştek bê serê jinên afxan, berpirsiyar welatên emperyalîst in'
09:03 Ji bo Ayancikê koma piştevaniyê ava kirin
09:02 Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa T'yê îşkence
09:01 Rojên zehmet li benda sewalvanan e
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2021'AN
21/08/2021
19:21 Sancar ji Botanê bang kir: Bêyî HDP'ê guherîn nepêkan e
17:50 Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê dest pê kir
16:20 Karkerên çandiniyê yên li Karataşê ji konên xwe tên derxistin
15:42 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Badûr bê berdan
15:28 29 sal in ji Akyildiz ê 16 salî agahî nayê girtin
15:13 Bavê Fîgen Yuksekdag jiyana xwe ji dest da
14:55 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî bang li rayedaran kirin
13:22 Li Wanê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:12 Pirsa aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz kirin
12:22 Sancar û Aydenîz li Botanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
12:03 27 sal in tu agahî ji Çalik û Fîdan nayên girtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn mehkûmî windakirinê ne
10:25 Li Metîna ji ber zêdebûna windahiyên eskerî 200 cerdevanan îstifa kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 268'emîn de dewam dike
09:06 Serokê GOÇ-DER a Çûkûrovayê: Êrîş bi destê îqtidarê tên birêxistinkirin
09:05 Berxwedana karkerên Bel Karperê: Em doza jiyanek mirovane dikin
09:04 Esnafên pîşesaziya Ayancikê: Divê wezîr di pratîkê de tiştina bikin
09:03 ‘Ji bo pêşvebirina herêmî divê jin daxilî nav qada kar bibin'
09:02 Ûca: Li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
09:01 Çîroka jinek afxan: Xwestin keça min a 8 salî bifiroşin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2021'AN
20/08/2021
21:02 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Dê berpirsiyar bên darizandin
16:59 Temel: Divê sibê gelê Botanê biherike qada azadiyê
15:15 Siyasetmedar bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin
15:05 Şewata daristanê ya li Şemzînanê xwe bi xwe vemirî
14:17 DÎSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:57 Polîsan xebatkarê kargoyê revand û lêdan
13:31 ‘Kulîlkên di 8’ê Adarê de hatin kirîn bûn hinceta girtinê'
13:21 Li Derya Reş hejmara kesên di lehiyê de mirin derket 79’an
12:49 Zaroka ku danîn ber nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:47 Li Mêrdînê cînayeta kar
12:13 Li Sûrê 80 mal di karantînayê de ne, kes alîkarî nake
11:57 ‘Em li ser Çemê Zorava HES’ê naxwazin’
11:46 Li Wanê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xweza Jinê
11:36 Malbata Şenyaşar ‘Nobeta Edaletê’ vediguhezîne Enqereyê
11:17 Li girtiyan xistin, lêgerîna tazî ferzî wan kirin
10:50 Li Stenbolê 15 kes hatin binçavkirin
10:38 Cihê 11 qeyûman hat guhertin
10:03 Tirkiye çeteyên SMO li gundên ku ji aliyê PDK ve hatine valakirin bi cih dike
09:20 Li ser daxwaza DEDAŞ’ê mizgeft veguherandin qereqolê!
09:12 ‘Ocalan jiyana bi hev re berpêşî hemû gelan kir'
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 267'emîn de dewam dike
09:10 Aydenîz: Gel peyama xwe bi awayekî aşkere da
09:09 Endama EŞÎK'ê Eraslan: Qetilkirina jinan dibe sedema şikestina civakî
09:07 MED TÛHAD-FED: Girtî tên tecrîdkirin
09:05 Dayikên Aştiyê: Heger Ocalan azad bibe dê aştî bê welêt
09:02 45 sal in kincên kevn difiroşe: Kar ne karê berê ye
09:01 Di dema sirgûnê de ew îşkence kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2021'AN
19/08/2021
17:10 Li Sêrtê ji bo hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ banga beşdariyê hat kirin
16:54 ‘Heke misqaleke edalet hebûya wê hemû mexduriyet çareser bibûna’
16:52 Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê du ciwan binçav kirin
16:12 ‘Desthilat nikare welat birêve bibe'
15:50 Li Elkê 'Dema azadiyê': Dê Botan bersiva êrişan bide
15:49 Salvegera 2’yemîn a danîna qeyûman e: Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê
15:37 Talîbanê gule berdan pîrozbahiyên serxwebûnê: Herî kêm 2 kes mirin
14:27 HDP’î li Elkê bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin
14:04 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:34 Zaroka bi awayekê gumanbar ji bilindahiyê ket: Ûgûr A. ez dehf dam
13:29 Başaran: Ne rejîma qeyûman wê pergala me ya azadîxwaziya jinan ser bikeve
13:29 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:13 Li Geverê 6 kes hatin binçavkirin
12:10 Malbata Şenyaşar: Qasî ku dewlet adil be bihêz e
12:04 Meşa baskê Edîrneyê ya kedkaran a ber bi Enqereyê ve didome
11:48 Aktîvîsta jinên Afxan: Em naxwazin di bin zilma Talîbanê de bijîn
11:47 Li Çiyayê Cûdî carek din şewat derket