Çalakiya greva birçîbûnê di roja 267'emîn de dewam dike

  • rojane
  • 09:11 20 Tebax 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, di roja 267'emîn de, li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 246’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 229'emîn de dewam dikin. 
 
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 49'emîn, di roja 267'emîn de berdewam dike. Ji 14'ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê. 
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 246’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 246'emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 229'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 229'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

23/08/2021
13:57 Akademîsyenên Bogazîçiyê li dijî 'rektorê qeyûm’ meşiyan
13:38 Bi boneya ku ji ber qeyûm ve ranebû pêya sirgûnî Yozgatê hat kirin
13:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:23 Piştevaniya Bogazîçiyê, bang li pêkhateyên zanîngehê kir
12:07 Malbata Şenyaşar: Her rojek li vir ji bo edaleta Tirkiyê deqek reş e
11:05 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn xetereyek mezin e
10:46 Dayika berxweder a Şengalê Şemê Remo: Em ê axa xwe nefiroşin dagirkeran
10:09 Hunermend Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 270'yemîn de dewam dike
09:04 Jinên kedkarên nava malê ewlehiya xwe dixwazin
09:04 Yildirim a mala wê li Sûrê hilweşiya: Dewletê em xistin nava vê xizantiyê
09:02 Ger neyê dermankirin wê ker û kor bibe
09:02 Qezenca wan têra debara wan nake
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2021'AN
22/08/2021
18:35 Bavê Yuksekdag hat definkirin
16:12 Jinan li ber Sefaretxaneya Afxanistanê Talîbanê protesto kir
15:24 Festîvala Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê di roja 2’yemîn de didome
14:32 Derbarê Guven û 8 girtiyan de ji ber stranên kurdî lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Li Geverê 8 kes serbest hatin berdan
14:02 Yuksekdag beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bû
13:47 Balafirên Tirkiyê Batîfa bombebaran kir: 2 turîstên ji Iraqê hatin kuştin
11:01 Malbata Şenyaşar: Helbet wê rojekê daraz ji bin kontrola we derkeve
10:29 Dûymaz ê bi gotina ‘Hard kapîtalîzm’ tê nasin: Em natirsin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 269'emîn de dewam dike
09:07 Jinên afxan: Em Talîbanê qebûl nakin, bila tu welat jî wê qebûl neke
09:06 Xizmên girtiyan: Ji destê me çi bê divê em bikin
09:05 Şûraya Dewletê betal kir, lê AKP'iyan plana îmarê guherand ji bo projeya HES'ê
09:04 7 meh in cîranên wan aliyê wan dikin
09:03 'Tiştek bê serê jinên afxan, berpirsiyar welatên emperyalîst in'
09:03 Ji bo Ayancikê koma piştevaniyê ava kirin
09:02 Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa T'yê îşkence
09:01 Rojên zehmet li benda sewalvanan e
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2021'AN
21/08/2021
19:21 Sancar ji Botanê bang kir: Bêyî HDP'ê guherîn nepêkan e
17:50 Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê dest pê kir
16:20 Karkerên çandiniyê yên li Karataşê ji konên xwe tên derxistin
15:42 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Badûr bê berdan
15:28 29 sal in ji Akyildiz ê 16 salî agahî nayê girtin
15:13 Bavê Fîgen Yuksekdag jiyana xwe ji dest da
14:55 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî bang li rayedaran kirin
13:22 Li Wanê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:12 Pirsa aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz kirin
12:22 Sancar û Aydenîz li Botanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
12:03 27 sal in tu agahî ji Çalik û Fîdan nayên girtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn mehkûmî windakirinê ne
10:25 Li Metîna ji ber zêdebûna windahiyên eskerî 200 cerdevanan îstifa kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 268'emîn de dewam dike
09:06 Serokê GOÇ-DER a Çûkûrovayê: Êrîş bi destê îqtidarê tên birêxistinkirin
09:05 Berxwedana karkerên Bel Karperê: Em doza jiyanek mirovane dikin
09:04 Esnafên pîşesaziya Ayancikê: Divê wezîr di pratîkê de tiştina bikin
09:03 ‘Ji bo pêşvebirina herêmî divê jin daxilî nav qada kar bibin'
09:02 Ûca: Li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
09:01 Çîroka jinek afxan: Xwestin keça min a 8 salî bifiroşin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2021'AN
20/08/2021
21:02 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Dê berpirsiyar bên darizandin
16:59 Temel: Divê sibê gelê Botanê biherike qada azadiyê
15:15 Siyasetmedar bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin
15:05 Şewata daristanê ya li Şemzînanê xwe bi xwe vemirî
14:17 DÎSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:57 Polîsan xebatkarê kargoyê revand û lêdan
13:31 ‘Kulîlkên di 8’ê Adarê de hatin kirîn bûn hinceta girtinê'
13:21 Li Derya Reş hejmara kesên di lehiyê de mirin derket 79’an
12:49 Zaroka ku danîn ber nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:47 Li Mêrdînê cînayeta kar
12:13 Li Sûrê 80 mal di karantînayê de ne, kes alîkarî nake
11:57 ‘Em li ser Çemê Zorava HES’ê naxwazin’
11:46 Li Wanê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xweza Jinê
11:36 Malbata Şenyaşar ‘Nobeta Edaletê’ vediguhezîne Enqereyê
11:17 Li girtiyan xistin, lêgerîna tazî ferzî wan kirin
10:50 Li Stenbolê 15 kes hatin binçavkirin
10:38 Cihê 11 qeyûman hat guhertin
10:03 Tirkiye çeteyên SMO li gundên ku ji aliyê PDK ve hatine valakirin bi cih dike
09:20 Li ser daxwaza DEDAŞ’ê mizgeft veguherandin qereqolê!
09:12 ‘Ocalan jiyana bi hev re berpêşî hemû gelan kir'
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 267'emîn de dewam dike
09:10 Aydenîz: Gel peyama xwe bi awayekî aşkere da
09:09 Endama EŞÎK'ê Eraslan: Qetilkirina jinan dibe sedema şikestina civakî
09:07 MED TÛHAD-FED: Girtî tên tecrîdkirin
09:05 Dayikên Aştiyê: Heger Ocalan azad bibe dê aştî bê welêt
09:02 45 sal in kincên kevn difiroşe: Kar ne karê berê ye
09:01 Di dema sirgûnê de ew îşkence kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2021'AN
19/08/2021
17:10 Li Sêrtê ji bo hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ banga beşdariyê hat kirin
16:54 ‘Heke misqaleke edalet hebûya wê hemû mexduriyet çareser bibûna’
16:52 Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê du ciwan binçav kirin
16:12 ‘Desthilat nikare welat birêve bibe'
15:50 Li Elkê 'Dema azadiyê': Dê Botan bersiva êrişan bide
15:49 Salvegera 2’yemîn a danîna qeyûman e: Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê
15:37 Talîbanê gule berdan pîrozbahiyên serxwebûnê: Herî kêm 2 kes mirin
14:27 HDP’î li Elkê bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin
14:04 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:34 Zaroka bi awayekê gumanbar ji bilindahiyê ket: Ûgûr A. ez dehf dam
13:29 Başaran: Ne rejîma qeyûman wê pergala me ya azadîxwaziya jinan ser bikeve
13:29 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:13 Li Geverê 6 kes hatin binçavkirin
12:10 Malbata Şenyaşar: Qasî ku dewlet adil be bihêz e
12:04 Meşa baskê Edîrneyê ya kedkaran a ber bi Enqereyê ve didome
11:48 Aktîvîsta jinên Afxan: Em naxwazin di bin zilma Talîbanê de bijîn
11:47 Li Çiyayê Cûdî carek din şewat derket