‘Ocalan jiyana bi hev re berpêşî hemû gelan kir'

  • rojane
  • 09:12 20 Tebax 2021
  • |
img

RIHA - Parlementerê Rihayê Omer Ocalan, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, polîtîkayeke li dijî gelan e û dewlet ji fikira Ocalan ditirse û got: "Ocalan, paradîgmayek da ber hemû gelan û jiyana bi hev re berpêş kir." 

 
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan, derbarê tecrîda li Îmraliyê û bandora wê ya li ser civakê de axivî. Ocalan got: "Heya tecrîd bi dawî nebe, dê aloziyên li Rojhilata Navîn jî bi dawî nebin." 
 
‘MUHATAP SAYIN ÖCALAN’
 
Omer Ocalan, destnîşan kir ku l her derî li djî tecrîdê berxwedaneke xut heye û got: "Li girtgehan girtiyên siyasî bi mehan e li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza wan; rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û vekirina rêya dîyalogê ye. Berxwedanek birûmet heye. Tenê ne li girtîgehan, li derve jî bi pêşengiya HDP'ê têkoşînek heye. Ji bo şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan û pirsgirêka kurdî bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, xebat tên kirin. Muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurdî Birêz Ocalan e. Lewma tecrîda li sr Birêz Ocalan tê girankirin." 
 
‘BI NAVÊ QANÛNA BINGEHÎN TIŞTEK TUNE YE' 
 
Parlementer Ocalan, bal kişand ser dema girtîbûnê ya Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya di 8'ê Mijdara 2018'an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyyla Guvenê dest pê kir û 200 rojî dewam kir û hevdîtinên di 2-22'yê Gulan, 12-18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an de çêbûn bibîr xist. Ocalan, bibîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtinan de gotiye "ez ê pirsgirêka kurdî di nav hefteyekê de çareser bikim" û got: "Ji ber vê tecrîd girantir bû. Niha li holê qanûn an jî tiştekî bi navê Qanûna Bingehîn tune ye. Siyaseteke dûrî demokrasiyê û qirêj tê kirin. Em HDP, pir aşker dibêjin; Muxatab Ocalan e. Têkoîenk 40 salî bi rêbertiya Birêz Ocalan tê kirin, nexwe navnîşana çareseriyê jî Ew e. Di hin deman de dewletê hevdîtin bi hin 'rûspî'yan re dikir, lê niha ew jî nemaye. Di warê çareserkirina pirsgirêka kurdî de tu gav tune ne. Lewma di siyaseta Tirkiyeyê de xitimandinek mezin heye." 
 
DÊ GEL TECRÎDÊ BIŞIKÎNE 
 
Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, anî ziman ku parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, her hefte ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, lê ji ber ku "muxatabê serlêdanan tune ye" çi erênî çi jî neyînî tu bersiv nayê dayîn. Ocalan, detnîşan kir ku ji bo bidawîbûna tecrîdê muxatabê herî mezin gel e û got: "Heger gel têkoşîna xwe mezin bike, dê tecrîd bişikê. Li gelek girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê didomin. Ev mesele, ji bo gelê kur û hemû gelan, meseleyeke pir girîng e. Heger pirsgirêka kurdî neyê helkirin, dê li Tirkiyeyê tu pirsgirêk çareser nebin. Çareserkirina pirsgirêka kurdî girêdayî Birêz Ocalan e. Dewlet divê vê rastiyê bbîne. Heger nebûne, dê tim bi aloziyan re rû bi rû bimîne. Niha li Rojhilata Navîna aloziyek heye. Ev alozî jî têkildarî tecrîdê ne. Heya tecrîd neyyê rakirin dê ev alozî mezin bibin û bandorê li her kesî bikin. BIla kes ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan û girtiyan nebêje 'zirara wê nagihê min.' Êdî tu kes nikare bi awayekî azad fikirên xwe bîne zimên, ma ev ne tecrîd e?" 
 
‘PÊŞIYA XETIMANDINÊ DÊ VEBIBE’ 
 
Ocalan êrişên nijadperest ên li dijî kurdan jî bi bîr xist û got: “Çima êrişî kurdan dikin? Çimkî naxwazin kurd biz iman, maf û hebûna xwe li ser pêya bisekinin. Lewma ji her aliyî ve êriş dikin. Îqtidara AKP-MHP û Ergenekonê di 6 salên dawî de van êrişan zêde kir. Tenê ne li dijî kurdan di heman demê de li dijî penaberan jî êrişên nijadperest pêk tên. Her tişt bi hev ve girêdayî ye. Tecrîdkirina birêz Ocalan, lêgerîna fetisandina siyaseta kurd, hilweşandina xerakirina bajarên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne. Êrişên niha li dijî kurdan û penaberan pêk tên jî ji tecrîdê ne cudatir in. Li Tirkiyê li her qad hatiye xetimandin, heke tecrîd rabe wê pêşiya van xetimandina were rakirin.” 
 
‘WÊ ŞER BI DAWÎ BIBIN’ 
 
Ocalan destnîşan kir ku Lîderê PKK’ê Ocalan ji bo tevahiya gelan dikaribin bi hev re bijîn têdikoşe û got: “Li Rojhilata Navîn qada jiyanê ya Modernîteya Demokratîk heye, lê belê ya spartinên tekperest nîne. Birêz Ocalan tenê ne ji bo kurdan, ji bo her kesî maf dixwaze. Mînaka vê ya herî şênber em îro li Rojava dibînin. Gel hemû bi hev re dijîn. Ev ji bo Rojhilata Navîn mînakek şênber e. Heke paradîgmaya birêz Ocalan were sepandin dê şerên hene bi dawî bibin. Hin dewlet vê yekê naxwazin. AKP-MHP jî naxwaze gel bi hev re bijîn. Ji devê vê îqtidarê tenê yekperestî derdikeve.” 
 
‘EM JIYANA BI HEV RE DIXWAZIN’ 
 
Ocalan bal kişand ser êrişa balafirên şer ên Tirkiyê k udi 17’ê tebaxê de li gundê Sikêniyê yê Şengalê ku ocaxek tenduristiyê hat bombebarankirin û 8 kesan têde jiyana xwe ji dest da û got: “Birêz Ocalan dibêje ‘em siyata bi hev re bi rê ve bibin’ lê Tirkiye radibe li Şengalê nexweşxaneyê bombe dike. Aciz in ku civaka êzidî xwe bi xwe bi rê ve bibe. Pêdiviya me bi şer, xwîn û kuştinê nîne. Pêdiviya me bi wekhevî, aştî û jiyanek rûmet heye. Ev jiyan bi birêz Ocalan mimkin e. Armanca birêz Ocalan û partiya me ew e ku jiyanek bi hev re were honandin û xelk bi hev re bijîn. Ji ber vê yekê xelk dixwaze deriyên Îmraliyê were vekirin.” 
 
‘DIVÊ ÊDÎ KURD YEKÎTIYA XWE AVA BIKIN’ 
 
Ocalan bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurd û û got: “Birêz Ocalan ji bo gelê kurd çi dixwaze ji bo gelên din jî heman tiştan dixwaze. Divê kurd êdî yekîtiya xwe çê bikin. Birêz Ocalan di vî derbarî de gelek peyaman şand. Hevdîtin jî çêbûn lê tu pêşketin nebû. Li Kurdistanê aloziyek heye û tişta ku serê vê tecrîdê dikişîne jî tecrîda li ser birêz Ocalan e. Hêzên tarî dixwazin berê kurdan bikeve hev. Divê kur dli dijî vê yekîtiya xwe ava bikin. Êdî sedsalek din ku kurd winda bikin nîne. Em jî dixwazin azad û xwedî statû bijîn. Pêşeroja Kurdistanê di destê kurdan de ye.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

23/08/2021
13:57 Akademîsyenên Bogazîçiyê li dijî 'rektorê qeyûm’ meşiyan
13:38 Bi boneya ku ji ber qeyûm ve ranebû pêya sirgûnî Yozgatê hat kirin
13:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:23 Piştevaniya Bogazîçiyê, bang li pêkhateyên zanîngehê kir
12:07 Malbata Şenyaşar: Her rojek li vir ji bo edaleta Tirkiyê deqek reş e
11:05 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn xetereyek mezin e
10:46 Dayika berxweder a Şengalê Şemê Remo: Em ê axa xwe nefiroşin dagirkeran
10:09 Hunermend Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 270'yemîn de dewam dike
09:04 Jinên kedkarên nava malê ewlehiya xwe dixwazin
09:04 Yildirim a mala wê li Sûrê hilweşiya: Dewletê em xistin nava vê xizantiyê
09:02 Ger neyê dermankirin wê ker û kor bibe
09:02 Qezenca wan têra debara wan nake
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2021'AN
22/08/2021
18:35 Bavê Yuksekdag hat definkirin
16:12 Jinan li ber Sefaretxaneya Afxanistanê Talîbanê protesto kir
15:24 Festîvala Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê di roja 2’yemîn de didome
14:32 Derbarê Guven û 8 girtiyan de ji ber stranên kurdî lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Li Geverê 8 kes serbest hatin berdan
14:02 Yuksekdag beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bû
13:47 Balafirên Tirkiyê Batîfa bombebaran kir: 2 turîstên ji Iraqê hatin kuştin
11:01 Malbata Şenyaşar: Helbet wê rojekê daraz ji bin kontrola we derkeve
10:29 Dûymaz ê bi gotina ‘Hard kapîtalîzm’ tê nasin: Em natirsin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 269'emîn de dewam dike
09:07 Jinên afxan: Em Talîbanê qebûl nakin, bila tu welat jî wê qebûl neke
09:06 Xizmên girtiyan: Ji destê me çi bê divê em bikin
09:05 Şûraya Dewletê betal kir, lê AKP'iyan plana îmarê guherand ji bo projeya HES'ê
09:04 7 meh in cîranên wan aliyê wan dikin
09:03 'Tiştek bê serê jinên afxan, berpirsiyar welatên emperyalîst in'
09:03 Ji bo Ayancikê koma piştevaniyê ava kirin
09:02 Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa T'yê îşkence
09:01 Rojên zehmet li benda sewalvanan e
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2021'AN
21/08/2021
19:21 Sancar ji Botanê bang kir: Bêyî HDP'ê guherîn nepêkan e
17:50 Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê dest pê kir
16:20 Karkerên çandiniyê yên li Karataşê ji konên xwe tên derxistin
15:42 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Badûr bê berdan
15:28 29 sal in ji Akyildiz ê 16 salî agahî nayê girtin
15:13 Bavê Fîgen Yuksekdag jiyana xwe ji dest da
14:55 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî bang li rayedaran kirin
13:22 Li Wanê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:12 Pirsa aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz kirin
12:22 Sancar û Aydenîz li Botanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
12:03 27 sal in tu agahî ji Çalik û Fîdan nayên girtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn mehkûmî windakirinê ne
10:25 Li Metîna ji ber zêdebûna windahiyên eskerî 200 cerdevanan îstifa kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 268'emîn de dewam dike
09:06 Serokê GOÇ-DER a Çûkûrovayê: Êrîş bi destê îqtidarê tên birêxistinkirin
09:05 Berxwedana karkerên Bel Karperê: Em doza jiyanek mirovane dikin
09:04 Esnafên pîşesaziya Ayancikê: Divê wezîr di pratîkê de tiştina bikin
09:03 ‘Ji bo pêşvebirina herêmî divê jin daxilî nav qada kar bibin'
09:02 Ûca: Li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
09:01 Çîroka jinek afxan: Xwestin keça min a 8 salî bifiroşin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2021'AN
20/08/2021
21:02 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Dê berpirsiyar bên darizandin
16:59 Temel: Divê sibê gelê Botanê biherike qada azadiyê
15:15 Siyasetmedar bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin
15:05 Şewata daristanê ya li Şemzînanê xwe bi xwe vemirî
14:17 DÎSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:57 Polîsan xebatkarê kargoyê revand û lêdan
13:31 ‘Kulîlkên di 8’ê Adarê de hatin kirîn bûn hinceta girtinê'
13:21 Li Derya Reş hejmara kesên di lehiyê de mirin derket 79’an
12:49 Zaroka ku danîn ber nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:47 Li Mêrdînê cînayeta kar
12:13 Li Sûrê 80 mal di karantînayê de ne, kes alîkarî nake
11:57 ‘Em li ser Çemê Zorava HES’ê naxwazin’
11:46 Li Wanê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xweza Jinê
11:36 Malbata Şenyaşar ‘Nobeta Edaletê’ vediguhezîne Enqereyê
11:17 Li girtiyan xistin, lêgerîna tazî ferzî wan kirin
10:50 Li Stenbolê 15 kes hatin binçavkirin
10:38 Cihê 11 qeyûman hat guhertin
10:03 Tirkiye çeteyên SMO li gundên ku ji aliyê PDK ve hatine valakirin bi cih dike
09:20 Li ser daxwaza DEDAŞ’ê mizgeft veguherandin qereqolê!
09:12 ‘Ocalan jiyana bi hev re berpêşî hemû gelan kir'
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 267'emîn de dewam dike
09:10 Aydenîz: Gel peyama xwe bi awayekî aşkere da
09:09 Endama EŞÎK'ê Eraslan: Qetilkirina jinan dibe sedema şikestina civakî
09:07 MED TÛHAD-FED: Girtî tên tecrîdkirin
09:05 Dayikên Aştiyê: Heger Ocalan azad bibe dê aştî bê welêt
09:02 45 sal in kincên kevn difiroşe: Kar ne karê berê ye
09:01 Di dema sirgûnê de ew îşkence kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2021'AN
19/08/2021
17:10 Li Sêrtê ji bo hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ banga beşdariyê hat kirin
16:54 ‘Heke misqaleke edalet hebûya wê hemû mexduriyet çareser bibûna’
16:52 Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê du ciwan binçav kirin
16:12 ‘Desthilat nikare welat birêve bibe'
15:50 Li Elkê 'Dema azadiyê': Dê Botan bersiva êrişan bide
15:49 Salvegera 2’yemîn a danîna qeyûman e: Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê
15:37 Talîbanê gule berdan pîrozbahiyên serxwebûnê: Herî kêm 2 kes mirin
14:27 HDP’î li Elkê bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin
14:04 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:34 Zaroka bi awayekê gumanbar ji bilindahiyê ket: Ûgûr A. ez dehf dam
13:29 Başaran: Ne rejîma qeyûman wê pergala me ya azadîxwaziya jinan ser bikeve
13:29 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:13 Li Geverê 6 kes hatin binçavkirin
12:10 Malbata Şenyaşar: Qasî ku dewlet adil be bihêz e
12:04 Meşa baskê Edîrneyê ya kedkaran a ber bi Enqereyê ve didome
11:48 Aktîvîsta jinên Afxan: Em naxwazin di bin zilma Talîbanê de bijîn
11:47 Li Çiyayê Cûdî carek din şewat derket