Berdevkê YPG'ê: Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn xetereyek mezin e

  • rojane
  • 11:05 23 Tebax 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê wê sibe bandorê li welatên ku çavê xwe jê digirin jî, bike û got: "Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn xetereyek mezin e."

 
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengalê, Herêma Federe ya Kurdistanê û gelek herêmên din ji ANF'ê re nirxand. 
 
Nûrî Mehmûd bi bîr xist ku li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya gelê Kurd gavek hate avêtin û wiha axivî: "Bi vê pêşengiyê hem gelê herêmê hem jî gelê Kurd bi rola xwe rabûn. Projeyeke demokratîk afirandin ku ji bo vê herêmê tiştekî nû ye. Dewleta tirk a ku li ser esasên şovenîzm û nijadperestiyê ava bûye, di serî de neteweya Kurd nasname, h ebûn û çanda neteweyan hemûyan her tim ji bo xwe weke metirsiyê dîtiye. Ji ber vê yekê jî êrişî Efrîn, Şehba, Til Temir, Eyn Îsa û Şengalê dike ya ku modela Rojava ji xwe re kiriye esas. Mejiyê dewleta Tirk ev e. Zîhniyeta Îslamê ya siyasî ku AKP bi salên dawî bi vê yekê tevdigere, bi faşîzma MHP'ê re bû yek û li ser vê bingehê polîtîkayên welê meşand ku li berjewendiyên gelên herêmê, Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî nayê. Ev desthilatdarî bi ti pîvan, tifaq û qanûnan ne girêdayî ye. Erdogan tevî Bahçelî hewl dide dîktatoriyê ava bike."
 
'BI DERFETÊN NATO'YÊ ARTÊŞEKE JI ÇETEYAN AVA KIRIYE'
 
Têkildarî êrişên dewleta tirk, Mehmûd got "Artêşa Tirk ji Yekîtiya Ewropayê, ji NATO'yê piştgiriyê werdigire. Lê belê van derfetan li dijî gelên herêmê yên ku dixwazin bi rengekî bi rûmet, azad û demokratîk bijîn bi kar tîne. Dewleta Tirk ji valahiya navbera hêzên navneteweyî sûdê werdigire."
 
Mehmûd, anî ziman ku desthilatdariya li Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî polîtîkayê dimeşîne û wiha got: "Ji bo vê yekê bike jî li pey avakirina artêşeke cuda ye. Ev artêş jî artêşa çeteyan e. Bi derfetên NATO'yê hatiye avakirin. Bi derfetên NATO'yê piştgiriyê dide Cebhet El Nûsra, El Qaîde, Îxwani Muslimîn. Ji Efganistanê jî mirovan tîne. Tirkiye bi vê siyasetê ne tenê li Tirkiyeyê her wiha demografiya herêmê diguherîne."
 
Têkildarî bêdengiya hêzên garantor li dijî êrişên dewleta tirk jî, Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd ev nirxandin kir:
 
'AKP-MHP BI DERFETÊN NATO'YÊ ÊRIŞÎ QSD'Ê DIKE'
 
"Bi garantoriya Rûsya û DYE'yê gavên mezin bi desthilatdariya dewleta Tirk dan avêtin. Tevî ku DYE'yê gelek caran ji raya giştî re ragihandiye ku 'Hêzên Sûriyeya Demokratîk di şerê dijî terora DAÎŞ'ê de tifaqa me ye' Tirkiye bi hêsanî êrişî vê hêzê dike. Di serî de DYE û Rûsya tevî ku welatên di nava koalîsyonê de û cîhanê tev nîşan daye ku bi QSD'ê re dixebitin, em dibînin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi derfetên NATO'yê êrişî QSD'ê dike. DYE, Rûsya û welatên di nava koalîsyonê de ne, her wiha NATO bi xwe li ber van êrişên Tirkiyeyê dengê xwe nakin. Hikumeta AKP-MHP'ê li Tirkiyeyê stratejiyeke cîhadîst ava kiriye û şantajê li welatên Ewropayê dike. Lawaziya hikumetên li Ewropa, Emerîka û Asyayê dibe sedem ku çavên xwe li desthilatdariya Tirk bigirin. Ya rast, qanûn û biryarên xwe bi cih nînin. Li dijî Tirkiyeyê tifaqên xwe naxin nava liv û tevgerê.
 
ARTÊŞEKE NATO'YÊ XISTIYE XIZMETA DAIŞ'Ê
 
Tirkiyeyê li dijî NATO'yê, artêşeke NATO'yê xistiye xizmeta DAIŞ'ê, Îxwanî Muslimîn û El Qaîdeyê. Hebûna Emerîka û Rûsyayê ya li herêmê li berjewendiyê hikumeta heyî ye. Rûsya û Emerîka tevî ku tifaqeke navneteweyî ne, li gorî xalên 1, 2 û 3'ê yên têkildarî garantoriya wan a li herêmê, divê Tirkiye tevbigere. Lê belê em dibînin ku Tirkiye qada hewayî ya Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne, bi balafiran êriş dike. Weke ku tê zanîn balafir û teknîka li Tirkiyeyê ji teknolojiya pêşketî ya NATO'yê ye. Her wiha komên çete, El Qaîde û DAÎŞ'ê li wir bi rêxistin dike. Ji xwe Erdogan demekê ev yek weke 'Artêşa Mûhammed' pênase kiribû. Ti eleqeya van bi 'Artêşa Mûhammed' re nîne. Erdogan îro jî van koman bi rengekî eşkere bi kar tîne. Lê belê derfetên ku dide van koman derfetên NATO, Ewropa û Emerîkayê ye. Erdogan bi navê dewletbûna Tirkiyeyê artêşeke wiha ava dike. Bi qîrîna dirûşmên Îslamê, Îslama siyasî ya dûrî Îslama rasteqîn bi kar tîne. Bi heman rengî koman ava dike û dide êrişkirin. Li gel van hemûyan bêdengiyeke mezin heye. Bi heman rengî dozên dost û muxalîf ên Emerîka û Rûsyayê hene ku dane QSD'ê, hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Lê belê li hemberî bêedaletiya dewleta tirk ti ji wan sekneke rast nîşan nedane, nîşan nadin.
 
Bi navê YPG'ê bêguman em timî dibêjin ku divê Emerîka û Rûsya li ser 'xalên ku di navbera QSD û Tirkiyeyê de hatine diyarkirin bisekinin'. Divê alî li ser êrişên dewleta Tirk nîqaşan bikin ku her roj li pêş çavên tevahiya cîhanê êrişî herêmê dike. Emerîka û Rûsya li gorî pîvanên garantoriyê tevnagerin, têkildarî vê yekê tiştekî nabêjin."
 
Nûrî Mehmûd, diyar kir ku herdu welatên garantor Rûsya û DYE bi vê nêzîkatiyê prestîja xwe winda dikin û got, "Şehadeta 3 jinan li Kobanê, şehadeta fermandariya me ya li Til Temirê, êrişên korsan ên li Şengalê û li ser rêya Alîfero nîşan didin ku ev nêzîkatî nêzîkatiyeke leşkerî ye ku ji hev cuda nîne... Ev hemû bi navê NATO'yê tênekirin. Dewleta Tirk bi navê NATO'yê van dike. Ev yek li dijî pîvanên NATO'yê ne. Yên li Kobanê hatin qetilkirin 3 jin ên sivîl bûn, li Eyn Îsayê zarok şehîd xistin, li Zirganê, li Til Temirê êrişî sivîlan kirin."
 
Mehmûd, anî ziman ku piştî têkbirina DAÎŞ'ê diviyabû li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî bihata afirandin û wiha dewam kir, "Li gel hevdîtinên li Cenevre, Astana û Soçiyê herta niha çareseriyek nehatiye peydakirin. Lê belê em dibînin ku meseleya çareseriyê ya li Sûriyeyê salên dawî ji destê Sûriyeyiyan derketiye û ketiye destê desthilatdariya AKP-MHP'ê. Komên çete yên li herêmên dagirkirî li gel Erdogan dixebitin û ji raya giştî ya navneteweyî re dibêjin, 'Em amade ne biçin Lîbyayê, biçin Ermenistanê, nizanim li ku deverê şer bike'.
 
'KIRYARÊN TIRKIYÊ JI BO ROJHILATA NAVÎN XETERIYEK MEZIN E'
 
Li pêş çavên tevahiya cîhanê li wan herêman Xîlafeta Osmanî tê meşandin. Ji ber bandora van hemûyan çareserî pêk nayê. Li Rojava, li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez, Suryanî, baweriyên Misilman, Xiristiyan, Êzidî bi hêsanî bi hev re dijîn.
 
Li şehîdgehan şehîdên ji her ziman û her olî hene. Gelo bêyî gelên Sûriyeyê li Sûriyeyê çareseriyek pêkane? Dewleta Tirk û komên çete, Sûriyeyê ji çareseriyê vedigirin. Divê civaka navneteweyî vê rastiyê bibîne."
 
Nûrî Mehmû, êrişên dewleta tirk ne tenê bandorê li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike, ev êriş wê bandorê li wan welatan jî bike ku niha ji nedîtî ve tên û wiha bi dawî kir: "Wê bandorê li xelkê van welatan bike. Kiryarên Tirkiyeyê ne tenê ji bo Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn metirsiyeke mezin e. Ev yek ne tenê meseleya Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê ye, meseleyeke navneteweyî ye."

Sernavên din

23/08/2021
13:57 Akademîsyenên Bogazîçiyê li dijî 'rektorê qeyûm’ meşiyan
13:38 Bi boneya ku ji ber qeyûm ve ranebû pêya sirgûnî Yozgatê hat kirin
13:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:23 Piştevaniya Bogazîçiyê, bang li pêkhateyên zanîngehê kir
12:07 Malbata Şenyaşar: Her rojek li vir ji bo edaleta Tirkiyê deqek reş e
11:05 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn xetereyek mezin e
10:46 Dayika berxweder a Şengalê Şemê Remo: Em ê axa xwe nefiroşin dagirkeran
10:09 Hunermend Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 270'yemîn de dewam dike
09:04 Jinên kedkarên nava malê ewlehiya xwe dixwazin
09:04 Yildirim a mala wê li Sûrê hilweşiya: Dewletê em xistin nava vê xizantiyê
09:02 Ger neyê dermankirin wê ker û kor bibe
09:02 Qezenca wan têra debara wan nake
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2021'AN
22/08/2021
18:35 Bavê Yuksekdag hat definkirin
16:12 Jinan li ber Sefaretxaneya Afxanistanê Talîbanê protesto kir
15:24 Festîvala Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê di roja 2’yemîn de didome
14:32 Derbarê Guven û 8 girtiyan de ji ber stranên kurdî lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Li Geverê 8 kes serbest hatin berdan
14:02 Yuksekdag beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bû
13:47 Balafirên Tirkiyê Batîfa bombebaran kir: 2 turîstên ji Iraqê hatin kuştin
11:01 Malbata Şenyaşar: Helbet wê rojekê daraz ji bin kontrola we derkeve
10:29 Dûymaz ê bi gotina ‘Hard kapîtalîzm’ tê nasin: Em natirsin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 269'emîn de dewam dike
09:07 Jinên afxan: Em Talîbanê qebûl nakin, bila tu welat jî wê qebûl neke
09:06 Xizmên girtiyan: Ji destê me çi bê divê em bikin
09:05 Şûraya Dewletê betal kir, lê AKP'iyan plana îmarê guherand ji bo projeya HES'ê
09:04 7 meh in cîranên wan aliyê wan dikin
09:03 'Tiştek bê serê jinên afxan, berpirsiyar welatên emperyalîst in'
09:03 Ji bo Ayancikê koma piştevaniyê ava kirin
09:02 Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa T'yê îşkence
09:01 Rojên zehmet li benda sewalvanan e
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2021'AN
21/08/2021
19:21 Sancar ji Botanê bang kir: Bêyî HDP'ê guherîn nepêkan e
17:50 Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê dest pê kir
16:20 Karkerên çandiniyê yên li Karataşê ji konên xwe tên derxistin
15:42 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Badûr bê berdan
15:28 29 sal in ji Akyildiz ê 16 salî agahî nayê girtin
15:13 Bavê Fîgen Yuksekdag jiyana xwe ji dest da
14:55 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî bang li rayedaran kirin
13:22 Li Wanê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:12 Pirsa aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz kirin
12:22 Sancar û Aydenîz li Botanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
12:03 27 sal in tu agahî ji Çalik û Fîdan nayên girtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn mehkûmî windakirinê ne
10:25 Li Metîna ji ber zêdebûna windahiyên eskerî 200 cerdevanan îstifa kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 268'emîn de dewam dike
09:06 Serokê GOÇ-DER a Çûkûrovayê: Êrîş bi destê îqtidarê tên birêxistinkirin
09:05 Berxwedana karkerên Bel Karperê: Em doza jiyanek mirovane dikin
09:04 Esnafên pîşesaziya Ayancikê: Divê wezîr di pratîkê de tiştina bikin
09:03 ‘Ji bo pêşvebirina herêmî divê jin daxilî nav qada kar bibin'
09:02 Ûca: Li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
09:01 Çîroka jinek afxan: Xwestin keça min a 8 salî bifiroşin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2021'AN
20/08/2021
21:02 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Dê berpirsiyar bên darizandin
16:59 Temel: Divê sibê gelê Botanê biherike qada azadiyê
15:15 Siyasetmedar bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin
15:05 Şewata daristanê ya li Şemzînanê xwe bi xwe vemirî
14:17 DÎSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:57 Polîsan xebatkarê kargoyê revand û lêdan
13:31 ‘Kulîlkên di 8’ê Adarê de hatin kirîn bûn hinceta girtinê'
13:21 Li Derya Reş hejmara kesên di lehiyê de mirin derket 79’an
12:49 Zaroka ku danîn ber nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:47 Li Mêrdînê cînayeta kar
12:13 Li Sûrê 80 mal di karantînayê de ne, kes alîkarî nake
11:57 ‘Em li ser Çemê Zorava HES’ê naxwazin’
11:46 Li Wanê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xweza Jinê
11:36 Malbata Şenyaşar ‘Nobeta Edaletê’ vediguhezîne Enqereyê
11:17 Li girtiyan xistin, lêgerîna tazî ferzî wan kirin
10:50 Li Stenbolê 15 kes hatin binçavkirin
10:38 Cihê 11 qeyûman hat guhertin
10:03 Tirkiye çeteyên SMO li gundên ku ji aliyê PDK ve hatine valakirin bi cih dike
09:20 Li ser daxwaza DEDAŞ’ê mizgeft veguherandin qereqolê!
09:12 ‘Ocalan jiyana bi hev re berpêşî hemû gelan kir'
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 267'emîn de dewam dike
09:10 Aydenîz: Gel peyama xwe bi awayekî aşkere da
09:09 Endama EŞÎK'ê Eraslan: Qetilkirina jinan dibe sedema şikestina civakî
09:07 MED TÛHAD-FED: Girtî tên tecrîdkirin
09:05 Dayikên Aştiyê: Heger Ocalan azad bibe dê aştî bê welêt
09:02 45 sal in kincên kevn difiroşe: Kar ne karê berê ye
09:01 Di dema sirgûnê de ew îşkence kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2021'AN
19/08/2021
17:10 Li Sêrtê ji bo hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ banga beşdariyê hat kirin
16:54 ‘Heke misqaleke edalet hebûya wê hemû mexduriyet çareser bibûna’
16:52 Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê du ciwan binçav kirin
16:12 ‘Desthilat nikare welat birêve bibe'
15:50 Li Elkê 'Dema azadiyê': Dê Botan bersiva êrişan bide
15:49 Salvegera 2’yemîn a danîna qeyûman e: Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê
15:37 Talîbanê gule berdan pîrozbahiyên serxwebûnê: Herî kêm 2 kes mirin
14:27 HDP’î li Elkê bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin
14:04 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:34 Zaroka bi awayekê gumanbar ji bilindahiyê ket: Ûgûr A. ez dehf dam
13:29 Başaran: Ne rejîma qeyûman wê pergala me ya azadîxwaziya jinan ser bikeve
13:29 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:13 Li Geverê 6 kes hatin binçavkirin
12:10 Malbata Şenyaşar: Qasî ku dewlet adil be bihêz e
12:04 Meşa baskê Edîrneyê ya kedkaran a ber bi Enqereyê ve didome
11:48 Aktîvîsta jinên Afxan: Em naxwazin di bin zilma Talîbanê de bijîn
11:47 Li Çiyayê Cûdî carek din şewat derket