Rojnamevan Îbrahîm Êzidî: Dixwazin bi van êrişan heyfa DAIŞ’ê bistînin

  • rojane
  • 09:00 24 Tebax 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Îbrahîm Êzidî tekildarî herdu êrişên li ser Şengalê axivî û got: "Ev êriş bi awayeke hevbeş pêk hatiye. Ji ber ku şehîd Saîd Hesen bi berpirsên artêşa Iraqê re hevdîtin pêk anîbû û civîna wan bi dawî bûbû û ji bo pêşwazîkirina Mistefa Kazimî bikin di nava Şengalê de, hedef hat girtin.” 

Di 16'ê tebaxê de balafirên Tirkiyê bombe li navenda Şengalê Sûka Kevn barandibûn û di encama êrîşê de fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û birazîyê wî şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Îsa Xwedêda jiyana xwe ji dest dabûn û 3 kes jî birîndar bûbûn. Di 17'ê tebaxê de jî balafirên şer ên Tirkiyeyê bombe li ocaxa tenduristiyê ya li gundê Sikêniyê ya bi ser Şengalê ve barand û di wê êrişê de jî 4 xebatkarên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Herdu êrişên hewayî yên ku di dema serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya ji bo Musil û Kerkûkê de pêk hatin bûn sedemên gumanan. 
 
Rojnamevan Îbrahîm Êzidî yê ku herdu êrişên hewayî ji nêz ve dişopand, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand. 
 
'DI DEMEKE WIHA DE EV ÊRIŞ NE JI RÊZÊ YE' 
 
Êzidî, diyar kir ku êrişên pêk hatin, ji berê ve hatibûn plankirin û wiha got: “Di vê êrişê de kesên ku li hemberî DAIŞ’ê di têkoşînê de pêşengî kirin hatin hedefgirtin. Roja ku êrişa yekem a li ser Şengalê çêbû, em weke rojnameger li navenda Şengalê bûn. Ji ber ku di wê rojê de serdana Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî ji bo Şengalê hebû. Kazimî di vê serdana de wê bi taybetî aliyên leşkerî, siyasî û rêveberiya MXDŞ'ê re hevdîtinan pêk anîbûya. Ji me re hatibû gotin ku wê seat li 13.00’an bigihîje navenda Şengalê. Seatekî beriya vê serdanê êriş pêk hat. Di vir de hedef girtina şehîd Seîd Hesen mirov dikare bi gelek şêwazan şîrove bike. Yek wê dide diyarkirin ku dewleta tirk çi hesabê ji dewleta Iraqê re nake. Peyameke zelale ku dibêje em rêzê ji serweriya Iraqê re nakin û dibêje ku em kengî û kîjan kêliyê bixwazin em dikarin êriş bikin. Mirov dikare bi vî şêwazî beşekî vê êrişê şîrove bike. A dîtir jî ev êriş ji bo pêkanîna ‘Peymana 9'ê Cotmehê’ ya ku di navbera dewleta tirk, PDK'ê û Mistefa Kazimî de bû. Di van demên dawî de raya giştî jî pê hesiya ku Şengal bi ewle ye. Hêdî hêdî gel vedigere ser axa xwe. Bi taybetî jî di salvegera fermanê de hejmara vegerê zêde bûbû. Ew ‘Peymana 9'ê Cotmehê’ îrade, berxwedan û têkoşîna civaka êzidî li ber çavan nehat girtin. Mistefa Kazimî dema ku serdana Şengalê bike, da diyar kirin ku Şengal ewle ye. Heger Şengal ne ewle bûya serokwezîrê dewletê wê nikaribûya serdana Şengalê bikira. Ji bo ku ev mijara ewlekariya Şengalê were berovajîkirin, ev êriş pêk hat. Lê li gorî nêrîna me ev êriş bi awayeke hevbeş pêk anîn. Ji ber ku şehîd Seîd Hesen bi berpirsên artêşa Iraqê re hevdîtin pêk anîbû û civîna wan bi dawî bûbû û ji bo pêşwazîkirina Mistefa Kazimî bikin di nava Şengalê de hedef hat girtin. Ji ber wê jî hê guman zêdetir dibin. Di demeke wisa de ev êriş ne ji rêzê bû. Beriya niha çend caran êriş çêbûn, lê tu êriş ne weke van êrişan bû. Bi taybetî jî hedef girtina Seîd Hesen û nexweşxaneya Sikêniyê ne ji rêzê bûn.” 
 
'KAZIMÎ HEVKARÊ VÊ ÊRIŞÊ YE'
 
Êzidî, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser helwesta hikumeta Iraqê û da zanîn ku ev êriş hevbeş pêk hatine û wiha domand: “Di vir de tişta balkêş ew bû ku piştî êrişê çend seatan Mistefa Kazimî di gundê Koço de daxuyanî da, lê bi tu awayî behsa êrişê nekir. Her wiha ji aliyê berpirsên Iraqê ve sersaxî jî ji malbatan re nehatiye xwestin û behsa êrişê nekirine. Tenê behsa pêkanîna ‘Peymana 9'ê Cotmehê’ kirin û gotin Şengal ne bi ewle ye. Ji bo ku destê wan ji bo ‘Peymana 9'ê Cotmehê’ xurt bibe, ev êriş pêk anîn. Êriş li ser vî esasî pêk hat. Di dema serdana Mistefa Kazimî de êrişek bi vî rengî dixwazin bibêjin ‘Peymana 9'ê Cotmehê pêk nehatiye’ ev êriş jî wê berdewam bikin. Di hevdîtinên beriya niha de jî gelek caran gef li civaka êzidî û rêveberiya xweser hatin xwarin. Gotin ‘Heger hûn rê li ber peymana 9'ê cotmehê bigirin wê dewleta tirk êriş bike’. Dewleta tirk bi xwe jî daxuyaniyên wiha çend caran daye û diyar kiriye ku heger Iraq û PDK nikaribin vê peymanê pêk bîne ew ê bi xwe bikevin dewrê. Erê rast e ev êriş bi destê dewleta tirk pêk hatiye, lê di vê êrişê de ne tenê destê dewleta tirk heye. Hevkarê wan PDK û Kazimî hevkarê vê êrişê ne. Heger ne wisa ba wê helwest nîşan bidana."
 
'DIXWAZIN BI VAN ÊRIŞAN HEYFA DAIŞ'Ê BISTÎNIN’ 
 
Êzidî, destnîşan kir ku cihên hatine bombebarankirin qada berxwedana civaka êzidî ya li dijî DAIŞ'ê ye û got: “Di van êrişan de xwestine ku berdewamiya fermanê bînin û kesên ku di fermanê de pêşengiya berxwedana civaka êzidî kirin, tune bikin. Seîd Hesen jî yek ji van kesan bû. Destpêkê li hemberî DAIŞ'ê rabû û bi saya wî û hevalên wî DAIŞ ji Şengalê hat derxistin û bi hezaran êzidî ji qirkirinê rizgar kirin. Ev êriş ji bo tolhildana DAIŞ'ê ye. Kê li dijî DAIŞ’ê şer kiribe, êrişî wan dikin. Ji xwe cihê ku Seîd Hesen tê de hatiye hedefgirtin jî cihê berxwedanê bû. Li wir DAIŞ hatibû tunekirin. Li gorî nêrîna min ji bo ku heyfa DAIŞ’ê were sitendin ev êriş pêk hatiye. Ev êriş çi dide diyar kirin? Yek hevkariya dewleta Iraqê û bêdengiya wan dide diyar kirin, a dîtir jî serweriya Iraqê nîne. Tenê navê wê heye. Ya dîtir jî exleqê dewleta tirk dide diyarkirin. Tişta ku di hemû qanûnên navnetewî de heye, bombebarankirina nexweşxaneyekî sûc e. Tişta ku li Serêkaniyê pêk anîn, li Şengalê didin berdewamkirin. Bombebarankirina nexweşxaneyê sûc şer e.” 
 
'TU HÊVIYA ÊZIDIYAN JI IRAQÊ NEMA' 
 
Êzidî anî ziman ku tu rol û mîsyona dewleta Iraqê nemaye û got: “Hêviyên civaka êzidî û rêveberiya xweser ji Iraqê nemane. Mirov nikare bibêje ku ew ê êdî pişta xwe bidin Iraqê. Niha jî hezên Iraqê di Şengalê de hene. Hejmareke zêde yê Artêşa Iraqê li Şengalê hene. Lê ev hêz ji girtina ewlehiyê bêtir ji bo ku pêşiyê li çalakiyên civaka êzidî bigirin hatine bicihkirin. Dema ku yek bê nasname be desteser dikin, dema ku yek behsa dewletê dike dester dikin. Ji bo vê hatine Şengalê. Jixwe di sala 2014'an de nikaribûn li axa êzidiyan biparêzin û reviyan çûbûn. Niha jî nikarin ji esman ve êzidiyan biparêzin. Heger YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê û îradeya civaka êzidî ne wisa bi hêz bûya, wê DAIŞ di her milî de êriş bikira. Lê hêzên Şengalê bi îradeya xwe ya berxwedêr nahêlin ku DAIŞ bi ser Şengalê ve were.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

27/08/2021
11:45 Endamê Meclîsa HDP’ê hat revandin, îşkence lê hat kirin û xwestin tecawiz bikin
11:32 Şewata ku li Bestayê derketiye nayê vemirandin
11:32 Ji Panosê 5 girtî sewqî Erziromê hatin kirin
11:20 Malbata Şenyaşar: Bila edalet were û zilm biqede
11:15 Osman ê ku çeteleya Tirkiyê ya li ser Kurdistana Federe amade dike: Erdogan Hewlêrê weke axa xwe dibîne
10:23 Li Kabûlê hejmara miriyan zêde dibe: 13 jê leşkerên Amerîkî 90 kes mirin
09:24 Cihê herî xweş yê ku roj lê hiltê: Çiyayê Nemrûd
09:04 Akademîsyenê ji peywirê hat girtin: Israra ji bo qeyûm rektor bêhûde ye
09:04 Pasûr û gundên wê bêav in
09:04 Dozger îtiraz kir: Hevokên kurdî parve kirine
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 274'emîn de dewam dike
09:04 'Ji bo perwerdehiya rûbirû divê kêmasî werin temamkirin'
09:04 ‘Armanca êrîşên li ser Şengalê tunekirina bîra kurdî ye'
09:04 Ji ber ku ferzkirina 'poşmaniyê' qebûl nekir nehat berdan
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2021'AN
07:57 Di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn çêbû
26/08/2021
16:59 Zarokê di êrişa çekdarî de birîndar bûbû jiyane xwe ji dest da
15:52 DÎSKÎ’yê cezayê ava ‘qaçax’ li 4 hezar 500 malbatan birî
15:36 KESK’ê ji bo greva ku sibê pêk bîne bang kir
15:30 Ji Mêrdînê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
14:04 Walîtî bi hinceta ‘çûnehatin tuneye’ mudaxeleyî şewatê nake
13:54 Di encama bombebaranê de li Bestayê şewat derket
13:17 Baroya Şirnexê giliyê Dîdem Arslan kir
13:16 Şanoya Bajêr a Amedê kargehên bêheq li dar dixe
13:09 Dundar: Divê her kes bi hêvî be
13:09 Bûldan: Rojên rohanî bi şikandina tecrîdê pêkane
12:05 Ji bo Malbata Şenyaşar ku dê biçe Enqereyê banga piştevaniyê hat kirin
12:04 Ciwanan banga tevlîbûna tûrnûvaya futbolê ya Denîz Poyraz kirin
11:58 Ligel îşkence û tecawizê jî cezayê girtîgehê yê muebetê dan wan
11:12 Li ser malên Elewiyan ‘Kizilbaş’ nivîsandin
11:02 Hestiyên li derûdorê belav bûbûn bi hêsirên çavê xwe veşart!
10:51 Bavê girtî: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
10:19 'Dilovanîya Tirk' a li ser xaka Sûriyê
10:07 Kulîlkan hişk dike û dike xemla dîwaran
09:08 23 roj in agahî ji endamên RJAK'ê nayê wergirtin: Destûr nadin ku parêzer biçin hevdîtinê
09:07 Ocalan, ji bo Şengalê bal kişandibû ser xweparastinê
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 273'yemîn de dewam dike
09:04 Dixwazin bi darê zorê malbatê bibin ber HDP'ê û 'herêma operasyonê'
09:04 Wê bi dirûşmeya 'li dijî şer aştî' li Bakirkoyê bên cem hev du
09:04 Behsa girtîgehê kir: Tekane armanc serketin e
09:04 Av bi destê gel nakeve, wî xeteke qaçax kişandiye gundê xwe
09:04 Ji ber rê û peyarêyên nayên temamkirin nikarin tu karî bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2021'AN
08:39 Piştî 4 mehan cenaze teslîm kirin
08:15 Li Çiyayê Çelênimêja di rojê de 150 ton dar tên birîn
25/08/2021
19:44 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:39 Li Qilêbanê qeza: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
17:14 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek din jî hat destpêkirin
16:55 Ji bo rakirina konan du roj wext dan karkeran
16:29 ‘Bi mezinbûna HDP'ê re wê tecrîd jî rabe’
16:02 KESK’a Şirnexê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:25 Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 4 bajaran hevdîtinan pêk bîne
15:18 Beştaş: Doza Mehmet Sîncar bi xetereya dem borînê re rûbirû ye
14:51 Melek Çetînkaya serdana Emîne Şenyaşar kir
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:49 Li Stenbol û Enqereyê wê mitîngên aştiyê werin lidarxistin
13:18 Baroya Wanê giliyê Dîdem Arslan kir
13:12 Rêveber û parlamenterên HDP’ê li Dîlokê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiyan
13:06 Malbata Şenyaşar: Dozger dibe hevkarê vî sûcî
11:41 Li Stenbolê dayik û keça xwe hatin kuştin
11:14 Polîsan avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin
10:56 Bang li rêxistinên navneteweyî kir: Divê dijminê jinan Talîban neyê naskirin
09:45 Jina nexweşa pênceşêrê ya 73 salî hat binçavkirin
09:11 Li Îmraliyê dîroka 'bêhiqûqîtiyê': Ji hezar û 817 serlêdanan hezar û 375 jê hatin redkirin
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 272'yemîn de dewam dike
09:10 Fîncanci: Divê ATK rêgeza edaletê esas bigire
09:09 Li gorî şaredarê AKP'î krîza aborî tune ye
09:07 'Girtî nayên tedawîkirin'
09:07 Girtiyê nexweş ê 70 salî hefteyê 5 rojan li nexweşxaneyê ye
09:06 Li quntarên Çiyayê Gabarê dema çêkirina dimsê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2021'Ê
24/08/2021
21:52 Li Mereşê hevdîtina bi gel re: Dê gel AKP'ê têk bibin
17:03 HDP: Ziman ne azad be civak tu carî azad nabe
15:18 Ji ber lêgerîna tazî qebûl nekir lêdan
14:26 Li Rihayê jinek hat binçavkirin
14:19 Li Amedê wê ‘Mitînga Aştiyê’ were lidarxistin
13:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:37 Profesor Nadir Nadirov koça dawî kir
13:37 Goristana ermenan hat tarûmarkirin
13:29 Li 11 gundên Mêrdînê biryara karantînayê hat ragihandin
13:29 Bavê ku tecawizî keça xwe kir hat girtin
12:54 ‘Ji bo çareseriyê hûn mecbûr in tecrîdê rakin’
12:23 Malbata Şenyaşar: Werin em bêedaletiyê bi hev re ji holê rakin
11:52 Lêpirsîna ji ber stranên kurdî di rojeva Meclîsê de ye
11:24 Balafirên Tirkiyê çoltera Pêncwênê bombebaran kirin
10:35 Hejmara 13'an a Psychology Kurdî derket
09:57 8 girtiyên nexweş li heman qawîşê kom kirin: Dixwazin em birizin
09:00 Di dema nirxandina înfazê de pirsa 'Tu ji Ocalan hez dikî?'
09:00 Wênesazên jin bîrê bi zimanê hunerê bi ruh û can dikin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 271'emîn de dewam dike
09:00 Ji ber Dadgeha Bilind biryar nedaye, nayê berdan
09:00 Belgefîlma penaberê afxan ên li Amedê çêkir
09:00 'Polîtîkaya bêmirovbûnê bi talankirina xwezayê tê domandin'
09:00 Rojnamevan Îbrahîm Êzidî: Dixwazin bi van êrişan heyfa DAIŞ’ê bistînin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2021'AN
23/08/2021
22:59 Mîhrîcana Jinan bi dawî bû: Heya tecrîd bê şikandin em ê bitêkoşin
16:18 ÎHD’ê rapora 6 mehan eşkere kir: Binpêkirina mafan û îşkence zêde bûye
16:13 Jin di atolyeya dramê de hatin gelhev
14:37 6 rojin Xozat dişewite