Di dema nirxandina înfazê de pirsa 'Tu ji Ocalan hez dikî?'

  • rojane
  • 09:00 24 Tebax 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Îzmîrê Ahmet Çîçek, anî ziman ku îdareya girtîgehê pirsên wekî "Tu ji Abdullah Ocalan hez dikî?" û "Tu misilman î?" ji girtiyan dipirse û bi vî awayî berdana wan taloq dike. 

Li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin. Bi taybetî jî piştî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, binpêkirinên mafan zêde bûn. Girtiyên înfaza xwe temam kirine, nayên berdan. 
 
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê Ahmet Çîçek, binpêkirinên mafan û tecrîdê nirxand. 
 
Çîçek, diyar kir ku ji Girtîgeha Şakranê girtiya têkildarî binpêkirinên mafan name ji wan re şandine. Çîçek, anî ziman ku girtiyan raghandiye ku îdareya girtîgehê di dema nirxandina "rewşa baş" de pirsên kêfî ji wan dikin. Çîçek, destnîşan kir ku piştî vê nirxandinê girtî nayên berdan. 
 
PÊKANÎNEKE KÊFÎ
 
Çîçek, bibîr xist ku ev pêkanîn di meha Çileyê de ketiye meriyetê û got: "Li girtîgehê heyet hatiye çêkirin. Girtiyên dema wan a kontrola edlî hatiye diçin cem vê heyetê. Li gor nameyên ku girtiyan ji me re şandine, heyet van pirsan dipirse; 'Tu ji Abdullah Ocalan hez dikî? Tu di nav rêxistinê de yî? Pêxemberê te kî ye? Tu misilman î?' Bi van pirsan dema berdana girtiyan 8 mehan taloq dikin. Ev pêkanîneke kêfî ye, di hiqûqê de tune ye. Dewlet, li hemberî girtiyên siyasî guh li hiqûqê nake, bi ya xwe dike." 
 
TECRÎD
 
Çîçek, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku di hiqûqê de tu cihekî vê tecrîdê tune ye û dewlet bi hincetan dixwaze wê rewa bike. Çîçek, diyar kir ku divê daxwazên ji bo hevdîtinê yên parêzerên Ocalan bên qebûlkirin ûdi şexsê Ocalan de binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên siyasî bi dawî bibin. 
 
Çîçek, anî ziman ku bi hinceta şewbê binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyên siyasî tên zêdekirin û got: "Piştî pandemiyê gelek binpêkirinên mafan rû dan û hê jî didomin. Bi hinceta pandemiyê gelek mafên girtiyan hatin astengkirin. Nahêlin werzîşê bikin, sohebtê qedexe kirine, atolye qedexe kirine. Hevdîtinên vekirî tune ne û yên girtî jî mehê carekê tên kirin." 
 
Çîçek, diyar kir ku di dema çûn û hatine nexweşxaneyê de jî tahde li girtiyan tê kirin û piştî wan ji nexweşxaneyê tînin 15 rojan dixin qawîşa karantînayê. 
 
Çîçek, bal kişand ser pêkanînên kêfî yên li Girtîgeha Şakranê ya Jinan jî û got: "Hemû kevçî û têfikên qawîşa jinan berhev kirine û yên plastîk dane wan. Ên ji ber plastîkê alerjiya wan çêdibe hene. Her wiha ev amûrên plastîk ku maddeyeke kanserojan dihewîne, ji bo tenduristiya mirovan nebaş e." 
 
DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE
 
Çîçek, çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018'an bibîr xist ku bi Pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven dest pê kiribû û 200 rojî dewam kiriye û gelek girtî dawî li jiyana xwe anîbûn û tenduristiya gelek girtiyan jî xirab bûbû. Çîçek, anî ziman ku ji bi heman tişt cardin çênebin demildest divê dewlet daxwazên girtiyan qebûl bike. Çîçek, destnîşan kir ku daxwazên girtiyan pir aşkere ne û xwest tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. 

Sernavên din

27/08/2021
11:45 Endamê Meclîsa HDP’ê hat revandin, îşkence lê hat kirin û xwestin tecawiz bikin
11:32 Şewata ku li Bestayê derketiye nayê vemirandin
11:32 Ji Panosê 5 girtî sewqî Erziromê hatin kirin
11:20 Malbata Şenyaşar: Bila edalet were û zilm biqede
11:15 Osman ê ku çeteleya Tirkiyê ya li ser Kurdistana Federe amade dike: Erdogan Hewlêrê weke axa xwe dibîne
10:23 Li Kabûlê hejmara miriyan zêde dibe: 13 jê leşkerên Amerîkî 90 kes mirin
09:24 Cihê herî xweş yê ku roj lê hiltê: Çiyayê Nemrûd
09:04 Akademîsyenê ji peywirê hat girtin: Israra ji bo qeyûm rektor bêhûde ye
09:04 Pasûr û gundên wê bêav in
09:04 Dozger îtiraz kir: Hevokên kurdî parve kirine
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 274'emîn de dewam dike
09:04 'Ji bo perwerdehiya rûbirû divê kêmasî werin temamkirin'
09:04 ‘Armanca êrîşên li ser Şengalê tunekirina bîra kurdî ye'
09:04 Ji ber ku ferzkirina 'poşmaniyê' qebûl nekir nehat berdan
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2021'AN
07:57 Di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn çêbû
26/08/2021
16:59 Zarokê di êrişa çekdarî de birîndar bûbû jiyane xwe ji dest da
15:52 DÎSKÎ’yê cezayê ava ‘qaçax’ li 4 hezar 500 malbatan birî
15:36 KESK’ê ji bo greva ku sibê pêk bîne bang kir
15:30 Ji Mêrdînê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
14:04 Walîtî bi hinceta ‘çûnehatin tuneye’ mudaxeleyî şewatê nake
13:54 Di encama bombebaranê de li Bestayê şewat derket
13:17 Baroya Şirnexê giliyê Dîdem Arslan kir
13:16 Şanoya Bajêr a Amedê kargehên bêheq li dar dixe
13:09 Dundar: Divê her kes bi hêvî be
13:09 Bûldan: Rojên rohanî bi şikandina tecrîdê pêkane
12:05 Ji bo Malbata Şenyaşar ku dê biçe Enqereyê banga piştevaniyê hat kirin
12:04 Ciwanan banga tevlîbûna tûrnûvaya futbolê ya Denîz Poyraz kirin
11:58 Ligel îşkence û tecawizê jî cezayê girtîgehê yê muebetê dan wan
11:12 Li ser malên Elewiyan ‘Kizilbaş’ nivîsandin
11:02 Hestiyên li derûdorê belav bûbûn bi hêsirên çavê xwe veşart!
10:51 Bavê girtî: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
10:19 'Dilovanîya Tirk' a li ser xaka Sûriyê
10:07 Kulîlkan hişk dike û dike xemla dîwaran
09:08 23 roj in agahî ji endamên RJAK'ê nayê wergirtin: Destûr nadin ku parêzer biçin hevdîtinê
09:07 Ocalan, ji bo Şengalê bal kişandibû ser xweparastinê
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 273'yemîn de dewam dike
09:04 Dixwazin bi darê zorê malbatê bibin ber HDP'ê û 'herêma operasyonê'
09:04 Wê bi dirûşmeya 'li dijî şer aştî' li Bakirkoyê bên cem hev du
09:04 Behsa girtîgehê kir: Tekane armanc serketin e
09:04 Av bi destê gel nakeve, wî xeteke qaçax kişandiye gundê xwe
09:04 Ji ber rê û peyarêyên nayên temamkirin nikarin tu karî bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2021'AN
08:39 Piştî 4 mehan cenaze teslîm kirin
08:15 Li Çiyayê Çelênimêja di rojê de 150 ton dar tên birîn
25/08/2021
19:44 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:39 Li Qilêbanê qeza: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
17:14 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek din jî hat destpêkirin
16:55 Ji bo rakirina konan du roj wext dan karkeran
16:29 ‘Bi mezinbûna HDP'ê re wê tecrîd jî rabe’
16:02 KESK’a Şirnexê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:25 Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 4 bajaran hevdîtinan pêk bîne
15:18 Beştaş: Doza Mehmet Sîncar bi xetereya dem borînê re rûbirû ye
14:51 Melek Çetînkaya serdana Emîne Şenyaşar kir
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:49 Li Stenbol û Enqereyê wê mitîngên aştiyê werin lidarxistin
13:18 Baroya Wanê giliyê Dîdem Arslan kir
13:12 Rêveber û parlamenterên HDP’ê li Dîlokê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiyan
13:06 Malbata Şenyaşar: Dozger dibe hevkarê vî sûcî
11:41 Li Stenbolê dayik û keça xwe hatin kuştin
11:14 Polîsan avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin
10:56 Bang li rêxistinên navneteweyî kir: Divê dijminê jinan Talîban neyê naskirin
09:45 Jina nexweşa pênceşêrê ya 73 salî hat binçavkirin
09:11 Li Îmraliyê dîroka 'bêhiqûqîtiyê': Ji hezar û 817 serlêdanan hezar û 375 jê hatin redkirin
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 272'yemîn de dewam dike
09:10 Fîncanci: Divê ATK rêgeza edaletê esas bigire
09:09 Li gorî şaredarê AKP'î krîza aborî tune ye
09:07 'Girtî nayên tedawîkirin'
09:07 Girtiyê nexweş ê 70 salî hefteyê 5 rojan li nexweşxaneyê ye
09:06 Li quntarên Çiyayê Gabarê dema çêkirina dimsê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2021'Ê
24/08/2021
21:52 Li Mereşê hevdîtina bi gel re: Dê gel AKP'ê têk bibin
17:03 HDP: Ziman ne azad be civak tu carî azad nabe
15:18 Ji ber lêgerîna tazî qebûl nekir lêdan
14:26 Li Rihayê jinek hat binçavkirin
14:19 Li Amedê wê ‘Mitînga Aştiyê’ were lidarxistin
13:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:37 Profesor Nadir Nadirov koça dawî kir
13:37 Goristana ermenan hat tarûmarkirin
13:29 Li 11 gundên Mêrdînê biryara karantînayê hat ragihandin
13:29 Bavê ku tecawizî keça xwe kir hat girtin
12:54 ‘Ji bo çareseriyê hûn mecbûr in tecrîdê rakin’
12:23 Malbata Şenyaşar: Werin em bêedaletiyê bi hev re ji holê rakin
11:52 Lêpirsîna ji ber stranên kurdî di rojeva Meclîsê de ye
11:24 Balafirên Tirkiyê çoltera Pêncwênê bombebaran kirin
10:35 Hejmara 13'an a Psychology Kurdî derket
09:57 8 girtiyên nexweş li heman qawîşê kom kirin: Dixwazin em birizin
09:00 Di dema nirxandina înfazê de pirsa 'Tu ji Ocalan hez dikî?'
09:00 Wênesazên jin bîrê bi zimanê hunerê bi ruh û can dikin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 271'emîn de dewam dike
09:00 Ji ber Dadgeha Bilind biryar nedaye, nayê berdan
09:00 Belgefîlma penaberê afxan ên li Amedê çêkir
09:00 'Polîtîkaya bêmirovbûnê bi talankirina xwezayê tê domandin'
09:00 Rojnamevan Îbrahîm Êzidî: Dixwazin bi van êrişan heyfa DAIŞ’ê bistînin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2021'AN
23/08/2021
22:59 Mîhrîcana Jinan bi dawî bû: Heya tecrîd bê şikandin em ê bitêkoşin
16:18 ÎHD’ê rapora 6 mehan eşkere kir: Binpêkirina mafan û îşkence zêde bûye
16:13 Jin di atolyeya dramê de hatin gelhev
14:37 6 rojin Xozat dişewite