Li Îmraliyê dîroka 'bêhiqûqîtiyê': Ji hezar û 817 serlêdanan hezar û 375 jê hatin redkirin

  • rojane
  • 09:11 25 Tebax 2021
  • |
img

STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji sala 1999'an heya niha ji bo hevdîtinê hezar û 817 caran serlêdan kirine û ji van serlêdanan hezar û 375 jê hatine redkirin. 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi komploya navdewletî di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, 22 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Ji roja ku Ocalan hatiye radestkirin heya niha, hevdîtina parêzeran tim tê astengkirin û tecrîda li ser wî ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve hat dijwarkirin. 
 
Piştî 8 salan di 2-22'yê Gulan, 12-18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an de Ocalan hevdîtin bi parêzerên xwe re kir. Piştî van hevdîtinan hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê tên astengkirin. 
 
Me serlêdanên ji bo hevdîtinê yên parêzeran ên ji sala 1999'an heya niha berhev kirin.
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji sala 1999'an heya niha ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Ocalan re bikin, bi giştî hezar û 817 serlêdan kirine. Ji van serlêdanan tenê 442 jê hatine qebûlkirin û hezar û 375 jî hatine redkirin. 
 
1999: 62 HEVDÎTIN 
 
Ocalan, di 1999'an de, sala radestî Tirkiyeyê hat kirin, 62 caran hevdîtin bi parêzerên xwe re kir. Hevdîtina ewil di 25'ê Sibata 1999'an de hat kirin. Di Adarê 5, Nîsanê 8, Gulanê 5, Hezîranê 6, Tîrmehê 7, Tebaxê 9, Îlonê 9, Cotmehê 4, Mijdarê 6 û Kanûnê de 2 hevdîtin hatin kirin. 
 
ASTENGIYA EWIL
 
Di sala 2000'î de bi giştî ji bo hevdîtinê 54 caran serlêdan hatin kirin. Ji van serlêdanan 34 jê hatin qebûlkirin û 20 jê jî hatin redkirin. Di meha Çileyê de 5 serlêdan hatin kirin û her pênc jî hatin qebûlkirin. Di meha Sibatê de jî 5 serlêdan hatin kirin, 3 jê hatin qebûlkirin, 2 jê hatin redkirin. Cara ewilî hevdîtina bi parêzeran di 20'ê Sibata 2000'î de hat astengkirin. 
 
2001: 18 SERLÊDAN HATINE ASTENGKIRIN
 
Di sala 2001'ê de 52 serlêdan hatin kirin. Ji van serlêdanan 34 jê hatin qebûlkirin, 18 jê hatin redkirin. Di sala 2002'yan de jî 52 serlêdan hatin kirin û ji van serlêdanan 52 jê hatin qebûlkirin, 18 jê hatin redkirin. 
 
2003: 20 JÊ HATIN QEBÛLKIRIN, 35 HATIN REDKIRIN 
 
Di sala 2003'yan de 55 serlêdan hatin kirin û ji van serlêdanan 20 jê hatin qebûlkirin, 35 jê jî nehatin qebûlkirin. Serlêdanên nehatin qebûlkirin piranî jê jî bi hinceta "rewşa hewayê nebaş e" hatin astengkirin. Di meha Çileyê de 5 serlêdan hatin kirin, yek jê bi hinceta "betlaneya fermî" hat astengkirin, 4 jê jî bi hinceta "rewşa hewayê". Di meha Sibat de jî 4 serlêdan hatin kirin. Her 4 serlêdan jî bi hinceta "rewşa hewayê" nehatin qebûlkirin. Di Adarê de jî 4 serlêdan hatin kirin, ji van serlêdanan 2 jê hatin qebûlkirin, 2 jê jî bi hinceta "rewşa hewayê" hatin redkirin. 
 
SERLÊDANÊN 2004'AN 
 
Parêzer di sala 2004'an de ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin, 53 serlêdan kirin. Ji van serlêdanan 29 jê hatin qebûlkirin û 24 jê hatin redkirin. Di sala 2005'an de jî 51 serlêdan hatin kirin, ji van serlêdanan 16 jê hatin qebûlkirin û 35 jê jî hatin redkirin. Di sala 2006'an de jî parêzeran ji bo hevdîtinê 60 serlêdan kirin. Ji van serlêdanan 24 jê hatin qebûlkirin û 36 jê hatin redkirin. Di sala 2007'an de jî 60 serlêdan hatin kirin. 30 jê hatin qebûlkirin, 30 jê hatin redkirin. 
 
‘KEŞTÎ XERABE YE' 
 
Di sala 2008'an de parêzeran 56 serlêdan kirin. Ji van serlêdanan 37 jê hatin qebûlkirin, 19 jê jî bi hinceta "keştî xerabe ye" hatin redkirin. 
 
50 JÊ HATIN QEBÛLKIRIn, 11 JÊ HATIN REDKIRIN
 
Di sala 2009'an de 61 serlêdan hatin kirin. Ji van serlêdanan 50 jê hatin qebûlkirin û 11 jê jî hatin redkirin. Di sala 2010'an jî 65 serlêdan hatin kirin û ji van serlêdanan 43 hatin qebûlkirin, 22 jê hatin redkirin. Ên hatin redkirin, hinceta "keştî xerabe ye" û "rewşa hewayê" hatin redkirin. 
 
27'Ê TÎRMEHA 2011'AN
 
Di sala 2011'an de 84 serlêdan hatin kirin. Ji van serlêdanan 24 jê hatin qebûlkirin, 23 jê jî bi hinceta "rewşa hewayê" û "keştî xerabe ye" hatin redkirin. Ji van serlêdanan yek jê; ji dêvla parêzeran malbatê hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtina 27'ê Tîrmeha 2011'an, deriyên Îmraliyê tam 8 salan ji bo parêzeran nehat vekirin. Di 22'yê Mijdarê de jî parêzerên hevdîtin bi Ocalan re kirin hemû di bin navê "Doza KCK'ê" de hatin girtin. Ji 27'ê Tîrmehê heya 31'ê Kanûna 2011'an 43 serlêdan hatin kirin. Her 43 serlêdan jî hatin redkirin. 
 
104 SERLÊDAN HATIN REDKIRIN 
 
Di sala 2012'an de 104 serlêdan hatin kirin û hemû jî hatin redkirin. 73 serlêdan bi hinceta "keştî xerabe ye", 14 serlêdan bi hinceta "rewşa hewayê", 16 jê "keştî tê tamîrkirin" û 1 jê jî bi hinceta "cejna fermî" hatin redkirin. 
 
KEŞTÎ 3 SALAN NEHATIN TAMÎRKIRIN! 
 
Di sala 2013'an de jî 102 serlêdan hatin kirin. Ji van serlêdanan 86 jê bi hinceta "keştî xerabe ye", 12 jê bi hinceta "rewşa hewayê" û 4 jê bi hinceta "cejna fermî" hatin redkirin. Di sala 2014'an de jî 104 serlêdan hatin kirin. Serlêdan bi hinceta "keştî xerabe ye", "rewşa hewayê", "keştî tê tamîrkirin" û "cejna fermî" hatin redkirin. 
 
Di sala 2015'an de jî bi giştî 100 serlêdan hatin kirin. Hemû serlêdan bi hinceta "rewşa hewayê", "keştî xerabe ye" û "keştî tê tamîrkirin" hatin redkirin. 
 
TECRÎD GIRAN DIBE 
 
Sala 2016'an, yek ji wan salan e ku tecrîda li Îmraliyê girantir bû. Piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an, vê carê çûna parêzeran a Îmraliyê bi hinceta biryarên dadgehê yên ji bo 3 û 6 mehan, hatin astengkirin. Di sala 2016'an de 124 serlêdan hatin kirin. Heya 15'ê Tîrmehê serlêdan bi hinceta "rewşa hewayê" û "keştî xerabe ye" dihatin redkirin, lê piştî 15'ê Tîrmehê bi hinceta "şert guncan bibin", "biryara dozgeriyê" û " biryara dadgehê" hatin redkirin. Ji serlêdanên hatin kirin 2 jê bi hinceta "gava şert guncan bibin", 1 jê bi hinceta "biryara dozgeriyê", 64 jê bi hinceta "biryara dadgehê", 48 jê bi hinceta "keştî xerabe ye" û 7 jê bi hinceta "rewşa hewayê" hatin redkirin û 2 jê jî nehatin bersivandin. 
 
BIRYARA DADGEHÊ 
 
Di sala 2017'an de jî bi giştî 100 serlêdan hatin kirin. Tevahiya serlêdanan bi hinceta "biryara dadgehê" hatin redkirin. Di sala 2018'an de jî 102 serlêdan hatin kirin, ev serlêdan jî hemû bi hinceta "biryara dadgehê" hatin redkirin. Di 8'ê Mijdara vê salê de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E'yê li dijî tecrîda li ser Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. 
 
PIŞTÎ 8 SALAN HEVDÎTIN ÇÊBÛ 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guvenê, di sala 2019'an de bi ser ket û parêzer piştî 8 salan çûn Îmraliyê. Parêzer ewilî di 2'yê Gulanê çûn Îmraliyê hevdîtin pêk anîn û paşê bi dorê di 22'yê Gulan, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûn girtîgehê û hevdîtin bi Ocalan re kirin. Beriya van hevdîtinan serlêdanên parêzeran bi hin hincetan dihatin redkirin, lê piştî 26'ê Nîsanê serlêdan çi erênî çi neyînî bi tu awayî nedihatin bersivandin. Piştî 7'ê Tebaxê cardin çûna parêzeran a Îmraliyê hat astengkirin. Di sala 2019'an de bi giştî 104 serlêdan hatin kirin. Ji van serlêdanan 32 jê bi hinceta "biryara dadgehê" hatin redkirin û 67 jê jî nehatin bersivandin. 
 
60 SERLÊDANÊN NEHATINE BERSIVANDIN 
 
Di sala 2020'î de jî bi giştî 89 serlêdan hatin kirin. Ji van serlêdanan 60 jê çi erênî çi neyînî nehatin bersivandin û 29 jê jî bi hinceta "biryara dadgehê" hatin redkirin. 
 
Di 2021'ê de jî heya 24'ê Tebaxê 123 serlêdan hatin kirin. Heya 12'ê Adarê 19 serlêdan bi hinceta "biryara dadgehê" hatin redkirin û yên mayî jî çi erênî çi neyînî nehatin bersivandin. 
 
Parêzer ji sala 1999'an heya niha ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bikin, hezar û 817 serlêdan kirine. Ji van serlêdanan tenê 442 jê hatine qebûlkirin û hezar 375 jê hatine redkirin. Ev hejmar bi xwe jî, bi awayekî aşkere kifş dikin ku bê tecrîda li Îmraliyê tecrîdeke çi qas giran û dijwar e. 
 
MA / Ferhat Çelîk  

Sernavên din

27/08/2021
11:45 Endamê Meclîsa HDP’ê hat revandin, îşkence lê hat kirin û xwestin tecawiz bikin
11:32 Şewata ku li Bestayê derketiye nayê vemirandin
11:32 Ji Panosê 5 girtî sewqî Erziromê hatin kirin
11:20 Malbata Şenyaşar: Bila edalet were û zilm biqede
11:15 Osman ê ku çeteleya Tirkiyê ya li ser Kurdistana Federe amade dike: Erdogan Hewlêrê weke axa xwe dibîne
10:23 Li Kabûlê hejmara miriyan zêde dibe: 13 jê leşkerên Amerîkî 90 kes mirin
09:24 Cihê herî xweş yê ku roj lê hiltê: Çiyayê Nemrûd
09:04 Akademîsyenê ji peywirê hat girtin: Israra ji bo qeyûm rektor bêhûde ye
09:04 Pasûr û gundên wê bêav in
09:04 Dozger îtiraz kir: Hevokên kurdî parve kirine
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 274'emîn de dewam dike
09:04 'Ji bo perwerdehiya rûbirû divê kêmasî werin temamkirin'
09:04 ‘Armanca êrîşên li ser Şengalê tunekirina bîra kurdî ye'
09:04 Ji ber ku ferzkirina 'poşmaniyê' qebûl nekir nehat berdan
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2021'AN
07:57 Di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn çêbû
26/08/2021
16:59 Zarokê di êrişa çekdarî de birîndar bûbû jiyane xwe ji dest da
15:52 DÎSKÎ’yê cezayê ava ‘qaçax’ li 4 hezar 500 malbatan birî
15:36 KESK’ê ji bo greva ku sibê pêk bîne bang kir
15:30 Ji Mêrdînê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
14:04 Walîtî bi hinceta ‘çûnehatin tuneye’ mudaxeleyî şewatê nake
13:54 Di encama bombebaranê de li Bestayê şewat derket
13:17 Baroya Şirnexê giliyê Dîdem Arslan kir
13:16 Şanoya Bajêr a Amedê kargehên bêheq li dar dixe
13:09 Dundar: Divê her kes bi hêvî be
13:09 Bûldan: Rojên rohanî bi şikandina tecrîdê pêkane
12:05 Ji bo Malbata Şenyaşar ku dê biçe Enqereyê banga piştevaniyê hat kirin
12:04 Ciwanan banga tevlîbûna tûrnûvaya futbolê ya Denîz Poyraz kirin
11:58 Ligel îşkence û tecawizê jî cezayê girtîgehê yê muebetê dan wan
11:12 Li ser malên Elewiyan ‘Kizilbaş’ nivîsandin
11:02 Hestiyên li derûdorê belav bûbûn bi hêsirên çavê xwe veşart!
10:51 Bavê girtî: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
10:19 'Dilovanîya Tirk' a li ser xaka Sûriyê
10:07 Kulîlkan hişk dike û dike xemla dîwaran
09:08 23 roj in agahî ji endamên RJAK'ê nayê wergirtin: Destûr nadin ku parêzer biçin hevdîtinê
09:07 Ocalan, ji bo Şengalê bal kişandibû ser xweparastinê
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 273'yemîn de dewam dike
09:04 Dixwazin bi darê zorê malbatê bibin ber HDP'ê û 'herêma operasyonê'
09:04 Wê bi dirûşmeya 'li dijî şer aştî' li Bakirkoyê bên cem hev du
09:04 Behsa girtîgehê kir: Tekane armanc serketin e
09:04 Av bi destê gel nakeve, wî xeteke qaçax kişandiye gundê xwe
09:04 Ji ber rê û peyarêyên nayên temamkirin nikarin tu karî bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2021'AN
08:39 Piştî 4 mehan cenaze teslîm kirin
08:15 Li Çiyayê Çelênimêja di rojê de 150 ton dar tên birîn
25/08/2021
19:44 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:39 Li Qilêbanê qeza: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
17:14 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek din jî hat destpêkirin
16:55 Ji bo rakirina konan du roj wext dan karkeran
16:29 ‘Bi mezinbûna HDP'ê re wê tecrîd jî rabe’
16:02 KESK’a Şirnexê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:25 Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 4 bajaran hevdîtinan pêk bîne
15:18 Beştaş: Doza Mehmet Sîncar bi xetereya dem borînê re rûbirû ye
14:51 Melek Çetînkaya serdana Emîne Şenyaşar kir
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:49 Li Stenbol û Enqereyê wê mitîngên aştiyê werin lidarxistin
13:18 Baroya Wanê giliyê Dîdem Arslan kir
13:12 Rêveber û parlamenterên HDP’ê li Dîlokê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiyan
13:06 Malbata Şenyaşar: Dozger dibe hevkarê vî sûcî
11:41 Li Stenbolê dayik û keça xwe hatin kuştin
11:14 Polîsan avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin
10:56 Bang li rêxistinên navneteweyî kir: Divê dijminê jinan Talîban neyê naskirin
09:45 Jina nexweşa pênceşêrê ya 73 salî hat binçavkirin
09:11 Li Îmraliyê dîroka 'bêhiqûqîtiyê': Ji hezar û 817 serlêdanan hezar û 375 jê hatin redkirin
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 272'yemîn de dewam dike
09:10 Fîncanci: Divê ATK rêgeza edaletê esas bigire
09:09 Li gorî şaredarê AKP'î krîza aborî tune ye
09:07 'Girtî nayên tedawîkirin'
09:07 Girtiyê nexweş ê 70 salî hefteyê 5 rojan li nexweşxaneyê ye
09:06 Li quntarên Çiyayê Gabarê dema çêkirina dimsê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2021'Ê
24/08/2021
21:52 Li Mereşê hevdîtina bi gel re: Dê gel AKP'ê têk bibin
17:03 HDP: Ziman ne azad be civak tu carî azad nabe
15:18 Ji ber lêgerîna tazî qebûl nekir lêdan
14:26 Li Rihayê jinek hat binçavkirin
14:19 Li Amedê wê ‘Mitînga Aştiyê’ were lidarxistin
13:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:37 Profesor Nadir Nadirov koça dawî kir
13:37 Goristana ermenan hat tarûmarkirin
13:29 Li 11 gundên Mêrdînê biryara karantînayê hat ragihandin
13:29 Bavê ku tecawizî keça xwe kir hat girtin
12:54 ‘Ji bo çareseriyê hûn mecbûr in tecrîdê rakin’
12:23 Malbata Şenyaşar: Werin em bêedaletiyê bi hev re ji holê rakin
11:52 Lêpirsîna ji ber stranên kurdî di rojeva Meclîsê de ye
11:24 Balafirên Tirkiyê çoltera Pêncwênê bombebaran kirin
10:35 Hejmara 13'an a Psychology Kurdî derket
09:57 8 girtiyên nexweş li heman qawîşê kom kirin: Dixwazin em birizin
09:00 Di dema nirxandina înfazê de pirsa 'Tu ji Ocalan hez dikî?'
09:00 Wênesazên jin bîrê bi zimanê hunerê bi ruh û can dikin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 271'emîn de dewam dike
09:00 Ji ber Dadgeha Bilind biryar nedaye, nayê berdan
09:00 Belgefîlma penaberê afxan ên li Amedê çêkir
09:00 'Polîtîkaya bêmirovbûnê bi talankirina xwezayê tê domandin'
09:00 Rojnamevan Îbrahîm Êzidî: Dixwazin bi van êrişan heyfa DAIŞ’ê bistînin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2021'AN
23/08/2021
22:59 Mîhrîcana Jinan bi dawî bû: Heya tecrîd bê şikandin em ê bitêkoşin
16:18 ÎHD’ê rapora 6 mehan eşkere kir: Binpêkirina mafan û îşkence zêde bûye
16:13 Jin di atolyeya dramê de hatin gelhev
14:37 6 rojin Xozat dişewite