23 roj in agahî ji endamên RJAK'ê nayê wergirtin: Destûr nadin ku parêzer biçin hevdîtinê

  • rojane
  • 09:08 26 Tebax 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Necbîr Efrîn derheqê rewşa her sê endamên RJAK'ê yên ku bi rojane agahî ji wan nayên standin axivî û got: "Mafê wan ê bi parêzer re hevdîtin tê astengkirin û parêzerên ku em dişînin tên astengkirin." 

Şandeya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), bi boneya salvegera 7'emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina bajarê Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelekê ve hatin binçavkirin. Ev 23 roj in aqûbeta rêveber û endama RJAK’ê nayê zanîn. Di heman demê de heta niha der heqê binçavkirina her sê jinan de ji hêla hikûmeta herêmî ve bi tu daxuyaniyên fermî nehatiye dayîn. Hat ragihandin ku ji her sê jinan Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî ji ber ku nexweşin di binçavan de rojên zehmet derbas dikin û hat gotin ku pêdiviyên wan bi tu awayî nayên dabînkirin. 
 
Endama Dîplomasiyê ya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), Necbîr Efrîn derbarê aqûbeta  her sê jinan de ji ajansa me re axivî. 
 
'HIKÛMETA DESTHILATDAR DIBE SEDEMÊ MIRINA JINAN' 
 
Necbîr Efrîn, anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê li dijî jinan polîtîkayeke desthilatdar tê meşandin û wiha got: “Ji ber nêzikatiya heyî jin serî li xwekuştinê didin. Nêzikatiya PDK'ê ya li hemberî jinan nêzikatiya desthilatdariyê ye. Li vir PDK bi tu awayî naxwaze ku jin pêş bikeve, serî rake û tevlî xebatên civakê bibe. Ev nêzikatiya PDK'ê gelek ji ya AKP'ê cudatir nîne. Bi heman pergalê tê rêvebirin. Bi heman şêwazî û bi heman rengî dide meşandin. Ji ber vê jî kîjan jin serî rake û kîjan jin desthilatdariyê rexne bike û kîjan jin tevlî çalakiyên demokratîk bibe, li başûr dibe hedefa desthilatdariyê. Ji ber ku ew jî dizanin heger jin tevlî van xebatan bibin rê û rêbaz û rewş cuda dibe. Ji ber wê jî zextek pir zêde û cidî li ser jinan heye. Em hemû jî dizanin ku ji ber vê nêzikatiya hikûmetê bi rojane gelek jin tên kuştin û gelek ji wan jî bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Sedemên van hemûyan desthilatdariya heyî ye. Destûr nadin ku jin bi awayeke azad bijîn û bikaribin ji hemû derfetên jiyanê sûdê bigirin.” 
 
'DESTÛR NADIN KU PARÊZER BIÇIN HEVDÎTINÊ' 
 
Efrîn, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa her sê endamên RJAK'ê û ev agahî dan: "Ji bo ku sê endamên me bên berdan hewledanên me yên cûr bi cûr çêbûn. Lê belê ev hewledanên me bi tu awayî encam negirtin. Her hewledaneke me bi şewazên cuda hatin redkirin. Lê li tevî hemû astengiyan gelek hewledanên me hene ku em xwe bigihîjin hevalên xwe û hewledanên me didomin. Rewşa her sê hevalên me ya tendûrîstî û dêrûnî ne baş e. 2 ji wan nexweşin û destûr nayê dayîn ku em tiştekî ji wan re bibin. Heta niha em bi tu awayî agahî ji wan nastînin. Li ser sê hevalên me desthilatdariya xwe didin meşandin. Heta niha ev hevalên me dernexistine dadgehê. Parêzerên ku em ji wan re dişînin bi tu awayî destûr nadin ku bi wan re hevdîtinê pêk bînin. Bi vê pêkanînê dixwazin ku van hevalên me bêzar bikin. Dixwazin ku xebatên van hevalên me şaş û qedexe nîşanî civakê bidin. Nahêlin ku parêzer wekaletên wan bigirin. Niha mafê her kesî heye ku dema tê binçavkirin parêzerê wan biçe bi wan re hevdîtin pêk bîne û wekaleta wan bigire û parastina wan bike. Lê belê ev daxwaziya wan nayê qebûlkirin û ji vî mafî bêpar tên hiştin."
 
'GIRTINA WAN KEYFÎ YE'
 
Efrîn anî ziman ku hikûmeta herêmî dixwaze ku bi vê pêkanînê xebatên jinan asteng bike û wiha domand: "Ev pergala heyî, jinê weke astengî ji xwe re dibîne. Jina ku pêşengiyê dike ji wan re astengî ye. Ji bo ku vê astengiyê rakin jî dixwazin jinan tune bikin. Ji ber wê jî di nava civakê de zextên xwe zêde dikin. Dixwazin bi van rêbazan pêşiya jina azad bigirin. Dixwazin pêşiya xebatên jinan bigirin. Di encama van pêkanîn de jî dixwazin jinan di hûndirê malê de qefle bikin. Bi binçavkirina van her sê hevalên me dixwazin vê peyamê bidin me. Çimkî girtina wan ne girtineke qanûnî ye. Tişteke li ser wan tune ye ku bên dadgehkirin. Girtina van her sê hevalên me girtineke keyfî ye."
 
BANGAWAZΠ
 
Efrîn bi lêv kir ku divê her jin li hemberî van pêkanînan dengê xwe derbixîne û ev bang kir: "Bangawaziya me li hemû jinan heye ku xwedî li van her sê hevalên me derbikevin. Divê em mafê wan ji destê vê desthilatdariyê de bidin standin." 
 
 
 

Sernavên din

27/08/2021
11:45 Endamê Meclîsa HDP’ê hat revandin, îşkence lê hat kirin û xwestin tecawiz bikin
11:32 Şewata ku li Bestayê derketiye nayê vemirandin
11:32 Ji Panosê 5 girtî sewqî Erziromê hatin kirin
11:20 Malbata Şenyaşar: Bila edalet were û zilm biqede
11:15 Osman ê ku çeteleya Tirkiyê ya li ser Kurdistana Federe amade dike: Erdogan Hewlêrê weke axa xwe dibîne
10:23 Li Kabûlê hejmara miriyan zêde dibe: 13 jê leşkerên Amerîkî 90 kes mirin
09:24 Cihê herî xweş yê ku roj lê hiltê: Çiyayê Nemrûd
09:04 Akademîsyenê ji peywirê hat girtin: Israra ji bo qeyûm rektor bêhûde ye
09:04 Pasûr û gundên wê bêav in
09:04 Dozger îtiraz kir: Hevokên kurdî parve kirine
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 274'emîn de dewam dike
09:04 'Ji bo perwerdehiya rûbirû divê kêmasî werin temamkirin'
09:04 ‘Armanca êrîşên li ser Şengalê tunekirina bîra kurdî ye'
09:04 Ji ber ku ferzkirina 'poşmaniyê' qebûl nekir nehat berdan
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2021'AN
07:57 Di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn çêbû
26/08/2021
16:59 Zarokê di êrişa çekdarî de birîndar bûbû jiyane xwe ji dest da
15:52 DÎSKÎ’yê cezayê ava ‘qaçax’ li 4 hezar 500 malbatan birî
15:36 KESK’ê ji bo greva ku sibê pêk bîne bang kir
15:30 Ji Mêrdînê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
14:04 Walîtî bi hinceta ‘çûnehatin tuneye’ mudaxeleyî şewatê nake
13:54 Di encama bombebaranê de li Bestayê şewat derket
13:17 Baroya Şirnexê giliyê Dîdem Arslan kir
13:16 Şanoya Bajêr a Amedê kargehên bêheq li dar dixe
13:09 Dundar: Divê her kes bi hêvî be
13:09 Bûldan: Rojên rohanî bi şikandina tecrîdê pêkane
12:05 Ji bo Malbata Şenyaşar ku dê biçe Enqereyê banga piştevaniyê hat kirin
12:04 Ciwanan banga tevlîbûna tûrnûvaya futbolê ya Denîz Poyraz kirin
11:58 Ligel îşkence û tecawizê jî cezayê girtîgehê yê muebetê dan wan
11:12 Li ser malên Elewiyan ‘Kizilbaş’ nivîsandin
11:02 Hestiyên li derûdorê belav bûbûn bi hêsirên çavê xwe veşart!
10:51 Bavê girtî: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
10:19 'Dilovanîya Tirk' a li ser xaka Sûriyê
10:07 Kulîlkan hişk dike û dike xemla dîwaran
09:08 23 roj in agahî ji endamên RJAK'ê nayê wergirtin: Destûr nadin ku parêzer biçin hevdîtinê
09:07 Ocalan, ji bo Şengalê bal kişandibû ser xweparastinê
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 273'yemîn de dewam dike
09:04 Dixwazin bi darê zorê malbatê bibin ber HDP'ê û 'herêma operasyonê'
09:04 Wê bi dirûşmeya 'li dijî şer aştî' li Bakirkoyê bên cem hev du
09:04 Behsa girtîgehê kir: Tekane armanc serketin e
09:04 Av bi destê gel nakeve, wî xeteke qaçax kişandiye gundê xwe
09:04 Ji ber rê û peyarêyên nayên temamkirin nikarin tu karî bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2021'AN
08:39 Piştî 4 mehan cenaze teslîm kirin
08:15 Li Çiyayê Çelênimêja di rojê de 150 ton dar tên birîn
25/08/2021
19:44 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:39 Li Qilêbanê qeza: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
17:14 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek din jî hat destpêkirin
16:55 Ji bo rakirina konan du roj wext dan karkeran
16:29 ‘Bi mezinbûna HDP'ê re wê tecrîd jî rabe’
16:02 KESK’a Şirnexê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:25 Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 4 bajaran hevdîtinan pêk bîne
15:18 Beştaş: Doza Mehmet Sîncar bi xetereya dem borînê re rûbirû ye
14:51 Melek Çetînkaya serdana Emîne Şenyaşar kir
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:49 Li Stenbol û Enqereyê wê mitîngên aştiyê werin lidarxistin
13:18 Baroya Wanê giliyê Dîdem Arslan kir
13:12 Rêveber û parlamenterên HDP’ê li Dîlokê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiyan
13:06 Malbata Şenyaşar: Dozger dibe hevkarê vî sûcî
11:41 Li Stenbolê dayik û keça xwe hatin kuştin
11:14 Polîsan avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin
10:56 Bang li rêxistinên navneteweyî kir: Divê dijminê jinan Talîban neyê naskirin
09:45 Jina nexweşa pênceşêrê ya 73 salî hat binçavkirin
09:11 Li Îmraliyê dîroka 'bêhiqûqîtiyê': Ji hezar û 817 serlêdanan hezar û 375 jê hatin redkirin
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 272'yemîn de dewam dike
09:10 Fîncanci: Divê ATK rêgeza edaletê esas bigire
09:09 Li gorî şaredarê AKP'î krîza aborî tune ye
09:07 'Girtî nayên tedawîkirin'
09:07 Girtiyê nexweş ê 70 salî hefteyê 5 rojan li nexweşxaneyê ye
09:06 Li quntarên Çiyayê Gabarê dema çêkirina dimsê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2021'Ê
24/08/2021
21:52 Li Mereşê hevdîtina bi gel re: Dê gel AKP'ê têk bibin
17:03 HDP: Ziman ne azad be civak tu carî azad nabe
15:18 Ji ber lêgerîna tazî qebûl nekir lêdan
14:26 Li Rihayê jinek hat binçavkirin
14:19 Li Amedê wê ‘Mitînga Aştiyê’ were lidarxistin
13:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:37 Profesor Nadir Nadirov koça dawî kir
13:37 Goristana ermenan hat tarûmarkirin
13:29 Li 11 gundên Mêrdînê biryara karantînayê hat ragihandin
13:29 Bavê ku tecawizî keça xwe kir hat girtin
12:54 ‘Ji bo çareseriyê hûn mecbûr in tecrîdê rakin’
12:23 Malbata Şenyaşar: Werin em bêedaletiyê bi hev re ji holê rakin
11:52 Lêpirsîna ji ber stranên kurdî di rojeva Meclîsê de ye
11:24 Balafirên Tirkiyê çoltera Pêncwênê bombebaran kirin
10:35 Hejmara 13'an a Psychology Kurdî derket
09:57 8 girtiyên nexweş li heman qawîşê kom kirin: Dixwazin em birizin
09:00 Di dema nirxandina înfazê de pirsa 'Tu ji Ocalan hez dikî?'
09:00 Wênesazên jin bîrê bi zimanê hunerê bi ruh û can dikin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 271'emîn de dewam dike
09:00 Ji ber Dadgeha Bilind biryar nedaye, nayê berdan
09:00 Belgefîlma penaberê afxan ên li Amedê çêkir
09:00 'Polîtîkaya bêmirovbûnê bi talankirina xwezayê tê domandin'
09:00 Rojnamevan Îbrahîm Êzidî: Dixwazin bi van êrişan heyfa DAIŞ’ê bistînin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2021'AN
23/08/2021
22:59 Mîhrîcana Jinan bi dawî bû: Heya tecrîd bê şikandin em ê bitêkoşin
16:18 ÎHD’ê rapora 6 mehan eşkere kir: Binpêkirina mafan û îşkence zêde bûye
16:13 Jin di atolyeya dramê de hatin gelhev
14:37 6 rojin Xozat dişewite