Ligel îşkence û tecawizê jî cezayê girtîgehê yê muebetê dan wan

  • rojane
  • 11:58 26 Tebax 2021
  • |
img

RIHA - Yek jê jin 5 kesên temenê wan di nava 18 û 24 de tê guhertin ku di sala 2015’an de têkildarî şikandina cama avahiya AKP’ê ya li navçeya Eyyubiyeyê hatibûn girtin, îşkenceyên giran ên li miduriyeta polîsan li wan hatin kirin di eywana dadgehê de vegotin. Ş.Ç. a diyar kir tecawizê wê hatiye kirin, ligel vegotinên bergumanan jî cezayê girtîgehê yê muebbeta girankirî lêhat birîn. 

Yek jê jin 5 kesên temenê wan di nava 18 û 24 de tê guhertin ku di sala 2015’an de têkildarî şikandina cama avahiya AKP’ê ya li navçeya Eyyubiyeya Rihayê hatibûn girtin, cezayê girtîgehê yê muebbeta girankirî li wan hat birîn. Bûyera ku wê demê tenê cama avahiya AKP’ê ya navçeyê hatibû şikest, ji rayagiştî re weke “çalakiya bombeyî” hat servîskirin. Piştî di êrişa ku tu teqîn çênebûn û kes nemir de, di encama gule barandina polîsên hatin cihê bûyerê de jina bi navê Ş.Ç. ji pişta xwe birîndarbûyî hat binçavkirin. Di operasyona hat berdewamkirin de jî, kesên bi navê S.K. , S.A. , R.Ç. û V.D. hatin binçavkirin. 
 
LI MIDURIYETA POLÎSAN ÎŞKENCE
 
Her 5 ciwanên ku piştî îfadeyên miduriyeta polîsan sewqî dadgehê hatin kirin û diyar kirin ku li miduriyeta polîsan îşkenceyên giran li wan hatine kirin û di bin îşkenceyê de îfade ji wan hatine girtin, hatin girtin û şandin girtîgehê. Ciwanan di dema darizandina li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê de îşkenceyên ku li wan hatin kirin vegotin. 
 
‘BI LINGÊN XWE PÊL LI BIRÎNA MIN KIRIN’
 
Ş.Ç. ya weke birîndar hatibû binçavkirin di parastina xwe ya dadgehê de, diyar kir ku ciwanên din nas nake û wiha got: “Polîsên ku ez birîndar kirim, bi lingên xwe pêl li birîna min kirin. Ez ji pişta xwe birîndar bûm lê di dosyayê de weke ku ji lingê xwe birîndar bûme hatiye nivîsîn. Bi awayekî birîndar 3-4 saetan di wesayîta polîsan de hatim sekinandin. Ez ji ser hişê xwe çûbûm, piştî çar saetan ez birim nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê 5-6 polîs li ser serê min sekinin û porê min dikişandin û şimaq li min dan. Pişt re ez emeliyat kirim, polîs ser serê min disekinîn. Ez 17 rojan li nexweşxaneyê mam, 17 rojan bi malbatê gef li min dixwarin. Nedihiştin ku malbata min were serdana min. Polîsan xwest ez bibim sîxura wan.”
 
GOTIN ‘POLÎS ÇÛN, DAÎŞ HAT’
 
Ş.Ç. bi lêv kir ku piştî ji nexweşxaneyê hat derxistin, polîsan ew biriye miduriyeta polîsan û wiha berdewam kir: “Polîsan digot heke ez li gorî daxwaza wan îfadeyê nedim, wê tiştên nebaş bi serê malbata min bînin û gef li min xwarin. Min li miduriyeta polîsan bi parêzerê xwe re îfade da lê ji ber zextên polîsan ji bîr kir. Piştî ku parêzer çû, kesên îfadeya min girtin derketin. Dema ez li odeyê disekinîm 6-7 kesên bi maske ketin hundir û gotin ‘polîs çûn, DAIŞ hat, niha wê kî te ji destê me xelas bike.’ Torbe xistin serê min. Ez birim cihekê li min nezanî ez birim ku derê. Ez ji emeliyatê nû derketi bûm hêj kêliyên hatibûn dirûn ne vekiribûn, bi vî awayî îşkence li min kirin.”
 
Ş.Ç. da zanîn ku li miduriyeta polîsan tecawizî wê kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Devê min nagire ez bêjim, gelek tiştên derveyî mirovahiyê bi min kirin. Ez di rewşeke nebaş de bûm, nedikarî li ser piyan jî bisekinim. Di wê rewşê de her tişt bi min kirin.”
 
‘ÎFADE ME NIVÎSAND, WÊ LI GORÎ VÊ TEVBIGERÎ’
 
Ji bergumanan S.K. jî di parastina xwe ya dadgehê de diyar kir ku li miduriyeta polîsan di bin îşkenceyê de îfade ji wî hatiye wergirtin û wiha got: “Polîsên ku bi ser mala me de girtin torbe xistin serê min û îşkence li min kirin. Ez birim Şaxa Têkoşîna bi Terorê re (TEM). Di rê de bi kulman û qontaxa çekê li min xistin. 4 rojan îşkenceyên gelek hev li me kirin. Ji ber li jêr qemere hebûn em birin qata jor û li odeyeke tarî de îşkence li me dikirin. Şeva roja çaran ez dîsa birim qata jor. Yekê ji min re got ‘ez JÎTEM’im, ez ê te li vir tune bikim’. Roja dawî kesê ku îdia kir endamê JÎTEM’ê ye got ‘tu dê tiştên me gotine te qebûl bikî an jî em ê malbata te perîşan bikin.’ Min jî ji ber zext û îşkenceya polîsan bi vî awayî îfade da. Ez îfadeyên li miduriyeta polîsan û li dozgeriyê qebûl nakim, îfadeya ku ez didim dadgeha we rast e.”
 
‘EZ DADGER Û DOZGER NAS DIKIM’
 
Ji bergumanan R.Ç. jî di parastina xwe ya dadgehê de da zanîn ku îşkence li wan hatiye kirin û wiha got: “Ez birim TEM’ê û îşkence li min kirin. Poşet xistin serê min. Tam ku bêhna min teng dibû û min digot êdî ez ê bimirin derdixistin. Ez li korîdorekî dirêj kirim kî dihat û diçû pêhn li min dixistin. Îşkenceyên derveyî mirovahiyê kirin. Polîsekî got ‘em ê termê te ji vir derxînin’. Îfadeya xwe ya li miduriyeta polîsan piştî 7 mehan biryara ‘veşartî’ rabû ez hîn bûm. Min bi daxwaznameyek da û îtîrazî wan îfadeyan kir.”
 
Ji her du bergumanên din ên gotin îşkence dîtine V.D. diyar kir ku li miduriyeta polîsan û dozgeriyê di bin zext û îşkenceyê de îfade daye û S.A. jî anî ziman ku tu têkiliya wî bi bûyerê re nîne. 
 
Ligel van gotinên bergumanan jî şandeya 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê k udi 13’ê sibata 2020’an de biryara xwe aşkera kir ji her pênç bergumanan re bi sûcdariyên “Xerakirina yekitiya dewletê û tevahiya welat” , “bi zanebûn bombe kirin û bi bikaranîna çekên nukleer, biyolojik û kimyasal, teşebûsa kuştina peywîrdarê cemaweriyê” , “Madeyên bi xeter bêyî destûr li cem xwe peyda kirin” û “propagandaya rêxistinê” cezayê hefsê yê muebbetê birî. 
 
Parêzerên bersûcan, têkildarî biryaran serî li Dadgeha Îstînafê kirin lê dadgehê serlêdana wan red kir. Li ser vê yekê parêzeran serî li Dadgeha Bilind da. 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

27/08/2021
11:45 Endamê Meclîsa HDP’ê hat revandin, îşkence lê hat kirin û xwestin tecawiz bikin
11:32 Şewata ku li Bestayê derketiye nayê vemirandin
11:32 Ji Panosê 5 girtî sewqî Erziromê hatin kirin
11:20 Malbata Şenyaşar: Bila edalet were û zilm biqede
11:15 Osman ê ku çeteleya Tirkiyê ya li ser Kurdistana Federe amade dike: Erdogan Hewlêrê weke axa xwe dibîne
10:23 Li Kabûlê hejmara miriyan zêde dibe: 13 jê leşkerên Amerîkî 90 kes mirin
09:24 Cihê herî xweş yê ku roj lê hiltê: Çiyayê Nemrûd
09:04 Akademîsyenê ji peywirê hat girtin: Israra ji bo qeyûm rektor bêhûde ye
09:04 Pasûr û gundên wê bêav in
09:04 Dozger îtiraz kir: Hevokên kurdî parve kirine
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 274'emîn de dewam dike
09:04 'Ji bo perwerdehiya rûbirû divê kêmasî werin temamkirin'
09:04 ‘Armanca êrîşên li ser Şengalê tunekirina bîra kurdî ye'
09:04 Ji ber ku ferzkirina 'poşmaniyê' qebûl nekir nehat berdan
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2021'AN
07:57 Di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn çêbû
26/08/2021
16:59 Zarokê di êrişa çekdarî de birîndar bûbû jiyane xwe ji dest da
15:52 DÎSKÎ’yê cezayê ava ‘qaçax’ li 4 hezar 500 malbatan birî
15:36 KESK’ê ji bo greva ku sibê pêk bîne bang kir
15:30 Ji Mêrdînê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
14:04 Walîtî bi hinceta ‘çûnehatin tuneye’ mudaxeleyî şewatê nake
13:54 Di encama bombebaranê de li Bestayê şewat derket
13:17 Baroya Şirnexê giliyê Dîdem Arslan kir
13:16 Şanoya Bajêr a Amedê kargehên bêheq li dar dixe
13:09 Dundar: Divê her kes bi hêvî be
13:09 Bûldan: Rojên rohanî bi şikandina tecrîdê pêkane
12:05 Ji bo Malbata Şenyaşar ku dê biçe Enqereyê banga piştevaniyê hat kirin
12:04 Ciwanan banga tevlîbûna tûrnûvaya futbolê ya Denîz Poyraz kirin
11:58 Ligel îşkence û tecawizê jî cezayê girtîgehê yê muebetê dan wan
11:12 Li ser malên Elewiyan ‘Kizilbaş’ nivîsandin
11:02 Hestiyên li derûdorê belav bûbûn bi hêsirên çavê xwe veşart!
10:51 Bavê girtî: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
10:19 'Dilovanîya Tirk' a li ser xaka Sûriyê
10:07 Kulîlkan hişk dike û dike xemla dîwaran
09:08 23 roj in agahî ji endamên RJAK'ê nayê wergirtin: Destûr nadin ku parêzer biçin hevdîtinê
09:07 Ocalan, ji bo Şengalê bal kişandibû ser xweparastinê
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 273'yemîn de dewam dike
09:04 Dixwazin bi darê zorê malbatê bibin ber HDP'ê û 'herêma operasyonê'
09:04 Wê bi dirûşmeya 'li dijî şer aştî' li Bakirkoyê bên cem hev du
09:04 Behsa girtîgehê kir: Tekane armanc serketin e
09:04 Av bi destê gel nakeve, wî xeteke qaçax kişandiye gundê xwe
09:04 Ji ber rê û peyarêyên nayên temamkirin nikarin tu karî bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2021'AN
08:39 Piştî 4 mehan cenaze teslîm kirin
08:15 Li Çiyayê Çelênimêja di rojê de 150 ton dar tên birîn
25/08/2021
19:44 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:39 Li Qilêbanê qeza: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
17:14 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek din jî hat destpêkirin
16:55 Ji bo rakirina konan du roj wext dan karkeran
16:29 ‘Bi mezinbûna HDP'ê re wê tecrîd jî rabe’
16:02 KESK’a Şirnexê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:25 Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 4 bajaran hevdîtinan pêk bîne
15:18 Beştaş: Doza Mehmet Sîncar bi xetereya dem borînê re rûbirû ye
14:51 Melek Çetînkaya serdana Emîne Şenyaşar kir
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:49 Li Stenbol û Enqereyê wê mitîngên aştiyê werin lidarxistin
13:18 Baroya Wanê giliyê Dîdem Arslan kir
13:12 Rêveber û parlamenterên HDP’ê li Dîlokê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiyan
13:06 Malbata Şenyaşar: Dozger dibe hevkarê vî sûcî
11:41 Li Stenbolê dayik û keça xwe hatin kuştin
11:14 Polîsan avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin
10:56 Bang li rêxistinên navneteweyî kir: Divê dijminê jinan Talîban neyê naskirin
09:45 Jina nexweşa pênceşêrê ya 73 salî hat binçavkirin
09:11 Li Îmraliyê dîroka 'bêhiqûqîtiyê': Ji hezar û 817 serlêdanan hezar û 375 jê hatin redkirin
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 272'yemîn de dewam dike
09:10 Fîncanci: Divê ATK rêgeza edaletê esas bigire
09:09 Li gorî şaredarê AKP'î krîza aborî tune ye
09:07 'Girtî nayên tedawîkirin'
09:07 Girtiyê nexweş ê 70 salî hefteyê 5 rojan li nexweşxaneyê ye
09:06 Li quntarên Çiyayê Gabarê dema çêkirina dimsê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2021'Ê
24/08/2021
21:52 Li Mereşê hevdîtina bi gel re: Dê gel AKP'ê têk bibin
17:03 HDP: Ziman ne azad be civak tu carî azad nabe
15:18 Ji ber lêgerîna tazî qebûl nekir lêdan
14:26 Li Rihayê jinek hat binçavkirin
14:19 Li Amedê wê ‘Mitînga Aştiyê’ were lidarxistin
13:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:37 Profesor Nadir Nadirov koça dawî kir
13:37 Goristana ermenan hat tarûmarkirin
13:29 Li 11 gundên Mêrdînê biryara karantînayê hat ragihandin
13:29 Bavê ku tecawizî keça xwe kir hat girtin
12:54 ‘Ji bo çareseriyê hûn mecbûr in tecrîdê rakin’
12:23 Malbata Şenyaşar: Werin em bêedaletiyê bi hev re ji holê rakin
11:52 Lêpirsîna ji ber stranên kurdî di rojeva Meclîsê de ye
11:24 Balafirên Tirkiyê çoltera Pêncwênê bombebaran kirin
10:35 Hejmara 13'an a Psychology Kurdî derket
09:57 8 girtiyên nexweş li heman qawîşê kom kirin: Dixwazin em birizin
09:00 Di dema nirxandina înfazê de pirsa 'Tu ji Ocalan hez dikî?'
09:00 Wênesazên jin bîrê bi zimanê hunerê bi ruh û can dikin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 271'emîn de dewam dike
09:00 Ji ber Dadgeha Bilind biryar nedaye, nayê berdan
09:00 Belgefîlma penaberê afxan ên li Amedê çêkir
09:00 'Polîtîkaya bêmirovbûnê bi talankirina xwezayê tê domandin'
09:00 Rojnamevan Îbrahîm Êzidî: Dixwazin bi van êrişan heyfa DAIŞ’ê bistînin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2021'AN
23/08/2021
22:59 Mîhrîcana Jinan bi dawî bû: Heya tecrîd bê şikandin em ê bitêkoşin
16:18 ÎHD’ê rapora 6 mehan eşkere kir: Binpêkirina mafan û îşkence zêde bûye
16:13 Jin di atolyeya dramê de hatin gelhev
14:37 6 rojin Xozat dişewite