ANTALYA - Hat diyarkirin ku hin girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê dimînin, bi şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ketin e.
Mehmet Saît Dîkmen ê ji Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê hat berdan, diyar kir ku hin girtiyên edlî bi şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ketin e. Lê derbarê çend girtî bi şewbê ketine de, tu agahî nehat bi dest xistin.
Engîn Oksuzoglû yê li Girtîgeha Alanya dima, di girtîgehê de bi koronayê ketibû û di 2’yê Gulanê de li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da bû.