* Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 2003'yan de deklerasyonek daxuyandibû û di vê deklerasyonê de aştiya mayinde û nexşerêya çareseriya demokratîk aşkere kiribû û xwestibû 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo welêt bibe mîlada aştî, lihevkirin û çareseriyê.
* Li Tarsûsê jinên ku bi awayekî palûte dest bi amadekariyên zivistanê kirin, tirşî, şûşe, sos û berên hişk jî di nav de gelek berên biçêj çêdikin.
* Amediyan nerazîbûna xwe ya ji bo fatûreyên ceryanê anî ziman: "Şîrketên ceryanê fiyet li gor dilê xwe biha dikin."
* Laz û hemşînan diyar kir ku polîtîkayên şerê zirarê didin gelan û bal kişandin ser 1'ê Îlonê û gotin: "Em bibin yek em ê bi ser bikevin. Hemû gel divê ji bo aştiyê bên cem hev."
* Xebatkara tenduristiyê Muhlîse Sîdar di bombebarana li ser Nexweşxaneya Sikeniyê de jiyana xwe ji dest dabû. Dayika wê Ayşe Sîdar got: "Di destê keça min de çi çek nebû, ew ji bo ku birînên civaka êzidî derman bike li wir bû."
* Dayika Hadle Ogûr ku ji bo aşîtiyê bedêlên giran dan ber çavên xwe, polîsan 7 caran avêtiye ser mala wê û hatiye binçavkirin û girtin. Lê Ogûr li gel hemû zor û zehmetiyan jî her têkoşiyaye. Ogûr got: "Ez ji bo aştiyê meşiyam, ez binçav kirim. Ez rûniştim dîsa hatim binçavkirin, lê tu carî bêhêvî nebûm."
* Li Şirnexê ji 15'ê Gulanê heya niha li 21 deverî agir bi daristanan ketin. Ji van şewatan 2 jê hê jî didomin û heya niha qadeke bi hezaran hektarî bûye xwelî û maye. Parlementerê HDP'î Hasan Ozguneş bang li gel kir ku li dijî van şewatên bi destên polîs û eskeran tên kirin û mudaxileyî wan nayên kirin, xwed, li erdnîgariya xwe derkeve.
* Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 175'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike. Îro wê rêveber û nûnerên şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên li bajarên herêmê jî serdana malbatê bikin. (10.00)
* Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Bajarê Mêrsînê wê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Cemiyeta Rojnamevanan a Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)