Li Şirnexê di 4 mehan de 21 şewatên daristanan

  • rojane
  • 09:01 31 Tebax 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Li Şirnexê ji 15'ê Gulanê heya niha li 21 deverî agir bi daristanan ketin. Ji van şewatan 2 jê hê jî didomin û heya niha qadeke bi hezaran hektarî bûye xwelî û maye. Parlementerê HDP'î Hasan Ozguneş bang li gel kir ku li dijî van şewatên bi destên polîs û eskeran tên kirin û mudaxileyî wan nayên kirin, xwed, li erdnîgariya xwe derkeve. 

Di mehên dawî de li navenda bajêr a Şirnexê û li navçeyên wê hema bibêje her roj agir bi daristanan dikeve. Piraniya cihên ku agir bi wan dikeve jî herêmên operasyonên eskerî ne û wekî "herêma ewlehiya taybet" hatine îlnakirin. Li bajêr îsal ji 15'ê Gulanê heya niha li 21 deverên cuda agir bi daristanan ket. Piraniya van şewatan ji ber gulebarana eskeran rû didin. 
 
Dudo jê ne tê de, piraniya van şewatan bêyî ku rayedar mudaxileyî wan bikin xwe bi xwe tefiyan. Hê jî li herêma Bestayê li du deveran şewat didome. Welatiyên dixwazin agir bitefînin jî bi hinceta "ewlehiyê" tên astengkirin. Heya niha ji ber van şewatan qadeke bi hezaran hektarî bûye xwelî û maye. 
 
ÊN JI BER ÊGIR FILÎTIN CERDEVANAN EW BIRÎN 
 
Her wiha li herêmê talankirina erdnîgariyê bi destê cerdevanan jî didome. Cerdevan darên li herêmê dibirin. Îsal ji serê hevanînê heya niha li qada Têkera ya Çiyayê Cûdî û li herêma Gûra Riştê, Gera Rûviya, Şikira Kera û Banê Elî yên di navbera gundê Cifanê, Nerex, Gilindor, Nêvava, Sorbitmê, Bêşêrê û Gundikê Remo de ne û û li herêma Avagûzê, Besta yên herêma Heftanên û Zaxoyê û Çiyayê Namazê bi hezaran dar hatin birîn. Tê derpêşkirin ku seekê vê qirkirinê jî sercerdevan Şeyhmûs Babat e. 
 
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Hasan Ozguneş, derbarê şewitandina daristanan û qirkirina daran de axivî. 
 
'ESKER Û POLÎS DARISTANAN DIŞEWITÎNIN' 
 
Ozguneş, destnîşan kir ku şewitandina darisranên li gelek deverên baêjr bi destên esker û polîsan tên kirin û daristan bi hinceta "ewlehiyê" bi zanebûnî tên şewitandin. Ozguneş, bilêv kir ku di heman demê de ji bo li erdnîgariya herêmê kanên madenan bên çêkirin û erdnîgarî berpêşî rantê bê kirin tê şewitandin û welatiyên dixwazin agir bitefînin jî tên astengkirin.
 
Ozguneş got: "A rast bersiva pirsa 'Çima mudaxileyî agir nayê kirin?' di vir de ye. Gava partiyên demokratîk, rêxistinên hawirdorê an jî gel dixwaze mudaxileyî agir bikin, tên astengkirin. Bi zanebûnî agir bi daristanan tê xistin û dibêjin herêma qedexekirî ye. Ev jî ji bo 'ewlehiyê' û rantê ye." 
 
KOÇBERÎ
 
Parlementerê HDP'î destnîşan kir ku îqtidar bi van şewatan dixwaze qadên jiyanê ji holê rake û got: "Bi van şewatan dixwazin mirovan koçber bikin. Wekî dijmin li mirovên herêmê mêze dikin û dixwazin hawirdora wan texrîb bikin." 
 
‘EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN' 
 
Ozguneş, ji bo qirkirina daran ku bi destê cedevanan tê kirin û hê jî didome, got: "Li herêma Heftanîn û Avaşînê darên li erdnîgariya kurdan dibirin û bi vê rantê bi dest dixin. Li vir bi destê cerdevanan derfet ji bo şîrketên rantxur tên peydakirin. Li Bestayê jî birîna daran didome. Dê bertekên me yyên di vî warî de bidomin. Bangawaziya me ev e; li ku derê welêt dibe bila bibe, em li dijî şewitandina daristanan, texrîbkirina xwezayê dengê xwe bi awayekî rêxistinbûyî bilind bikin û mil bidin milê hev du." 
 
Şewatên daristanan ên ji 15'ê Gulana 2021'î ve rû dan ev in: 
 
"* 15 Gulan: Li Çiyaê Cûdî, piştî operasyona eskerî agir bi daristanê ket. Welatiyan agir tefand. 
 
* 18 Gulan: Li derdora Teşta ku di navbera gundê Şax û Heblerê yên Çiyayê Cûdiyê de piştî operasyona eskerî agir bi daristanê ket. Mudaxileyî şewatç nehat kirin. Agir di 22'yê Gulanê de xwe bi xwe tefiya. 
 
* 5 Hezîran: Agir ku li qada Mila Têkera ya Çiyayê Cûdiyê bi daristanê ket, xwe bi xwe tefiya. 
 
* 7 Hezîran: Li bejahiya gundê Şax ê li quntarê Çiyayê Cûdiyê ji ber gulebarana eskeran careke din agir bi daristanê ket. Mudaxileyî agr nehat kirin. Agir xwe bi xwe tefiya. 
 
* 9 Hezîran: Li herêma Deriyê Cebraîlê ya Çiyayê Cûdiyê ji ber gulebaran eskeran agir bi daristanê ket. Agir, xwe bi xwe tefiya. 
 
* 13 Hezîran: Li gundê Zêwê yê li quntarê Çiyayê Gabarê ji ber gulebarana eskeran agir bi daristanê ket. 
 
* 20 Hezîran: Li gundê Hesena yê navçeya Silopiyayê li quntara Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket. 
 
* 28 Hezîran: li Bestayê ku di navbera Sêrt û Şirnexê de ye, agir bi daristanê ket. Di şewatê de li herêma Girê Givara, Besta Hincê, Germav û Kanîfeşkê bi hezaran dar bûn xwelî û man. 
 
* 1 Tîrmeh: Li gundê Guwanî ê navçeya Elkê ya Şirnexê ji ber bombeyên gazê yên binkeya eskerî agir bi daristanê ket. 
 
* 12 Tîrmeh: Li qada Gêrê Mêrg û Mar ên herêma Bestayê piştî operasyona eskerî agir bi daristanê ket. 
 
* 15 Tîrmeh: Li herêma Bestayê ji ber gulebaran helîkopterê agir bi daristanê ket. Agir xw ebi xwe tefiya. 
 
* 15 Tîrmeh: Li qada Dehla Şêx ku di navbera gundên Bafê û Erzenax ên navçeya Hezexê de ye, ji ber gulebaran eskeran agir bi daristanê ket. Gundiyan mudaxileyî agir kir û tefand. 
 
* 16 Tîrmeh, li Çiyayê Cûdiyê ji ber gulebaran eskeran agir bi daristanê ket. 
 
* 20 Tîrmeh: Ji ber topbaran tabûra li navçeya Silopiyayê li herêma Spîndarok a Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket. Agir rojekê dewam kir û xwe bi xwe tefiya. 
 
* 4 Tebax: Li Gundikê Remo ku li quntara Çiyayê Cûdiyê ye agir bi daristanê ket. Agir a din a rojê xwe bi xwe tefiya. 
 
* 7 Tebax: li mezrika Bêspîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê agir bi daristanê ket. Îqtfaiyeyê mudaxileyî agir û kir û ew tefand. 
 
* 13 Tebax: Li gundê Sêtkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê ji ber gulebaran eskeran agir bi daristanê ket. Agir piştî sê rojan xwe bi xwe tefiya. 
 
* 17 Tebax: Li herêma Girêhirmo ya Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket. Nehat hiştin ku gundî mudaxileyî êgir bikin. Agir xwe bi xwe tefiya. 
 
* 19 Tebax: Li herêma Zêre Kêrê ya Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket û paşê xwe bi xwe tefiya. 
 
* 26 Tebax: Li gundê Mêhrîna yê herêma Bestayê ji ber bombebarankirina bi helîkopteran agir bi daristanê ket. Agir piştî 5 rojan xwe bi xwe tefiya.
 
* 29 Tebax: Agirê ku li du noqteyên qada Qurta Xanê ya Bestayê bi daristanê ketin hê jî didome."
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

03/09/2021
09:11 Giliyê birîna darên Bestayê kirin: Destê xwe ji xwezaya me bikişînin
09:10 Di cînayeta Sîncar de 28 sal: Hemû belge di arşîva dewletê de ne
09:09 Ji bo pitikê 35 rojî yê ku qetil kirin gotin 'terorîst'!
09:08 Salih Muslim: Kêşeyên Sûriyê li derdora maseyê dikarin werin çareserkirin
09:00 ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2021'AN
08:54 Balafirên şer ên Tirk carek din Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin
08:45 Mamosteyê Ma Muzîkê Guçmen hat binçavkirin
02/09/2021
21:37 Li Licê şewata daristanê
21:31 Li Bongilanê şewata daristanan derket
19:53 Artêşa Tirk gundê Barê yê Şengalê bombebaran kir
17:55 Şewata li Bestayê didome
15:42 Li 3 bajaran şewat: Mudaxile kême
14:36 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:03 OHD: 9 roj in di binçavan de îşkence li Gurdegîr tê kirin
14:02 Di Tebaxê de 5 kolber hatin qetilkirin
13:18 Ferda Cemîloglu hat veşartin
13:14 AYM’ê daxwaza dirêjkirina demê ya HDP’ê qebûl kir
13:02 Êrişî 8 rojnamevanan hat kirin, 211 nûçe hatin astengkirin
12:45 Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê li kîjan welatî dijî?
12:44 Li Dersimê darên kevnar şewitîn
12:15 Romana 'Dengê Zê' ya Mehmet Akdogan der çû
12:00 Hat îdiakirin ku polîsekî xwe kuştî ye
11:45 DYA’yê agirbest bi bîra Tirkiyê xist
11:42 Wî xemsariya di komkujiya Konyayê de yek bi yek vegot
11:29 Di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:26 Karkerê 20 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
11:22 Ji bo şewata li Şemzînanê banga ‘lezgîn’ hat kirin
11:06 Li Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî hat kirin
10:45 Kesên mudaxileyî şewatê dikin: Dersimê dişewitînin
10:44 'Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e'
10:38 Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 280'yemîn de dewam dike
09:19 Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!
09:18 Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
09:17 Rexmî lihevhatina DNA'yê jî cenaze nayê dayîn
09:08 Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne
09:08 'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye'
09:07 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2021'AN
01/09/2021
20:38 Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye
20:22 'Em ê azadiyê mayînde bikin'
19:54 ‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'
19:15 Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
18:40 Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye
17:54 Li herêma şewatê, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin
17:32 Li her derê daxwaza aştiyê
16:40 Li nêzî Zanîngeha Mûnzûrê agir bi daristanê ket
16:25 Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne
15:53 Li Wanê mitînga aştiyê tê lidarxistin
15:50 Girtiyê nexweş Çelebî ku hatibû berdan rakirin nexweşxaneyê
15:37 KESK û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:24 Baroyan ji bo Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan: Ji bo her kesê edalet
15:12 Derbarê nûçegihana JinNewsê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:35 Li Şirnexê alîkarî weke ku kirine hatiye qeydkirin
13:37 Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê
13:08 Li Amedê di 4’ê îlonê de wê daxuyaniyek girseyî were lidarxistin
13:01 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Bedlîsê şewat didome: Bi hezaran hektar qad şewitî
12:14 ‘Em qedexeyê nas nakin, em ê di 5’ê îlonê de li Bakirkoyê bin’
11:48 Şewata ku dîsa dest pê kir ber bi jîngehan ve belav dibe
11:42 Malbata Şenyaşar 177 roj in li edaletê digere
11:22 Jinên elewî: Yên dişewitin ne dar in em in
11:09 Parêzerê Ozkan: Hêzên tarî yên dewletê dixwazin Emîn Ozkan girtî bimîne
10:44 Şûreya Dewletê ne dewletê, bav û law bi qisûr dît
10:31 35 roj in agahî ji Axabigepûr ê ji aliyê Îranê ve hat binçavkirin nayê wergirtin
10:03 Şêniyên Dersimê: Dewlet bi zanebûn daristanên me dişewitîne
09:44 Li Cizîrê ciwanekî întîhar kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 279'emîn de dewam dike
09:04 Li Şirnexê talankirina daristanan: Devereke bidar nehêlin!
09:04 Şaredarî û DEDAŞ'ê tax û kûçe serobino kirin: Êdî em bêzar bûn
09:04 Tahmaz: Gava têkoşîna ji bo aştiyê di şertên giran de bê bilindkirin watedar dibe
09:04 Avahiyên kavilbûyî bûne navenda tiryakêşan
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2021'AN
08:15 Li Kerboranê du gund xistin bin karantînayê
31/08/2021
19:37 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:37 TJA’yê ji Ayşe Gokkan re sersaxî xwest
16:24 TJA: Qêrîna herî bihêz di daxwaza jinê ya di aştiyê de veşartiye
15:56 Gundiyan nehişt ku DEDAŞ trafoya wan rake
15:52 Platforma Jinên Kurd ji malbata Cemîloglû re sersaxî xwest
15:50 Baregeha leşkerî ya li herêma şewatê tê tehliyekirin
15:35 Wan ji mitînga 1'ê Îlonê re amade ye
15:09 Şewata li Geliyê Mûnzûrê berbelav dibe
14:59 Ahmet Tokay ê Hediye Tokay bi îşkenceyê qetil kir hat girtin
14:40 Dayika Ayşe Gokkan jiyana xwe ji dest da
14:26 Wezîra Jinan a Afganistanê ji welat reviya
14:09 Li 4 bajaran daristan dişewitin
14:06 Ciwanê ku îltîca kir tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
14:03 Li Mersînê banga 1'ê Îlonê
13:33 Li Şirnexê tundiya zilam
13:21 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:51 Karsaza kurd Ferda Cemîloglû jiyana xwe ji dest da
12:21 Ji 8 kesên ku li Karazê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin berdan
11:10 ‘Em 176 roj in ji bo edaletê qîr dikin’
11:03 Parêzer li girtîgehê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:58 Amed xwe ji bo ‘Mitînga Aştiyê’ amade dike
10:57 Ocalan: Divê 1'ê Îlonê bibe mîlada aştî û çareseriyê
10:01 Li Enqereyê jinek hat kuştin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 278'emîn de dewam dike
09:01 Li Şirnexê di 4 mehan de 21 şewatên daristanan
09:01 Ji bo aştiyê bedelên giran dan ber çavên xwe