* Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs, derbarê geşedanên li Herêma Kurdistanê diqewimin de nirxandinan kir û got: "Li herêmê, ji aliyê 4 dewletan ve konsepta tasfiyekirina deskeftiyên kurdan hatiye amadekirin."
* Hevserokê NAV-YÊK'ê Haci Çelîk, diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê li dijî lêgerîna azadiyê ya kurdan e û li dijî êrişan banga têkoşîna hevpar kir.
* Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed, derbarê daxuyaniya Beşar Esad a "Ademî Merkeziyetê" de ev tişt got: "Heke bixwazin ji mudaxaleyên derveyî welat xelas bibin divê bi gelê Sûriyeyê re rûnin. Heke Şam muzakereyan bixwaze, bila keremke, em deriyên muzakereyan vedikin."
* Cenazeyê Hediye Balûr a HPG'î ku li Çiyayê Bagokê jiyana xwe ji dest dabû û ji laşê wê tenê parçeyek maye, rexmî lihevhatina DNA'yê jî radestî malbata wê nayê kirin.
* Bi atolyeya ku bê vekirin wê ji bo 20 kesan perwerdeya şanoyê ya bêpere bê dayîn. Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Yavûz Akkûzû, diyar kir ku di şanoya kurdî de pêwistî bi jenerasyoneke nû heye û ji bo atolyeya ku vebikin jî ev tişt got: "Xwendekarên ku ji wir derkevin wê me bi hêz bikin û şanoya xwe ava bikin. Em dixwazin qadeke bandorê ya wiha ava bikin."
* Îsotên Rihayê ku pêvajoya amadekirina wê jî bi qasî tehma wê 'tûj' e derket ser dezgehan. Hilberînerê 21 salan ê îsotê Mehmet Mermer, diyar kir rexmî ku bi hezaran mirov pê debara xwe dikin jî îsot qîmeta ku heq dike nabîne.
* Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê wê di roja 178'emîn de dewam bike.