Çalakiya greva birçîbûnê di roja 283'yemîn de dewam dike

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, di roja 283'yemîn de, li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 262'yemîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 245'emîn de dewam dikin.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 50'yemîn, di roja 283'yemîn de berdewam dike. Ji 14'ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê. 
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 262’YEMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 262'yemîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 245'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 245'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

06/09/2021
10:35 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkera kir
09:00 Li Rihayê di rojekê de zarokek û jinek hatin kuştin, du jin jî hewl dan xwe bikujin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 284'emîn de dewam dike
09:00 Di kuştina karsazê li Nisêbînê de ‘çetebûn’ hat piştguhkirin
09:00 Malbata Yildirim: Yên ku zarokan di xew de dikujin wê li kolanê jî sax nehêlin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2021'AN
05/09/2021
21:55 Li Stenbolê 33 kes hatin binçavkirin
20:59 269 kesên din jî ji Kovid-19'ê mirin
19:34 Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan hat vekirin
19:26 Baroyên herêmê: Divê ji bo bûyera Mîroglu lêpirsînek adil were destpêkirin
18:33 Ji bo Mîhraç Mîroglu meşiyan: Ev kuştineke bi zanebûn e
17:39 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya ‘Mitînga Aştiyê’ kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
17:04 Di Şêwra Jinên Kurd de banga pêşîlêgirtina êrişan û sazkirina yekîtiyê hat kirin
16:55 Li Efrînê teqînek rû da
15:39 Parêzerên Aysel Tugluk daxuyanî dan
14:51 Cenazeyê girtiyê nexweş Çelebî hat veşartin
13:50 Gunay: Em ê bi mezinkirina HDP’ê bersiva şer û tecrîdê bidin
13:19 Di tebaxê de 11 jê zarok 174 karkeran jiyana xwe ji dest daye
13:09 Axaftina bi telefonê li girtiyên bi koronayê ketine hat qedexekirin
13:09 HDP: Berpirsê mirina girtiyên nexweş îqtidar e
12:33 Şandeya CHP’ê li Hewlêrê ye
11:48 Malbata Şenyaşar: Ne li cem hêzê li cem mafdar cih bigirin
10:41 Leşkeran li cotkar û zarokên wî da
09:36 ‘Destûrê nadin em bi kurdî biaxivin’
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 283'yemîn de dewam dike
09:06 Cîranên malbata Mîroglu: Ewlehiya me û zarokên me tune ye
09:02 Emîne Çagirga: Her ku deriyê sarincê vedikim Cemîle tê bîra min
09:02 Li Rihayê jinek şoreşger: Bîrdariya cesaretê Lutfiye Gokkan
09:02 Xwendkarên Zanîngeha Bogazîçiyê meclîsa xwe ava dikin
09:01 Ûca: Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê bi biryara NATO'yê ne
09:00 Baroya Rihayê: Ziman rûmet, divê her kes xwedî rûmeta xwe derkeve
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2021'AN
04/09/2021
20:30 Di meha Tebaxê de 31 jin hatin qetilkirin
20:16 Ji Amedê banga aştiyê: Em guh bidin dengê li Îmraliyê
19:51 Girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
17:16 Girtiyê nexweş ê cezayê wî qediya nayê berdan
16:52 Miduriyê got ji bo mîtîngê 'polîs tuneye', lê bi hezaran polîs şandin daxuyaniyê
16:37 Li Sêrtê qezaya trafîqê
16:30 Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar li malbata Mîraç geriya
16:21 Danişîna Berdevka TJA’yê Gokkan di 13’ê îlonê de ye
16:13 Li Mêrdînê zilamê ku bi şert hat berdan hevjîna xwe qetil kir
16:07 Girtiyê nexweş Ayik ê rewşa wî giran dibe nayê berdan
16:06 Gergerlîoglû pirsa kujerên zarokên kurdan ên li ser kar kir
15:31 Xizmên Windayan piştî 158 hefteyan li pêş Bîrdariya Mafê Jînê hatin gelhev
15:09 Tedawiya girtiyê nexweş Alici tê astengkirin
14:44 Mehmet Sîncar li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
14:35 Xwişka Bîlgînê ku 27 sal berê hat windakirin: Em ê pêşiya vê dozê bernedin
13:31 Dayika Mîhraç: Min ji polîsan pirs nekir ku çima ev tişt anîne serê kurê min
13:03 Malbata Şenyaşar bang li Wezîrê Dadê kir: Ev çerxeke çawa ye?
13:03 Ji ber di azmûnê de bi serneket întihar kir
12:39 Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wî bidomînin
11:09 Girtiyê nexweş Ozkan: Dewlet li benda cenazeyê min e
10:38 Bedêla nûçeyê: Ji 2 rojnamegeran 10 sal ceza û ji 4 rojnameran re jî doz
10:20 Li Tekîrdagê trênê li mînîbusê da: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
10:07 Uzum di bin dorpêça polîsan de hat definkirin
09:53 Li Mêrdînê gundekî din jî xistin bin karantînayê
09:42 Zarokê ku wesayîta zirxî lê dabû hat veşartin
09:21 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 282'yemîn de dewam dike
09:20 Rapora ATK'ê ya hestiyên ku li Kerboranê hatibûn dîtin amedê bû
09:20 Serlêdana ji bo xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter didome
09:19 Berteka Çat a ji bo astengkirina wî: Ditirsin
09:19 Şûraya Dewletê qereqola ku li Dakyanûsê hat lêkirin rawestand
09:14 Li Cizîrê 6 sal e hiqûq tune ye
09:13 Dive karker li dijî karsazan dengê xwe derbixin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2021'AN
03/09/2021
22:35 HDP: Ne qeza qetilkirin e
20:07 Zarokê ku maşîneya zirxî lê qelibî jiyana xwe ji dest da
19:57 MED-DER'ê sertîfîqayên kurdî da zarokan
19:40 Ayşe Gokkan ji bo şîna dayika wê li şûna gund birin navenda Rihayê
18:08 Li 6 nuqteyên Bestayê agir bi daristanan ket
17:58 Hevserokê HDP'a Kopê Can hat girtin
17:52 Doza 10'ê Cotmehê taloqî meha mijdarê bû
17:37 Walîtiya Mêrdînê salvegera qetilkirina Sîncar kir hinceta qedexeyê
16:57 Gurdegîr ê îşkence lê hat kirin û sê xwişk û birayên xwe hatin girtin
16:53 Şewata Bongilanê hat vemirandin
16:53 Endamê Meclîsa HDP’ê giliyê kesên ew revandin kir
16:45 Li Meletiyê di 4 salan de 867 serlêdanên ÇED’ê hatin kirin
16:31 Giliyê leşkerên ku penaberan avêtine ava çem hat kirin
15:52 ÎHD bi Gurdegîr re hevdîtin kir: Danîşanên îşkenceyê hene
15:30 Cenazeyê Dîcle Uzum dan malbatê
15:23 Wê îdianame ji 451 siyasetmedaran re were şandin
14:59 Malbat, wasî û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:59 Danişîna doza erdheja Îzmîrê dest pê kir
14:53 Hevserokê Meclîsa Mexmûrê Kaçan: NY hevkarê êrişan e
14:52 Genç: AKP bi xistina benda hilbajrtinê dixwaze ji MHP’ê xelas bibe
14:19 Kaplan: Divê perwerdehiya bi kurdî were destpêkirin
13:52 Jina ku got ‘min rizgar bikin’ û alîkarî xwest: Polîs jî di nava vî karî de ne
13:47 Li Karazê 3 kes hatin girtin
13:36 Danişîna Hevşaredara Geverê hat lidarxistin
13:29 Li Rihayê zarokek ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin
12:44 Şahidê Komkujiya 10’ê Cotmehê: Di hizûra leşker û îstîhbaratê de bi fermandarê DAIŞ’ê re axivîm
12:00 Hat îdiakirin ku jinekê hewl da xwe bikuje
11:20 Ji bo 21 sivîlên li Cizîrê hatin qetilkirin xwestin Komîsyona Lêkolînê were avakirin
11:16 Şewata li Çemê Roj hat vemirandin
11:16 Malbata Şenyaşar: Hûn bi paldana qral tenê pêvajoyê dirêj dikin
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 281'emîn de dewam dike
09:13 Polîtîkaya desthilatê ya penaberan: Razemeniya siyasî û mudaxaleya li demografiyê
09:13 Rêvebirên kampanya kurdî li hev dicivin
09:12 Avahiya ku bi 600 hezar TL'yî nehat temîrkirin bi milyon û 879 hezar TL hat temîrkirin
09:11 Serlêdanên akademiyên Ma Muzîkê dest pê kirin