Li Rihayê di rojekê de zarokek û jinek hatin kuştin, du jin jî hewl dan xwe bikujin

img

URFA - Li Rihayê zarokek û jinek di 4 rojan de ji aliyê xizmên xwe yên herî nêz ve hatin qetilkirin. Ji du jinên hewl dan xwe bikujin jî jinek jiyana xwe ji dest da. Cîgira Serokê Baroya Rihayê Fazîlet Arselîm got polîtîkaya bêcezatiyê tundiyê zêde kiriye. 

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) Rapora xwe ya Tebaxa 2021’an bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hat gotin ku di meha tebaxê de 31 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin, 21 jin jî bi guman mirine.
 
Şîdeta li ser jinan û kuştina jinan zêde bû, li Rihayê di nava 4 rojan de 3 jin û keçek rastî şîdetê hatin. Hediye Tokay ku li navçeya Eyyûbiye dijî, di 30’ê tebaxê de ji aliyê hevjînê xwe Ahmet Tokay ve hat îşkencekirin û kuştin. Aysel Çelîk a 18 salî ku ket ezmûnê zanîngehê û bi ser neket tê îdiakirin ku di 1’ê îlonê de li navçeya Bozovayê xwe kuştiye. Di heman rojê de, Raziye Z. ya 21 salî, li navçeya Haliliye, ji cihek bilind ve bi şik ket û bi giranî birîndar bû. Roja 2’yê îlonê Amara Dwla ya 13 salî ya ji Sûrî, li navçeya Eyyubiye ji aliyê bavê xwe Mihemed Dwla ve hat şewitandin û kuştin. 
 
Cîgira Serokê Baroya Rihayê û Koordînatora Navenda Mafên Jinan Fazilet Taştan Arselim, bal kişand ser sedemên bingehîn ên zêdebûna şîdeta li dijî jinan a li bajêr û destnîşan kir ku pêdivî bi bidawîkirina polîtîkayên bêcezakirinê heye, Seroka Navenda Mafê Jinan Dilara Înal Gulhan jî destnîşan kir ku bi pêkanîna guhertina zîhniyetê, dê pêşî li şîdetê bê girtin. 
 
‘HINCET NAYÊN QEBÛLKIRIN’ 
 
Arselîm diyar kir ku li Rihayê di 4 rojên dawî de 4 bûyer ji ber sedemên mîna hev hatine qewimîne û got: "Têgînên weke 'namûs, kevneşopî, bawerî' ji bo şîdetê nabe hincet û di sûcên li dijî jinan de nayê qebûlkirin. Polîtîkaya bêcezakirinê yek ji sedemên bingehîn ên zêdebûna şîdet, tacîz, destavêtin û îstîsmara zarokan e. Tiştê ku em jê re dibêjin siyaseta bêcezakirinê ev e ku rewşên wekî ne meşandina lêpirsînek bi bandor, efûkirin an kêmkirina cezayê hene. Dema ku em van giştan li hev bînin, em dibînin ku di lêpirsînan de nebûna lêpirsînên berfireh, girtina mirinên bi guman bêyî lêpirsînê, vekolîna têr a dosyeyan di bûyerên xwekuştinê de, û bêcezabûn derdikeve holê. Mafê jiyanê ku mafê herî girîng ê jin û zarokan e ji dest tê girtin û bêcezakirinê dixebitîne. Guhertina yasayan û birêkûpêkkirina yasayan wêrekiyê dide kujer û faîlan. Em di serdemek ku tundî derketiye asta herî jor de derbas dibin. Divê demildest dest ji polîtîkaya bêcezakirinê were berdan. Em dixwazin jin xwe li ser vê nimreyê telefonê 0537 06599 64 bigihînin Navenda Mafê Jinan a Baroyê.” 
 
JI JINAN DELÎL Û BELGE DIXWAZIN 
 
Dilara Înal Gulhan diyar kir ku di girtina biryara parastinê ya ji bo jinên rastî şîdetê hatine de zehmetiyan dikişînin û wiha got: "Di qanûnê de bi zelalî tê gotin ku 'gotina jinê têrê dike, belge nayên xwestin’. Lê belê, carinan di serlêdanên ku em wekî wekalet dikin de jî, dema ku belge an delîl tune be daxwazên me têne redkirin. Em nikarin parastina astek bilind peyda bikin. Jina ku rastî şîdetê hatiye piştî ku li qereqola serlêdan kiriye û jê re gotine 'tu yê baş bî' û wê paş ve şandine. Berdana zilam, nebûna cezayan, lêgerîna delîl û belgeyan faktorên şîdetê zêde dikin. Jin bi mehan rastî şîdetê tê, lê delîl tune. Dema ku dadgeh delîlan dixwaze, em asê dimînin. Jinek ku bi tundiyê re rûbirû nemabe çima wê bêje şidet li min hatiye kirin. Digel ku pêdivî ye ku sizayan biterikînin, derketina peymana ku jinan diparêze û nebûna cezayên berfireh sedemên ku şîdetê zêde dike ne. Em di nimûneyên herêmî de vê pratîkê dibînin.” 
 
 
 

Sernavên din

09/09/2021
12:41 Li Licê gengeşiya DEDAŞ'ê
12:10 Ji ber nexweşiya hebxuriyan 15 rojan têketina sewalan a Dihê hat qedexekirin
12:05 Hunermendê gelê xwe: Yilmaz Guney
11:52 Dosyeya Ayla Akat Ata bi dosyeya Kobanê re kirin yek
10:58 Dayikên Aştiyê: Her kesê xwedî wijdan dive xwedî li edaletê derkeve
10:33 Li Emîne Şenyaşar a ku li edaletê digere doz hat vekirin!
10:30 Li Çiyayê Gabarê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:10 Bavê ku çavê wî nabînin 3 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe
09:23 Piştî sê salan doz li du HDP’iyan hat vekirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 287'emîn de dewam dike
09:02 Şaredariya AKP’î îhaleya 21 mîlyonî da fîrmaya serokê xwe
09:02 Di konên rêxistinên sivîl de her roj 200 kes derzî dibin
09:01 Cihê bazarê ji kurdan girt, da xizmên xwe
09:01 Şeniyên taxa ku Mîroglu lê hat qetilkirin: Giliyên me hatin paşguhkirin
09:00 Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla
09:00 Prof.Dr. Ozgen: Polîtîkayên bêrehm ên dewletan li ser xetên sînor didomin
09:00 Li Girtîgeha Bandirmayê zext zêde dibin
09:00 Welatiyên Amedê: Em li kuçeyên xwe maşîneyên zirxî naxwazin
09:00 ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2021'AN
08/09/2021
19:41 Malbata Mîraç Mîroglu îfade da
16:56 Muzîkjenê kurd Guçmen hat berdan
15:45 Jinên Şirnexî bang li jinên cîhanê kirin: Li cem Emîne Şenyaşarê bin
15:41 Li Cudî şewat derket
15:33 Şandeya CHP’ê ya ku serdana Kurdistana Federe kiribû: Diyalog dikare çareseriyê bîne
14:42 Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin
13:23 Wezîrê rûs dema tetbîqatê jiyana xwe ji dest da
12:27 Malbata Şenyaşar: Ka em ê bibînin deriyê edaletê ye yan deriyê zilmê ye
12:13 Malbatên parastvanên mafên mirovan PDK'ê şermezar kirin
12:04 Wê Waliyê Edîrneyê bi penaberên ku avêtibûn Merîçê re hevdîtin bike
11:23 NÇM’ê ji bo serdema nû deriyên kargehên muzîkê vekir
11:13 Dayika Aştiyê Ozer jiyana xwe ji dest da
11:10 Li Meksîkayê qanûna kurtajê li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin
11:05 Li Nisêbînê du gund xistin bin karantînayê
10:29 ‘Li dijî dagikeriyê pêwistî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye’
10:28 Berteke hezexiyan a ji bo berdana kujerê Mîraç: Kujer hat xelatkirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 286'emîn de dewam dike
09:10 Bi hinceta cezayên rabûne berdana girtî Dag tê astengkirin
09:01 Xwendekarên Arî-Der’ê wê bi kurdî ferî îngilîzî bibin
09:01 Polisê bû sedema mirina Mîraç li ser kar e
09:01 Girtiyên nexweş di rewşeke ku nikarin bên tedawîkirin de tên berdan
09:01 Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin
09:01 Ekolojîst Karasû: Heke em nebin hevpar em ê tev winda bikin
09:01 Ji ARSÎSA’yê banga qeydên qursên kurdî
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2021'AN
07/09/2021
20:52 274 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Ji bo nûçegîhanê me Karataş ceza hat xwestin
16:14 Serdozger dîmenên komkujiya Konyayê neda parêzer!
16:13 Ji 3 endamên RJAK’ê 2 jê hatin berdan
15:56 Li Wanê çalakî û şahî tenê ji AKP’ê re serbest in!
15:40 Du zarok ketin qenala avê: Yek mir, yek jî winda ye
15:32 Li Çewligê du jinan întîhar kir
14:57 Li Mêrsîn û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Hevşaredar Bûl ji doza 'hevserokatiyê' beraet bû
13:59 Kuştina Cemîle ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:54 HDP wê prensîb û şertên xwe ji bo hemû muxataban eşkere bike
13:15 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
12:53 Emîne Şenyaşar: Ev zilm wê heta kengê bidome?
12:10 Pirtûkan nadin girtiyan
11:58 Ji ber stran û govenda kurdî ceza li girtiyên jin hat birîn
10:56 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
10:56 Ocalan: Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin
10:41 Pîroglu: Wêne bêçaretiya dewletê ye
10:27 Guven têkildarî Komkujiya Konyayê nameyek şand
10:18 Kovara Leman Mîraç li ser bergê xwe kir
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 285'emîn de dewam dike
09:00 Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe
09:00 Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye
09:00 Hinceta cezayê stranên kurdî: Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê
09:00 Kekê girtiyê nexweş Îverendî: Gelo li benda mirina birayê min in?
09:00 Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'
09:00 4 sal in 2 kurên xwe yên girtî nabîne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'AN
06/09/2021
20:58 Wê heyetek MSD'ê bi Amerîka û Rûsyayê re hevdîtin bike
20:49 Şewata li Rûbara Salê hat vemirandin
17:21 Rêveberên DEP’ê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:54 Malbata Mîroglu teklîfa ‘alîkariya’ qeymeqam red kir
16:51 Ji bo Çelebî şîn hat danîn
16:36 Baroya Şirnexê: Em ê heta dawiyê doza Mîraç bişopînin
16:33 'PDK ketiye nava şer'
16:25 Hevjîn û keça Dayika Aştiyê di qezaya trafîkê de mirin
15:59 HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand
15:49 28 karkerên li Iraqê hatin xapandin hatin binçavkirin
15:34 DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin
15:34 Turnuwaya futbolê ya bi navê Denîz Poyraz wê li Edenê bê lidarxistin
14:56 Li Girtîgeha Amedê hevdîtina girtiyan hat qedexekirin
14:44 Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin
14:44 Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin
14:17 Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne
14:15 Polîsê Mîraç qetil kir, hat berdan
14:00 Dadgehê doza Mehmet Sîncar taloqî meha sibatê kir
13:47 Hevseroka DBP'a Amedê hat berdan
13:30 3 demsal derbas bûn, edalet nehat
13:21 Cenazeyê Amara ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin, hat veşartin
13:04 MED-DER: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:03 Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye
12:28 Eskeran li Hênê bi ser malekê de girtin
11:35 Ji Soylû ew îdîa pirsîn: Raste ku ji ajokarê wesayîta zirxî re gotin ‘Were em ê îfadeya te bigirin?’
10:58 Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e
10:35 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkera kir