NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku wê ji MSD'ê heyetek bi rayedarên rûs û amerîkî re hevdîtin bike.
Hat diyarkirin ku wê ji Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) heyetek bi Amerîka û Rûsyayê re hin hevdîtinan bike. Ajansa Nuçeyan a Hawarê (ANHA), têkildarî mijarê nûçeyek derbas kir û diyar nekir ku wê di heyeta MSD'ê de kî cih bigire. Tê payîn ku di hevdîtinan de geşedanên li herêmê û êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên nirxandin. Li gorî nûçeya ANHA'yê tê payîn ku di rojên pêş de Nûnerê Rojhilata Navîn ê Amerîkayê Brett McGurk û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Fryshinin û Alîkarê Serokdewletê Rûsyayê Alexander Lavrentiyev jî li hev bicivin.