Guven têkildarî Komkujiya Konyayê nameyek şand

img
XARPÊT - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji girtîgehê têkildarî komkujiya li Konyayê name şand û diyar kir ku ew sersaxiyê ji malbata Dedeogullari re dixwaze û wiha got: "Ez di destpêkê de êşa we ya mirov nikare pênase bike parve dikim û ji dilê we yê birîndar maç dikim."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven têkildarî qetilkirina 7 ferdên ji malbata Dedeogullari ya kurd ku di 30'ê Tîrmehê de li navçeya Meramê ya Konyayê pêk hat name şand. Leyla Guven a li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan tê girtin di nameya ku şand de sersaxî ji malbata Dedeogullari xwest. Her wiha hat diyarkirin Leyla Guven name ji zû de ye şandiye lê belê rêveberiya girtîgehê dereng bi rê kiriye. 
 
Nameya Leyla Guven ku di JinNewsê de hatiye weşandin wiha ye:
 
'Bi rastî jî li Konyayê kurd hene?'
 
"Malbata Dedeogulari ya bi nirx a dilê wê ji 7 cihî ve birîndar bûye; Ez di destpêkê de êşa we ya mirov nikare pênase bike parve dikim û ji dilê we yê birîndar maç dikim. Ez rêzgirtina xwe ji we re pêşkeş dikim. Hêrsa me ya li hemberî komkujiya nîjadperest a li dijî we hat kirin  gelekî mezin e. Çimkî li vî welatî me ji ber nasnameya xwe êşên mezin dîtin. Kesên dibin sedema vê êşê digotin çi? 'Ev hezar sal in em bi hev re dijîn. Em xwişk û birayên olê ne. Em wekî goş û neynûkê ne. Em bi hev re wekî xwişk û bira dijîn.'Gelek gotinên din ên wekî vana kevn bûne....Ev gotinana do jî derew bûn îro jî...
 
ME NIKARIBÛ BÊJIN EM KURD IN 
 
Em tu carî bi rastî jî nebûn xwişk û bira. Vê rastiyê herî baş kurdek dizane lê belê em wekî kurdên Anatolyaya Navîn vê yekê gelekî zêdetir hês dikin. Ev mijara penaberan a ku dibe alava siyasetê û niha tê nîqaşkirin tim em pê rû bi rû man. Em tim bûn penaber. Nêzî 500 sal berê em hatin Konyayê û tu carî em wekî niştecihên wê derê nehatin dîtin. Me wekî muhacir pênase kirin. Çimkî em ne tirk bûn. Em ne ji wir jî bûn lê me nikaribû bigota em kurdin jî. Dema me wiha bigota ev dibû sedema cihêkariyê. Ango me dema bigota em kurd in ên li wir ev yek nikaribûn qebûl bikirana. Di demên dawî de ev yek têr nekir, kesên digotin em kurd in ew bi perçekirina welat jî sûcdar dikirin. Di derbarê kesên digotin em kurd in lêpirsîn jî didan destpêkirin. Li vî welatî niha jî me lînc dikin. 
 
EM JI KESÊN BI DIZÎ DIGIRIYAN BÛN 
 
Erê, em kî bûn? Em kurdên bi sedan sal berê ji bo bên asîmîlekirin hatibûn sirgunkirin bûn. Me sirgunî Anatolyaya Navîn kiribûn. Em li aliyê Cîhanbeyli, Haymana û hwd. bi cih bûbûn. Em domên ji aliyê tirkên me bi ziman û çanda wan nizanibû hatibûn dorpêçkirin bûn. Em ji kesên radyoya Erîvanê û bandên kurdî bi dizî guhdar dikirin bûn. Bi salan şûnde dema me ji gund koçî bajêr kir dîsa ji me re kurdên gundî dihat gotin û heman tişt dîsa bi me dihat jiyîn. Bi koçkirina Ewropayê re dîsa em bûn muhacir, yên din, penaber. Em ji wan kesan bûn ku tevî hemû tiştên dihatin serê wan dîsa digotin "Elhemdullilah şukur". Em tu carî hînî pirsên ji vir jî bi mane ji me dihat sewalkirin nebûn. Em vê yekê bi çend mînakan rave bikin. 'Eslê wan heye?','Berxik tu kurd î?,'Lê tu qet naşibe kurdan','Bila be li ber nekevin Xwedê we jî afirandiye','Çima ji we re dibêjin kurdên bi terî?','Hûn ne ji wan 'teroristên' derdikevin ser çiya ne, ne wiha?','Cahilên wekî kurdan'. Em bi van gotinên cahîlane mezin bûn. 
 
Bi hezaran ciwanên kurd ên Anatolyaya Navîn ên bûn şahidên van gotinên faşîzane û cihêkar serî hildan û çûn serê çiyan. Tevî van tiştên hatin jiyîn kesên me sûcdar dikin, kesên dibêjin 'vana dixwazin di navbera kurd û tirkan de pevçûnê derxin'. Kesên dixwazin heqîqetê berovajî bikin ji mirovatiyê nisîba xwe negirtine. Ew kesan reben in. 
 
DIZANIN KU KUŞTINA KURDAN NE SÛC E 
 
Kesên çûn mala Dedeogulari û ew di mal de bi awayekî hovane qetil kirin dizanin li vî welatî kuştina kurdan ne sûc e. Vê yekê ji cinayetên dewleta ku 17 hezar faîlê wê hene dizanin. Vê yekê ji Ceylan, Ugur, Dayika Taybet, Şenyaşar û ji Roboskiyê dizanin. Loma ewqas bê ehlaq in. Kesên nûnertiya faşîzmê dikin, bûne muptelayên hêza bi dest xistine. Ew di nava çirava sûcên xwe de digevizin. Loma kurdan wekî sedema hemû nebaşiyan nîşan didin. Dikin hedef. Çawa îbreya pûsûlayê tim aliyê bakur nîşan dide; tiliya şadeyê ya AKP û MHP'ê jî tim kurdan nîşan dide. Ew her ku bi zimanê xwe yê jehrê belav dike diaxivin em tên kuştin. Her ku em dimirin ew dîsa diaxivin. Em jî dibêjin êdî hûn muktedîr ne, divê gel biaxive. 
 
DIVÊ HER KES LI DIJÎ VAN ÊRIŞAN RABE 
 
Bila kes temiyê nede me ku tiştên em dijîn qeder e, di fitrata me de hene. Bila nebêjin sebra we heye. Em li niha ne li wê nokteyê ne. Em ê li dijî her cure êrişan, li her derê cîhanê bibin yek, hişmendiya neteweyî pêş bixin. Em ê bi rêxistinkirî tev bigerin. Her wiha em dizanin ne tenê li Konyayê li gelek cihan li dijî kurdan êrişên faşîst tên kirin. Li Îzmîrê jî rêhevala me Deniz Poyraz qetil kirin û dilê me şewitandin. Divê tenê ne kurd her kesê ji xwe re dibêjin em mirov in bi cesareteke mezin li dijî êrişên li ser kurdan derkevin. Heger em bikaribin jiyaneke demokratîk, azad, wekhev û eksena wê jin biafirînin ew ê her kes bikaribe bi nasnameya xwe di nava aştî û aramiyê de bijîn. Ev ne pir zor e. Divê em pêşdarazên xwe rakin. Em bi perspektîfa mirovatiyê tev bigerin.
 
Li ser vê bingehê ez dîsa sersaxiyê ji gelê kurd û  Dedeogullari dixwazim. Ez rêzgirtina xwe ji hemû derûdorên hestiyar û raya giştî re pêşkeş dikim. 
 
Leyla Guven"

Sernavên din

09/09/2021
12:41 Li Licê gengeşiya DEDAŞ'ê
12:10 Ji ber nexweşiya hebxuriyan 15 rojan têketina sewalan a Dihê hat qedexekirin
12:05 Hunermendê gelê xwe: Yilmaz Guney
11:52 Dosyeya Ayla Akat Ata bi dosyeya Kobanê re kirin yek
10:58 Dayikên Aştiyê: Her kesê xwedî wijdan dive xwedî li edaletê derkeve
10:33 Li Emîne Şenyaşar a ku li edaletê digere doz hat vekirin!
10:30 Li Çiyayê Gabarê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:10 Bavê ku çavê wî nabînin 3 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe
09:23 Piştî sê salan doz li du HDP’iyan hat vekirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 287'emîn de dewam dike
09:02 Şaredariya AKP’î îhaleya 21 mîlyonî da fîrmaya serokê xwe
09:02 Di konên rêxistinên sivîl de her roj 200 kes derzî dibin
09:01 Cihê bazarê ji kurdan girt, da xizmên xwe
09:01 Şeniyên taxa ku Mîroglu lê hat qetilkirin: Giliyên me hatin paşguhkirin
09:00 Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla
09:00 Prof.Dr. Ozgen: Polîtîkayên bêrehm ên dewletan li ser xetên sînor didomin
09:00 Li Girtîgeha Bandirmayê zext zêde dibin
09:00 Welatiyên Amedê: Em li kuçeyên xwe maşîneyên zirxî naxwazin
09:00 ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2021'AN
08/09/2021
19:41 Malbata Mîraç Mîroglu îfade da
16:56 Muzîkjenê kurd Guçmen hat berdan
15:45 Jinên Şirnexî bang li jinên cîhanê kirin: Li cem Emîne Şenyaşarê bin
15:41 Li Cudî şewat derket
15:33 Şandeya CHP’ê ya ku serdana Kurdistana Federe kiribû: Diyalog dikare çareseriyê bîne
14:42 Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin
13:23 Wezîrê rûs dema tetbîqatê jiyana xwe ji dest da
12:27 Malbata Şenyaşar: Ka em ê bibînin deriyê edaletê ye yan deriyê zilmê ye
12:13 Malbatên parastvanên mafên mirovan PDK'ê şermezar kirin
12:04 Wê Waliyê Edîrneyê bi penaberên ku avêtibûn Merîçê re hevdîtin bike
11:23 NÇM’ê ji bo serdema nû deriyên kargehên muzîkê vekir
11:13 Dayika Aştiyê Ozer jiyana xwe ji dest da
11:10 Li Meksîkayê qanûna kurtajê li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin
11:05 Li Nisêbînê du gund xistin bin karantînayê
10:29 ‘Li dijî dagikeriyê pêwistî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye’
10:28 Berteke hezexiyan a ji bo berdana kujerê Mîraç: Kujer hat xelatkirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 286'emîn de dewam dike
09:10 Bi hinceta cezayên rabûne berdana girtî Dag tê astengkirin
09:01 Xwendekarên Arî-Der’ê wê bi kurdî ferî îngilîzî bibin
09:01 Polisê bû sedema mirina Mîraç li ser kar e
09:01 Girtiyên nexweş di rewşeke ku nikarin bên tedawîkirin de tên berdan
09:01 Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin
09:01 Ekolojîst Karasû: Heke em nebin hevpar em ê tev winda bikin
09:01 Ji ARSÎSA’yê banga qeydên qursên kurdî
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2021'AN
07/09/2021
20:52 274 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Ji bo nûçegîhanê me Karataş ceza hat xwestin
16:14 Serdozger dîmenên komkujiya Konyayê neda parêzer!
16:13 Ji 3 endamên RJAK’ê 2 jê hatin berdan
15:56 Li Wanê çalakî û şahî tenê ji AKP’ê re serbest in!
15:40 Du zarok ketin qenala avê: Yek mir, yek jî winda ye
15:32 Li Çewligê du jinan întîhar kir
14:57 Li Mêrsîn û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Hevşaredar Bûl ji doza 'hevserokatiyê' beraet bû
13:59 Kuştina Cemîle ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:54 HDP wê prensîb û şertên xwe ji bo hemû muxataban eşkere bike
13:15 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
12:53 Emîne Şenyaşar: Ev zilm wê heta kengê bidome?
12:10 Pirtûkan nadin girtiyan
11:58 Ji ber stran û govenda kurdî ceza li girtiyên jin hat birîn
10:56 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
10:56 Ocalan: Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin
10:41 Pîroglu: Wêne bêçaretiya dewletê ye
10:27 Guven têkildarî Komkujiya Konyayê nameyek şand
10:18 Kovara Leman Mîraç li ser bergê xwe kir
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 285'emîn de dewam dike
09:00 Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe
09:00 Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye
09:00 Hinceta cezayê stranên kurdî: Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê
09:00 Kekê girtiyê nexweş Îverendî: Gelo li benda mirina birayê min in?
09:00 Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'
09:00 4 sal in 2 kurên xwe yên girtî nabîne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'AN
06/09/2021
20:58 Wê heyetek MSD'ê bi Amerîka û Rûsyayê re hevdîtin bike
20:49 Şewata li Rûbara Salê hat vemirandin
17:21 Rêveberên DEP’ê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:54 Malbata Mîroglu teklîfa ‘alîkariya’ qeymeqam red kir
16:51 Ji bo Çelebî şîn hat danîn
16:36 Baroya Şirnexê: Em ê heta dawiyê doza Mîraç bişopînin
16:33 'PDK ketiye nava şer'
16:25 Hevjîn û keça Dayika Aştiyê di qezaya trafîkê de mirin
15:59 HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand
15:49 28 karkerên li Iraqê hatin xapandin hatin binçavkirin
15:34 DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin
15:34 Turnuwaya futbolê ya bi navê Denîz Poyraz wê li Edenê bê lidarxistin
14:56 Li Girtîgeha Amedê hevdîtina girtiyan hat qedexekirin
14:44 Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin
14:44 Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin
14:17 Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne
14:15 Polîsê Mîraç qetil kir, hat berdan
14:00 Dadgehê doza Mehmet Sîncar taloqî meha sibatê kir
13:47 Hevseroka DBP'a Amedê hat berdan
13:30 3 demsal derbas bûn, edalet nehat
13:21 Cenazeyê Amara ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin, hat veşartin
13:04 MED-DER: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:03 Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye
12:28 Eskeran li Hênê bi ser malekê de girtin
11:35 Ji Soylû ew îdîa pirsîn: Raste ku ji ajokarê wesayîta zirxî re gotin ‘Were em ê îfadeya te bigirin?’
10:58 Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e
10:35 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkera kir