MÊRDÎN - Gundên Kertwênê û Girêmîra yên Nisêbînê ji ber vîrûsa koronayê xistin bin karantînayê.
Gundên Kertwênê û Girêmîra yên navçeya Nisêbîna Mêrdînê di çarçoveya bergiriyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de xistin bin koronayê. Lijneya Hifzisihha ya Nisêbînê ragihand ku wê di çarçoveya biryara hatiye wergirtin de pêkanîna karantînayê 14 rojan bidome.
Bi vê biryarê hejmara gundên li navend û navçeyên Mêrdînê xistine bin karantînayê derket 19’yan.