ŞIRNEX - Malbata Mîraç Mîroglu yê ku hat qetilkirin îfade da.
Li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê, di êvara 3’yê Îlona 2021’an de, wesayîta zirxî li zarokê 7 salî Mîraç Mîroglû yê bîsiklêt dajot xist û qetil kir. Serdozgeriya Komarê ya Hezexê derbarê bûyerê de, di çarçoveya “qezaya trafîqê ya kujer” de, piştî bi rojan şûnde îfadeya polîsê ajokar girt. Polîsê ajokar ê anîn edliyê, piştî ku îfadeya wî girtin, serbest hatibû berdan.
Îro jî îfadeya dayîka Mîraç Mîroglu, Nazîfe Mîroglu, bavê wî Salîh Mîroglu û kesa ku şahiditiya bûyerê kiribû çûn Qereqola Navçeyê û îfade dan.
Malbatê di îfadeya xwe de, giliyê polîsê ajokar kir û xwest bêceza kirin.