Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû

  • rojane
  • 15:54 12 Îlon 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser navê girtiyên PKK-PAJK'ê Denîz Kaya, ragihand ku wê bi çalekiyên cuda tevlî pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" bibin û çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji îro ve bi dawî kirine.      

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku di 27'ê mijdara sala 2020'an de ji aliyê girtiyên PKK-PAJK'ê ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin, hat bidawîkirin. Biryara ku di roja 290'an a grevê de hat girtin li ser navê girtiyên PKK-PAJK'ê ji aliyê Denîz Kaya ve hat ragihandin. Kaya, diyar kir ku wê bi çalakiyên cuda tevlî pêngava "Dem Dema Azadiyê" bibin. 
 
Di daxuyaniya ku hat dayîn de ev tişt hatin gotin:
 
“Weke girtiyên PKK-PAJK'ê em jî di 27'ê mijdara 2020'an de tevlî pêngava "Dem Dema Azadiyê" ku tevgera me beriya salekê dabû destpêkirin bûn. Armanca me ya bingehîn a pêngavê û me girtiyan, di ketina sala duyemîn a pêngava "TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN, FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNIN Û BI RÊBERTIYÊ RE AZAD BIBIN" de ew e ku gelê me hê bêtir bikeve ferqa peywir û berpirsyariyên xwe. Hatiye dîtin ku gel ketiye tevgerê. Armanca girtiyên PKK-PAJK'ê bi aweyekî xurt beşdarbûna pêngava azadiyê bû. Ciwan, jin, Dayikên Aştiyê û saziyên demokratîk ên gelê me li dijî faşîzm û qirkirinê bi awayekî bilind dengê xwe der bixin û bikevin tevgerê bû. Di asta nû ya pêngava Dem Dema Azadiyê ye gihîştiye de hê zêdetir berpirsyarî dikevin ser gelan û saziyên demokratîk. Tê dîtin ku berxwedêrên destanî û pêşengên fedaî yên vê pêvajoyê gerîlla hemû berpirsyariyên xwe bi cih anîne. Di asta nû ya pêngavê de em dizanin û bawer dikin ku wê gelê me û pîrozên me gerîlla bi hev re têbikşin. Weke girtiyên PKK-PAJK'ê em amade ne ku ji bo azadiya welat, gel û serokatiya xwe bedel bidin. Em hatine dawiya pergala faşîst a AKP-MHP'ê. AKP'a ku bûye rengê Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê, ji bo ku layîqê avakerê xwe bibe hemû hunerên xwe pêşkêş dike. Em ê jî bi rih, zanebûn û baweriya têkoşerên Zindana Amedê ku Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê têk birin, li ber xwe bidin û bi serkevin. Em ê jî li gorî rihê têkoşer ê kevneşopiya lêgerîna heqîqet û azadiyê Mezlûm Dogan, Çaran û 14'ê Tîrmehê heta Rêbertiyeke azad, Kurdistana azad û Tirkiyeya Demokratîk.
 
Em weke girtiyên PKK-PAJK'ê banga komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê esas digirin û çalakiya xwe îro bi dawî dikin. Weke girtiyên PKK-PAJK'ê em ê bi çalakiyên cuda bi awayekî zanist û birêxistinkirî tevlî pêngava azadiyê bibin. Di vê esasê de weke hemû rêhevalên li girtîgehan em ê hê bêtir tevlî xeta Rêber Apo bibin û bi Rêber Apo re bijîn."

Sernavên din

12/09/2021
19:37 Li Pîranê piştî operasyonê agir bi daristanê ket
17:12 Tedawiya Esmer Tûnç a binexweşiya KOAH'ê didome
17:10 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakî: Em tecrîdê qebûl nakin
16:45 BES'ê serdana HDP'ê kir
16:43 Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan bang kirin
15:54 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû
15:54 Li pêş Girtîgeha Amedê bang kirin: 12'ê Îlonê didome
15:44 41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê: Zilm jî berxwedan jî didome
15:10 Artêşa Tirk Şêladizê bombebaran kir
14:01 Li kuçeyan kampanya "Em mibtelayê bişikînin" hat vegotin
13:17 Ji ÎSÎG'ê rapora pandemiyê: Di 18 mehan de herî kêm hezar û 209 karker jiyana xwe ji dest dan
13:07 Meclisa Jinê ya HDP'ê: Em tev bi hev re jiyana nû ava bikin
13:06 Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
12:10 Bi hinceta 'berzkirina dûrişmeyê' ceza li Tûncel û Akdenîz hat birîn
11:56 HDP: Mekanîka Darbeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd didome
11:42 Malbata Şenyaşar: Desthilata we mehkûmê têkçûnê ye
11:32 Rêveberê ÎHD'ê hat binçavkirin
11:30 Greva birçîbûnê ket roja 290'î
11:14 Derbarê avêtina penaberan a Merîçê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:42 Serokê Rêya Ronahiyê Abimael Guzman jiyana xwe ji dest da
10:14 Tûrnûvaya Ozan Yildiz bi dawî bû
09:14 Li Sûka Kemeralti ya Dîrokî di salekê de 250 dikandaran îflas kirin
09:13 TJA amadekariya hevdîtina 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' dike
09:12 Ekolojîst Tanış: Şewat û talankirinê ji xwezaya Kurdan re rewa dibînin
09:11 Keça girtiyê nexweş Kirtay: Li mala me rewşa şînê heye
09:02 Bi ‘qawîşên edlî’ girtiyan tehdît dikin
09:01 Demîr Çelîk: Ji bo çareseriyê divê pêşiya Ocalan bê vekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Li Mêrdînê şeva dengbêjan
11/09/2021
19:12 Li ser deriyê malbatek Kurd nivîsa nijadperest
16:42 Esmer Tûnç rakirin nexweşxaneyê
16:26 Komîteya Zîndanan bang li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kir
15:57 Îşkence li girtiyê nexweş Polat kirin
15:33 Ji bo girtiyên nexweşên giran Kiliç û Bîlîcî banga berdanê hat kirin
14:52 Wê li Sêrtê şahiya ‘Dema Azadiyê’ were lidarxistin
14:27 Li Enqereyê Hevseroka HDP’ê hat revandin: Tu yê çavê xwe li Cerablûsê vekî
14:21 ‘Ocalan dengê azadî û çareseriyê ye’
14:06 Li 9 gundên qedexe lê hat ragihandin şewat derket
13:46 Li çoltera Hawêlê agir bi daristanê ket
13:45 Xizmên Windayan: Divê edalet pêk were û şîna me bi dawî bibe
13:44 Dayikên Şemiyê: Darbeya 12’ê Îlonê ku şerma dîrokê ye berdewam dike
12:42 Li Îdlîbê 2 esker hatin kuştin
12:03 Malbata Şenyaşar: Helbet wê ev zilm li cihekî bisekine
11:56 Ava bendavê kêm bû û hestî derketin
11:46 Endamên Meclîsa HDP civiyan: Rêxistinkirina gel şert e
11:33 Duh li dijî 12’ê Îlonê îro jî li dijî tecrîdê li ber xwe dide
11:18 TJA’yê ji bo Ayşe Gokkan banga piştevaniyê kir
10:06 Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan Aysel Tûglûk
09:52 Parêzerê doza helîkopterê: Dixwazin bi dirêjkirina demê delîlan reş bikin
09:52 Li Qoserê 200 dar kirin qurbana asfaltê
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 289'emîn de dewam dike
09:11 Birayê Servet Tûrgût: Ji ber ku em Kurd in ev zilm û neheqî li me dibe
09:09 ‘Qeyûm parçeyek Plana Hilweşandinê ye’
09:08 Kizil ê di 12’ê Îlonê de li Hejmara 5'an girtîbû: Têkoşînê ez li ser piyan hiştim
09:06 Qezenca esnafan ji sedî 20’an daketiye ji sedî 2’yan
09:04 Amedî: Wê daxistina benda hilbijartinê jî Tifaqa Cûmhûr xelas neke
09:02 Tirkiye dixwaze penaberên Efxan li gundên vala kirine bicih bike!
09:00 Astengiya li pêşiya aştiyê: Pergala înfaza Îmraliyê
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2021'AN
10/09/2021
17:03 Li Wanê xwendekarek hat girtin
16:57 Kesê ji doza malbata Dîrîl girtibû hat berdan
16:10 Li ser derenca dibistanê 'Ya tirkî biaxive ya jî bêdeng be' hat nivîsandin
15:25 Komkujiya 10'ê Cotmehê di meha 71'emîn de ye
15:04 Biryara grevê bi buroya AFP'ê ya Tirkiyeyê ve hat daleqandin
14:50 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî fihûş û tiryakê kampanya da destpêkirin
14:39 Dozger xwest kujerê Mîroglû bê girtin lê dadgehê ew berda
14:12 Mîraçê biçûk ku bisiklêta wî dabeşî 3 parçeyan bû ‘biqisûr’ hat dîtin!
13:51 Bi angaşta ku 'heqaret' li Soylû kiriye Emîne Şenyaşar îfade da
13:33 Li Girtîgeha Amedê ya Zarokan tundî li zarokên girtî hatiye kirin
12:34 Bûldan: Wê jin bibin xwediyê herî bi hêz ê deklarasyonê
12:05 Herêma ku balafirên şer bomberbaran kir 4 roj in dişewite
10:20 Piştî şerê li Mêrdînê qedexeya derketina derve hat ragihandin
10:18 Gelek rêveber û endamên ESP’ê hatin binçavkirin
10:01 Sê girtiyên nexweş di qawişa ku cihê bêhnvedanê nîne de tên girtin
09:58 Emîne Şenyaşar wê kujerên malbata xwe ji dozger û dadgeran bipirse!
09:23 Qeyûm li Qoserê nîvê şevê dar birîn
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 288'emîn de dewam dike
09:21 Prz. Emekçî: Di kesayeta Ocalan de Tirkiyê tecrîd dikin
09:20 Dosyeya lêpirsîna du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin salek e veşartî ye
09:20 3 dozên wesayîtên zirxî: Yek revandin, yek sekinandin, yek jî astengkirin
09:09 Cenazeyê ku 450 gram maye 127 roj in nadin malbatê
09:08 Ji bo îşkenceyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da
09:07 Rêxistinên Sivîl ên Amedê ji bo hilbijartina pêşwext çi dibêjin?
09:07 Di dosyeya ku dadgeha eskerî girtibû de, Tirkiye hat mehkûmkirin
09:06 Hinceta nû ya girtinê: Ji ber ku Colemêrg di navbera du sînoran de ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2021'AN
09/09/2021
20:17 Danişîna hevserokên HDP’î hat dîtin
16:27 Li Qoserê gundekî din jî xistin bin karantînayê
16:20 Şebekeya avê ya MARSÛ’yê dîsa xera bû
16:19 Ajokarê TIR’ê yê di bin bar de ma jiyana xwe ji dest da
16:17 Xelkê Fîskayayê li dijî hilweşandinê civiyan
15:21 Rapora ÎHD’ê ya maşîneyên zirxî: 22 jê zarok 42 kesan jiyana xwe ji dest dane
15:12 Keskîn a ku polisan tundî lê kiribû: Em ê serî netewînin
15:11 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:08 Ferît Şenyaşar: Divê doz ne li me li kesên komkujî pêk anîne were vekirin
14:28 Li Elkê 8 kes hatin binçavkirin
13:40 Daxwaza girtina bersûcê îstîsmara zayendî hat redkirin
13:35 Ji mutehîtan biryara boykotê: Lêkirina avahiyan rawestiya
13:35 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:17 Îranê herêmên Biradost û Balekayetî bombebaran kir