Cihê ku eskeran penaber avêtibûn Çemê Merîçê hat tespîtkirin

  • rojane
  • 09:15 18 Îlon 2021
  • |
img
STENBOL - Piştî hat tespîtkirin ku 45 penaberên ku eskeran ew avêtibûn Çemê Merîçê li Ûzûnkopruyê ne, parêzeran jî ji b dîtina windayan serî li Walîtiya Edîrneyê dan. 
 
150 penaberên ji aliyê Yûnanîstanê ve li Tirkîyeyê hatibûn vegerandin. Hat îdiakirin ku di 24'ê Tebaxê de eskeran bi fermana fermandarê cendirmeyan 45 penaber avêtine Çemê Merîçê. Piştî ku ji penaberên hatin avêtin hin jê bi xelasê ketin û xizmên penaberên xeber ji wan nayê girtin serî li Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê dan, di 3'yê Îlonê de bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê serî li Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê hat dayîn ji bo zelalkirina mijarê. 
 
Piştî gilîkirinê Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê jî lêpirsîn da destpêkirin û di 10'ê Îlonê de îfadeya du mexdûran hat girtin. Serdozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê de di 13'ê Îlonê de cih tespît kir. 
 
Endamê OHD'a Stenbolê Parêzer Vedat Çagirtekîn, tevî muwekîlên xwe hûrguliyên tespîtkirina cih vegotin. 
 
DELÎL TÊN BERHEVKIRIN
 
Çagirtekîn, anî ziman ku di çarçoveya lêpirsînê de delîl tên berhevkirin. Çagirtekîn, bilêv kir ku li gor îfadeya muwekîlên wî komeke nêzî 100 kesî ji Tirkîyeyê derbasî Yûnanîstanê bûne û li wir ji aliyê eskerên Yûnanîstanê ve hatine binçavkirin û wan tevî eşyayên wan bi botan radestî eskerên Tirkîyeyê kirine. Çagirtekîn îfadeyên muwekîlên xwe ragihandin: "Esker jî wan li gundekî radigirin. Fermandarek tê cem wan. Ferman dide ku wan bibin ber çem. 40-45 kesan dibin ber Çemê Merîçê. Li gor îfadeyên muwekîlên me, fermandar pêşî penaberekî tûnûsî ku gotiye ne misilman e, davêje çem. Paşê komeke ku muwekîlên me û zarokên 13-14 salî jî di nav de, wan dikin komên pênc kesî. Bi dû re van koman yeko yeko dibin qeraxa çem û wan davêjin çem." 
 
HATIN STENBOLÊ
 
Li gor beyanên penaberekî lubnanî ku bûye şahidê bûyerê, kesek ji cihê bûyerê reviyaye û cendermeyan ji pişt de bera wî daye û wî avêtine çem. Çagirtekîn got: "Muwekîlên me davêjin çem. Yek jê ji ber ku bi avjeniyê nizanbûye ji ser hişê xwe diçe. Paşê du kesên din tên muwekîlê me xelas dikin. Paşê bi derfetên xwe derbasî wî aliyê çem dibin. Cardin eskerên yûnan wan dişînin Tirkiyeyê. Bi vî awayî muwekîlên me bi derfetên xwe tên Stenbolê. Li vir xwe gihandin me û xwestin gilî bikin." 
 
CIHÊ BÛYERÊ: ÛZÛNKOPRU
 
Çagirtekîn, diyar kir ku tevî 2 penaberên xwe gihadine wan di 13'ê Îlonê de çûne Edîrneyê û tevli tespîtkirina cihê bûyerê bûne û di vî warî de gelek tişt bi dest xistine. Çagirtekîn, da zanîn ku di tespîtkirina cih de kifş bûye ku cihê bûyerê navçeya Ûzûnkopruyê ye. 
 
Çagirtekîn, destnîşan kir ku di dema tespîtkirina cih de jî muwekîlên wan pir tirsiyane û got: "Gava serî li me dan jî gotin, 'Dê tiştek neyê serê me.?' Di vî warî de xwestin temînatek hebe. Lê belê gava em çûn Edîrneyê, rengê buyerê hinekî guherî. Tirsa wan zêdetir bû. Bi taybetî jî gava em nêzî cihê bûyerê bûn, çend muhafizên sînor ji me pirsîn bê ka em kî ne û çima hatine. Ji ber vê jî tirsiyan. Ji bo tirsa li ser xw ebavêjin, me cardin wan li wesaîtê siwar kir. Em parêzer tim li cem wan bûn. Çendî em û polîsên ji alîyê Dozgeriya Edîrneyê ve hatibûn peywirdarkirin hebûn jî, ditirsiyan ku tiştek bê serê wan." 
 
SERLÊDAN JI BO WINDAYAN
 
Çagirtekîn, da zanîn ku ji bo dîtina windayyan hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê dane hem jî li Walîtiya Edîrneyê û walî soz daye wan ku dê pêwendiyê bi ûnanîstanê re deyne. Çagirtekîn, bilêv kir ku di vî warî de hê tu bersiv ji wan re nehatiye û got: "Her wiha bi îhtimala ku winda fetisîbin me ji walîtiyê xwest ku AFAD dest bi lêgerînê bike. Cihê bûyerê qeraxa Çemê Merîçê ye û ev der herêmeke eskerî ye. Ji ber vê AFAD'ê ragihand ku heya destûr neyê dayîn dê nikaribin li wir dest bi lêgerînê bikin. Me jî di vî warî de hevdîtin bi hin yekeyên eskerî re kir û me xwest destûra AFAD'ê bê dayîn. Ji me re gotin, divê hûn serî li walîtiyê bidin. Me jî ji walîtiyê daxwaz kir. Heya niha tu bersiv nehatiye dayîn." 
 
Çagirtekîn destnîşan kir ku ji bo dîtina windayan demildest divê xebat bên destpêkirin û got: "Xizmên windayan jî li bendê ne. Dixwazin çi sax çi mirî divê xeberekê bigirin. 20 roj derbas bûye, demildest divê xebat bên destpêkirin." 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

22/09/2021
09:11 Hûrînaz Arikbaşli ku 50 sal in karê tûtinê dike: Em salowext dixebitin
09:10 Fatûreya ceyranê ya 3 mehan a malbateke 3 kesan, 3 hezar û 533 lîre hat
09:09 Qeyûmê Amedê bi darê zorê 45 karker teqawid kirin
09:09 Li Amedê rêjeya aşîkirinê zêde dibe, hejmara pêketiyan kêm dibe
09:08 Li Çelê paleyiya çeltûkê dest pê kir
09:08 Namzeta serbixwe Mecîd: Divê êdî Iraq bi hişmendiya jinê bê birêvebirin
09:07 Mexmûrî: Heqê kesî tune ye ku bi bombebaranan xewa zarokên me biherimînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2021'AN
21/09/2021
22:47 Li Licê agir bi daristanê ket
22:45 260 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:53 Hat îdiakirin ku li Hezexê jinekê hewl daye xwe bikuje
16:55 ÎHD: Li Egeyê di 4 mehan de 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan qewimîne
16:48 Kujerê Efe Tektekîn beşdarî dozê nebû
16:24 Bavê penaberê avêtine Çemê Merîçê bang li rayedaran kir
15:31 Danişîna Rojnamevan Eser û Topaloglû hat taloqkirin
14:59 Dayikên Aştiyê û TJA’yê serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:54 Sancar ji MA’yê re axivî: Navnîşana çareseriyê Parlamento ye, divê tu aktorek neyê paşguhkirin
14:27 Li Duzceyê nijadperestan êrişî karkerên kurd kirin
14:08 Dayikên Aştiyê li Silêmaniyê civiyan
13:59 Daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar hat redkirin
13:40 TJA beriya serdema nû bi jinan re hat gel hev
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:11 Doza Kobanê taloqî 23’yê îlonê hat kirin
12:47 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan lêgerîna devê wan tê ferzkirin
12:18 Emîne Şenyaşarê banga piştevaniyê li parêzeran kir
12:18 Derbarê bersûcê Komkujiya Vartinisê de biryara girtinê hat dayîn
11:56 Qeyûm tenûrên taxê dan hilweşandin
11:55 Kesê ji sedî 98 astengdar hat girtin
11:48 Maçoglû: Ew belge were lêkolînkirin dê were dîtin ku Doza Kobanê komplo ye
11:00 Cenazeyên kolberên ku hatin qetilkirin bi saetan di bin tavê de man
10:39 9 sal zêdetir ceza dan girtiyê ku înfaza wî hat şewitîn
09:50 Li 3 bajaran serdegirtinên malan: 9 kes hatin binçavkirin
09:12 RJAK: Ji ber tundiyê di mehekê de hezar û 42 jinan serî li me da
09:12 Jin amadekariyên mîtîngê dikin: Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin
09:12 Di 6 îhaleyên bi 15 milyon TL'yî de nelirêtî
09:12 Sergardiyan daxwaznameyên girtiyan nadin îdareyê!
09:12 Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin
09:02 Her du çavên wî kor bûn, wezaretê got 'muhtacî îspatkirinê ye'
09:01 Xebata 'Gevera Nû' naqede!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2021'AN
20/09/2021
21:30 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:06 Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn: Çapemeniya azad bû navê têkoşîna azadiyê
18:42 Şewata li Çiyayê Gabarê belav dibe
18:36 Li Cizîrê hevdîtinên 'dem dema azadiyê ye' didomin
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Girtiyê nexweş Şahîn: Mafê min ê tedawiyê tê astengkirin
16:44 Di bombebarana Tirkiyê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Farqînê kesek hat binçavkirin
16:36 Doza Kobanê wê sibê berdewam bike
15:34 Îzol ê 4 ferdên malbata wan hatin qetilkirin dîsa ‘edalet’ xwest
15:31 Ji ber rengan fîstanê ‘dabeşkar’ nedan Leyla Guven!
15:29 Parêzerên jin piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:34 9 kurdên Rojhilatê Kurdistanê teslîmî OSO’yê hatin kirin
14:13 Di çalakiyên Kobanê de çend endamên YPG’ê hatin dermankirin?
14:10 Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê
13:58 Bûldan: Sûcdarên rastîn tên parastin
13:42 503 cenaze li goristanên bêkesan tên sekinandin
13:21 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:06 Doza Kobanê: Parêzer têkildarî ûsûlê îtîraz dikin
12:30 Şenyaşar: Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin
12:23 Li Efrînê kurdî qedexe ye!
12:23 Ji bo danişîna Komkujiya Vartînîsê banga piştevaniyê
11:31 Danişîna rojnameger Durket Suren hat taloqkirin
11:18 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Em pênûsa Apê Mûsa ne’ derket
11:15 Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn
11:14 Di Doza Kobanê de rojnameger û temaşevan negirtin hûndir
10:21 Em ji kesên ku nûçegihaniya azad ji xwe re kirine derd re deyndarê spasiyê ne
10:19 Bi hêviya gelek salan...
09:26 Nûnera çapemeniya azad 4 salî ye!
09:15 MA bû dengê 'Ên din'
09:13 Heke hûn nebûna em ê biqediyana
09:01 Piştî 11 salan 18 hezar TL cezayê pere li faîlê pitik Ûytûn hat birîn!
09:01 Qedexeya Wanê di roja hezar û 764'emîn de ye: Walîtî bûye amîrê mulkî yê AKP'ê
09:01 'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'AN
19/09/2021
21:04 Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir
20:52 'Kesên dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin'
19:09 Agir bi Baxçeyên Hewselê ket
18:58 Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev
18:50 Komên girêdayî Tirkiyeyê 3 sivîl revandin
18:22 Li Amedê 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî
18:01 Li Stenbolê hevdîtina 'Em dimeşin azadiyê': Bila ji jinan bitirsin
16:12 Ceylan ê HDP’î: Ji bilî şikandina tecrîde tu alternatîf tuneye
15:38 Agirê li Çiyayê Gabarê belav dibe
14:31 Agirdir: Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê
13:52 Gefên Îranê yên li ser Kurdan
13:41 Pasdarên Îranê kolberek qetil kirin
12:54 Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn
12:41 Mirina zarokek bi şik
12:08 Vejîna Li Welatê Rojê: Romana Amara derket
11:52 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşaran di roja 195’emîn de ye
11:47 Sedema qedexeya li Mêrdînê: Musa Anter dê were bi bîranîn
10:52 Bi hinceta 'endamê YPG'ê’ girtin, bi îdîaya ‘endamê DAIŞ’ê ye’ bernadin
09:40 81 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwaza darizandinek adîlane dikin
09:01 Doza Kobanê dest pê dike: Me bi hev re tarîtî têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin
09:01 Dê Apê Mûsa di 29'emîn salvegera koça xwe de bê bibîranîn
09:00 Bêyî Îbrahîm Ayhan 3 sal: Di têkoşîna hevalên xwe de dijî
09:00 Dê di roja 200'emîn a têkoşîna ji bo edaletê de 200 parêzer biçin ber edliyeyê
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2021'Ê
18/09/2021
20:01 26 hezar û 161 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin