MÛŞ - “Mihrîcana Çandê ya Jin û Xwezayê” ku li Gimgimê hatiye destpêkirin, di roja duyemîn de bi çalakiyên cur bi cur didome.
“Mihrîcana Çandê ya Jin û Xwezayê” ku li navçeya Gimgimê ya Mûşê bi dirûşma “Bi jin, xweza û çanda azad re ber bi civaka demokratîk ve” hat destpêkirin, di roja duyemîn de didome. Jinên ku di saetên serê sibehê de hatin gel hev, çalakiyên meşa xwezayê û werzîşê li dar xistin.
Di çarçoveya mihrîcanê de, dê di tevahiya rojê de çalakiyên weke atolyeyên Jineolojiyê, fealiyetên werzîşê û guhdarîkirina muzîkê bên lidarxistin. Di mihrîcanê de her wiha tecrubeyên avakirina jiyana azad jî hatin parvekirin.
Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz di Atolyeya Jineolojiyê de bi sernavê “Jin û Zanistê” pêşkeşiyek kir. Pêşkêşî, weke sihbetê hat lidarxistin. Atolye piştî pêşkeşiyan bi dawî bû.
Mihrîcan, bi turnuvaya voleybolê û lidarxistina konserê didome.