Mûsa Orhan şahid anîn dadgehê!

  • rojane
  • 12:01 18 Îlon 2021
  • |
img

ÊLIH - Parêzer Rengîn Ergul, diyar kir ku di doza Îpek Er de, dadgeh bêbandor û pasîfe. Ergul, anî ziman ku Mûsa Orhan şahidên îfadeyên bi nakok dan, anîn danişînê. 

 
Danişîna 4’emîn a doza bi sûcdariya “êrişa zayendî ya biwesf” a derbarê çawîşê pisgor Mûsa Orhan ê li Sêrtê tecawîzî Îpek Er kiribû û bibû sedem ku întîhar bike de hatibû vekirin, di 16’ê Îlonê de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hat dîtin. 
 
Di danişînê de, dozger xwest ku Mûsa Orhan bi sûcdariya “êrişa zayendî” bêcezakirin û girtin. Lê şandeya dadgehê, hem daxwaza dozger û hem jî daxwaza parêzeran a girtina Orhan red kir. 
 
Ji parêzerên dozê Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Rengîn Ergul, derbarê dozê de, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
DADGEHEK PASÎF Û BÊBANDOR E 
 
Ergul, doz ne wekî dosyayek cezayê giran a asayî tê birêve birin û wiha axivî: “Di rojên danişînê de, polîsên sivîl û fermî edliyê û derdora wê dorpêç dikin. Polîs di nava edliyê de jî pirsa nasnameyan dikin. Ji ber vê em tim neçar dimînin ku bi polîsan re nîşaq bikin.” Ergul, helwesta şandeya dadgeha dozê rexne kir û dest nîşan kir ku şandeya dadgehê pasîf û bêbandore. 
 
Prz. Ergul, da zanîn ku Mûsa Orhan ji roja ewil ve mafê xwe yê “bêdeng mayînê” bi kar tîne û wiha pê de çû: “Orhan û parêzerên wî ji Enqerê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê dibin. Em hiqûqnas, her tim pîvana rû bi rûyê ya darizandinê diparêzin. Lê Mûsa Orhan û parêzerên wî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê dibin.  Parêzerên Mûsa Orhan, di her danişînê de, malbata Îpek Er û parêzerên malbatê sûcdar dikin. Tevî hemî îtirazên me jî ew ji sînorên vî mafî derdikevin û xwe li pişt bêmafiya mafê parastinê digirin. Şandeya dadgehê jî di van hemû pêvajoyan de timî rolek bêbandor dilîze. Şandeyê di danişîna dawî de jî, hemû daxwazên me yên girtina Orhan red kirin.”
 
DI HEMAN SALONÊ DE ÎFADE DAN
 
Ergul, bi bîr xist ku di vê danişînê de, hevalên Mûsa Orhan A.Ş., S.I. û bijîşkê tipa edlî yê ku Îpek Er muayene kiribû hatin guhdarkirin û wiha bilêv kir: “Hevalê Mûsa Orhan ê malê A.Ş. li hemberî pirsên ku me jê kirin, îfadeyên bi nakok dan. Şandeya dadgehê jî ev yek bi çavên xwe dît. Dîsa şahidê din ê ku dem bi dem diçû mala Mûsa jî, îfadeyen bi nakok dan. Bijîşkê tipa edlî yê Îpek Er muayene kiribû jî, di pêvajoya mûayenê û sewqkirinê de kêm ma ye. Lê ligel vê jî wî belge kiriye ku bêyî daxwaz û destûra Îpek bi zorê pê re ketiye têkiliyê. Bijîşk ev yek jî ji dadgehê re vegot. Giliya Îpek a ku berê li dozger kiribû, nameya întîharê ya Îpek û hemû delîl didin nîşandan ku Mûsa Orhan berûsê êrişa zayendiye û dibê bê cezakirin.”
 
ÎFADEYÊN JIBER KIRÎ
 
Derbarê têkiliya Mûsa Orhan û şahidan de jî Ergul, ev nirxandin kir: “Mûsa Orhan û 2 şahidên di dadgehê de hatin guhdarkirin, kermendên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û hevalên Orhan ên nêzin. Ji bo vê îdayên şahidan ji bo me rast nayin.  Her du şahidan jî îfadeyên bi nakok dan. Hevalê Orhan A.Ş. ji ber pirsên me tengav bû û ji bo ku bersiv nede mafê xwe yê bêdengmayînê bi kar anî. Wisan xuya bû ku îfade pê dabûn ji berkirin. Yanî her du şahidan jî îfadeyên derew dan. Dozgerê dadgehê xwest ku Mûsa Orhan hem bêceza kirin û hem jî bê girtin. Dadgehê bi awayekê bêhincet, ev daxwaza dozger red kir.” 
 
JI BILÎ MÛSA ORHAN
 
Parêzer Ergul, dest nîşan kir ku di dadgehê de ji bilî Orhan her kes tê darizandin û wiha rêz kir: “Mûsa Orhan zilamek bi unîforma ye. Di hemû dadgehên zilaman de, dadgeh zilaman diparêzin. Niha ji dadgehan bigirin hemû kolanên Tirkiyeyê, ji bo jinan ne qadên bi ewlene. Kolan û dadgeh herî zêde jî ji bo jinên Kurd ne bi ewlene û cihê parastinê ne.”
 
DANIŞÎNA BIRYARÊ 
 
Rengîn Ergul, diyar kir ku ew li bendêne ku danişîna were, bibe danişîna biryarê û wiha bi dawî kir: “Em dixwazin hemû delîl bên komkirin û dadgeh dûre biyarê bide. Lê dadgeha bi zanebûn, dê danişîna biryarê bide. Li gorî delîlên heyî, teqez divê Mûsa Orhan ji sûcên ‘êrişa zayendî’ û ‘kesek ber bi întîharê ve birin’ bêcezakirin û tavilê bêgirtin.”
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

22/09/2021
09:11 Hûrînaz Arikbaşli ku 50 sal in karê tûtinê dike: Em salowext dixebitin
09:10 Fatûreya ceyranê ya 3 mehan a malbateke 3 kesan, 3 hezar û 533 lîre hat
09:09 Qeyûmê Amedê bi darê zorê 45 karker teqawid kirin
09:09 Li Amedê rêjeya aşîkirinê zêde dibe, hejmara pêketiyan kêm dibe
09:08 Li Çelê paleyiya çeltûkê dest pê kir
09:08 Namzeta serbixwe Mecîd: Divê êdî Iraq bi hişmendiya jinê bê birêvebirin
09:07 Mexmûrî: Heqê kesî tune ye ku bi bombebaranan xewa zarokên me biherimînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2021'AN
21/09/2021
22:47 Li Licê agir bi daristanê ket
22:45 260 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:53 Hat îdiakirin ku li Hezexê jinekê hewl daye xwe bikuje
16:55 ÎHD: Li Egeyê di 4 mehan de 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan qewimîne
16:48 Kujerê Efe Tektekîn beşdarî dozê nebû
16:24 Bavê penaberê avêtine Çemê Merîçê bang li rayedaran kir
15:31 Danişîna Rojnamevan Eser û Topaloglû hat taloqkirin
14:59 Dayikên Aştiyê û TJA’yê serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:54 Sancar ji MA’yê re axivî: Navnîşana çareseriyê Parlamento ye, divê tu aktorek neyê paşguhkirin
14:27 Li Duzceyê nijadperestan êrişî karkerên kurd kirin
14:08 Dayikên Aştiyê li Silêmaniyê civiyan
13:59 Daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar hat redkirin
13:40 TJA beriya serdema nû bi jinan re hat gel hev
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:11 Doza Kobanê taloqî 23’yê îlonê hat kirin
12:47 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan lêgerîna devê wan tê ferzkirin
12:18 Emîne Şenyaşarê banga piştevaniyê li parêzeran kir
12:18 Derbarê bersûcê Komkujiya Vartinisê de biryara girtinê hat dayîn
11:56 Qeyûm tenûrên taxê dan hilweşandin
11:55 Kesê ji sedî 98 astengdar hat girtin
11:48 Maçoglû: Ew belge were lêkolînkirin dê were dîtin ku Doza Kobanê komplo ye
11:00 Cenazeyên kolberên ku hatin qetilkirin bi saetan di bin tavê de man
10:39 9 sal zêdetir ceza dan girtiyê ku înfaza wî hat şewitîn
09:50 Li 3 bajaran serdegirtinên malan: 9 kes hatin binçavkirin
09:12 RJAK: Ji ber tundiyê di mehekê de hezar û 42 jinan serî li me da
09:12 Jin amadekariyên mîtîngê dikin: Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin
09:12 Di 6 îhaleyên bi 15 milyon TL'yî de nelirêtî
09:12 Sergardiyan daxwaznameyên girtiyan nadin îdareyê!
09:12 Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin
09:02 Her du çavên wî kor bûn, wezaretê got 'muhtacî îspatkirinê ye'
09:01 Xebata 'Gevera Nû' naqede!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2021'AN
20/09/2021
21:30 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:06 Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn: Çapemeniya azad bû navê têkoşîna azadiyê
18:42 Şewata li Çiyayê Gabarê belav dibe
18:36 Li Cizîrê hevdîtinên 'dem dema azadiyê ye' didomin
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Girtiyê nexweş Şahîn: Mafê min ê tedawiyê tê astengkirin
16:44 Di bombebarana Tirkiyê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Farqînê kesek hat binçavkirin
16:36 Doza Kobanê wê sibê berdewam bike
15:34 Îzol ê 4 ferdên malbata wan hatin qetilkirin dîsa ‘edalet’ xwest
15:31 Ji ber rengan fîstanê ‘dabeşkar’ nedan Leyla Guven!
15:29 Parêzerên jin piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:34 9 kurdên Rojhilatê Kurdistanê teslîmî OSO’yê hatin kirin
14:13 Di çalakiyên Kobanê de çend endamên YPG’ê hatin dermankirin?
14:10 Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê
13:58 Bûldan: Sûcdarên rastîn tên parastin
13:42 503 cenaze li goristanên bêkesan tên sekinandin
13:21 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:06 Doza Kobanê: Parêzer têkildarî ûsûlê îtîraz dikin
12:30 Şenyaşar: Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin
12:23 Li Efrînê kurdî qedexe ye!
12:23 Ji bo danişîna Komkujiya Vartînîsê banga piştevaniyê
11:31 Danişîna rojnameger Durket Suren hat taloqkirin
11:18 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Em pênûsa Apê Mûsa ne’ derket
11:15 Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn
11:14 Di Doza Kobanê de rojnameger û temaşevan negirtin hûndir
10:21 Em ji kesên ku nûçegihaniya azad ji xwe re kirine derd re deyndarê spasiyê ne
10:19 Bi hêviya gelek salan...
09:26 Nûnera çapemeniya azad 4 salî ye!
09:15 MA bû dengê 'Ên din'
09:13 Heke hûn nebûna em ê biqediyana
09:01 Piştî 11 salan 18 hezar TL cezayê pere li faîlê pitik Ûytûn hat birîn!
09:01 Qedexeya Wanê di roja hezar û 764'emîn de ye: Walîtî bûye amîrê mulkî yê AKP'ê
09:01 'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'AN
19/09/2021
21:04 Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir
20:52 'Kesên dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin'
19:09 Agir bi Baxçeyên Hewselê ket
18:58 Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev
18:50 Komên girêdayî Tirkiyeyê 3 sivîl revandin
18:22 Li Amedê 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî
18:01 Li Stenbolê hevdîtina 'Em dimeşin azadiyê': Bila ji jinan bitirsin
16:12 Ceylan ê HDP’î: Ji bilî şikandina tecrîde tu alternatîf tuneye
15:38 Agirê li Çiyayê Gabarê belav dibe
14:31 Agirdir: Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê
13:52 Gefên Îranê yên li ser Kurdan
13:41 Pasdarên Îranê kolberek qetil kirin
12:54 Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn
12:41 Mirina zarokek bi şik
12:08 Vejîna Li Welatê Rojê: Romana Amara derket
11:52 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşaran di roja 195’emîn de ye
11:47 Sedema qedexeya li Mêrdînê: Musa Anter dê were bi bîranîn
10:52 Bi hinceta 'endamê YPG'ê’ girtin, bi îdîaya ‘endamê DAIŞ’ê ye’ bernadin
09:40 81 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwaza darizandinek adîlane dikin
09:01 Doza Kobanê dest pê dike: Me bi hev re tarîtî têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin
09:01 Dê Apê Mûsa di 29'emîn salvegera koça xwe de bê bibîranîn
09:00 Bêyî Îbrahîm Ayhan 3 sal: Di têkoşîna hevalên xwe de dijî
09:00 Dê di roja 200'emîn a têkoşîna ji bo edaletê de 200 parêzer biçin ber edliyeyê
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2021'Ê
18/09/2021
20:01 26 hezar û 161 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin