Xizmên windayan: Xwestin bersûcên Ozalp û Sancak bên dîtin

  • rojane
  • 15:01 18 Îlon 2021
  • |
img

AMED / ÊLIH - Xizmên Windayan, di çalakiyên li Amed û Êlihê lidar xistin de, xwestin bersûcên Cavît Ozalp û Haci Sancak ên dibin çavan de hatin qetilkirin bên dîtin û darizandin.    

 
Xizmên Windayan û rêveberiyên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya hefteya 658'emîn a "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê li dar xistin. Malbatên beşdarî çalakiyê bûn, wêneyên xizmên xwe yên winda hilgirtin. Di çalakiyê de, wêneyê Dayika Aştiyê Hayriye Dogan a di rojên derbasbûyî de jiyana xwe ji dest da û yek ji xizmên windahiyan bû jî, hat hilgirtin. 
 
Di çalakiya vê heftê de, hat xwestin ku bersûcên Cavît Ozalp ê di 24'ê Tebaxa 1995'an de li navçeya Bîsmilê ya Amedê hat binçavkirin û dûre cenazeyê wî teslîmî malbata wî hatibû kirin, bên dîtin û cezakirin.  
 
Serokê  Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun, Dayika Aştiyê Hayriye Dogan bi bîr anî û got: "Dayika Hayriye nêzî 30 salên xwe ji bo li aqûbeta zarokên xwe bipirse û ji bo aştî û demokrasiyê têkoşîn da." Sekreterê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban jî got, lêgerîna li zarok, bav û dayikên wan 866 heftene bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" dewam dike. 
 
LEŞKERAN TESLÎM KIRIN
 
Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Ferhat Berkpinar çîroka Cahît vegot û diyar kir ku Cahît ji aliyên du kesên sîvîl hatiye binçavkirin û di wê rojê de îşkence lê hatiye kir. Berkpinar di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber îşkenceya ku di bin çavan de dîtiye wî rakirine nexweşxaneya Bîsmîlê. 5 roj piştre vê gavê lawê Cahît, Haci Ozalp li istasyona trênê tê binçavkirin. Kurê Cahît di bin çavan de ferq dike ku bavê wî jî li Amedê hatiye binçavkirin. Di 26’ê Tebaxa 1995’an de Haci serbest tê berdan. Di heman rojê de cenazeyê Cahît ji hêla leşkeran ve radestî muxtarê gund tê kirin."
 
TU ENCAM NEHAT GIRTIN
 
Berkpinar, di berdewamiya çîrokê de wiha got: "Leşkeran sedema mirina Cahît wisa vedibêjin, 'Nigê xwe avêtiye ser tepinkê û wisa miriye.' Cenazeyê Cahît di nav du heb tûran de hatiye radestkirin. Li gorî ragihandinên gundiyên ku cenaze dîtine tenê nigên Cahît saxlem bûye. Ji xeynî nigê wî hemû laşê wî parçe bûye. Her wiha li gorî ragihandinên malbata wî jî Cahît 3 meh berê ji hêla Cendirmeya Bîsmîlê ve hatiye girtin û jê re sixurtî hatiye ferzkirin. Piştî ku Cahît daxwaza wan red dike, serlêdana sûcê dike û dikeve pey lêgerînên hiqûqê. Lê belê tu encam nayê girtin."
 
Ferhat, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em weke parêzvanên mafên mirovan, ji bo ku li aqûbeta windayan bê pirsîn û bersûc bên darizandin dê daxwaza xwe ya edalatê berdewam bikin. Lêgerîna me ya edaletê dê di her şert û mercan de berdewam bike."
 
DIBIN ÇAVAN DE HAT KUŞTIN
 
Li Êlihê jî, Xizmên Windayan û Rêveberên ÎHD’ê, cara 495’emîn bi heman daxwazê li avahiya komeleyê çalakiya xwe li dar xistin. Xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û di çalakiyê de wêneyên aydê windayan hatin hilgirtin. Ji rêveberên ÎHD’ê Mahfûz Acar, di çalakiyê de axivî û xwest bersûcên Hacî Sancak ê di 3’yê Cotmeha 1993’yan de, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat kuştin bên dîtin. Acar, da zanîn ku bi ser çalakiya xizmên windayan re 495 hefte derbas bûn û wiha got: “Gelo heya roja îro çi hatiye guhertin? Mixabin hişmendiya dewlet û rêveberiyê bi tu awayî nehatiye guhertin.” 
 
Acar, çîroka Hacî Sancak vegot û wiha pê deçû: “Sancak di 3’yê Cotmeha 1993’yan de, li Taxa Nûh a Navçeya Cîzirîê di saetên serê sibê de li aliyê eskeran ve li malê hat binçavkirin. Li ber mala wan 3 panzer rawestiya bûn. Esker ketin milê wî û bi xwe re birin. Li Tûgaya Şirnexê dibin çavan de girtin. Dûre li malbatê digirin û dibêjin werin cenazeyê xwe bigirin. Birayê Sancak diçe cenazeyê wî digire. Ji ber îşkenceyekê pir giran jiyana xwe ji dest da bû. Malbat gilî, dike lê tu encamê bi dest naxwe.”
 
Acar, piştî vegotina  çîroka Sancak xwest bersûcên wî bên girtin û ceza kirin.

Sernavên din

22/09/2021
09:11 Hûrînaz Arikbaşli ku 50 sal in karê tûtinê dike: Em salowext dixebitin
09:10 Fatûreya ceyranê ya 3 mehan a malbateke 3 kesan, 3 hezar û 533 lîre hat
09:09 Qeyûmê Amedê bi darê zorê 45 karker teqawid kirin
09:09 Li Amedê rêjeya aşîkirinê zêde dibe, hejmara pêketiyan kêm dibe
09:08 Li Çelê paleyiya çeltûkê dest pê kir
09:08 Namzeta serbixwe Mecîd: Divê êdî Iraq bi hişmendiya jinê bê birêvebirin
09:07 Mexmûrî: Heqê kesî tune ye ku bi bombebaranan xewa zarokên me biherimînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2021'AN
21/09/2021
22:47 Li Licê agir bi daristanê ket
22:45 260 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:53 Hat îdiakirin ku li Hezexê jinekê hewl daye xwe bikuje
16:55 ÎHD: Li Egeyê di 4 mehan de 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan qewimîne
16:48 Kujerê Efe Tektekîn beşdarî dozê nebû
16:24 Bavê penaberê avêtine Çemê Merîçê bang li rayedaran kir
15:31 Danişîna Rojnamevan Eser û Topaloglû hat taloqkirin
14:59 Dayikên Aştiyê û TJA’yê serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:54 Sancar ji MA’yê re axivî: Navnîşana çareseriyê Parlamento ye, divê tu aktorek neyê paşguhkirin
14:27 Li Duzceyê nijadperestan êrişî karkerên kurd kirin
14:08 Dayikên Aştiyê li Silêmaniyê civiyan
13:59 Daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar hat redkirin
13:40 TJA beriya serdema nû bi jinan re hat gel hev
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:11 Doza Kobanê taloqî 23’yê îlonê hat kirin
12:47 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan lêgerîna devê wan tê ferzkirin
12:18 Emîne Şenyaşarê banga piştevaniyê li parêzeran kir
12:18 Derbarê bersûcê Komkujiya Vartinisê de biryara girtinê hat dayîn
11:56 Qeyûm tenûrên taxê dan hilweşandin
11:55 Kesê ji sedî 98 astengdar hat girtin
11:48 Maçoglû: Ew belge were lêkolînkirin dê were dîtin ku Doza Kobanê komplo ye
11:00 Cenazeyên kolberên ku hatin qetilkirin bi saetan di bin tavê de man
10:39 9 sal zêdetir ceza dan girtiyê ku înfaza wî hat şewitîn
09:50 Li 3 bajaran serdegirtinên malan: 9 kes hatin binçavkirin
09:12 RJAK: Ji ber tundiyê di mehekê de hezar û 42 jinan serî li me da
09:12 Jin amadekariyên mîtîngê dikin: Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin
09:12 Di 6 îhaleyên bi 15 milyon TL'yî de nelirêtî
09:12 Sergardiyan daxwaznameyên girtiyan nadin îdareyê!
09:12 Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin
09:02 Her du çavên wî kor bûn, wezaretê got 'muhtacî îspatkirinê ye'
09:01 Xebata 'Gevera Nû' naqede!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2021'AN
20/09/2021
21:30 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:06 Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn: Çapemeniya azad bû navê têkoşîna azadiyê
18:42 Şewata li Çiyayê Gabarê belav dibe
18:36 Li Cizîrê hevdîtinên 'dem dema azadiyê ye' didomin
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Girtiyê nexweş Şahîn: Mafê min ê tedawiyê tê astengkirin
16:44 Di bombebarana Tirkiyê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Farqînê kesek hat binçavkirin
16:36 Doza Kobanê wê sibê berdewam bike
15:34 Îzol ê 4 ferdên malbata wan hatin qetilkirin dîsa ‘edalet’ xwest
15:31 Ji ber rengan fîstanê ‘dabeşkar’ nedan Leyla Guven!
15:29 Parêzerên jin piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:34 9 kurdên Rojhilatê Kurdistanê teslîmî OSO’yê hatin kirin
14:13 Di çalakiyên Kobanê de çend endamên YPG’ê hatin dermankirin?
14:10 Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê
13:58 Bûldan: Sûcdarên rastîn tên parastin
13:42 503 cenaze li goristanên bêkesan tên sekinandin
13:21 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:06 Doza Kobanê: Parêzer têkildarî ûsûlê îtîraz dikin
12:30 Şenyaşar: Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin
12:23 Li Efrînê kurdî qedexe ye!
12:23 Ji bo danişîna Komkujiya Vartînîsê banga piştevaniyê
11:31 Danişîna rojnameger Durket Suren hat taloqkirin
11:18 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Em pênûsa Apê Mûsa ne’ derket
11:15 Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn
11:14 Di Doza Kobanê de rojnameger û temaşevan negirtin hûndir
10:21 Em ji kesên ku nûçegihaniya azad ji xwe re kirine derd re deyndarê spasiyê ne
10:19 Bi hêviya gelek salan...
09:26 Nûnera çapemeniya azad 4 salî ye!
09:15 MA bû dengê 'Ên din'
09:13 Heke hûn nebûna em ê biqediyana
09:01 Piştî 11 salan 18 hezar TL cezayê pere li faîlê pitik Ûytûn hat birîn!
09:01 Qedexeya Wanê di roja hezar û 764'emîn de ye: Walîtî bûye amîrê mulkî yê AKP'ê
09:01 'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'AN
19/09/2021
21:04 Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir
20:52 'Kesên dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin'
19:09 Agir bi Baxçeyên Hewselê ket
18:58 Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev
18:50 Komên girêdayî Tirkiyeyê 3 sivîl revandin
18:22 Li Amedê 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî
18:01 Li Stenbolê hevdîtina 'Em dimeşin azadiyê': Bila ji jinan bitirsin
16:12 Ceylan ê HDP’î: Ji bilî şikandina tecrîde tu alternatîf tuneye
15:38 Agirê li Çiyayê Gabarê belav dibe
14:31 Agirdir: Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê
13:52 Gefên Îranê yên li ser Kurdan
13:41 Pasdarên Îranê kolberek qetil kirin
12:54 Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn
12:41 Mirina zarokek bi şik
12:08 Vejîna Li Welatê Rojê: Romana Amara derket
11:52 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşaran di roja 195’emîn de ye
11:47 Sedema qedexeya li Mêrdînê: Musa Anter dê were bi bîranîn
10:52 Bi hinceta 'endamê YPG'ê’ girtin, bi îdîaya ‘endamê DAIŞ’ê ye’ bernadin
09:40 81 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwaza darizandinek adîlane dikin
09:01 Doza Kobanê dest pê dike: Me bi hev re tarîtî têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin
09:01 Dê Apê Mûsa di 29'emîn salvegera koça xwe de bê bibîranîn
09:00 Bêyî Îbrahîm Ayhan 3 sal: Di têkoşîna hevalên xwe de dijî
09:00 Dê di roja 200'emîn a têkoşîna ji bo edaletê de 200 parêzer biçin ber edliyeyê
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2021'Ê
18/09/2021
20:01 26 hezar û 161 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin