Bêyî Îbrahîm Ayhan 3 sal: Di têkoşîna hevalên xwe de dijî

  • rojane
  • 09:00 19 Îlon 2021
  • |
img
RIHA - Zekiye Ayhan, dêya siyasetmedar Îbrahîm Ayhan ku 3 sal berê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku kurê wê di têkoşîna ku hevalên wî didomîn de dijî. Hevjîna wî Rezan Ayhan jî bilêv kir ku tevgera kurd û têkoşîna jinê bi wî nas kiriye. 
 
Îbrahîm Ayhan ku serdemekê parlementerê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û du serdeman jî Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê bû, di 20'ê Îlona 2018'an de li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federe ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Dêya wî Zekiye Ayhan (70), birayê wî Aydin Ayhan (45) û hevjîna wî Rezan Ayhan di 3'yemîn salvegera koça Ayhan de behsa wî kirin. 
 
Dayik Zekiye Ayhan, anî ziman ku kurê wî tim têdikoşiya û rêya wî û ya hevalên wî rêyeke rast e. Ayhan, bilêv kir ku kurê wê tenê ne ji bo malbata xwe ji bi gel jî roj 24 saetan dixebitî. Dayik Ayhan, diyar kir ku rojekê jî kes ji ber kurê wê nerihet nebûye û got: "Kesekî sakîn bû, dizanibû çi dike. Bi salan têkoşiya. Rojekê jî negot 'çima ev qas zehmetiyê dikişînim?' Hez dikir ku li hemberî zehmetiyan bitêkoşe. Gava zarok bû jî û gava mezin bû jî hesabê ku dê têkoşîneke çawa bike dikir. Li dibistanê zîrek bû, rojekê jî em neêşandin." 
 
‘LI KURDISTANÊ KOÇA DAWÎ KIR' 
 
Dayik Zekiye got: "Tim ji min re gotinên xweş digotin. Ji min re tim digot bitêkoşe. Gava li ber diketim, min digot 'bes e, li mala xwe rûnê.' Ji min re digot, 'Ez ji vê rêyê, ji vê têkoşînê hez dikim.' Tu carî paş de gav neavêt. Gava hat girtin jî hişê wî li ser gel bû. Gava diçûm girtîgehê cem wî, ji min re digot 'Ji gelê Sêwregê re bibêje bila ranezên, bila bitêkoşin.' Gava ceza lê hat birîn, cardin dev ji axa xwe berneda, çû Kurdistanê û li Kurdistanê koça xwe ya dawî kir." 
 
‘MIN DU EGÎD DAN VÊ TÊKOŞÎNÊ' 
 
Dayik Ayhan, destnîşan kir ku kurê wê niha di têkoşîna hevalên xwe de dijî û got: "Niha zext û zorî hene, lê dawiya her tengasiyê firehî ye. Dê ev roj biqedin. Îbrahîm pir westiya û dilê wî hew deyax kir. Beriya Îbrahîm jî di sala 1996'an de min keça xwe Yildizê da vê têkoşînê. Min hestiyên wê jî nedîtin. Min du egîd dan vê têkoşînê. Heya sax bim, ez bi têkoşîna wan re bim û dev jê bernedim." 
 
CIHÊ MORALÊ BÛ
 
Bira Aydin Ayhan jî anî ziman ku hê jî birayê xwe ji bîr nekiriye û wî tim bi têkoşînê bibîr tîne. 
 
Bira Ayhan, destnîşan kir ku tim ehlê başiyê bû û behsa bîranîneke xwe û birayê xwe kir: Di 1993'yan da gava lê digeriyan, bi şev hat malê. Wê demê, demeke ku cinayetên kiryar nediyar pir çêdibûn. Em li heman odeyê radiketin. Me dît hin kes li ser banê me dimeşin, hîn wisa me dît deriyê me vebû. Li ber derî 50-60 tîm hebûn. Ez, dêya min û kekê min em bi hev re hatin binçavkirin. Piştî 8 rojên binçavan ên li Sêwregê dêya min hat berdan, min û birayê min jî birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Ji ber ku ez jê biçûktir bûm, tim tahde li wî dikirin. Em bêjin saetekê ez îşkence dikirim, ê wî 4-5 saetan. Cihê em lê dimen bi hev ve bûn. Çendî dihat îşkencekirin jî, dîsa moralê min xweş dikir. Digot, 'dê ev derbas bibin.' Em 15 rojan li ir man û paşê me sewqî dadgehê kirin û berdan." 
 
‘ÇI KIR JI BO GELÊ XWE KIR' 
 
Bira Ayhan, anî ziman ku ji ber ku birayê wî di nav têkoşînê de bû pir li cem hev du nemane û got: "Ji lew re qet li malê nedima. Hema bibêje em mehekê li ser hev li cem hev du nemane. Ew tim li derve bû û di nav têkoşînê de bû. Jiyana wî têkoşîn bû. Min pir dixwest wî wekî kekê xwe hîs bikim, lê xwe fidayî gelê xwe kiribû. Di dema pêvajoya Kobaniyê de, navbera mala wî û sînor 20-25 deqe bû, lê li sînor di hundirê wesayîtê de radiket. Bi mehan nehat malê. Birayê min li vê herêmê ji bo gelê xwe lehengek bû. Çi kir, ji bo gelê xwe kir û ji bo gelê xwe şehîd ket. Ne mirovekî ku bê jibîrkirin, em malbata wî em ê tim bi têkoşîna wî re bin." 
 
'MIN BI WÎ RE DA SER RÊYA DIKIRÊN KU MIN BI WAN NIZANIBÛ'
 
Îbrahim Ayhan, di 1993'yan de bi Rezan Ayhanê re zewiciye ku gava li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê xwendekar bûye hev du nas kirine. 
 
Rezan Ayhan, bilêv kir ku hevjînê wê di dema zanîngehê de jî di nav têkoşînê de bûye û got: "Di warê rêxistinbûyîna xwendekaran de dixebitî. Pwêendiya wî û gelê Wan pir baş bû. Pir zû pêwendî bi mirovan re datanî. Li zanîngehê her kes jê hez dikir, dixwazî fikirên wan çi dibû bila bûbûna." 
 
Ayhan, anî ziman ku ji hevjînê xwe hîn têkoşînê bûye û got: "Min bi wî tevgera kurd û têkoşîna jinê nas kir. Bi wî re min da ser rêya fikirên ku min qet bi wan nizanibû. Pir hez dikir pirtûkan bixwîne. Her tim li zanîngehê di berîka wî ya paş de yan kovarek an jî di bin qazaxê wî de pirtûkek hebû. Bê pirtûke nedigeriya, heya pirtûk nexwendana ranediket." 
 
Hevjîn Ayhan, diyar kir ku çendî di ser koça wî re 3 sal derbas bûbûn jî, ji bo wê hê jî wekî nû koç kiribe û got: "3 sal in min ne ev pêvajo qebûl kir ne jî hîn bûm. 3 sal in bi şev û biroj heman xemgînî xwe li me digire. Dixwazim sedema wê ji kesên ev êş li me peyde kirin bipirsim. Çima we ew ji me veqetand? Ev encam, hestên hovane yên pergalê yên li ser mirovan e. Hestên hovane, îro musebibê tiştên tên serên zarokê me. Tenê ne ew, yên bi wî re dijîn hemû tên cezakirin. Êdî bila mirov aram bin û bi awayekî aştiyane bijîn. Bila tu kes ji malbat û hezkiriyên xwe dûra, li sirgûnê jiyana xwe ji dest nede." 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

22/09/2021
09:11 Hûrînaz Arikbaşli ku 50 sal in karê tûtinê dike: Em salowext dixebitin
09:10 Fatûreya ceyranê ya 3 mehan a malbateke 3 kesan, 3 hezar û 533 lîre hat
09:09 Qeyûmê Amedê bi darê zorê 45 karker teqawid kirin
09:09 Li Amedê rêjeya aşîkirinê zêde dibe, hejmara pêketiyan kêm dibe
09:08 Li Çelê paleyiya çeltûkê dest pê kir
09:08 Namzeta serbixwe Mecîd: Divê êdî Iraq bi hişmendiya jinê bê birêvebirin
09:07 Mexmûrî: Heqê kesî tune ye ku bi bombebaranan xewa zarokên me biherimînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2021'AN
21/09/2021
22:47 Li Licê agir bi daristanê ket
22:45 260 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:53 Hat îdiakirin ku li Hezexê jinekê hewl daye xwe bikuje
16:55 ÎHD: Li Egeyê di 4 mehan de 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan qewimîne
16:48 Kujerê Efe Tektekîn beşdarî dozê nebû
16:24 Bavê penaberê avêtine Çemê Merîçê bang li rayedaran kir
15:31 Danişîna Rojnamevan Eser û Topaloglû hat taloqkirin
14:59 Dayikên Aştiyê û TJA’yê serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:54 Sancar ji MA’yê re axivî: Navnîşana çareseriyê Parlamento ye, divê tu aktorek neyê paşguhkirin
14:27 Li Duzceyê nijadperestan êrişî karkerên kurd kirin
14:08 Dayikên Aştiyê li Silêmaniyê civiyan
13:59 Daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar hat redkirin
13:40 TJA beriya serdema nû bi jinan re hat gel hev
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:11 Doza Kobanê taloqî 23’yê îlonê hat kirin
12:47 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan lêgerîna devê wan tê ferzkirin
12:18 Emîne Şenyaşarê banga piştevaniyê li parêzeran kir
12:18 Derbarê bersûcê Komkujiya Vartinisê de biryara girtinê hat dayîn
11:56 Qeyûm tenûrên taxê dan hilweşandin
11:55 Kesê ji sedî 98 astengdar hat girtin
11:48 Maçoglû: Ew belge were lêkolînkirin dê were dîtin ku Doza Kobanê komplo ye
11:00 Cenazeyên kolberên ku hatin qetilkirin bi saetan di bin tavê de man
10:39 9 sal zêdetir ceza dan girtiyê ku înfaza wî hat şewitîn
09:50 Li 3 bajaran serdegirtinên malan: 9 kes hatin binçavkirin
09:12 RJAK: Ji ber tundiyê di mehekê de hezar û 42 jinan serî li me da
09:12 Jin amadekariyên mîtîngê dikin: Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin
09:12 Di 6 îhaleyên bi 15 milyon TL'yî de nelirêtî
09:12 Sergardiyan daxwaznameyên girtiyan nadin îdareyê!
09:12 Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin
09:02 Her du çavên wî kor bûn, wezaretê got 'muhtacî îspatkirinê ye'
09:01 Xebata 'Gevera Nû' naqede!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2021'AN
20/09/2021
21:30 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:06 Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn: Çapemeniya azad bû navê têkoşîna azadiyê
18:42 Şewata li Çiyayê Gabarê belav dibe
18:36 Li Cizîrê hevdîtinên 'dem dema azadiyê ye' didomin
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Girtiyê nexweş Şahîn: Mafê min ê tedawiyê tê astengkirin
16:44 Di bombebarana Tirkiyê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Farqînê kesek hat binçavkirin
16:36 Doza Kobanê wê sibê berdewam bike
15:34 Îzol ê 4 ferdên malbata wan hatin qetilkirin dîsa ‘edalet’ xwest
15:31 Ji ber rengan fîstanê ‘dabeşkar’ nedan Leyla Guven!
15:29 Parêzerên jin piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:34 9 kurdên Rojhilatê Kurdistanê teslîmî OSO’yê hatin kirin
14:13 Di çalakiyên Kobanê de çend endamên YPG’ê hatin dermankirin?
14:10 Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê
13:58 Bûldan: Sûcdarên rastîn tên parastin
13:42 503 cenaze li goristanên bêkesan tên sekinandin
13:21 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:06 Doza Kobanê: Parêzer têkildarî ûsûlê îtîraz dikin
12:30 Şenyaşar: Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin
12:23 Li Efrînê kurdî qedexe ye!
12:23 Ji bo danişîna Komkujiya Vartînîsê banga piştevaniyê
11:31 Danişîna rojnameger Durket Suren hat taloqkirin
11:18 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Em pênûsa Apê Mûsa ne’ derket
11:15 Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn
11:14 Di Doza Kobanê de rojnameger û temaşevan negirtin hûndir
10:21 Em ji kesên ku nûçegihaniya azad ji xwe re kirine derd re deyndarê spasiyê ne
10:19 Bi hêviya gelek salan...
09:26 Nûnera çapemeniya azad 4 salî ye!
09:15 MA bû dengê 'Ên din'
09:13 Heke hûn nebûna em ê biqediyana
09:01 Piştî 11 salan 18 hezar TL cezayê pere li faîlê pitik Ûytûn hat birîn!
09:01 Qedexeya Wanê di roja hezar û 764'emîn de ye: Walîtî bûye amîrê mulkî yê AKP'ê
09:01 'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'AN
19/09/2021
21:04 Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir
20:52 'Kesên dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin'
19:09 Agir bi Baxçeyên Hewselê ket
18:58 Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev
18:50 Komên girêdayî Tirkiyeyê 3 sivîl revandin
18:22 Li Amedê 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî
18:01 Li Stenbolê hevdîtina 'Em dimeşin azadiyê': Bila ji jinan bitirsin
16:12 Ceylan ê HDP’î: Ji bilî şikandina tecrîde tu alternatîf tuneye
15:38 Agirê li Çiyayê Gabarê belav dibe
14:31 Agirdir: Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê
13:52 Gefên Îranê yên li ser Kurdan
13:41 Pasdarên Îranê kolberek qetil kirin
12:54 Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn
12:41 Mirina zarokek bi şik
12:08 Vejîna Li Welatê Rojê: Romana Amara derket
11:52 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşaran di roja 195’emîn de ye
11:47 Sedema qedexeya li Mêrdînê: Musa Anter dê were bi bîranîn
10:52 Bi hinceta 'endamê YPG'ê’ girtin, bi îdîaya ‘endamê DAIŞ’ê ye’ bernadin
09:40 81 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwaza darizandinek adîlane dikin
09:01 Doza Kobanê dest pê dike: Me bi hev re tarîtî têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin
09:01 Dê Apê Mûsa di 29'emîn salvegera koça xwe de bê bibîranîn
09:00 Bêyî Îbrahîm Ayhan 3 sal: Di têkoşîna hevalên xwe de dijî
09:00 Dê di roja 200'emîn a têkoşîna ji bo edaletê de 200 parêzer biçin ber edliyeyê
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2021'Ê
18/09/2021
20:01 26 hezar û 161 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin