Kurê Laçîn ê ku anîn ber HDP'ê: Bi salan tundî li me kir

  • rojane
  • 10:22 22 Îlon 2021
  • |
img
AMED - Kurê Mehmet Laçîn ku wî ji Îzmîrê anîn ber Navenda Giştî ya HDP'ê Ozer Laçîn, diyar kir ku bavê wî bi salan tundî li wan kiriye û wiha got: "Armanca wî ne pirskirina zaroka wî ye, ji ber ku dayika me ew terikandiye armanca wî dayika min e."
 
Bi angaşta ku zarokên wan derxistine serê çiya bi dehan kes ji meha îlonê ya sala 2019'an ve li bajarên cuda li ber avahiyên HDP'ê hatine bicihkirin û tên rawestandin. Yek ji van kesan jî Mehmet Laçîn e. Laçîn bi arestekirina Wezareta Karên Derve û Miduriyeta Polisan di destgpêka sala 2020'an de li ber avahiya HDP'ê ya Amedê hat bicihkirin. Piştî demekê Laçîn ji Amedê derbasî Îzmîrê bû û li ber avahiya HDP'ê ya Îzmîrê kon veda. Navê Laçîn dema qetilkirina Denîz Poyraz jî hatibû rojevê. Rayedarên HDP'ê, di daxuyaniyên ku dan de destnîşan kirin ku Laçîn ji kujerê Poyraz Onûr Gencer re çavdêriyê kiriye. 
 
ME XWE GIHAND KURÊ LAÇÎN
 
Dî 16'ê îlonê de Laçîn ji Îzmîrê jî birin Enqerê û jê xwestin ku li ber Navenda Giştî ya HDP'ê kon vede. Lê parlamenterên HDP'ê berteka "Hûn nikarin kujerê Denîz Poyraz bînin" nîşan dan û destûr nedan ku Laçîn li ber HDP'ê kon vede. Laçîn, li vir careke din angaşt kir ku keça wî ji Stenbolê bi zorê birine serê çiya. Keça Laçîn, di hevpeyvîneke ku dabû Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de angaştên mijara gotinê yên bavê xwe derewandibû. Me xwe gihand kurê Laçîn ê bi navê Ozer Laçîn (26) û pê re li ser hewldanên bavê wî axivîn. 
 
TUNDIYA SÎSTEMATÎK VEGOT
 
Laçîn ku bi dayika xwe re dijî, diyar kir ku bavê wî bi salan tundî li wan kiriye û wiha got: "Ji 4 saliya min ve bavê min tundî li me tevahî malbatê dike. Em 3 xwişk û bira ne û bavê min 2 caran zewiciye. 12 sal berê ji ber tundiya ku bavê min lê dikir dayika min terka bavê min kir. Dayik û xwişka min ji Îzmîrê çûne Kocaeliyê. Piştî vê veqetandinê ez jî çûm Kocaeliyê. 6-7 sal e têkiliya min bi bavê min re tune ye. Dema pêvajoya veqetandinê bavê min bi awayekî sîstematîk bi salan tundî li min, xwişka min û dayika min kir. Ji bo ku malbat ji hev nekeve me sebir kir û got belim sererast bibe. Lê berdewam kir û veguherî şerên bixwîn. Piştre em çûn Kocaeliyê. 12-13 sal in em ji hev cuda ne. Ji bo bavîtiyê tiştekî nekiriye û mîna dijminan tevdigere. Piştî vê me jî biryara ku em pêre hevdîtin nekin girt. Ne ji min re ne jî ji xwişka min re bavîtiyê nekir."
 
ÎFTIRAYA LI DAYIKÊ 
 
Derbarê îşkenceyên bavê xwe de Laçîn, destnîşan kir ku ji ber îşkenceya bavê wî lê kiriye demeke dirêj beşeke porê wî şîn nebûye û salek zêdetir tedawî dîtiye û ev tişt anîn ziman: "Anîbû asteke wisa ku ji 2 rojan carekê li polisan digeriyam û digot, 'Werin dayika min dikujin'. Piştî veqetandinê dem deman bavê min dixwest bi min re têkilî deyne lê min vê qebûl nekir. Îftira û heqaret li dayika min dike. Bi vî awayî têkilî datîne. Ez vê qebûl nakim. Wextê ji bo sûcdarkirina dayika min xwest min bike hevparê xwe. Xwest min bike şahidê îftirayên ku li dayika min dike. Min jî vê qebûl nekir."
 
'ARMANC NE ZAROKA WÎ YE'
 
Laçîn, da zanîn ku bavê wî ji ber ku bi dayika wî najî îftirayan li dayika wî dike û têkildarî mayîna bavê xwe ya li ber HDP'ê jî ev tişt got: "Armanca wî ne pirskirina zaroka wî ye. Lewre bavê ku girîngiyê bide zaroka xwe bûyeran nedianî asta berdan û veqetandinê, îşkence nedikir, tacîz nedikir. Dibe ku nîqaşên sivik çêbibin lê divê ev negihîje asta tacîz û îşkenceyê. Heke girîngî bida xwişka min wiha nedikir. Armanca wî ya bingehîn ne ev e. Diçe li wir dibêje, 'Ez bêriya keça xwe dikim, keça min canê min e'. Ev ne rast e. Di rastiyê de şelaqiyê dike. Daxuyaniyên wî yên dawiyê bişopînin; dayika min dike hedef, qala xalê min dike. Mesele ji ber ku dayika min ew terikandiye. Dayika min me digire dibe û ew jî vê li xwe qayîl nayne."
 
TELEFONA JI WALÎTIYÊ
 
Di berdewamê de Laçîn, derbarê hatina bavê xwe ya Amedê de jî axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema ku hat Amedê xwest bi min re hevdîtin bike. Peyam şand, min bersiv nedayê. 4-5 caran li min geriya. Piştî ku çû li min negeriya. Digot, 'Em hev bibînin, min berî kiriye. Dixwaze min jî bi kar bîne. Dixwaze nîşan bide ku ji zarokên xwe hez dike. Destdirêjkirina mîn jî wê wisa nîşan bidana. Ji ber vê min tu têkilî dananî. Ji bilî bavê min Walîtiya Amedê jî xwest bi min re bikeve têkiliyê. Rayedarên ku li min geriyan pirsa xwişka min kirin. Sala borî geriyan, pirsa xwişka min kirin û gotin, 'Werin em bi axivin'. Min bi parêzerê xwe re hevdîtin kir û parêzer got ku dema agahdarname bê dikarî biçî. Piştre negeriyan."
 
MA / Gokhan Altay - Ozgur Paksoy
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/09/2021
09:05 ‘Îqtidar li ber xetereya tiryakê xwe li bêdengiyeke teşwîqkar daniye'
09:00 Dê biryara AYM'ê ya derbarê Ozgur Gundemê de bişînin DMME'yê
09:00 'Pereyê di berîka me de her roj dihele'
09:00 Esker û cerdevan ji wargeha xwendekaran dernakevin
09:00 Ekolojîst Işikli: Ji bo xweza zû bê talankirin, raporên ÇED'ê nadin
09:00 Mehmet Ocalan: Rêya çareseriyê di Îmralî û meclîsê re derbas dibe
09:00 Salek e li benda cenazeyên zarokên xwe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2021'AN
24/09/2021
22:50 HDP'iyên li Kadikoyê kom bûn: Xizanî ne qeder e
20:39 27 hezar û 197 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin, 221 kesên din jî mirin
19:44 Bûrhan Sonmez bû serokê PEN Internationalê
18:15 Li Şirnexê girtiyek sewqî Rîzeyê kirin
16:12 200 parêzer di Nobeta Edaletê de ne: Daxwaza malbata Şenyaşar daxwaza me ye
15:43 Dayikên Aştiyê: Em li dijî dagirkeriyê bibin yek
15:03 Dadgehê giliyê Tosûn kir
14:12 Malbata Denîz Poyraz giliya kesên alîkarî dane kujerê keça wan kir
13:44 'Ji bo jiyan û ekolojiyê bikeve tevgerê'
13:34 Roja 200’emîn a Nobeta Edaletê: Dest danîn ser pankartê
13:04 Gunay: Divê rola Ocalan ji nedîtî ve neyê
12:41 Dersa Jineolojiyê li dersên dibistana amadehiyê zêde kirin
12:40 Li Mêrdînê di qezaya trafîkê de 2 kes mirin
12:40 Ji girtiyê ji sedî 98 astengdar Guven agahî nayê girtin
12:09 Li dijî talankirina daran biryara çalakiyê girtin
11:34 Malbata Şenyaşar 200 roj in li benda edaletê ye
10:04 Dixwaze herî dawî gundê xwe bibîne
09:51 Li Manavgatê agir bi daristanê ket
09:05 CÎSST: Karbidestiya darazê ket destê îdareyên girtîgehan
09:05 Ji bo zarok û mezinan tev de kursên kurdî
09:05 Waniyan got: Divê CHP zelal be û rola Ocalan neyê jibîrkirin
09:05 Xwendekarên ku starek bi dest wan neket: Heya daxwazên me neyên qebûlkirin em ê li kuçeyan bin
09:05 ‘Qezenca çar çêlekan ji karê erzan ê li metrepolan çêtir e'
09:02 Derbarê redkarê wijdanî de 14 doz
09:02 Pirtûka dîrokzan Bayrak a derbarê dîplomasiya kurdî de derket
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Meydana Galatasarayê dîsa dorpêç kirin
23/09/2021
23:09 Warê çûkan Dehla Nehilê dişewite: 34 saet in mudaxile nayê kirin
21:36 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:55 Kolberên di êrişa helîkopterê de hatin kuştin, spartin axê
16:49 Encu giliyê Savci Sayan kir
16:03 Lêpirsîna 'helîkopterê' li Midurê Karên Nivîsan ê ajansa me vekirin
15:52 Doza Kobanê taloqî 18'ê cotmehê hat kirin
15:30 Dadgehê 9 sal ceza li aktîvîsta TJA’yê Bîlgîn birî
15:30 Şewat belav dibe, mudaxile nayê kirin
15:03 4 girtî hatin sîrgûnkirin
14:47 Endama berê ya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin
14:38 Ceza ji hunermend Çat re hat xwestin
14:03 Înfaza 3 girtiyan şewitandin
13:13 Doza Kobanê: Vê dozê dema xwe tije kiriye
13:13 Danişîna Suheyla Taş taloq bû
12:54 Ji ber nebûna wergerê kurdî danişîna Aslan û Muçel taloq bû
12:42 Li endamê MYK’a ÎHD’ê Çaglayan 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
11:54 Xwe wek endamên MÎT’ê dan nasîn û sîxuriyê li HDP’iyan ferz kirin
11:47 Li herêma şewatê tevgera hewayî heye
11:39 Danişîna gardiyanê Dîlan qetil kir, hat taloqkirin
11:13 Parêzerê Malbata Şenyaşar hempîşeyê xwe vexwend ber edliyê
11:13 Di doza zarokên ku 15 sal berê hatibûn qetilkirin de biryar derneket
10:47 Turkdogan: Tirkiyê di bersiva da Komîteyê de ‘hîleya hiqûqî’ kir
10:36 Kurê Ozcan ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Em sedemê mirina wî nizanin
10:31 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e kampanya îmzeyan hat destpêkirin
10:06 Li Fransayê navê Hevrîn Xelef li qadekê hat danîn
10:02 Ozturk: Muxatab Ocalan e, navnîşana çareseriyê jî Parlamento ye
09:21 Rêya ku 4 sal in nayê çêkirin gundiyan rakir ser piyan
09:20 Malbatek li xwendekare ku li derve ma xwedî derket
09:20 Endamên meclîsê yên AKP'î ji bo qereqolê erse stendin
09:19 Temenekî di rêça têkoşînê de: Mehmet Saît Uçlu
09:18 Ji ber hişkesaliyê asta ava Gola Wanê 3 metre kêm bûye
09:17 Piştî biryara DMME'yê giliyê eskeran kirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2021'AN
22/09/2021
23:01 Kesê ku DEDAŞ'ê ceza lê birî mala xwe şewitand
21:19 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:40 Şewata li Çiyayê Gabarê berbelav dibe
16:16 Îşkence li zarokê 11 salî yê cîranê xwe kir
15:51 Parlamenterê CHP'î Tûtdere serdana Şenyaşaran kir
15:39 Doza bobelata keştiyê taloq bû
15:24 Li Cizîrê jinekî xwest întîhar bike
15:24 Li Feraşînê di lêgerîna neftê de kevir bi ser konê welatiyan de gêr bû
14:26 Endama Akademiya Jinê Fîgen Aras hat berdan
14:16 SGDF’ê meşa piştevaniya ji bo xwendekaran li dar xist
14:10 Dosya Hankûlû ji ATK'ê re hat şandin
13:57 DFG’ê serdana ajansa me kir
13:51 TUHAY-DER’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
13:23 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Bêyî Ocalan axaftina Pirsgirêka Kurd ne çareserî ye
13:17 Dadgeha Bilind cezayê rojnamevan Orûç xera kir
13:14 PEN'a Melbourneyê endamtiya rûmetê da Turfent
12:55 Derbarê Gokkan de lêpirsîna dîsiplînê hat destpêkirin
12:48 Jinek li Edeneyê hat qelkirin
12:48 Doza Ferhat Tunç hat taloqkirin
12:47 Danişîna Leyla Guven ji ber arîzeya SEGBÎS'ê nehat dîtin
12:38 Li Şirnexê bêyî ÇED 22 herêm ji lêgerîna medenê re hatin vekirin
11:59 Ocalan: Çareserî bi azadiya jinê dibe
11:39 Malbata Şenyaşar ji bo roja înê bangî baroyan kir
11:31 Şewata daristanê ya li Licê hat vemirandin
11:30 Dorpêça li ser Meydana Galatasarayê hat rakirin
11:18 Piştevanên herî mezin ê Emîne Şenyaşar jin in
10:22 Kurê Laçîn ê ku anîn ber HDP'ê: Bi salan tundî li me kir
10:21 Cenazeyê Kaya û Danişman piştî 4 mehan şûn de dan malbatên wan
10:17 OHD’ê ji bo piştgiriya malbata Şenyaşar bang li parêzeran kir
10:16 Ozsoy: Biryarên DMME’yê neyê sepandin wê nîqaşên avêtina ji Konseyê dest pê bikin
09:34 Greva birçîbûnê kirin hêceta ‘endamtiya rêxistinê’
09:19 Bavê Uytunê 18 mehî yê eskeran ew kuşt: Ger edalet ev be, ez vê edaletê qebûl nakim