Rêveberiya Xweser, wê giliyê Tirkiyê li NY û YE bike

  • rojane
  • 09:35 29 Îlon 2021
  • |
img

HESEKÊ - Komxebata Avê ya Navneteweyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin bi dawî bû. Di danezana hat aşkerekirin de, biryar hat girtin ku Rêveberiya Xweser giliyê Tirkiyê ya ku hiqûqa navneteweyî binpê dike û dibe sedama pirsgirêkan,  li NY û EY bike. 

 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di navbera 27 û 28’ê Îlonê de, bi tevlîbûna 300 delegeyan Komxebata Avê ya Navneteweyî ya li bajarê Hesekê li dar xist, bi dawî bû. Komxebata ji aliyê Komîteya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Zanîngeha Rojava û Navenda Firat a Lêkolînan pêk hat. Gelek sazî û dezgehên civaka sîvîl, rêxistinên mirovî yên navnetewyî, komeleyên ekolojîk û platformên hiqûqî beşdarî komxebatê bûn. 
 
Di komxebata ku du rojan dewam kir de bal hat kişandin ser rewşa avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşên kêmbûna çavkaniyên avê û sedemên wê, her wiha bikaranîna avê wekî çek ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî herêmê.
 
Di komxebatê de 5 mijarên sereke hatin nîqaşkirin; peyman û pîvanên navneteweyî yên têkildarî çem û çavkaniyên avê yên navneteweyî, bandorên siyasî, aborî û ekolojîk yên kêmbûna avê û karesatên ji ber xirabûna ewlehiya avê. Her wiha pêşniyar û rêbazên ku dê aloziya heyî çareser bike û derfetê nede karesatên mirovî pêk werin, hatin parvekirin.
 
AVÊ WEKE ÇEK BI KAR TÎNE 
 
Encamnameya komxebatê ku ji aliyê endamê Komîteya Amadekar Dr. Ebdullah Mistefa ve hate xwendin, wiha ye:
 
“* Şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk ên bikaranîna avê wek çekeke siyasî li dijî sivîlên li Bakur û Rojhilatê û tevahî Sûriyê û Iraqê.
 
* Bi navê komxebatê û beşdarên wê, raporeke li ser binpêkirinên qanûnên navneteweyî û belgeyên têkildarî ava navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk ve, ji deste û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa, rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî re were şandin.
* Divê civaka navneteweyî fişarê li dewleta Tirk bike ku dev ji siyaset û binpêkirinên qanûnên ava navneteweyî ya hevbeş berde.
 
* Dewleta Tirk qanûnên navnetweyî yên giştî, peyamên dualî û sêalî yên derbarê çemên Firat û Dicleyê de bin pê dike, avê wekî çeka şer bi kar tîne, bi vê yekê peymanên Cinêv ên sala 1949'an bin pê dike. Ji ber vê yekê divê gilînameyeke dozgerî li dijî wê were rakirin.
 
* Divê encamên vê komxebatê birêxistinên civaka sivîl ên peywendîdar û civaka sivîl a li Sûriyê, Iraq û Tirkiyê re were parvekirin
 
* Divê bang li civaka navneteweyî were kirin ku bi lez destwerdanê bike da ku erka xwe ya mirovî ya têkildarî bandorên qutkirina avê û bandorên wê li civak û kampên koçberan pêk bîne.
 
* Divê tevahî semîner û lêkolînên di komxebatê de hatine nîqaşkirin werin belgekirin û ji bo nexşeya avê were formîlekirin, da ku bi awayekî guncaw were fînansekirin.
 
* Divê bang li Rêveberiya Xweser were kirin da ku pirsgirêkên avê bi rêya diyalog û hevkariya bi aliyên têkildarî re mîna Iraq û Sûriyê, rêxistin û hêzên navneteweyî werin çareserkirin, ji ber ku mijara avê mijareke mirovî ye.
 
* Divê piştgiriya projeyên ku piştevaniya jêderên avê dikin, were kirin û jêderên mayînde jê re werin dabînkirin, bendavên biçûk û navîn li ser çemên biçûk werin avakirin, navendên parzûnkirina avê werin avakirin û av ji çeman ber bi herêmên ku pirsgirêka avê dikişînin ve werin kişandin
 
* Divê hevkarî bi rêxistinên mirovî û hiqûqî re were kirin ku piştevaniya madî û manewî werin wergirtin da ku li ser pirsgirêk û xeteriyên krîza avê ya li herêmên were sekinandin.
 
* Divê bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin ku stratejî û siyasetên mayînde nexşe bike û sûdê ji lêkolînên ji navendên lêkolînan derdikevin wergire da ku bandorên krîza avê lê neke û li hember pirsgirêkên neyênî û karesatên jîngehê bisekine.
 
* Têkildarî bikaranîna avê divê bernameyeke cidî û pabend were danîn û di navbera Rêveberiya Xweser û navendên lêkolînan de were parvekirin.
 
* Divê bang li Rêveberiya Xweser were kirin navendên lêkolînên taybet bi ewlehiya avê ava bike.
 
* Divê stasyonên jinûve bikaranîna ava kanalîzasyonan werin avakirin.
 
* Divê rêbazên enerjiyên altarnetîf yên hewayî û tavê werin bikaranîn.
 
*Divê ji çemê Dicle were sûdgirtin û ava wê ber bi herêmên ku pirsgirêka avê lê hene ve were kişandin.
 
* Divê girîngî ji bo parastina ava diherike were kişandin û ji hêla desteyên rêveberiyên herêmê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve werin şopandin, bername û siyasetên şêwirê, ji ferd, kom, şîrket û saziyên pabendî mîsaqên paqijkirina ava hawizên çeman nabin werin danîn, her wiha li gorî ava binerdê re jî were danîn.
 
* Divê xebat li ser avakirina lêkolîneke giştî û kûr ji çavkaniyên mirovî û aborî û çavkaniyên avê li herêmê re were kirin û li gorî xwestek û geşkirinan were bikaranîn. Divê raporeke giştî ya vê komxebatê li ser çareserî û pêşniyarên beşdaran were rakirin, da ku parastina jêderên avê were kirin, jêderên avê yên nû werin dabînkirin û ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were pêşkêşkirin da ku li ser wê bixebite û lêkolîn bike û pêk bîne û ji hêla komîteya şopandinê ve were şopandin.
 
* Divê komîteyek were avakirin, erka wê biryarên ku  wê di komxebatê de hatiye dayîn pêk bîne.
 
* Divê bang li Rêveberiya Xweser were kirin ku komîteya dîplomasî ya taybet bi karûbarên avê ava bike.
 
Di dawiya komxebatê de hin rêxistin û saziyên beşdar ji ber keda wan a di pêşxistina komxebatê de û hewldanên wan ji bo çareserkirina aloziya avê,  ji aliyê komîteya amadekar a komxebatê ve hatin xelatkirin.”
 

Sernavên din

02/10/2021
13:47 2 bira 28 sal in winda ne
13:15 Li Licê operasyona eskerî dest pê kir
12:47 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
12:32 Gelê Şengalê li dijî tevgera eskerî ya PDK û Iraqê daket qadan
12:04 Malbata Şenyaşar: Divê em jiyanek dadmend pêşkêşî nifşên nû bikin
11:26 MKGP’ê piştgirî da rojnameger Yildiz
11:17 Ji bîra Ayhan Erkmen çîrokên mirov û mekanan: Çîrokên Serhedê
11:16 Gewriye: Ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê me piştgirî xwest
10:13 Înfaza girtiyê nexweş ku 'poşmaniyê' qebûl nekir hat şewitandin
10:09 Ji bo axaftina berî 7 salan, doz vekirin
09:51 Walî û midurên polisan ên nû hatin tayînkirin
09:36 Malbata Varol 20 roj in di tariyê de ye
09:10 Hilbijêrên Partiya ÎYÎ û AKP'ê li dijî hevserokatiyê ne
09:09 Komkujiya Vartînîsê: Ji bo doza mafên wan bikim jiyam
09:09 Li Mêrdînê di 7 îhaleyên din de jî nelirêtî: Ne mimkun e ku bêyî qeyûm hatibe kirin
09:08 Hevberdevkê EGEÇEP'ê: Deklerasyona HDP'ê ji bo têkoşîna ekolojiyê watedar e
09:05 Roja ku mirovahî bi erdê re hat kaşkirin: Hacî Lokman Bîrlîk
09:04 Ji bo ku şivan agahiya çekê kîmyewî nedin, gef li wan hatiye xwarin
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2021'AN
01/10/2021
21:15 Qeyûm ji bo gora xebatkarê jiyana xwe ji dest da kemçe neda malbatê
20:59 210 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:56 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em hêzên çekdarî yên PDK'ê qebûl nakin
18:24 Di Doza KCK'ê ya Geverê de ceza li ser ceza hat birîn
17:02 Êrişî girtiyên jin kirin: Ji ser hişê xwe çû, tiliya wê hat dirûn
16:43 Meclîs bi înkarkirina pirsgirêka kurd vebû
16:03 Ezgî Mola ji ber ku xwest Mûsa Orhan bê girtin ceza lê hat birîn
15:48 Rapora nexweşxaneyê daxuyaniya Walîtiya Êlihê diderewîne
15:28 Bi kuçikan ser malan de girtin, derî şikandin, li welatiyan dan
15:19 Li Amedê dê panela li ser girtîgehan were lidarxistin
15:19 5 kesên ku bav û keça wî kuştibûn beraet kirin
15:18 Doza suîkastê ya siyasetmedarên Kurd hat dîtin
15:17 ‘Kesê ku vîna me nas neke em jî wî nas nakin’
15:04 36 sal ceza li tecawîzkar hat birîn
14:17 DÎSK'ê bernameya xwe ya têkoşîn û birêxistinbûnê aşkera kir
14:08 DÎB: Deklarasyona HDP’ê siyaset rehet kir
14:00 Peymana Avhewayê ya Parîsê ji meclisê re hat şandin
13:52 Ji malbata Gurdegîr 2 kes hatin berdan
13:05 Sefîrê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê serdana HDP’ê kir
12:55 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgerî û girtîgehê dan
12:07 Malbata Şenyaşar bangî Meclîsê kir: Bêedelatiyê rakin
11:15 Di encama hewldanên Rêveberiya Xweser de NY ket tevgerê
11:10 Clare Baker: Divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bê xurtkirin
10:53 Cîhad Hesen ê ji aliyê PDK’ê ve hatibû desteserkirin: Îşkence li me dikirin
10:14 Amerîkayê li Idlibê rêveberekî El Kaîdeyê kuşt
09:05 Tumuklu: Divê em têkoşîna malbata Şenyaşar û Malbatên Pirsûsê bikin yek
09:04 29 salan ji bo Kûrt ê bi îşkenceyê hat kuştin dan dû edaletê: Encam bêcezatî!
09:04 30 sal in girtiye, cezayê wî qediyaye, nayê berdan!
09:04 'Keç û kurê manewî' yên qeyûmên Mêrdînê hatin terfîkirin
09:00 Yûsûfoglû: Divê CPT ji ber binpêkirinên mafan biçe Îmraliyê
09:00 Rêwîtiyeke talûke: Bi kelekê li pengava bendavê dixin û diçin dibistanê
09:00 Li Iraqa ku heta ber qirikê di nav pirsgirêkan de digeveze hilbijartin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2021'AN
30/09/2021
19:15 Cenazeyê Can bi awayekî girseyî hat definkirin
16:55 MSD'ê bi Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re Sûriyeyê axivî
16:04 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Odeya Avahîsazan: Texrîbatên li Sûrê bi dawî bikin
15:43 Li Botanê HDP'ê lez da xebatên xwe: Em HDP'yî ne û li her derê ne
15:32 Derbarê ciwanê li Êlihê bi çekê birîndar bûbû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:15 Doza qetilkirina Fatma Altinmakas hat taloqkirin
14:38 Başaran: Îqtidar û daraz, bersûcan û kujeran diparêz e
14:29 Fîncanci: Heta ku gotin azad bibe wê têkoşîn bidome
14:13 ESP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:27 Meclis vedibe: Pêşniyarên binîqaş di rojevê de ne
12:22 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
12:01 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:47 HDP: Wê qeyûm biçin û em ê bimînin
11:41 Rojnamevanê Murat Kuseyrî koça dawî kir
11:40 Piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya rojnamegerên ku PDK'ê wan girtiye
11:29 Serokê Giştî yê PÎA’yê: Deklarasyon girîng e divê gav were avêtin
11:06 Bavê Sûat Şahîn: Piştî birîndarkirinê bi awayekî kelemçekirî lê dane
10:41 Li Kerkûkê di 6 mehan de 50 jinan xwe kuştiye
10:35 Cenazeyên Oklu û Yildiz li Wanê hatin veşartin
09:54 Li Hatayê dayik û du zarokên xwe mirî hatin dîtin
09:48 Ji welatiyan şîroveya aboriyê: Me berê bi qaseyan dikirî niha em nikarin bi kîloyan bikirin
09:06 Dîlgirtineke 37 salan, bêrîkirina 28 salan
09:06 Di wesayîta şîrketa ku unîformayan ji TSK'ê re peyde dike tiryak hat zevtkirin
09:06 5 sal in du guleyên di milê wî de nehatine derxistin
09:06 Fatûreya ceyrana girtîgehê li girtiyan tê barkirin
09:06 Li Farqînê jinan dest bi amadekariya zivistanê kirin
09:06 KASED ji bo jin û zarokan dest bi kargehan dike
09:06 Welatiyê ku 21 sal in bê nasname ye, nikare tedawî bibe
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2021'AN
08:32 PDK'ê Hesen piştî 112 rojan serbest berda
29/09/2021
20:16 227 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:39 Malbata Yazan li benda cenazeyê kurê xwe ye
18:57 Malbatan piştî 6 mehan cenazeyên zarokên xwe wergirtin
16:04 CFWIJ: Nûçegihaniya jinan tê terorîzekirin.
15:37 Di doza Komkujiya Pirsûsê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:03 Dadgehê pirsa 'te çima qîr nekir?' ji zaroka hat tecawîzkirin pirsî
14:33 Doza Fîgen Ektî hat paşxistin
14:23 Baroya Amedê: Bila penaberên zarok, astengdar û xetereya wan a mirinê heye neyên dersînorkirin
12:21 Dozger ji rojnameger Yalçin re 20 sal ceza xwest
12:21 Cenazeyê Kahraman Sûnar hat veşartin
12:21 Ayeta kurdî ji tabeleya mizgeftê hat rakirin
12:05 Ava Gola Wanê kêm bû û qirêjî derket holê
11:37 Agahî ji ciwanê ku Talîbanê binçav kiriye nayê girtin
11:20 Encamnameya Konferansa Jinan: Rejîma qeyûm a zayendperest dê hilweşe
10:43 3 demsal derbas bûn: Heta pêkanîna edaletê em veneqetin
10:42 Karkerekî ji Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da
10:41 Li Herêma Bestayê operasyona leşkerî hat destpêkirin