Berdevkê YPG'ê: Tirkiye dixwaze statûya Rojava ji holê rake

  • rojane
  • 11:02 14 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, diyar kir ku Tirkiye hewl dide cihên stratejîk ên Rojava dagir bike û statûya wê ji holê rake. Mehmûd, bal kişand ser êrişek îhtîmal û wiha got: "Ev gefên Tirkiyeyê tu carî ne rawestiyan û her tim amadekariya êrişê dike."
 
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, derbarê êrişek nû ya gengaz a Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşketinên li herêmê rû didin de ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî.
 
Nûrî Mehmûd, diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan piştî civîna desteya wezîran a 11´ê Cotmehê careke din gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar û wiha axivî: "Lazime ku NATO û Koalîsyona Navneteweyî vê rastiya Tirkiyê bibînin, Tirkiyeyê hişyar bikin û desteka xwe ya çekan ji ser qut bikin. Tirkiye Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo xwe weke astengiyê dibîne û her tim hincetan çêdike. A rast Tirkiye hewl dide cihên stratejîk ên Rojava dagir bike û statûya wê ji holê rake. Bi bermahiyên DAIŞ û çeteyên din ên li dora xwe kom kirine, dixwaze weke Efrîn û Serêkaniyê, êrişî bajarên din jî bike." 
 
Mehmûd, da zanîn ku yek ji armancên Erdogan jî ew e ku dîplomasiya Rêveberiya Xweser pûç bike û wiha got: "Erdogan, nexasim ji bo ku hevdîtinên li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî yên li meydana navneteweyî pûç bike, beriya van hevdîtinan yan jî piştî wan van îdîayan bi dengekî bilind îfade dike.” 
 
Nûrî Mehmûd bi bîr xist ku dewleta Tirk di hundir de di nava krîza aborî de digevize, li derve li meydana dîplomasiyê prestîja wê nemaye, tenê maye û wiha dewam kir: "Ji Biden û Putîn a dilê xwe nesitand. Bi daxuyaniyên xwe yên dawiyê hincetan li hev tîne, planan dike ku êrişî Rojava bike û xwe hinekî be jî re rehet bike. Erdogan êrişên dagirkeriyê ji bo ku şexsê xwe rizgar bike, dike. Armanca wî ya esasî ew e ku bi qerepere û geremolê rewşeke awarte biafirîne, pê re dengê xwe zêde bike û desthilata xwe dewam bike. 
 
Ev siyaseta êrişkar a Erdoganî, ji bo herêmê tehlûkeyeke gelekî mezin e. Siyaseta cihadî-faşîst a Erdogan ne tenê ji bo Bakur û rojhilatê Sûrî lê ji bo dinyayê hemûyî jî tehlûke ye.” 
 
'ERDOGAN WÊ BI RÛSYAYÊ RE LI HEV NEKE'
 
Mehmûd, anî ziman ku krîza kûr a Erdogan afirandiye, tesîrê li Rojhilata Navîn, li Rûsya, Ewrûpa û Emerîkayê jî dike û wiha pêde çû: "Tehlûkeya wî afirandî, hindik me jî niha êdî Rûsya û nexasim Emerîka wê hindik be jî dibînin. Bi ya min ji niha û pê ve DYE wê zêde guh nede Erdoganî. Rûsya jî wê dev ji berjewendiyên xwe bernede. Ji bo Rûsyayê, Sûrî mewziyeke muhim e. Rûsya ranabe, ji bo ku Erdogan siltaniya xwe ava bike ew ê dev ji Sûrî û berjewendiyên xwe bernede. Rûsya belkî hin peymanên demkî mohr bike. Bi gumana min, Erdogan ji bo ku desthilata xwe dewam bike bi Rûsyayê re  hewl dide peymaneke din a weke ya  Efrîn, Idlib û Zebedanî mohr bike. Lê bi texmîna min wê ev hewldana wî neçe serî.”
 
'GELÊ KURD WÊ DESTÛR NEDE'
 
Berdevkê YPG’ê, di dewama axaftina xwe de, ev nirxandin kir: "Komkirina esker li ser sînor, li dehma Dirbêsiyê û Amudê, ne nû ne, ew her li wir bûn. Lê belê her ku ber xwe dibînin, dixwazin deverên stratejîk ên Rojava dagir bikin û statuya heyî ji holê rakin û ji bo vê her gefan dixwin. Ev gefên Tirkiyeyê hîç kêm nebûne.”
 
Li ser pîlana ji hevqutkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê ya ku di çapemeniyê de belav bûye jî, Nûrî Mehmûd wiha got: "Di van sedsalên bihurî de miletê Kurd bû xwedî nihêrîneke neteweyî - fikrên partiyan ji hev cihê, gotarên wan hişk jî bin - di warê netewebûnê de bipêşketinek çêbû. Dewleta Tirk ev dît, û ji ber vê projeyeke wê heye ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi xencerekê ji hev qut bike. Lê belê hem gelê Başûrê Kurdistanê û hem jî yê Rojava hay ji vê heye. Li gorî vê radibin û rûdinin. Gelê Kurd wê destûra hewldaneke bi vî rengî nede.”
 
'NE TU GARANTORIN'
 
Nûrî Mehmûd li ser rola garantoriyê ya Rûsya û DYA’yê jî, wiha bilêv kir: "Di warê garantoriyê de helwêsta Emerîka û Rûsya pirr kêm e. Naxwazin bibînin ka Tirkiye li Efrîn, Cerablus, Serêkaniyê û Helebê çi dike. Ew rola xwe ya garantoriyê ya li dijî êrişên dewleta Tirk bi cih naînin."
 
Li ser êrişên dewleta Tirk ên bi îstîxbarata ji nav erdên Rêveberiya Xweser jî Nûrê Mehmûd, wiha got: "Ji bilî teknîka bi pêşketî, bi pereyekî zêde mirovên bêqedr, îrada wan qels dikire, û êrişan bi agahiyên ji wan dike. Yanî çend caran GPS bi erebeyê vekirin, û ji jor ve bi balefiran êriş kirin. Lê şoreş li dijî van tevdîrên xwe digire. Em li dijî vê teknîkê hewl didin teknîkê bi pêş bixin."
 
'ARMANC RIZGAR KIRIN E' 
 
Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, herêmên dibin dagirkeriya Tirkiyeyê de jî nirxandin û ev peyam da: "Em ê dev ji armanca xwe ya rizgarkirina herêmên dewleta Tirk dagirkirine, bernedin. Derfetên di destê Rêveberiya Xweser de belkî îro têra rizgarkirina Efrîn û Serêkaniyê nekin, lê belê xebatên me yên cidî hene li ser projeyên ji bo derxistina dewleta Tirk ji deverên dagirkirî. Helbet wexta ku dema wê hat, em ê deverên dagirkirî rizgar bikin û xelkê xwe yên ji wan deveran penaberkirî jî vegerînin ser cih û warên wan. Ez dixwazim herê dawî bangekê li raya giştî ya navneteweyî bikim: Gelên li Tirkiyeyê, ji ber hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê gelekî diêşin, zirar li wan dibe. Erdogan çawa ku ji Tirkiyeyê tehlûke ye, ji bo Rojhilata Navîn û herêmê jî tehlûke ye. Raya giştî ya navneteweyî divê vê rastiyê bibîne û li gorî wê helwêst xwe diyar bike, û tavilê ji bo ku ev zilm bi dawî bibe, helwêsta pêwîst nîşan bide.” 
 

Sernavên din

17/10/2021
12:16 Encamên hilbijartina Iraqê aşkere bûn
11:56 Girtiyê nexweş Yalçin bi hinceta pandemiyê nayê derma kirin
09:18 Ji ber Talîbanê du caran terka warê xwe kir
09:13 Xizmê firar ê serokê AKP'î alîkarî ji polîsan wergirtiye
09:11 'Dolar difire, lê meaşên me weke xwe ne'
09:07 Bekîr Guvenê ji sedî 98 astengdar: Girtîgeh ne cihên girtiyên nexweş in
09:04 Projeya nexweşxaneyê betal kirin, li şûna wê hawiz û mala mamosteyan çêkirin
09:02 Dermanên wextê wan derbasbûyî dan girtiyên bi Covîd-19'ê ketin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2021'Ê
16/10/2021
23:45 Nûçegihanê me û endamên ciwanan serbest hatin berdan
20:23 Îmamoglû: Pêdivî bi aştî û hiqûqê heye
20:03 Nûçegihanên me Sezgîn û Altûntaş hatin binçavkirin
18:44 Aydenîz: Dê aqûbeta AKP û MHP'ê jî wekî yên berê be
16:56 Jin li Qada Stasyonê ne: Denîz êdî deniza gel e
16:40 Li Edenê û Îskenderûnê salvegera HDP’ê hat pîrozkirin
16:14 Agirî xwe ji mîtîngê re amade dike
15:37 Şahidê zindî yê Komkujiya Dêrsimê Çorak jiyana xwe ji dest da
15:36 Li Şirnexê talankirina daran berdewam dike
15:35 Hevdîtina budçeyê ya bi cotkaran re: Rewş xira be
15:25 Qeymeqamtiyê konsera ‘Berbang’ ku walitiyê destûr dabû qedexe kir
15:24 'Bila girtiyê nexweş ê ji sedî 70 astengdar bê berdan'
14:55 ÎHD: Girtiyê nexweş Coşkûn bi rîska mirinê re rûbirû ye
14:54 Dayikên Şemiyê ji bo 11 gundiyên li Pasûrê hatibûn qetilkirin banga edaletê kirin
14:11 Jin li Qada Îstasyonê kom bûn
13:58 Ji bo girtiyê 12 caran emeliyat bûye banga berdanê hat kirin
12:40 Operasyona MÎT’ê ya “sîxurên Îranê” senaryo derket
12:38 Di Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de nerazîbûna li dijî tecrîdê
12:30 Budçeya 2022’yan: Budçeya parastinê ji sedî 30 zêde bû
11:39 Fehîme Poyraz ji bo mîtînga jinan bang kir
11:23 Ji Doza Komkujiya Konyayê hevkariya dozger-çapemeniyê derket
11:22 7 kesên di 'operasyona' DAIŞ'ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:10 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê pêk bînin
10:26 Navçeya ku 4 aliyên wê ave, bi salane pirsgirêka avê dijî
10:25 Nesrîn Nas: Deklarasyona HDP'ê firsendeke dîrokî ye
09:12 Belgeyek nû derbarê kurdên Ahiskayê de: Geşta Zagurskiy (1872)
09:11 Koçer îsal zû ji zozanan vegeriyan
09:10 Peykertiraş Saffan: Bila êdî mirov bes bikin qîrîn û hawar
09:10 Welatiyê gef lê hat xwarin giliyê polîsan kir
09:09 Goristana Stîyan a 2 hezar salî hê jî li ser piyan e
09:08 Ozdemîr: Bersiva Tirkiyeyê berevajîkirina meseleyê ye
09:07 Di doza cinayetê de 9 xizmên serokê AKP'î 4 sal in nehatin zevtkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2021'Ê
08:59 Jin ji bo mîtîngê ji Wanê bi rê ketin
15/10/2021
16:28 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Aydenîz banga mîtînga jinan kir
16:26 Salek û 8 meh cezayê hefsê li Aysel Tugluk hat birîn
15:40 'Yek ji serdemên herî tarî diqewime'
15:39 Sancar: Em ji berfirehkirina siyaseta demokratîk re amade ne
15:17 Çarkin di Doza JÎTEM’ê de axivî: Ez dixwazim bi bersûcan re rûbirû bibim
14:39 Qeydên tapeyan ên nû li dosyeya malbata Dedeogullari hat zêdekirin
14:38 Dayîkên Aştiyê banga tevlîbûna mitîngê li jinan kirin
14:31 Danişîna parêzerên ku qayûman şermezar kiribûn hat dîtin
14:11 Jinek û zaroka xwe di girtîgehê de bi Kovîd-19’ê ketin
14:02 Civîna Tifaqa Kurdistanî: Peywira me ya herî girîng yekrêziya li dijî şer e
13:59 Parêzerên Doza Kobanê: Biryara DMME’ê nayê bicihanîn
13:22 Şaredarê berê yê Cizîrê ku girtiye nayê dermankirin
13:14 Dozger xwest ku Dr. Gokalp were cezakirin
12:30 Tirkiyeyê Qendîl û Asosê bombebaran kirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Roja heq û edaletê wê ji nû ve hilbê
11:55 Aygul Dokû bang li Wezîrê Dadê kir
11:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:29 Sakik: Mûxalefet bi şens e, bêrî ku îstîxbarat were kurd dihatin înfazkirin
11:14 Amadekariyên konsera ‘Berbang’ didomin
10:51 Jinên Êlihê ji bo mitînga Amedê amade ne
10:24 Têkoşer Hesen: Goran di encama polîtîkayên şaş de biserneket
09:22 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:04 Ozsoy: AKP li Sûriyê tengijiye
09:04 Zabitayan li zaroka kaxezan berhev dike, xistin
09:04 Ûca: Dixwazin li Şengalê civaka demokratîk ji holê rakin
09:04 3 meh ma ji qedexeya tûtinê re: Tûtin jî here, em ê çi bikin?
09:04 Di 5 salan de 40 caran cezayê pereyan li Hevşaredara Êlihê hat birîn
09:04 Baroya Şirnexê dest bi perwerdehiya kurdî kir
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2021'AN
08:28 Li Edeneyê kesek hat binçavkirin
14/10/2021
17:41 Endama RJAK'ê Ciwana Ebdulbaqî hat berdan
17:05 Bikaranîna çekên kîmyewî bir rojeva Meclîsa Elmanyayê
16:26 Doza Gulîstan Doku: Ji bo Engîn Yucel biyara girtinê hat dayîn
16:24 MED-DER’ê belgename li mezûnên HDP’î yên kursa kurdî belav kir
16:05 Alî Dûran Topûz: Sedemê veqetandina min serxwebûna edîtoryal e
15:58 Bikaranîna çekên kîmyewî: Divê giliyê Tirkiyê li NY bê kirin û darizandin
15:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan
14:27 Rewşenbîran serdana Nûnertiya HDP'ê kir
14:26 Ji Rihayê banga tevlîbûna mîtîngê
13:57 Rojnamevan Kadrî Bagdû hat bibîranîn
13:36 Ji bo mîtînga jinan a Amedê destûr hat dayîn
13:36 MED TUHAD-FED: Li girtîgehan binpêkirin zêde bûn, bi hestiyar bin
13:34 Baroya Rihayê: Girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane
13:34 Li pey hev ji Rojnameya Dûvarê îstifa kirin
13:11 Li Pirsûsê qeza: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:54 Dema hinarên Zivzikê dest pê kir
12:53 Dozger xwest Şerîf Çamçi heta 15 salan were cezakirin
12:52 Doza rojnameger Şahîn taloq bû
12:07 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
12:03 Gunay: Gur e gura şer komploya li muxalefetê ye
11:50 Parêzer Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:45 Li Qereyaziyê leşkeran bi ser gundekî de girt
11:40 Danişîna nûçegihanê me Aslan hat taloqkirin
11:19 Erdogan dîsa berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefan lê dixwe
11:18 Piştî Erdogan û Çavûşoglû Akar jî gefa êrişê xwar
11:02 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye dixwaze statûya Rojava ji holê rake