Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe

  • rojane
  • 09:03 20 Cotmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Bêrîtan Zagros a ku geşedanan li Başurê Kurdistanê ji nêz ve dişopîne diyar kir ku Tirkiye û hevkarê wê PDK li herêmê têk diçe û got: "Dewleta Tirk di şerê Garê de têk çû. Bi riya PDK'ê xwest ku li Zap, Metîna û Avaşînê bi ser bikeve. Lê Tirkiye di şerê li dijî PKK'ê de têk diçe.” 

Li Iraqê hilbijartina pêşxwest di bin siya şerê li dijî Başûrê Kurdistanê yê Tirkiyê ji 23’yê Nîsanê ve daye destpêkirin, di 10’ê Cotmehê hat lidarxistin. Di hilbijartinê de partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê dengên xwe kêm kirin û beşdariya hilbijartinê li gorî hilbijartinên berê kêm bû. Hat gotin ku xelkê ji ber siyaset û kirinên heyî yê partiyên siyasî ku tu çareseriyê li pêş naxin, neçûne ser sindoqan û berteka xwe bi vî awayî nîşan dane. 
 
Tirkiye ji meha nîsanê ve li dijî deverên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser Başûrê Kurdistanê ve êrişan daye destpêkirin û ev şer 6 meh li pey xwe hişt. Çavkaniyên xwecihî di demên dawî de diyar dikin ku artêşa Tirkiyê li wan herêmên şer lê diqewime çekên kîmyewî bikar tîne. 
 
Rojnamevan Bêrîtan Zagros ya ku geşedanên li Başûrê Kurdistanê ji nêz ve dişopîne, derbarê hilbijartina li Iraqê pêk hat û şerê li herêmê de pirsên ajansa me besivand. 
 
 
Li Iraqê hilbijartina parlamentoyê pêk hat, encamên bi çi rengî ji hilbijartinê derketin? 
 
Di hilbijartina Iraqê ya ku di 10'ê cotmehê de pêk hat, guhertinên balkêş çêbûn. Iraq bi demeke gelek aloz re derbas dibe. Bi taybetî jî piştî sala 2003'an mudexeleya Emerîkayê ya ji rejîma Baas re li Iraqê îstîkrar çênebû ye. Rêveberiya ku hatiye damizerandin jî rêveberiyeke li ser esasên berjewendiyên navnetewî û hêzên herêmî yên dagirker in. Bi wê esasê rêveberiyeke wekalet hatiye damizirandin. Ji ber wê em nikarin bibêjin ku desthilatdariya Iraqê li gorî berjewendiyên gelên Iraqê dixebitin. Vê yekê jî bandoreke neyînî li ser dengdayina gel kir. Li Iraqê cara yekeme ku di vê astê de gel naçe ser sindoqan. Ev helwesteke li dijî hêzên siyasî yên Iraqê ye. Iraq roj bi roj ber bi aloziyekî ve diçe û Iraq tenê bi berjewendiyên navnetewî û hêzên herêmî yên weke Tirkiye û Iranê ye. Ew boykota ku di destpêkê de nehatibû birêxistin kirin, bi awayeke xwezayî di nava civakê de pêş ket. Ev di heman demê de meşruyeta vê hilbijartinê jî dide nîşandan. Di hin herêman de berşdarbûna hilbijartinê  jêr sedî 16'ê de bû. Hin herêman zêdetir û hin herêman jî kêmtir bû. Lê bi giştî li gorî Komîsyona Hilbijartinê ku ragihandiye sedî 41 yek tevlî bûn çêbûye. Di welateke demokratîk de divê ev encam nehatiba qebûl kirin. Ji ber ku ne demokratîke û nîvê civakê helwest nîşan daye. Ji Iraqê û hêzên ku di Iraqê de bi bandor bibe peyamekî dide wan. Lê diyare ku ev boykota gel ji hêla Iraqê ve nayê nirxandin. "
 
Encamên hilbijartinê wê bandoreke çawa li ser herêmê bike? 
 
Gelek partiyên siyasî îtîraza encamên hilbijartinê kirin. Weke nimûne li Şengalê di pişt perdeyê de encamên hilbijartinê hatibûn nîqaşkirin. Bi israrin ku peymana 9'ê cotmehê li ser Şengalê pêk bînin. Ji ber wê jî gelek lîstîk hatin lîstîn. Li gorî herêmên Iraqê yên dîtir hilbijartin pir dereng hat destpêkirin. Li gelek herêman jî piştî seat 12'an xelk çû ser sindoqan. Gelek kes bi hincetên ku qeydên wan ne li wê derê ne û hincetên teknîkî yên cuda gel nekarî dengê xwe bikar bîne. Vê jî bandoreke neyinî  li ser namzetê rêveberiya xweser kir. Ev jî dide nîşandan ku  piştî vê hilbijartinê êrîş û zextên xwe li ser Şengalê zêdetir bikin. Plan û konsepta ku li Şengalê ketiye meriyetê vê dide nîşandan. Di heman demê de YNK'ê û  Komeleya Îslamî ya Kurdistanê îtîrazî encamên hilbijartinê kir. Vê hilbijartinê weke hilbijartineke ne rewa û encamên wê jî weke ku hatine amadekirin dest digirin. Ev jî dide nîşandin ku ev hikûmete wê aloziyeke kurtir bi xwe re bîne.Aliyên ku ketine parlementoyê hem ji aliyê hêzên navnetewî û  hêzên herêmî ve xwedî piştgiriyên cuda ne û hem jî di nava xwe de nakokiyên wan ên bîrdozî yên dîrokî hene. Ev jî nîşana wê ye ku wê krîz bidome. Bêîstîkrariya Iraqê di berjewendiyên Tirkiyeyê de ye. Herî zêde jî Tirkiye dixwaze ji van aloziyan sûd bigire û êrîşên xwe li ser Iraqê û planên xwe yên ji bo Musul û Kerkûkê di van demên herî bi krîz de pêk bîne. 
 
Artêşa Tirkiyê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê di 23'ê Nîsanê de operasyonek berfireh da destpêkirin. Operasyonê 6 meh li pey xwe hiştin, gelo di van 6 mehan de çi qewimîn?  
 
Ji 23'ê Nîsanê ve êrişeke dagirkerî ya berfireh li dijî herêmên parastina medyayê hatiye destpêkirin. Ji bihare heta niha êrîşên didomin. Lêbelê, encamên ku Tirkiyeyê dixwaze bi dest bixe hê jî bidest nexistine. Sedema vê ya sereke jî berxwedane. Piştî ku Tirkiyeyê li Garê şikestineke mezin xwar berê xwe da herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê. Demek li ser derbas nebû ji ber ku negihişt armancên xwe PDK xist dewreyê. Xwestin ku bi riya PDK'ê dest û lingên PKK'ê bidin girêdan. Ji ber ku yek xala sereke ya tevgera azadiyê girîngiyê pê dide şerê kurd ê bi kurd re ye. Dewleta tirk jî dixwazê ku vê bikar bîne û bi kevirekî du çukan bixe. Lê li hemberî teknîkeke pir bi modern  gerîlla bi vîneke pir bi hêz berxwe dide. Beriya wê li Heftanîn û Garê jî gerîlla bi taktîk û rêbazên cuda bi îradeyeke mezin êrîşên dagirkirinê têk birin. PDK kete navberê û xwest ku Tirkiyeyê ji vê binketinê rizgar bike. Tirkiyeyê soz da PDK'ê ku herêmên ku gerîla jê bên derxistin wê cih ji wan re bên veqetandin. Bi van planan xwestin ku PKK'ê bêîtîbar bike û bi awayeke rehet li herêmê bi cih bibe.
 
Di operasyon ango şerê tê birêvebirin de rewşa niha çi ye û şer bi ku ve diçe? 
 
Tirkiye li hemberî îradeya PKK'ê têk çû. Ji ber ku serweriya erdnîgariyê di destê gerîlan de ye. Gerîla li van herêman dijîn û xelkê herêmê ne. Ya yêkemîn Trkiye nikare serweriya xwe li van herêman çêbike. Ya duyemîn jî gerîla bi xwe bi gelek taktîkên nû yên ku tu deran nehatine bikaranîn diceribînin. Ev jî dibe sedem ku Tirkiye nikare tedbîrên pêwîst li hemberî teknîka ku gerîla bi derfetên kêm,lê bi aqileke mezin pêşxistiye encam bigirin. Ji ber vê jî li herêmên parastinê wendayên Tirkiyeyê pir zêde ne.Tirkiye wendayên xwe yên herêmê vedişêre û weke ku tiştek çênebûye nîşan dide. Beriya niha li ser vê gelek propaganda dikirin. Lê niha medyaya wan ya şer zêde şerê herêmê nade rojevê. Ev jî nîşaneya wê ye ku di şerê ku bi  PKK'ê re  Tirkiye bin ketiye.
 
Tê îdiakirin ku Tirkiye di şer de çekên kîmyewî bikar tîne, gelo rastiya vê yekê çi ye?
 
Li herêmê li dijî gerîla çekên kîmyewî tên bikaranîn. Xelkê herêmê jî jê bandor dibe. Heta niha gelek gerîla di encamên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane. Zirareke pir cidî dide jingeha herêmê. Her wiha li gorî agahiyên dawî xelk li herêma Behdînanê  ji ber çekên kimyewî serî li nexweşxaneyan cuda yên Behdînanê dane. Lê herêm ji ber ku di bin kontrola PDK'ê û MÎT a tirk de ye hem bijîşkên ku li herêmê beşeke zêde girêdahî PDK'ê ne û yê ku ne girêdahî wê jî ji tirsa PDK'ê û MÎT a Tirk newêrin ku raporên rast der barî van çekên kîmyewî de bidin raya giştî ya navnetewî. Li gorî agahiyên ku tên bidest xistin bi taybetî li herêmên çiyayî yên weke Şeladizê ku nêzî xeta Avaşîn û Metinayê ye giliyên pir zêde yên tendûristiyê hene. Helbet ev ne tesadûfin. Dixwazin weke nexweşiya korona bidin nîşandan. Lê ew nexweşiya ku li van deran belav bûyî ne nexweşiya korona ye. Beşeke zêde ku tê gumankirin di encama bikaranîna gaza kîmyewî ye.Weke rojnamegerek min xwest ku vê piştrast bikim. Lê gelê herêmê ji ber  zext û gefên PDK'ê ditirsin û diyar dikin ku heger zanyarî bidin wê ji herêmê bên derxistin. Gelê herêmê di bin zexteke pir cidî de ye. Ji ber ku şande heta niha neçûne cihê bûyerê lêkolîn nekirine ev yeke jî nakeve rojeva navnetewî. Hîn hêzên rêxistinî ku çûn cihê bûyerê jî nehiştine ku encamên ku dixwazin peyda bikin. 
 
Li herêmên ku tê gotin çekên kîmyewî lê tên bikaranîn rewşa dawî çi ye? 
 
Li herêmê polîtîkayeke bêkurd kirin û bêmirov hiştin tê meşandin. Heta niha jî gelek caran bi belgeyan hat piştrastkirin ku herêm tê wêrankirin û talankirin. Tişta ku balkêş jî ew e ku dewleta tirk diyare ku li gel bertekên navnetewî wê mecbûr bimîne ku vekêşe. Jingeha Kurdistanê bi awayeke bêwîjdanî tê talankirin û wêrankirin. Koka wê tê qelandin. PDK jî piştgiriya vê dike. Lê li tevî hemû zext û êrişan jî gelê herêmê axa xwe na berde. Her çiqas polîtikaya wan a esasî bêmirovkirin, bêkurdkirina herêmê be jî helwesta gelê Behdînanê di çarçoveyeke welatparêzî de ye. Beşek jî  hêzên PDK'ê yên leşkerî nêçar man û dema ku diçin ser sindoqan dengê xwe dişewitinîn.Ev li dijî polîtikaya şer helwestek bû. Peyameke girînge ku divê bê lêkolînkirin. Şandina rêxistinên navnetewî ji bo herêmê çê bibe hem bikaranîna gazên kîmyewî,hem wêrankirina xwezayê, hem zerar dayîna xelkê herêmê û guhertina demografiya herêmê bê îspatkirin. Heger wisa bibe di vê payîzê de wê binketina dewleta tirk û PDK'ê wê mîsoger bibe.
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

21/10/2021
13:35 Doza ‘dayê’ li MEBYA-DER’ê hat vekirin!
13:31 Doza Kobanê: Di navbera delîl û angaştan de girêdan tune ye
13:27 'Divê li navendên bajaran gera wesayîtên zirxî were qedexekirin'
13:27 Emîne Şenyaşar: Êşa min weke roja ewil nû ye
12:32 Ji Gunay hişyariya 'tezkereyê': Divê êdî muxalefet hişyar bibe
12:24 Dozger xwest ‘zarokên baş’ ên Pirtûkxaneya Umutê bombe kirin beraet bibin
12:12 Rêveberiya Xweser spasiya Katalonyayê kir
11:49 AYM’ê derbarê belavokên Newrozê de biryara binpêkirinê da
11:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Ocalan bibîne serlêdan kir
11:29 Hêceta şewitandina înfazê: Ne selihî ye
11:19 Li Îzmîrê 17 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
11:01 Nûrî Mehmûd: Wê vê carê ne wek Efrînê û Serêkaniyê be
11:00 Doza Helîkopterê: Amûrên rojnamegeran nehatin dayîn
10:10 KNK: Divê PDK cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bike
10:04 Zaroka ku maşîneya zirxî lê qelibî xetereya mirinê ji ser xwe avêt
10:03 Bayindir: Divê muxalefet li dijî tezkereya şer helwesta xwe nîşan bide
09:07 Nivîskar û helbestvan wê pirtûkên nivîskarên girtî îmze bikin
09:06 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hezar û 962 roj in didome
09:03 Peyama kuçeyê: Quşxane dê hikûmetê hilweşîne
09:02 ÎHD: Meseleya girtiyên nexweş dê bi saziyên tenduristiyê yê serbixwe çareser bibe
09:02 Şaredariya Silopiyayê Mîhrîcana Şano û Zarokan li dar dixe
09:02 Dê jin komxebata şer, penaberî û keda jinê li dar bixin
09:02 KAYY-DER: Li Çewligê ekolojî tê qirkirin
09:02 Çavê girtiyê nexweş kor bû
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2021'Ê
20/10/2021
22:39 Zarokê di bin wesayîta zirxî de ma bi giranî birîndar bû
19:51 Hat xwestin kujerê komkujiya Konyayê 7 caran bi cezayê muebeda giran bê cezakirin
19:30 Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir
17:02 Ji Girtîgeha Amedê 7 girtî hatin sewqkirin
16:39 Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
16:27 Li Kobanê SÎHA'yê bombe li wesayîtek sivîl barand
16:14 SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin
15:38 Ji Rojnameya Karincayê hastaga piştevaniyê
15:36 Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin
15:19 Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
14:54 Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
13:38 Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt
12:35 Dadgehê 30 sal cezayê hepsê li Ayşe Gokkan birî
12:19 5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin
12:14 Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e
11:32 Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin
11:15 ‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’
10:34 Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin
09:57 Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin
09:03 Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
09:03 Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
09:03 Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin
09:03 Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt
09:03 Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
09:03 Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe
09:03 Çêkirina rê zirarê dide herêmê
09:03 Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN
19/10/2021
19:43 Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin
18:12 HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir
17:04 Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû
16:50 Li Çiyayê Kato berfa salê barî
16:38 Girtiyên ji Kirikkaleyê sewqî Sîncanê hatin kirin : Her şev bi ser qawîşan de digirin
16:36 Li Mêrdînê bang kirin: Em çanda kurdî bidin jiyîn
15:51 Dayika Ayşe Ozdogan a 72 salî hat binçavkirin
15:51 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bijî
15:27 Eskerên ku li gundiyan dan: Dest ji doza xwe berdin
14:59 Sancar: Wê dawî li şer û desthilatdariyê were anîn
14:50 Li Efrînê 3 jinên din hatin revandin
14:43 Erdogan mûçeyê xwe kir 100 hezar TL
14:42 Pirtûkeka nû ji Selîm Temo: Pûnga li Bajêr
14:35 Urkut: AKP’ê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand
14:14 Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin
13:31 Danişîna penaberê li GGM’ê bi tundiya polîs hat qetilkirin hat dîtin
13:20 HDP’ê têkildarî budçeyê serdana KESK’ê kir
13:17 Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre
13:08 Doza Las Tesis ji bo biryarê hat taloqkirin
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:33 Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike
11:31 Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin
11:01 Malbata Şenyaşar: Bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin
10:43 Omer: Wê ji hevdîtinên Destûra Bingehîn a Sûriyê encam dernekeve
10:30 Windakirina nirxê TL didome
10:10 Ji bo Kavala sefîrên 10 welatan vexwendin Wezareta Karên Derve
09:10 Darizandin hat sekinandin, qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê neda
09:09 Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap
09:07 'Qanûn li Antalyayê bi awayekî din e, li Şirnexê bi awayekî din e'
09:07 PDK bûye piyonê TSK'ê!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'AN
18/10/2021
22:39 Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîsan de hat veşartin
20:17 Şahidê Doza Kobanê Gokalp 15 rojan li TEM'ê hatiye sekinandin!
18:15 Partiya Azadiyê serdana HDP'ê kir
17:13 Nîvê şevê bi ser qawişan de girtin: Zarok gelek ditirsin
16:48 Bûldan: Gelo hûn ê bi pelçiqandina zarokên kurd pirsgirêkê çareser bikin?
16:46 Li Êlihê bertek nîşanî qedexeya konsera NÇM’ê dan
16:17 Dema binçavkirin şermezar dikirin hatin binçavkirin
16:12 Li Elkê salvegera damezrandina HDP'ê hat pîrozkirin
15:50 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
15:40 Ji bo doza Komkujiya Pirsûsê banga beşdariyê kirin
15:38 3 sal û mehek ceza li Hozan Canê hat birîn
14:32 Midurê hilbijartinê ji tacîzê hat girtin
14:20 Jinan bersiva şideta polîsan da: Em ê serî netewînin
14:13 Ji bo malbata Şenyaşar serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hat dayîn
14:08 HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir