Li Amedê bertek nîşanî kuştina jinan dan

  • jin
  • 15:26 6 Cotmeh 2024
  • |
img

AMED - Jinên ku di çarçoveya "Komxebata Polîtîkayên Jinan yên di Rêveberiyên Xwecihî de" hatin cem hev, der barê li qetilkirinên jinan ên di demên dawî de zêde bûne daxuyanî dan û diyar kirin ku qetilkirinên jinan ne şexsî ne, siyasî ne û peyama têkoşîna li dijî kuştinan dan.

Jinên ku di çarçoveya " Komxebata Polîtîkayên Jinan yên di Rêveberiyên Xwecihî de” hatin cem hev der barê qetilkirina jinan de daxuyanî dan. Siyasetmedar Gulten Kişanak, hevşaredarên jin ên bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê, gelek nûnerên saziyên jinan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de jinan bertek nîşanî qetilkirin jinan dan. 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî îdeolojiya zayendperest didome. Şedal diyar kir ku ew kêliya ku ew wekî rêveberiyên xwecihî li dijî tundiya li ser jinan û polîtîkaya zayendperestiyê niqaş dikin jin ji jiyanê tên qutkirin û got: “Polîtîkaya qirkirina jinan ji aliyê hêzên siyasî ve bi zanebûn tê meşandin. Jin di hemû qadên jiyanê de bi cudakariyê re rûbirû dimînin. Polîtîkaya qirkirina jinê bi zanebûn tê meşandin. Em dizanin ku hikûmetên siyasî bi van polîtîkayan nefesê digirin û hebûna xwe didomînin. Em ê weke jinên ku ji jiyanê hatine îzolekirin û ji bo her jineke ji jiyanê qut bûye têkoşîna xwe bidomînin."  
 
Şedal da zanîn ku kurtejiyana hikûmeta AKP’ê ya 22 salan tijî polîtîkayên qetlîlkirina jinan e û got: “Kurteya polîtîkayên hikûmetê girtina jinên têkoşer, xwekuştin û tundiya li ser jinan e. Ji ber ku kesên vî sûcî dikin, yên ku jinan ber bi întîharê ve dibin û kujerên jinan ji ber polîtîkayên dewletê dikarin li derve serbest bigerin. Jin yek bi yek tên tecrîdkirin û jinên ku ji bo vê yekê têdikoşin dikarin li kolanan bên qetilkirin an jî têkiliyên wan ji hev bên qutkirin."  
 
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen jî diyar kir ku tundiya li ser jinan û kuştina jinan di civakê de krîzek kûr çêkiriye û wiha got: “Di vê pêvajoya ku her roj bi nûçeyeke din a xemgîn re em rû bi rû tên, mafê jiyanê yê jinan tê desteserkirin û malbat ji hev tên parçekirin . Siyaset û pêkanînên ku şîdetê rewa dikin, li şûna ku li dijî tundiyê têbikoşin, vê rewşê xerabtir dikin. Bi taybetî di serdema desthilatdariya AKP-MHP’ê de zêdebûna kuştina jinan nîşan dide ku newekheviya zayendî kûr bûye û mafê jiyanê yê jinan hatiye binpêkirin." 
 
Îşbîlen da zanîn ku piraniya jinên hatine qetilkirin dema di pêvajoya hevberdanê de ne an jî dema dixwazin jiyaneke azad bijîn dibin hedef û got: “Jin di pêvajoya hevberdanê de herî zêde di vê heyamê de tundî li wan tê kirin. Mêr ji bo kontrolkirina jinê, desthilatdariya xwe ava bike  tundiyê bi kar tîne. Qetilkirina jinê ya li  ber çavên zarokên jinê liAmedê ku ji ber dixwaze xwe ji kesê pê re zewiciya berde, asta tirsnak kuştina jinan radixe ber çavan. Ev ne tenê cinayeteke şexsî ye di heman demê de sûcekî siyasî ye jî."      
 

Sernavên din

17:10 Li Korta Kasorê nerazîbûna dijî madenê: 60 gund bi tinekirina avê re rû bi rû mane
16:16 Li navçeyên Amedê ji bo 'Mitînga Azadiyê' seferberî
15:26 Li Amedê bertek nîşanî kuştina jinan dan
15:07 Ji Bakirhan daxuyaniya Destûra Bingehîn: Em ji muzakereyê re jî ji têkoşînê re jî hene
13:45 Çîçek: Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gefê li tenduristiya civakê dixwe
13:15 'Kobanê rûmeta me ye'
13:04 Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e
11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye
09:12 Di şerekî herêmî yê gengaz de çi li benda kurdan û Kurdistanê ye?
09:01 Siyasetmedarên jin: Em di 13'ê Cotmehê de li dijî komployê biherikin Amedê
09:01 Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e
09:01 Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe
09:00 Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
14:56 Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
14:54 Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê
14:51 Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
14:44 Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
14:35 Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir
14:35 MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
14:11 Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
14:00 Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:50 Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
13:45 Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
13:26 DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
13:08 Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
13:05 Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
12:44 Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
11:19 Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
11:17 Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
11:13 Şewata li Rojhilat gel vemirand
11:05 Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
10:59 Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
10:57 Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
10:45 Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê
10:32 Li Elbakê piştî îlana qedexeyê operasyon
10:25 Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da
10:09 Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin
09:48 Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket
09:42 ‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’
09:41 Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin
09:31 Keskîn: Ji bo çareseriyê divê hewldan hebin
09:10 ‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’
09:00 Tekîk: Em hemû kesên azadî û edaletê dixwazin vedixwînin Amedê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
08:32 Kolanên Edeneyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
03/10/2024
22:55 'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
19:31 Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin
19:27 Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
18:12 Kabaîş hêj jî winda ye
17:01 Li Şemrexê dê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan were li darxistin
16:46 Ji Komîsyonê daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê
16:46 Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin
16:38 Danişîna doza DÎAYDER’ê hate taloqkirin
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin