Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hezar û 962 roj in didome

  • rojane
  • 09:06 21 Cotmeh 2021
  • |
img

COLEMÊRG - Li Colemêrgê hezar û 962 roj in lidarxistina çalakiyan û xwepêşandanan qedexe ye. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl xwestin ev qedexeyên tenê ji bo muxalefetê hatine danîn bên rakirin. 

Ji 13'ê Adara 2016'an heya niha li Colemêrgê û navçeyên wê, 15 rojan carekê lidarxistina çalakî, meş û xwepêşandanan tê qedexekirin. Ev yek ji bo çalakiyên AKP'ê ne derbasdar e, tenê ji bo derdorên muxalif derbasdar e. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr, xwestin ev qedexeyên tenê ji bo muxalefetê hatine danîn bên rakirin. 
 
‘WALÎ DI BIN KONTROLA PARTIYA ÎQTIDARÊ DE YE'
 
Parlementerê bajêr Saît Dede, destnîşan kir ku walî û qeymeqamên girêdayî pergala hikûmetê wekî serokên bajêr û navçeyan ên partiya îqtidarê dixebitin. Dede, anî ziman ku li Colemêrgê qedexekirina çalakiyan tenê ji bo muxalifan derbasdar e û got: "armanca sereke ya van qedexeyan tepisandina dengê HDP'ê ye. Bi tu awayî nahêlin em daxuyaniyê bidin, meşekê li dar bixin û belavokan belav bikin. Lê ev ji bo AKP'Ê ne qedexe ye. Lê tiştekî wisa jî heye, çalakiyeke ku AKP li Colemêrgê bike tune ye. Ji lew re girseyeke AKP'ê tune ye. Lê kesek an jî du kes bin jî gava bixwazin daxuyaniyekê bikin an jî kongreyê li dar bixin, çi ji destê walîtiyê bê ji bo wan dike. Walî, guh li qanûnên dewletê nake, di bin kontrola partiya îqtidarê de hereket dike." 
 
‘GEL LI BER XWE DIDE'
 
Dede, anî ziman ku dê serî li ber qedexeyên walîtiyê netewînin û got: "ert û merc zor bin jî em hewl didin çalakiyên xwe bikin. Çendî zext û zorî hebin jî gelê me tevli çalakiyên me dibe. Gelê Colemêrgê li dijî qedexeyan li ber xwe dide." 
 
CIHÊKARÎ
 
Nûnera Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Colemêrgê Harîka Gunay Karataş, destnîşan kir ku qedexeyên li herêmê û li seranserê welêt belav bûne dijî hiqûqê ne û got: "Ev qedexe li Colemêrgê bûne, qedexenî rûtîn. Ev hem li dijî hiqûqê ye hem jî perçeyeke armancên siyasî ye. Ji lew re di rejîmên çewisîner de hiqûq, wekî darê zorê û amûra bîrdoziyê ya dewletê dixebite. Qedexekirina çalakiyan hem li dijî hiqûqê yye hem jî cihêkariyeke meizn di xwe de dihewîne. Çalakiyên karker û kedkaran ên ji bo mafên xwe dikin tên qedexekirin, lê ji bo yên AKP'ê û çîna sermayedaran tiştek nayê kirin. A rast bi vî awayî dixwazin pêşî li ber xebatên siyasî yên HDP'ê bigirin ku di nav gel de berbelav nebin." 
 
‘WALÎ SEROKÊ AKP'Ê YÊ BAJÊR E'
 
Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Colemêrgê Yûsûf Ozan Çobanoglû jî bibîr xist ku ji Gulana 2016'an heya niha bi van qedexeyan re rû bi rû ne û ev tişt gotin: "Ev qedexe, dibin sedema binpêkirina gelek mafan. Gava welatiyek bi binpêkirineke mafan re rû bi rû bimîne, mafên wî/ê yê xwepêşandan û protestoyê tên astengkirin. Hema bibêje li sedî 90'ê bajarên Tirkiyeyê qedexeya çalakiyan tune ye. Li bajarênc uda gelek partiyên siyyasî, rêxistinên cuda daxuaniyan didin, lê li Colemêrgê tiştekî wisa ne pêkan e. Li vira Walî wekî Serokê AKP'ê yê bajêr hereket dike. Hema bibêje em hepsî şaxên xwe bûne. Em ÎHD, li dijî vê binpêkirinê çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
TAHDE
 
Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê Tahîr Tekînalp jî anî ziman ku ev qedexe ji sala 2016'an heya niha bi biryarên kêfî yên walîtiyê didomin û got: "Ev qedexe ne di qanûna bingehîn ne jî di tu hiqûqê de hene. Hikûmeta AKP'ê, bi destê waliyan nahêle em xwe bigihînin gel û daxwazên xwe bînin ziman. Li bajarê me di warê hatina cem hev de, em bi tahde û zextên mezin re rû bi rû dimînin. Gava em daxuyaniyekê li ber sendîkaya xwe didin, bi sedan polîs dora me dorpêç dikin. Bi taybetî di 2 salên adwî de hemû xebatên ku me xwest em bikin hatin qedexekirin. Lê alîgirên îqtidarê gelek çalakiyan li dar dixin, lê kes vê qedexeyê nayne bîra wan." 
 
‘GEL TÊ TECRÎDKIRIN'
 
Hevseroka HDP'a navçeya navendî Sîbem Seven jî têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Ev qedexe û pêkanîn tenê ji bo HDP'ê hene. Hindik maye ji bo van qedexeyan bibêjin 'Dema lidarxistina çalakiyên HDP'ê 15 rojên din jî hat dirêjkirin.' Li ber partiya me çalakiyên provokatîf tên kirin, lê em nikarin daxuyaniyekê jî bidin. Li bajêr li hemberî HDP'ê polîtîkayeke taybet pêk tê. Li Colemêrgê, bi vî awayî 300 hezar kes tê tecrîdkirin. Gelê Colemêrgê tê tecrîdkirin. Ev qedexe dibin sedema zêdebûna bnpêkirinên mafan û mirina mirovan." 

Sernavên din

21/10/2021
13:35 Doza ‘dayê’ li MEBYA-DER’ê hat vekirin!
13:31 Doza Kobanê: Di navbera delîl û angaştan de girêdan tune ye
13:27 'Divê li navendên bajaran gera wesayîtên zirxî were qedexekirin'
13:27 Emîne Şenyaşar: Êşa min weke roja ewil nû ye
12:32 Ji Gunay hişyariya 'tezkereyê': Divê êdî muxalefet hişyar bibe
12:24 Dozger xwest ‘zarokên baş’ ên Pirtûkxaneya Umutê bombe kirin beraet bibin
12:12 Rêveberiya Xweser spasiya Katalonyayê kir
11:49 AYM’ê derbarê belavokên Newrozê de biryara binpêkirinê da
11:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Ocalan bibîne serlêdan kir
11:29 Hêceta şewitandina înfazê: Ne selihî ye
11:19 Li Îzmîrê 17 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
11:01 Nûrî Mehmûd: Wê vê carê ne wek Efrînê û Serêkaniyê be
11:00 Doza Helîkopterê: Amûrên rojnamegeran nehatin dayîn
10:10 KNK: Divê PDK cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bike
10:04 Zaroka ku maşîneya zirxî lê qelibî xetereya mirinê ji ser xwe avêt
10:03 Bayindir: Divê muxalefet li dijî tezkereya şer helwesta xwe nîşan bide
09:07 Nivîskar û helbestvan wê pirtûkên nivîskarên girtî îmze bikin
09:06 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hezar û 962 roj in didome
09:03 Peyama kuçeyê: Quşxane dê hikûmetê hilweşîne
09:02 ÎHD: Meseleya girtiyên nexweş dê bi saziyên tenduristiyê yê serbixwe çareser bibe
09:02 Şaredariya Silopiyayê Mîhrîcana Şano û Zarokan li dar dixe
09:02 Dê jin komxebata şer, penaberî û keda jinê li dar bixin
09:02 KAYY-DER: Li Çewligê ekolojî tê qirkirin
09:02 Çavê girtiyê nexweş kor bû
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2021'Ê
20/10/2021
22:39 Zarokê di bin wesayîta zirxî de ma bi giranî birîndar bû
19:51 Hat xwestin kujerê komkujiya Konyayê 7 caran bi cezayê muebeda giran bê cezakirin
19:30 Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir
17:02 Ji Girtîgeha Amedê 7 girtî hatin sewqkirin
16:39 Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
16:27 Li Kobanê SÎHA'yê bombe li wesayîtek sivîl barand
16:14 SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin
15:38 Ji Rojnameya Karincayê hastaga piştevaniyê
15:36 Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin
15:19 Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
14:54 Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
13:38 Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt
12:35 Dadgehê 30 sal cezayê hepsê li Ayşe Gokkan birî
12:19 5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin
12:14 Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e
11:32 Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin
11:15 ‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’
10:34 Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin
09:57 Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin
09:03 Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
09:03 Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
09:03 Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin
09:03 Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt
09:03 Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
09:03 Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe
09:03 Çêkirina rê zirarê dide herêmê
09:03 Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN
19/10/2021
19:43 Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin
18:12 HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir
17:04 Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû
16:50 Li Çiyayê Kato berfa salê barî
16:38 Girtiyên ji Kirikkaleyê sewqî Sîncanê hatin kirin : Her şev bi ser qawîşan de digirin
16:36 Li Mêrdînê bang kirin: Em çanda kurdî bidin jiyîn
15:51 Dayika Ayşe Ozdogan a 72 salî hat binçavkirin
15:51 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bijî
15:27 Eskerên ku li gundiyan dan: Dest ji doza xwe berdin
14:59 Sancar: Wê dawî li şer û desthilatdariyê were anîn
14:50 Li Efrînê 3 jinên din hatin revandin
14:43 Erdogan mûçeyê xwe kir 100 hezar TL
14:42 Pirtûkeka nû ji Selîm Temo: Pûnga li Bajêr
14:35 Urkut: AKP’ê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand
14:14 Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin
13:31 Danişîna penaberê li GGM’ê bi tundiya polîs hat qetilkirin hat dîtin
13:20 HDP’ê têkildarî budçeyê serdana KESK’ê kir
13:17 Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre
13:08 Doza Las Tesis ji bo biryarê hat taloqkirin
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:33 Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike
11:31 Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin
11:01 Malbata Şenyaşar: Bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin
10:43 Omer: Wê ji hevdîtinên Destûra Bingehîn a Sûriyê encam dernekeve
10:30 Windakirina nirxê TL didome
10:10 Ji bo Kavala sefîrên 10 welatan vexwendin Wezareta Karên Derve
09:10 Darizandin hat sekinandin, qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê neda
09:09 Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap
09:07 'Qanûn li Antalyayê bi awayekî din e, li Şirnexê bi awayekî din e'
09:07 PDK bûye piyonê TSK'ê!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'AN
18/10/2021
22:39 Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîsan de hat veşartin
20:17 Şahidê Doza Kobanê Gokalp 15 rojan li TEM'ê hatiye sekinandin!
18:15 Partiya Azadiyê serdana HDP'ê kir
17:13 Nîvê şevê bi ser qawişan de girtin: Zarok gelek ditirsin
16:48 Bûldan: Gelo hûn ê bi pelçiqandina zarokên kurd pirsgirêkê çareser bikin?
16:46 Li Êlihê bertek nîşanî qedexeya konsera NÇM’ê dan
16:17 Dema binçavkirin şermezar dikirin hatin binçavkirin
16:12 Li Elkê salvegera damezrandina HDP'ê hat pîrozkirin
15:50 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
15:40 Ji bo doza Komkujiya Pirsûsê banga beşdariyê kirin
15:38 3 sal û mehek ceza li Hozan Canê hat birîn
14:32 Midurê hilbijartinê ji tacîzê hat girtin
14:20 Jinan bersiva şideta polîsan da: Em ê serî netewînin
14:13 Ji bo malbata Şenyaşar serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hat dayîn
14:08 HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir