NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyên endamên HPG'ê ku di êrişa hêzên PDK'ê de li Xelîfan jiyana xwe ji dest dabûn werbigirin, li Deriyê Sînor ê Sêmalka çalakiya rûniştinê dan destpêkirin
Dayikên Aştiyê yên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wergirtina cenazeyên endama YJA STAR’ê Nesrîn Temîr û endamê HPG’ê Yusif Îbrahîm ku di encama êrişa hêzên taybet ên PDK'ê de li herêma Xelîfan a Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest dabûn, li Deriyê Sînor ê Sêmalka çalakiyên xwe didomînin.
Dayikên Aştiyê ji bo nameya ku daxwaza radestkirina cenazeyan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re pêşkêş bikin ji Deriyê Sînor ê Sêmalka ber bi Deriyê Sînor ê Pêşxabûr ve dest bi meşê kirin. Piştî ku ji aliyê hêzên PDK'ê ve destûr ji dayikan re nehat dayîn, dest bi rûniştinê kirin û hatin û çûyîna wesayitan rawestandin.
Çalakiya dayikan li Sêmalka berdewam dike.