ŞIRNEX - Li Girtîgeha Bandirmaya bajarê Balikesîrê, pirtûka nivîskar Bahadîn Robar a Antolojiya Dengbêjên Botanê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat desteserkirin.
Li girtîgehan binpêkirina mafên girtiyan her ku diçe zêde dibe. Name, pirtûk, rojname û kovarên kurdî li girtîgehan hatine asta qedexekirinê. Mînaka vê yekê ya dawî li Girtîgeha Bandirmaya bajarê Balikesîrê qewimî.
Girtiyê bi navê Mustafa Acet ku li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê ya Tîpa T a Jimara 2’yan tê girtin, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re diyar kir ku pirtûka nivîskar Bahadîn Robar a Antolojiya Dengbêjên Botanê nedane girtiyan û hatiye desteserkirin.
PIRTÛKA KURDÎ HAT DESTESERKIRIN
Di hevdîtina heftane de Acet ev tişt ragihandin: "Binpêkirina mafan her ku diçe xirab dibin. Mehek beriya niha pirtûka Antolojiya Dengbêjên Botanê a ku we şandî ji hêla rêveberiya girtîgehê hat desteserkirin. Her wiha şalwar û kefiyên min jî desteser kirin."
Acet bang li raya giştî kir ku li hemberî binpêkirinên mafan bêdeng nemîne.